Zimanê qewl û beytên Êzdîyan

Zimanê qewl û beytên Êzdîyan

Tosinê Reşîd

Gor ola Êzdîyan zimanê Kurdî (Êzdîyên gelek deveran ji zimanê xwe re Kurmancî, bi caran jî Êzdîkî dibêjin) pîroz e. Berî gişkî ew pîrozî bi wê bawerîyê tê mak kirin, wekî Xwedê bi xwe bi zimanê Kurdî peyivîye. Awa, Şêx Heyderê Êzdî di ‘Hewar’ ê de dinvîse: “Zimanê me kurmancî ye. Şîrintirîn zimanê di dinyayê ye. Ji lewra Xwedê jî pê axavtîye. Pelê kitêba me dibêjît: “Xwedê bi zimanê kurmancî ê şîrin axaftîye”. Ber wê yekê “Mesheba Reş” bi zimanê kurmancî dahatîye[1].”

Êzdî usan jî wê bawarîyê ne, wekî zimanê Kurdî, zimanê yekemîn bûye li rûbarê dinê, berî zimanê Kurdî tu ziman tune bûne. Oldar û zaneyê ola Êzdîyan ji Kavkazê, Şêx Rostem ê Şêx Şamilê ser kasêta di dest min de heye, dibêje, wekî zimanê me berî zimana gişkan hebûye, ola me berî ola gişkan hebûye. Ew dibêje, wekî Melekî Tawis bi Adem û Hêwa yê re bi zimanê me, zimanê Kurmancî peyivîye[2].

Ji bo Êzdîyan zimanê Kurdî usan jî pîroz e, ji ber ku qewl û beyt, du’a û drozên Êzdîyan bi zimanê Kurdî ne.

Şêx Adî ku zane û fîlosofekî dewrana xwe, yê naskirî bû, nav û dengê wî gihîştibû heta Mexrîbê, bi hatina xwe Lalişa Nûranî ( dor sala 1100 ê Z.) û rêformên di ola Êzdîyan de kirî, jîyana olî di nav Êzdîyan de geş kir. Lalişa Nûranî ji nû ve bû navenda ola Êzdîyan, gelek zane û oldarên Êzdîyan dor Şêx Adî civîyan. Eserekî wê geş bûnê jî ew bû, wekî ji nav civaka Êzdîyan cêrge qewlbêj û nivîskar dîyar bûn, ku ji wan ên here nas kirî Xidirê Zînde, Hesedê al Tawrî, Pîr Reşê Heyran û Şêx Fexrê Adiya bûn. Van rewşenbîrên dewrana xwe bi sedan qewl û beyt pey xwe hîştine, ku îro bingehê ola Êzdîyan dîyar dikin. Ji ber ku wan berhemên xwe bi zimanê Kurdî sêwirandine, ew berhemên wan usan jî dikarin bên dîtin çawan bingehekî wêjeya Kurdî, ya bi zaravê Kurmncî.

Ji berhemên Şêx Adî çar nivîsarên olî û çend qasîde gihîştine rojên me. Ew gişk bi zimanê Erebî ne[3]. Nivşên kesê bi Şêx Adî re hatibûn Lalişa Nûranî ku gelek xas û bavçakên Êzdîyan ji wan bûn, heta niha jî li devera Şêxanê, li Başîqa û Behzanê dijîn û heta niha jî bi zimanê Erebî dipeyivin. Mezinaya Şêx Adî, ku sî kire ser seranser dîroka Êzdîya ya berî xwe, dikaribû sî bikira ser zimanê Kurdî jî, zimanê Erebî bikira zimanê ola Êzdîyan. Lê bawerîya pîrozîya zimanê Kurdî nav Êzdîyan de ewqas bi hêz bûye, wekî qewlbêj û nivîskarên Êzdîyan dîsan jî berhemên xwe bi zimanê dê, zimanê Kurdî sêwirandine.

Ji talebextan re salên dirêj kurdnasan (berî gişkî li Yekîtîya Sovêt) li qewl û beytên ola Êzdîya bes çawan nimûnên folklora Kurdî nihêrîne û eger lêkolîna wan hatîye kirin jî, nirxên wan, ê olî, giring ne hatîye dîtin. Lê dibêt usan nebûya; berî gişkî em zanin, wekî xudanên gelek qewl û beytan dîyarin, usane ew ne nimûnên folkilorê ne, ew berhemên nivîskar û qewlbêjên Êzdîya ne. Paşê jî ew têkstên ola Êzdîya, yên pîroz in û lêkolîna wan berî gişkî gerek bi wê aspêktê bê kirin. Ew qewl û beyt usan jî ji alîyê ziman de benda lêkolînên berfireh in; çawan ji alîyê dîroka ziman, usan jî ji alîyê sazîya ziman de.

Çawan em zanîn xudanê wan qewl û beytan xelkê mîrgeha Dasinîya bûne, ku Duhoka Dasinî serbajarê wê mîrgehê bû. Zanîyarê kurd Enwer Mayî di pirtûka xwe “Al-akrad fî Behdînan” de dinvîse, wekî mîrgeha Dasnîya heta sala 1236 z. berdewam bû, bajarê Duhokê serbajarê wê bû û sînorê wê ji Zaxo û çîyayê Şengalê digihîşte ava Zê, nêzîkî Hewlêrê[4]. Îro xelkê wan deveran, Êzdîyên devera Şêxan jî di nav de, bi zaravê Bahdînî dipeyivin, lê zimanê qewl û beytan ne Bahdînî ye, ew hê nêzîkî zaravê Kurdên bakûr e. Lêkolînvan û nivîskar Dr. Eskerê Boyîk seva zimanê qewl û beytên ola Êzdîyan di gotara xwe, ya bi navê “Qewlê Şêx û Aqûb” de dinvîse:

“Ya here ecêv, çawa vê qewlê usa ji temamya edeba Êzdiyan da ziman e. Ziman kurmancya jorîne. (Berê kurmancya Bedînan jî usa bûye). Ew kurmancîye ku niha Kurdên Bakûr, rojava û Rûsyayê pê diaxivin, dinivîsin, dixûnin. Usane 8-9 sedsal berê, bi vê kurmancya meye îro Kurdên Êzdî axivîne. Qewl û beyt, duea – dirozge , rabûn-rûniştandina wan tev kurmancî bûye û ewqas wede da kurmancî bê guhertinên mezin, bi deng û rengê xwe, bi giramêra xwe maye?

Hewaskare, niha dema qewlbêj-oldarên Êzdiyên Sêxanê malê xwe da, zarokên xwe, hevra diaxivin, axaftina wan bi zaravê badînanî yê îroyîn e, lê dema derbazî gotina qewlê dibin bi kurmancya paqij dibêjin. Eva pirsgirêkeke zimanzanyê ye û hewcê lêkolîna kûre. Dîsa ez dibêjim, eger qewl bihatana guhertin, guhertinên gorî zaravayên hereman bûna û wê ne weke hev bûna[5].”

Ji bo em bikaribin pirsa zimanê qewl û beytan, ka ji bo çi ew ne bi zaravê Bahdînî ne, zelal bikin, divet em dewrana ew qewl û beyt hatine sêwirandin bînin ber çavan. Em navên xudanên piranîya qewl û beytan zanin, nav zane û oldarên Êzdîyan, lêkolînvanên ola Êzdîyan de ew bawerî serdest e, wekî nivîskar, xudanên wan qewl û beytan di sedsalîyên XII-XIII an de jîne û berhemên xwe sêwirandine[6]. Ew qewl û beyt yan di dewrana zêndîtîya Şêx Adî de, yan jî di sedsalîya dû re hatine sêwirandin, nivîsar.

Çawan em zanin dema Şêx Adî hate Lalişa Nûranî, ji wê deverê re, ku Lalişa Nûranî jî dikete nav, Hekarî digotin. Li wê deverê heta sedsalîya XIV hozên (eşîrên) Hekarîya diman û xelkê deverê bi zaravê Hekarî dipeyivîn. Mak kirineke vê bawarîyê jî ew e, wekî dema Şêx Adî nû hate Lalişa Nûranî, dîroknûsên wê dewranê dinvîsin, wekî Şêx Adî çû nav kurdên Hekarî. Hingê ji Şêx Adî re Şêx Adî Şamî digotin, lê gava ew çend salan li Lalişa Nûranî, devera Hekarîya ma, vê carê jê re êdî Şêx Adî Hekarî gotin. Ji ber vê jî qewl û beytên Êzdîyan bi zaravê Hekarî, zaravê herêmê yê wê dewranê hatine sêwirandin. Dûarojê, gava hozên Bahdînîya piranîya hozên Hekarî ji deverê der kirin û cîhê wan girtin, zaravê Bahdînî li deverê bû zaravê serdest û bandûr, tesîra xwe ser zimanê Êzdîyên deverê jî hîşt. Zaravê Bahdînî ji bo Êzdîyên deverê bû zimanê rojane, lê zimanê ola Êzdîyan, zimanê qewl û beytên Êzdîyan dîsan ma zaravê Hekarî. Ji ber ku qewl û beytên ola Êzdîyan têkstên pîroz bûn, di wan de nikaribûn guhastin çê bibûna, bi sedsalan ew weke xwe man û heta îro jî bi zaravê Hekarî tên gotin. Bi gilîkî mayîn zaravê Bahdînî ji bo Êzdîyên deverê bû zaravê jîyana rojane, zaravê Hekarî jî bû zimanê ola Êzdîya.

Zimanê qewl û beytên Êzdîyan usan jî mak kirina kevn bûna wan e, ew ziman carekê jî mak dike, wekî ew qewl û beyt lap kêm berî heysed, nehesed salî hatine nivîsar, sêwirandin û bêyî guhastinên berbiçav gihîştine rojên me.

[1] Hewar, sal 2, hejmar 21, 5 hezîran 1933.

2 Tosinê Reşîd, Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî, ‘Roja Nû’ Stockholm, 2004, rû. 32.

3 R. Frank, Schech ‘Adi, der grosse Heilige der Yezidis, Berlin, 1911, rû. 10-29.

4 Me ev malûmatî ji gotara Dr. Khalil J. Rashow, Mîrgeha Şêxan û Şengal û Kilîs, Roj, 2003, Hanower. http.www.yezidi.net/mirgeh.htm. 21, Feb/2003, hildaye

5 www.rizgari.com 31.05.2008.

6 Hinek lêkolînvan dewrana sêwirandina qewl û beytan dibin sedsalîya XI. Bo nimûn Pîr Xidir Silêman, Zimanê Kurdî,www.lalishduhok.org, 07.05.2008.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev