Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çîye Peymana Sykes-Picot?

Çîye Peymana Sykes-Picot?

Îsal 100 salîya Peymana Sykes-Picot e

Mehmet Emin Özbilen

Di sala 1916’ê di naverasta Şerê Cîhanê yê Yekem de, Brîtanya û Fransayê rêkeftinnameyeke nehênî îmze kirin ko wek Peymana Sykes-Picot tê naskirin (ew nav ji wê yekê tê ko ew herdu dîplomatên brîtanî û fransî navê wan (Sykes û Picot bû) û naveroka wê jî parçekirina Rojhilata Navîn bû. Yanî bi vê peymana Sykes-Picot, Brîtanya û Fransa Kurdistan kiribûn çar parçe. Afirandêrên peymana Sykes-Picot Brîtanya û Fransa, îro ev biryar dane ko peymana Sykes-Picot bête hilweşandin. Amerîka, Ewrûpa, Îsrael jî li gel vê biryarê ne.

Dewletên herême (Tirkîye, Îran, Sûrîye, İraq) vê rastîyê dizanin ko tixûbên xakî erdnîgarîya Rojhilata Navîn, dê ji nû ve bête sererastkirin. Lê akademîsyen û berpirsîyarên dewletên kolonyalist vê rastîyê ji Kurdan vedişêrin. Ji ber ko di nav van guhertinan de damezirandina dewleteke Kurdistanê ya azad û serbexoyî jî heye.

Loma cenabî kak Dr. Berhem Salih gotibû; “Ji îro pê ve, Mîlletê Kurd, ji dewleta Alî-Osmanî û ji Sefawîyan re, dê nebe amûrên sotemenîyê.” Lê dewletên dagirker yên herêma Rojhilata Navîn dixwazin statuko bidome. Mixabin hîn partî û rêxistinên Kurda jî, weke PKK/PYD/PJAK/BDP, li gel dewletên statukoparêz cîh girtine. Em werin ser mijara (De-Facto): Hîn derdor li Rojavayê Kurdistanê, ji teref PYD’ê ve biryardayîna damezirandina hukûmeta demî weke ragihandina De-Facto nîşan didin. Divêt berî her tiştî bo ragihandina De-Facto; 1 – Hêzek we ya bi biryar hebe bo ragihandina herêmek serbexoyî; 2 – Divêt li pişta we hêzek navnetewî, an muttefîkekî we yê stratejîk hebe. Li ser rûyê gerdûnîyê Îsrael yekemîn dewlet e ko bi şiklê De-Facto hatîye damezirandin. Di asta dewletek Federalî jî de, bi alîkarîya Amerîka û dewletên Rojava, yekemîn federal dewlet e ko li Kurdistana Başûr, bi şiklê De-Facto hatiye damezirandin. Gelo muttefîkên PKK/PYD’ê kînin? Dewletên dagirker in. De werin Kurdistanê rizgar bikin. Evê biryara PYD’ê esasen ji teref PKK’ê ve hatiye stendin, ko zarok jî pê dikenin. Weke ko çawa PKK’ê di heman demê de îlankirina sîstemên xeyalî li Kurdistana Bakur ragihandibûn, PYD jî vê rêbaza hanê didomîne. Li gor hîn agahîyan qaşo PYD, dê li herêmê destûrek bîngehîn biafirînin, da ko serhildêrên li dijî rejîmê karibe bidarizîne û bi awayekî bikaranîna tundîtûjîyê çav tirsandî bikin. Amadekirina destûrê ewqas hêsan e gelo? Amerika, dewletên Rojava û Îsrael mudaxîlê herêma Rojhilata Navîn in. Yên ko li Rojhilata Navîn şer dikin dewletên pêşketî û dewletên herêmê ne. Rêxistinên weke PKK/PYD/PJAK/HÎZBULLAH/HAMAS, ji teref van hêzên hanê ve, li gor berjewendîyên xwe didin şer kirin û bikar tînin. Hetta ko destûra dewletên pêşketî tine be û operasyonek leşkerî li dijî rejîmê lidar nexin, kes nikare li ser hesabê xwe, di berjewendîyên xwe yên şexsî de û bo parêzîya kolonyalîstan herêmek ne rewa biafirînin. Li ser rûyê gerdûnîyê ti bizavan hêvîyên xwe bi dagirkerên xwe ve girê nedane, hêvîya çareserîyê ji dagirkerên xwe nekirine û çarenûsa mîlletê xwe radestî dagirkerên xwe nekirine.

Wer duxyê ko li Kurdistana Bakur PKK, li Rojavayê Kurdistanê PYD, li Rojhilatê Kurdistanê PJAK, li ser mîlletê Kurd, desthiltdarîyêk ko bi tundîtîyê pêk tê, ne ji boy damezirandina herêmên Kurdî yên serbexoyî yan federalî, belkû ji boy parastina yekîtîya xakî dewletên kolonyalist, sîstemek De-Facto li ser mîlletê Kurd afirandine, da ko li dijî rejîmên dewletên dagirker dernekevin û yekîtîya xakî dagirkeran biparêzîn.

Min berê jî gotibû û ez ango jî dubare dikim. Britanya xeletîyên xwe yên dîrokî di şerê kendavê de bi rêjeyek mezin îzole kirin (telafî kirin). Her wiha di encama vî şerê hanê de Kurdistana Başûr gihîşt mafê xwe yê sîstema Federalîyê. Fransa jî dixwaze xeletîyên xwe yên dîrokî di derbarê herêma Rojavayê Kurdistanê de îzole bike, da ko Rojavayê Kurdistanê bigihêjin mafên xwe yên serxwebûnê an Federalîyê. (Di çerçoveya hilweşandina peymana Sykes-Picot) de. Lê PKK/PYD jî vê plana hanê re astengin, hewl didin ko ev plan bi ser nekeve. Mebest bi dijminantiya ji teref PKK/PYD’ê ve ko li dijî Fransa têt ajotin ev e. Çima êrîşên li ser Fransa? Ji ber ko di yekemîn pileyê de (derece de) Fransa, mudaxîlê rewşa Sûrîyê ya ango ye. Yê ko dewleta Sûrî di çarçoveya peymana Sykes-Picot de ava kirîye Fransa ye û yê ko vê dewleta hanê jî hilweşîne dîsan dê Fransa be.

Kî lidijî hilweşandina peymana Sykes-Picot in? Dewletên herêmî, bi rêjeyekê jî Rûsya û hîn partî û rêkxistinên Kurdan. Hetta ko Kurd ji peymana Sykes-Picot fam nekin, nikarin ji peymana Lozanê jî fam bikin. Çunke peymana Lozanê bingeha xwe ji peymana Sykes-Picot distîne.

Gelo derfet heye ko peymana Sykes-Picot neyêt hilweşandin? Bawer nakim ti kes, ti hêz bikaribe ji hilweşandina peymana Sykes-Picot re bibin asteng. Ji ber ko erdnîgarî û tixûbên hîn dewlet û herêmên cîhanê dê ji nû ve bête sererastkirin (şikilandin). Êdî dem û hukmîyeta vê peymana hanê bidawî hatîye.

Encam: Hetta ko peymana Sykes-Picot hilneweşe, peymana Lozanê jî hilnaweşe. Em hêvîdarin ko her du Peyman di heman demê de bihevre hilweşe da ko mîlletê Kurd bighêje mafê xwe yê dewletbûnê. Bi hêvîya Kurdistaneke azad û Serbexoyî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev