
Ji jîyana kurdan ya rojane
Amadekar: Têmûrê Xelîl
• • •
-Ez benî, cînarê me kompyûtêrek kirîye û pê kişikê (şetrenc) dilîze.
-Ew hela çiye? Ecêba ser ecêbê ew e, ku hinekan ji xwe ra bavekî nuh peyda kirine û hev ra çend cûre lîstikan dilîzin!
• • •
-Ez benî, ji ber çi kurdên Kurdistanê ji kurdên Awropayê aciz in?
-Ji ber ku kurdên Awropayê ji kurdîtîya xwe dertên.
-Lê awropî çima ji kurdên Awropayê aciz in?
-Ji ber ku ew nabine awropî.
• • •
-Ez benî, hinek heval bi pirsên rastnivîsandina kurdî va girêdayî bi ulm ra dikevine minaqeşeyê. Gelo tu vêya çawa dibînî?
-Şikir ji Xwedê ra, kurdên me usa bi aqil bûne, ku ulm jî bendî tiştekî hesab nakin!