Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 7

Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Îro di yekem bernameya xwe ya „Civak û sîyaset de” ya sala 2016an de em cardin sersala hemû guhdarên radyoya Ria taza û hemû gelê kurd pîroz dikin, hêvîdar in sala nû sala aşitîyê, xweşîyê ûbextewarîyê be ji bo temamîya miletê me. Ez – Bêlla Stûrkî mêvandarîya bernameya „Civak û sîyaset“ ya 7an ya radyoya Ria taza dikim. Çawa me pêşda we agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

 Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mevanê bernameya me . Kî ye Mihemed Sanrî?

Birêz Mihemed Sanrî li gundê bi navê Gundê Melî yê girêdayî Şernexa bakûrî Kurdistanê di 01.01.1967an de ji dayik bûye.

Ji 1992an heya niha karê rojnamegeriyê dike. Di gelek kovarên kurdî-tirkî de kar kiriye û gelek berhemên hêja dane, hinek ji wan ev in: Medya Güneşi, Roj, Pelîn, Serbestî. Devdevi 7-8 salan wekî edîtor di weşanxaneya DOZê de xebitîye.

Demek dirêj wekî kolûmnîst bo malpera Nefelê bi navê Mihemed Evdila dinivîsî.

Ji sala 2007an ta niha ez berpirsîyarê ofîsa Kurdistan TV ya Stenbolê ye.

Zewicî ye, bavê du zarokan e. Li Stenbolê dijî.

Îro mijara bernameya me rewşa kurdan ya sala 2015an û pêşbînîya sala nû, meşandina şerekî dijwar dijî ceteyên DAIŞê, kurd di şerê DAIŞê de çi dest anîn, her wiha berdewamîya şer û alozî li Rojava, li Bakûr, li Başûrê Kurdistanê, derheqê xiravbûna têkilîyan û qutkirina pêwendîyên dîplomasîyê navbera Erebistana Siûdîyê û Iranê da, ku xwedan bandorên here mezin in li ser Sûrîyayê. Kurdan di sala derbazbûyî de çi bi dest xist û çi winda kir, pirsgirekên di nava kurdan de bi çi awayî têne careserkirin… Jibo hê zêdetir zanebûn li ser vê mijarê û mijarên din yên rojane min digel rojnameger, berpirsyarê ofîsa Kurdistan TV ya Stenbolê Birêz Mihemed Sanrî hevpêyvîinek çê kir.

Em bi birêz Mihemed Sanrî ji studyoya radyoya Ria taza li bajarê Stembolê bi radyotêlêfonê ve hatin girêdan.
Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên rojnameger, berpirsîyarê ofîsa Kurdistan TV ya Stenbolê birêz Mihemed Sanrî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev