Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Welatperwer û Rewşenbîr Kinyazê Hemîd 71 salî ye

Salihê Kevirbirî

71 saliya Rewşenbîrê kurdê Ermenistanê, Serokê Şêwra Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîdê Hesen temam bû. Hezar caran pîroz û bimbarek be!

Kinyazê Hemîd di nav kurdên Ermenistanê de navekî sereke û naskirî ye. Bi awayekî eşkere dikarim bibêjim ku nav û dengê wî ne tenê li Ermenistanê, lê li nav kurdên welatên Sovyeta berê jî bi têra xwe belav bûye. Ez bixwe gelek caran lê qesidîme û bûme mêvanê wî. Bi rastî jî apê Kinyaz navekî hezkirî ye. Camêrekî nandar e, civatxweş û beşerxweşekî êl û eşîra kurdî, kurdewarî û kurmanciyê ye.

Ew dilşewatê welatê bav û kalên xwe ye. Dilsozekî çand û hunera kurdî û xebatkarekî mexlûqetiyê ye. Gelek kes pê nizane lê ew dengbêjekî baş e jî. Di salên ciwantiya xwe de ketiye stûdyoyên beşa Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê û kilamên xweş pêşkêşî civaka kurdan kiriye. Îro deng û kilamên wî bi radyoyê têne belavkirin.

Kinyazê Hemîd 17-ê Çileya sala 1945an li gundekî kurdan ê bi navê ‘Devexerabeyê’ hatiye dinyayê. Gund bi ser nehiyeya Abovyanê ye ku dikeve kêleka Yêrêvana paytexta Ermenistanê.

Bav û kalên wî piştî Serhildana Şêx Seîd, sala 1926an, ji ber zilm û zora Roma Reş ji Wanê tevî 4000 malbatên kurdan derbasî wî alî Çemê Erez bûne û li ser xaka Ermenistana îroyîn bi cih û war bûne.

Kinyazê Hemîd sala 1952an li nehiyeya Abovyanê bi medalyaya zêrîn dibistana navîn kuta dike. Sala 1962an dest bi kar û xebatê dike. Dibe dersdarê zimanê ermenkî ji bo komên jêrîn, paşê dibe serwêrê dibistanê. Sala 1964an qebûlî zankoya Ermenîstanê ya  Dewletê ya Malhebûna Gundîtîyê, para aboriyê dibe. Ji bo xwendin û karê baş, dibe Serokê Rêxistina Komsomola Zankoyê. Di Zankoyê de medalyaya dereceya bilind a ser navê Lênîn distîne.

Sala 1978an zankoyê bi serfirazî kuta dike. Sala 1965an qebûlî Înstîtûta Marksîzim-Lênînîzimê dibe û sala 1967an temam dike. Sal bi sal kar û xebata Kinyazê Hemîd pêş de diçe û di nava nehiyê de nav û dengê wî bilind dibe. Sala 1969an dikeve Zankoya Yerevanê ya Dewletê ya para extiyarzanîyê, sala 1974an temam dike.

Kinyazê Hemîd ji ciwaniya xwe heta niha di nava gelek sazî û dezgehên kurdan de kar û xebateke hêja kiriye û hê jî dike. Ew ji sala 2007an ve Serokatiya Şêwra Kurdên Ermenistanê dike.

Kinyazê Hemîd û xanima wî Tamîla Xidir bavê keç û kurekî ne: Narîn û Hemîd. Narînê bûka akademîsyen û profesorê navdar Nadir Nadirov e ku wekî Nadirê Kerem jî tê naskirin. Narîna Kinyaz xanima doktorê navdar Bariyê Nadirê Kerem e ku li Alma Ataya Qazaxistanê dijîn. Li hêla din şeş nevî û 2 nevîçirkên Kinyazê Hemîd û Tamîla Xidir hene.

Ez careke din sersala Kinyazê Hemîd pîroz û bimbarek dikim, ji Xwedayê Dilovan canê sax û emre dirêj jê re dixwazim.

Her hebî Apê Kinyaz, em bi te serfiraz û serbilind in…

Desteya Rêvebir a malpera Riataza.com bi dil tevî van pîrozkirinan dibe û ji Kinyazê Hemîd û malbeta wî ra salên dirêj û cansaxîya baş dixweze.

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev