Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ew jî kete rêza nemiran

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û berhemên Simoyê Şemo bikin, ku gelek salan bûye bizîşkê navdar li Ermenîstanê, herwiha şayîrekî kurdan yê bi nav û deng.

Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

WEZÎRÊ EŞO DERHEQA SIMOYÊ ŞEMO DA

 DAWÎYA SALA 2001Ê BEHSA MIRINA ŞAYÎRÊ KURDAYÎ BI NAV Û DENG, HOGIRÊ MINÎ HERÎ NÊZÎK SIMOYÊ ŞEMO LI MIN DAXISTIN, GOTIN: “WÎ BERÎ DU MEHAN LI PAYTEXTÊ ERMENÎSTANÊ, YÊRÊVANÊ WEFAT KIRÎYE”.

Gorî felsefa gelêrî bi giştî û gorî folklora kurdî 70 sal weke nîşan-sembola kalbûn-pîrbûnê ye. Dibêjin “kalê 70 salî”, “pîra 70 salî”. Lê eva yeka, qet ji bona Simo nehatîye gotin. Tu kesî navê kalbûnê nedanî ser wî û wî bi xwe jî.

Hetanî dawîya jîyana xwe Simo wek şayîr em dikarin bêjin “stewr” nebû. Nava şayîrên Kurd da yên Sovêtîstana berê, keda wî ya şayîrtîyê mezin bû. Şadatîya vê yekê jimara wan berevok, wan destanên helbestên wî dide, yên ku ji destpêka salên 60î hetanî niha hatine weşandine: 9 berevok, 9 kitêb yên bi sernavên cuda cuda û xweşik: “Nûr” (1961), “Xetên hubê” (1967), “Hikîyat derheqa balçêmkê da” (1971), “Ez û êl” (1974), “Gula gêlî” (1979), “Dilê bengî” (1989) û ya dawîyê “Zozan” (2000).

Belê, weke nîv sedsalê wî bê westan şayîrtî kir, efirand, bi rengekî taybetî û xweşik edebîyeta kurdî û nemaze ya li Ermenîstanê dewlemend kir. Simo ji pesindan û mezinkirina xwe hiz nedikir, wî xwe hertim biçûk didît. Gava sala 1989a kîtêba wî ya bi sernavê “Dilê bengî” bi pêşgotina min ya bi sernavê “Xweyê qelema qenc û bi bereket” hate weşandinê, piştî xwendina wê Simo pir bi cîddî gazinên xwe ji min kirin: ”Malavao, te haqas pesnê min daye, ku ez gîhandima heylo esmanan”.

Simo her roj diefirand, em dikarin bêjin, ku ew her roj û her gav bi şayîrtî difikirî. Em dikarin wî bişibînin kanîke zozanên çîyayê Elegezê, ku bi şev û roj av jê dizê. Simo aşiq û maşoqê zozanên çîyayên Elegezê, reşkonên kurmancîyê, zomên kurda û keçên kurda yên bi rengên gul û gîhayên wî çîyayî xemilandî bû. Ji helbestên wî ne tenê bîna kulîlkên çîyayê Elegezê, her usa xişe-xişa gul û gîya, xule-xula cew û kanîyên wî çîyayî tên.

Simoyê Şemo welatevîn û miletevînekî bi şewat bû. Di helbesta xwe ya “Gelê min ra” da ew miletevîntîya xwe nava xizmetkirina hindava gelê xwe da dibîne. Îro asîmîlasyon wek bizûzê ketîye nava gelê me û goştê wî digure, wek zûrîya xwîna wî dimije, helbesta Simo ya bi sernavê “Zimanê Kurmancî” gotineke pir rojane û pir aktûêl e. Hinekên dûrnedîtî dibêjin: “Ziman ne haqasî mûhim e, ku em serê xwe li ser bêşînin”. Lê şayîrê me yê bi nav û deng heyîna milet nava zimên da dibîne. Simo kifş dike, ku ziman ber tîrên neyaran nava zemanê buhurî da bûye mertal û ji nava bahoz û firtone, bobelîsk û tofanên zemandirêj ra gelê me “wek nemir” gîhandîye rojên me.

Simo mêrê hewar û gazîyan bû, wek dibêjin barê ketîyan hildigirt, piştovan û alîkarê ketîyan bû, beşdarê şîn û şayên milet bû, comerd, mêvandar û nandar bû.

Simo piştî xilaskirina dibistana navîn ya gundê xwe, berê xwe da Yêrêvanê û zanîngeha doxtirîyê da hate qebûlkirinê. Lê gava dawî li fêrbûna di wê da hat, wî zemanekî nedirêj li gundên navça Telînê wek alîkarê doxtir kar kir. Û çimkî li vê navçê gundên kurda jî pir bûn, wî li wir bi camêrî xizmetî gelê xwe jî dikir. Lê meremê wî, xasima bavê wî, ew bû, ku ew bibe doxtirê eynsî. Sala 1957a wî bi serfirazî û rûspîtî Înstîtûta Yêrêvanê ya doxtirîyê xilaz kir. Ji vê salê hetanî sala 1967a wî li navça Axbaranê, li gundê kurda Elegezê wek serokê nexweşxanê kar kir û rûmeteke bilind nava rûniştvanên wê navçê da qazanç kir.

Hemîn êl, olka kurdên deşta Araratê, ku Simo ji nava wê da derketibû, wek doxtirê xwe yê eslî ew nas dikirin. Ew hemûşk alîkî, ez niha derheqa vê yekê da jî xemgîn im û pir difikirim: gelo ew kalemêr û pirejin, ew keç û zilam, ew zarokên me wê bê Simo çawa bikin, wê derdê xwe kê ra bêjin, weke dibêjin “li kê bisekinin?” Simo sernavê “Ez û êl” danîbû ser destaneke xwe. Niha ew “êl”a giran wê bê Simo çawa be?

Weke min got, Simo hogirê minî pir nêzik bû. Gelek bîranînên me yên baş hene.

Min Simo mirîtî nedît û tê qey bêjî bawerbûna min ya tam jî nayê, ku ew îdî tune. Belkî loma jî wek dayka Rizayê Xêlit li min dest bide, ku kilam avîtîye ser kurê xwe û wê kilamê dengbêjê kurdî bi nav û deng Şekiro distirê. Belkî gava ez herime Yêrêvanê li ciyê karê te, li mala te, li te bigerim û bi dilekî kovan bikim gazî: “Simo kanê!?”. 

Li jêr çend helbestên Simoyê Şemo bixûnin:

Kilama kurmancî

Ezî şame, ku tu heyî,

Ezî şame, ku tu hayî,

Tu şîrinî, tu başqeyî,

Tu melhema birîna kûr,

Tu dîndara rêwîtîya dûr,

Tu kesera dilê birîn,

Tu baxçengê sorgulêd bîn,

Tu tiberik, tu navê nîn.

Carna têyî tu gef û gurr,

Ça sûlava baharê hurr,

Xwera tînî qûrtîn, gaza,

Deng, hêwirzêd mêr-mêrxasa,

Dengê gulla, axînêd kûr,

Şingîna mertal ber derba şûr,

Çewa rima donzdemovik,

Destê mêrxasê çargurçik.

Carna têyî ça bêrîvan,

Naz û nazdar, bi ken û can,

Çewa bîna belgê gula,

Çewa huba cotêd dila.

Bi axînê dilê bengî

Dixulxulî hezar rengî,

Melhem dikî dilê xişîm,

Dilê bengî nakî êtîm.

Carna têyî ça huba dê,

Çewa ziyaret tiberik lê,

Ber bêşîkê dibî lûrî,

Ser lêvê diya çewa horî,

Tînî xewa lawêd kurmanc,

Ku mezin bin bibine sertac,

Ku mezin bin dewra hanê,

Rabin, xweykin Kurdistanê.

Tu ha, her car bi tamarekî,

Tamareke xûnê tijî,

Ew tamara qinyata dil,

Bêy kîjanê dil, na, najî.

Ezî şame, ku tu heyî,

Ezî şame, ku tu hayî,

Tu şîrinî, tu başqeyî,

Tu hizkirîya kurmancayî.

Zimanê kurmancî

Ji çiya, ava

Mêrg, delava,

Surê, sermê,

Berfê, germê,

Ji rojêd reş,

Ji teva geş,

Ji hêwirzê,

Beza, xezê,

Ji birûska,

Ji pirîska,

Ji xuşîna

Barana gurr,

Galegala

Kanînga durr

Pêşda hatî,

Gihîştî cî,

Zmanê meyî

Kurmancî…

Bûyî mertal

Ber tîrê qal,

Hemû dera

Bera neyara.

Rojêd giran,

Dewrêd wêran

Te xwey kirîye,

Te rew kirîye,

Bûyî şemdan,

Emir û can.

Nav şevêra,

Dewr, qurnêra

Çewa nemir,

Gîhandîye vir,

Cimeta min,

Dayîka min,

Te nehîştîye

Nîvê nîv cî,

Zimanî meyî

Kurmancî…

Hezar milet

Nîvê rê man,

Pêda, pêda

Nav kawranê

Wan dewrada,

Çewa çemê

Qûmistanê

Çikyan û çûn,

Gi unda bûn.

Lê te anî

Gîhande cî,

Te ew nehîşt

Nîvê rê, tî,

Çimku tu kanîya

Enzeleyî,

Tu şîrin

Û delalîyî,

Tu mertala

Ku Şems dayî,

Li ser milê

Kurmancayî…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemên Simoyê Şemo kirin, ku gelek salan bûye bizîşkekî navdar li Ermenîstanê û şayîrekî kardan yê bi nav û deng.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev