Hrant Dînk ji pişta kurdan çû

Hrant Dînk ji pişta kurdan çû

Îro salvegera qetilkirina Hrant Dînk e

Têmûrê Xelîl

Nûçeya derheqa kuştina Hrant Dînk da – berpirsyarê rojnameya bi zmanê ermenî li Tirkîyê – di 19ê çileya paşin sala 2007an da, ez hingavtim. Ez yekser fikirîm: ”Qey ev tirk ji kuştina ermenîyan têr nebûne?”.

Ku li Tirkîyê rojnamevanan dikujin, tiştekî teze û ecêb nîne. Tiştê ecêb ew e, ku tirkan çawa ewqas sal ew ne kuştibûn. Ji ber ku Hrant Dînk ji bajarê bingeha nasyonalîzma tirkan – Stembolê bi salan bi destî rojnameya xwe a bi zimanê ermenî a bi navê “Agos” cihan dida hesandinê, ku tirkan bi biryara dewletê bi dehan salan bi sedan hezaran ermenî û kurd, herwiha gelên ne misilman, di nav wan da êzdî jî, qir kirine û ew kar niha jî berdewam e. Îzbateke wê kuştina vî camêrê ermenî ye. Xuya ye Hrant zêde pêy li birîna wan kiribû.

Dema Fransa û Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî gelkujîya ermenîyan wek gênosîd qebûl kirin, keda vî camêrî jî hebû. Ermenîyan îzbat kir ku lobbîya wan li Ewrupayê û Amêrîkayê gelekî xurt e, lê li Tirkîyê sist e. Kurdan jî îzbat kirîye, ku hêza wan li Tirkîyê û Kurdistana Bakur xurt e, lê lobbîya wan li Ewrupayê û Amêrîkayê sist e. Îcar eger van herdu hêzan bigihînine hev, cî li tirkan gelek teng dibe.

Niha hinek kes dikarin bifikirin, ku belkî ew camêr ne bi destî dewletê hatibe kuştin, belkî serserîyekî ew kuştibe. Lê ew ”hinek kes” dikaribûn ”gelek kes” bûna, eger ew yek ne li Tirkîyê biqewimîya, eger tirkan ermenî qir nekiribana, eger tirk îro wek gelek kurdan ev behs bi dilêşî û xemgînî qebûl bikirana. Lê gelo îro çend tirk ji bo kuştina wî camêrî xemgîn bûne? Gelo îro çend tirk amade dibin bi meş û dêmonstrasyonan ew kuştin şermezar bikin? Eger jimara wan 10 kes be, ezê bêjim 10 tirkên baş hene. Eger jimara wan hezar kes be, ezê bêjim hezar tirkên baş hene. Eger bi sedan hezar bin, an jî bi mîlyonan bin, ezê bêjim ewqas tirkên baş hene. Lê em zanin çend kes in. Meriv bê hemdî xwe difikire: „Eger dewlet biryara kuştina zêdeyî mîlyonek merivan dide, ne dûr e ku biryara kuştina merivekî bide“.

Kuştina vî camêrî hizkirina min ya ber bi ermenîyan hê zêde kir. Kuştina wî gerekê dostanîya kurdan û ermenîyan hîn xurttir bike. Ji ber ku wek ku Cegerxwînê mezin di hevpeyvîna bi min ra gotîye: „Em û ermenî birîndarê şûrekî ne“.

Min berî çend salan hejmareke rojnameya „Agos“ (bi kurdî tê maneya „Şov“ û bi ermenkîya rohilatê „Akos“ e) sitendibû. Rêdaksyonê ew hejmar ji min ra şandibû, ku ez ji kurdekî Ermenîstanê – Kinyazê Hemîd ra bişînim, ji ber ku hevpeyvîna bi wî ra di rojnameyê da çap bûbû. Ji wê hevpeyvînê profêsyonalîzm û dûrdîtina rêdaksyonê baş xuya dibû. Di hevpeyvînê da gelek tişt xuya nedibû, lê wek dibêjin, di navbera xetan da gelek tiştan serê xwe bilind dikirin. Mesele ew bû, ku piştî şerê Qerebaxê bi Azirbêcanê ra, azirîyên Ermenîstanê ji xwe, an jî ji siya xwe tirsîyan û bi xwe ji Ermenîstanê derketin, hema bêje li Ermenîstanê azirî ne man. Paşê jî bela kirin, ku ermenîyan ew derxistine. Wan deman gelek kurdên musulman yên Ermenîstanê jî ji tirsa ku belkî şerê ermenîyên Qerebaxê bi Azirbêcanê ra şerê dijî musulmanîyê ye, ji komara Ermenîstanê derketin çûn. Ji wana ew kurdên ku bi azirîyan ra tevayî li Ermenîstanê diman û hinek ji wan bûbûn xinamî û xizmên hev, dane dû azirîyan û çûn, hinek kurdên musulman yên Ermenîstanê jî xwe li riya Rûsîyayê, Qazaxistanê û komarên din girtin. Lê gelek kurdên musulman jî man, wek Kinyazê Hemîd, ku di komarê da merivekî bi nav û deng e, serwêrê tora sînêmayan ya herêma Abovyanê ya Ermenîstanê bû, niha jî serokê Komeleya Dostanîya ermenîyan-kurdan e. Rojnameya „Agos“ bi vê hevpeyvînê îzbat kir, ku ermenî ne dijî azirîyan in, ne jî dijî kurdên musulman in. Ew axa xwe ya tarîxî – Qerebax (bi ermenî „Arsax“ e) dixwezin li xwe vegerînin, ku di dema xwe da ji ermenîyan girtibûn û wek otonomîya ermenîyan kiribûne nava axa Azirbêcanê. Ev hevpeyvîn di hêlekê da îzbatîya dilfirehî û xêrxazîya ermenîyan e hindava kurdan da, di hêlekê da jî derbeke giran e hindava wan kesan da, ku dibêjin li Ermenîstanê zor li miletên kêmjimar dikin.

Bi bawerîya min, kuştina Hrant Dînk gerekê me û ermenîyan zêde nêzîkî hev bike, da ku em bikaribin bi tevayî dijî zordestîya Tirkîyê şer bikin. Îro di nav me kurdan da jî hinek kes hene, ku dostanîya me û ermenîyan tiştekî zêde dibînin, hela di ser da jî îzbatîyan tînin, ku filan ermenîyî di filan cîyî da dijî kurdan nivîsandîye, xwedêgiravî dewleta Ermenîstanê ya îro hindava kurdan da xêrnexwez e. Lê ne wisan e. Rast e, di nav ermenîyan da hinek kes hene, ku ne dostên kurdan in. Lê ew merivên biçûk in, jimara wan ne zêde ye, ew zirarê didine ne tenê kurdan, lê ermenîyan û Ermenîstanê jî. Lê ji wana gelek pirtir ermenî jî hene, ku dost û xêrxwazên kurdan in, merivên mezin in û bi xêrxwezîya xwe ya di hindava kurdan da navê komara xwe û miletê xwe jî bilind dikin. Ez çend nimûneyan ji fikirên ermenîyên bi rastî bi aqil, zane, welatparêz û întêrnasyonal bînim. Ez fikirên wan çend ermenîyên ruhbiçûk û ne gelekî zane naynim, ku derheqa kurdan da fikirên xirab, neheq gotine. Ew ber fikirên camêrên ermenî dihelin û betavedibin.

Nivîskarê ermenîyan yê gelekî mezin Dêrênîk Dêmîrçyan gotîye: „Di navbera ermenîyan û kurdan da çi tiştên baş hebûne, bi destî van herdu miletan bûne, lê çi tiştên xirab hebûne, bi destî dijmin bûne“. Nivîskarekî ermenîyan yê dinê, ku gelekî bi nav û deng e (pirtûkeke wî „Hisret“ bi tirkî bi sernavê „Umut“ derketîye) di civîneke bi navê „Dostanîya kurdan û ermenîyan“ da got: „Ez nêzîkî 80 salî me. Doxtoran qedexe kirîye, ku ez li cîyên resmî, di civînan da xeberdim. Lê gava mesele tê ser dostanîya ermenîyan û kurdan, ez hazir im hema li vir bimirim jî“. Akadêmîkê mezin, bingehvanê beşa Kurdzanîyê li Lênîngradê Hovsêp (Îosîf) Orbêlî: „Di Rohilatê da sê şairên mezin hene: Fêrdoûsîyê îranî, Rûstavêlîyê gurc û Ahmedê Xanîyê kurd“. Bingehvanê edebîyeta ermenîyan Xaçatûr Abovyan: „Her kurdek bi ruhê xwe va şair e“. Kompozîtorê ermenîya yê herî bi nav û deng Komîtas, ku Konservatorîya Yêrêvanê li ser navê wî ye, xebata xwe ya dîplomîyê li Konservatorîya Berlînê li ser sazbendîya kurdî nivîsîye.

Em wê jî ji bîr nekin, ku li Ermenîstanê heta salên 80î jî 40-50 hezar kurdan di hêla pêşketina edebîyet, dîrok, berevkirina folklorê, dengnivîsandina sitiranên kurdî, zimanê kurdî da ewqas kar kiribûn, ku 25 mîlyon kurdên bakur nekiribûn. Ji ber ku dewleta me Ermenîstan bû, dewleta kurdên bakur jî Tirkîya bû.

Îro çend partî û rêxistinên kurdan yên Kurdistana Bakur ketine heyra ”Cimhurîyeta Dêmokratîk“. Dibêjin qey ew meseleya Kurdistana Bakur hel dike. ”Cimhurîyeta Dêmokratîk“ ji bo kurdên Tirkîyê baş e, û heta dereceyekê jî ji bo kurdên Kurdistana Bakur baş e, ku Tirkîya cînara wan wê dêmokratîk be. Meseleya Kurdistana Bakur serxwebûn e. Cihan nikare me di cihêbûnê, sêparatîzmê da gunehkar bike. Ji ber ku welat welatê kurdan e, Tirkîyê ew zevt kirîye û ji bo serxwebûnê hemû cûre karên ne dijî qanûnên mirovatîyê dikarin bêne bikaranînê, heta şerê ji bo azadîyê, şerê ji bo rizgarbûna welatekî û miletekî. Eger îro kurdên Anadolîyê dewa cudabûnê bikirana, wê demê dikarin kurdan di sêparatîzmê da tawanbar bikin.

Hrant Dînk ewledê miletekî aqilbend bû. Ji nûnerên vî miletî hîç kesekî nabînî, ku bêje em û tirk bira ne. Di nav kurdên êzdî da jî nabînî. Eva nîşana serbilindîya milet e. Lê ew kesên, ku dane dû tirkan ku biratîya wan qebûl bikin, heta amade ne welatê me jî ser Tirkîyê bihesibînin, bizûzên nava miletê me ne. Nakeve serê ermenîyan û kurdên êzdî, ku çawa yek Kurdistan bavêje çopê, rêxistina wî jî wî rexne neke, guhê wî nekişîne. Dêmek ne wî tenê, lê rêxistina wî Kurdistan avîte çopê. Heta dereceyekê mirov dikare vê jî fêm bike, ji ber ku dibe ew kes û rêxistina wî ne ji me ne. Lê bo çi bi mîlyonan kurd di hilbijartinan da dengê xwe didine wan, ev nayê fêmkirin. Ev êdî tragêdîya ye. Belkî Kurdistan bi destî dostên me yên Amêrîkayê, Ewrupayê, Îsraêlê bê rizgarkirin, em ji dagîrkarên xwe xilaz bibin. Lê emê bi alîkarîya wan jî nikaribin ji pîsikên nav xwe xilaz bibin.

Îro ji bo serketina vê armancê yekîtîya kurdên bakur û dîyaspora ermenîyan ya dervayî welat lazim e. Û dema kurd û ermenî bi hev ra bi ser ketin, wê demê hemû heqên ermenîyan, heta li xwe vegerandina erdê xwe jî, dikarin bêne minaqeşekirinê. Dibe ev yek ne bi dilê hinek kurdan be jî û bêjin ka li Tirkîyê ermenî tunene, lê ewana bira bidine ber çavan, ku eger tirkan ji dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an 1,5 mîlyon ermenî qir nekiribana, ewqas ermenî jî ji welatê xwe dernekatana û xwe li riya mihacirîyê û şaristanîyê negirtana, îro jimara ermenîyan jî belkî weke jimara kurdên bakur bûya û ewê li ser axekê bimana, ku îro minaqeşe li ser heye, ka ew erdê ermenîyan e, an erdê kurdan e, lê tiştek zelal e, ku ne erdê tirka ye. Piştî rizgarbûnê du miletên Rohilatê yên aqilmend, ku bi esilê xwe va hindewrupî ne, ango pismamên ewrupîyan e, dikarin bi mejûyên hinkûfî mejûyên ewrupîyan, bi awayê dêmokratîya Ewrupayê meseleyên xwe çareser bikin û bi tevayî bikevine Yekîtîya Ewrupayê, ango mala xwe. Ew ne mala tirkan e…

Di wêneyê da xanima Hrant Dînk – Rakel weke ku ji mêrê xwe ra dibêje: “Li xwe miqate be… bextê tirko tune”.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev