Werin em hinekî jî bikenin – 23

Werin em hinekî jî bikenin – 23

Berevkar: Têmûrê Xelîl

Derheqa dînan da

“EZ QENC BÛME!”

Yekî dîn diçe bal doxtorê xwe, dibê:

-Ez bawer dikim, ku îdî qenc bûme û dixwezim tu destûra min bidî ez herime mal.

Doxtor jê dipirse, ku çawa zane ku qenc bûye?

Yê dîn bersîvê dide, dibê:

-Min pirtûkek nivîsîye.

Gava doxtor pirtûkê hildide, rûpelê pêşin vedike, van gotinan dixwîne:

-Siwar berbi mirazê xwe diçe!

Rûpelê dawî vedike, vê hevokê dixwîne:

-Siwar gihîşte mirazê xwe!

Doxtor difikire, ku fikrên wî baş in û rûpelên hundur vedike, dixwîne. Dibîne, ku ser hemû 500 rûpelî ev gotin in:

-Tigdîn, tigdîn, tigdîn… (yanî hesp dide tiradan…).

“DOXTORÊ MIN JI MIN DÎNTIR E”

Yekî dîn ji doxtorê xwe ra dibêje, ku hewce nake ew li dînxanê bimîne, ji ber ku qenc bûye û dikare bersîva her pirsekê bide. Doxtor jî dibê:

-Baş e, ezê pirsekê ji te bikim.

Pirsa wî jî ev e:

-Here mala me, binhêre, ez li mal im, an na?

Yê dîn bi lez diçe, di rê da rastî dînekî mayîn tê, jê ra dibêje:

-Heyran, ev doxtorê me dîn e; dibêje: “Here mala me, binhêre, ez li mal im, an na?”. Fêm nake, ku têlêfonê ji mala xwe re veke, bizanibe, ka ew li mala xwe ye, an na!

AVJENÎYA BÊ AV

Yekî dîn pesinê xwe ber hevalê xwe dide, dibê:

-Li nexweşxaneya me hewzeke mezin heye, em her ro avjenîyê (sovekarîyê) dikin. Lê doxtorê me gotîye, ku eger em bi aqil bibin, wê avê jî berdine hewzê.

Riataza.com

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev