Stêrka asoya operayê: Pervîn Çakar

Mehmed Salih Bedirxan

Hunermenda kurd Pervîn Çakar ku piştî kutakirina perwerdahîya xwe ya hunerî ji ber nebûna derfetên hunerî berê xwe daye Ewropa û li welatên Rojava di warê muzîk û hunerê de navê xwe li dîroka operayê tomar kiriye. Çakar li Ewropa weke ‘stêrkeke operayê’ tê bi navkirin û niha li ser operayê xebatên berfireh dike û amadekarîyan dike ku kurdî jî bibe ser dikên operayê. Çakar bal kişand ser rewşa muzîka kurdî û da zanîn ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku rojekê operayeke kurdî li ser dikê pêşkêşî cîhanê bike.

Rêya te û operayê çawa gihişt hev? Tu dikarî behsa vê rêwîtîyê bikî?

Di 14 salîya xwe de min dest bi gotina stranan kir, lê wê demê hîn min opera nasnedikir. Naskirina min ya opera wekî mînaka sahneya fîlmekî bû. Min dibistana Amadehîyê ya Hunerên Ciwan a Anadolûyê xwend. Dema salên dibistanê ji nivîsandinê min gelek hez dikir. Ez tevlî peşbazîyekê bûm û min qezenç kir. Ji bo ez xelata xwe bistînim çûme Enqerê. Şeva xelatê ji gelek bajaran gelek ciwan tevlî bûbûn. Ji ber ku ez ji dibistaneke muzîkê hatibûm bala organizatorê peşbazîyê kişandibû. Wê şevê daxwazîya stranekê ji min kirin, min jî stranek got. Berpirsîyarê peşbazîyê ji min re got ku dengê te gelekî bi kêri operayê tê û ji min re got ku tu Maria Callas nasdiki an na? Dema ku min bersiv da ku ez Maria Callas nasnakim, matmayi ma. Ji koleksîyona xwe CD yeke Maria Callas dîyari min kir. Lê ji ber ku kompîtura min tunebû min li CD’yê guhdar nekir, piştî 4 salan, dema salên ku ez li zanîngehê bûm, min gûhdar kir. Min Zanîngeha Gazi ya Enqereyê beşa muzîkê kuta kirîyê. Wê demê du hevalên min daxwaz kirin ku ez bi wan re herim temaşekirina operayê. Navê operayê berîya salan min bihîstibû, loma bi kelecanekê mezin ez çûme temaşekirina operayê. Dema ku min ew opera temaşekir, daxwazîya min a yekemîn ku rojekê ez jî bibim wekî wan hunermendê operayê. Ez pir bi kelecan bûm û ez aşiqê vê beşa hunerê bûm. Rêya min û naskirina min ya operayê bi vî awayî dest pê kir.

Tu di hevpeyvînên xwe de behsa destan û mîtolojîyên kurdan dikî û dibêjî ew jî ji operaya re musaîd in. Gelo em çawa dikarin wan destanên xwe bikin wek opera û di festîvalên muzîkê de derxin ser dikê?

Dengbêj pewist e di muzîka kurdî de di asta heri bilind de bin. Ev kevneşopî ji dema Homeros tê. Min di kevneşopîya dengbêjîyê de şopên operayê dîtin. Wekî reçitatifan ku mirov bala xwe didê, çîrokekê û ew lehengên di nava wê çîrokê de, paşê bi deng vegotina vê çîrokê dest pê dike. Ez dibêm bi tenê ferqa kevneşopîya dengbêjîyê ji operayê ku nayê lîstin wekî operayê, bi tenê çîrok ji alîyê mirovekî yan ji mirovan ve tê vegotin. Di operayê de ev çîrok ji hêla helbestvana ve tê çekirin, di nava lîstikê de mirovên ku navê wan derbas dibê rolên xwe dibêjin, orkestra, kostum, dekor û tiştên herwiha di navdenê. Di kevneşopîya dengbêjîyê de bikaranina teknîka deng û teknîka operayê her çiqas ji hev cuda be jî, nêzî hev e. Destan û mîtolojî ez dibêjim pewîst e ji hêla helbestvanên profesyonel ve bên çêkirin û pêşkêşî hunera cihanê were kirin. Mixabin hin heta wekî îro operayeke kurda nîne. Ji ber ku şaxeke hunerî ya malîyeta we bilinde û helbestvanê we kêmin, yan jî ji ber ku dûrî mîtolojîyên kurda nayên çêkirin. Hêvîya min ew e ku berî rojekê operayeke kurdî were çêkirin û bê peşkêş kirin ji bo hunera cihanê. Daxwazîya min ew e ku ez di operayeke kurdî de cih bigrim. Destanên wek Mem û Zîn, Zembîlfiroş, Sîyabend û Xecê û hwd… heger piştgirîyêke mezin bê kirin çima di mihricanên cihanê de û di sahne operayê de cih negre. Rêya ku çanda kurdî bê nasandin di nava hunerê de derbas dibe.

Li hêla din te gellek stranên kurdî yên gelerî gellekî serkeftî û bi awayekî opera xwendine, di pêşerojê de tu difikirî albumekê bi vî rengî belav bikî ?

Sedema ku ez stranên kurdî bi teknîka operayê dibêjim ji ber ku heya îro operayeke kurdî nine û bi vê rîyê ez bihêlim ku gel ji operayê hez bike nêzî xwe bibîne. Ez gelekî dixwazim ku albûmekê çêbikim, ez hevî dikim ku di demek nêz de hêvîya min pêk were.

Ez dixwazim bêm ser dengbêjîyê; tesîra dengbêjîyê li ser muzîka te çê bû, gelo em dikarin bêjin dengbêjîya kurdî jî weke operayê ye?

Opera bi giştî bi her zimanî hatîye çêkirin. Wekî min anî ziman, bi zimanê kurdî heta wekî îro nehatîye çêkirin. Bi salan min ji bo operayê perwerde stand û ez hunera xwe li welatê Îtalya û welatên din berdewan dikim. Ez xwe bêhtir nêzî çanda xwe dibînim. Bi salan e ez ji welatê xwe û ji çanda xwe dûr jîyam. Bêrîkirinek mezin di nava min de heye. Dema ku li ser dikê ez bi zimanên bîyanî opera dibêjim, li mal jî ez bi kurdî strana dibêjim û ez bêhtir xwe nêzî muzîka kurdî dibînim. Ez çi qasî gûhdar dikim û lêkolîn dikim, kêfxweşîyeke mezin dide min û ez dixwazim hin tiştên mezin bikim. Min biryar daye ku ez stranên kurdî bi têknîka operayê bêjim. Em nikarin bêjin ku dengbêjî opera ye. Lê çi qas ji hev cûda be jî nêzî hev e.

Pervînxan, te gellek xelat stendine û te di gellek festîvalên navneteweyî yên muzîkê de cih girtîye. Pêşnîyarên te ji hunermendên kurd re çi ye, gelo hunermendên kurd çawa dikarin muzîka kurdî li dinyayê bidin nasandin?

Dema ku min biryara vê rêyê stand, min li pişt xwe evînek mezin hişt û ji welatê xwe çûm. Ew xelatê ku min standine û tiştên ku min heta îro kirîye, ez dîyari gelê xwe dikim. Ez hêvî dikim ku ew ji bo hunermendên ciwan bibin îlham. Peşnîyarên min ku gelekî bixebitin, hilberînin û dilnizmîyê ji dest bernedin. Ên ku dil dabê vî karî û mirovên ku ked dane, ez dixwazim rêza wan bê girtin. Berî her tiştî gerek ji xwe bawer bikin, paşî di karê hunerê de serkeftinê dixwazim. Giringîya herî mezin ew e ku muzîka kurdî û kevneşopîya xwe bi kevneşopîya rojavayî wek sîntezeke nezî hev bikin. Kevneşopîya dengbêjîyê li ser dika operayê were gotin, helbestên semfonîk ji hêla orkestrayan ve were lexistin û bi tevlîbûna projeyên hevpar tê çêkirin. Lê belê muzîka kurdî em karin bi rêya hunerê bidin nasandin û belav bikin. Ji bona vê jî kedek mezin pewîst e. Orkestrayê mezin pewîst e werin damezirandin, salonê şanoyan werin avakirin. Ji bo perwerdehîya muzîkê jî bi awayekî profesyonelî bê xebitandin.

PERVÎN ÇAKAR kî ye? (Soprano) Hunermend Pervîn Çakar di sala 1981an de li Mêrdînê hatîye dinyayê. Di sala 1999an de ji dibistana Amadehîyê ya Hunerên Ciwan a Anadolûyê ya Amedê mezûn bûye. Di sala 2003yan de Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gazîyê ya Enqereyê kuta kirîye. Bi Oylun Erdayî re dest bi xebatên xwe yên operayê kirîye. Paşê jî perwerdehîya xwe li Îtalyayê li Accademia d’Arte Liricayê domandîye. Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtîye. Beşdarî xebatên masterclassên hunermendên operayê yên ku li cîhanê navdar in ên wek Luciana Serra, Lella Cuberli, Montserrat Caballè, Salvatore Fisichella, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti û Tiziana Fabbricini bû. Hunermendê di gelek pêşbazîya Operayê yên girîng û bi prestîj de xelat wergirtine.

Di 28em Pêşbazîya Operayê ya Maria Caniglia ya nawneteweyî de xelata yekemînîyê; dengê jinan ê herî baş û xelata taybet a Weqfa New York Lotte Lehmannê; di 10em Pêşbazîya Operayê ya nawneteweyî ya Ottavio Ziino ” Bazirganê Angelîcayê” de xelata taybet a sopranoya herî baş; di sala 2010an de jî li Stenbole di Pêşbazîya Operayê ya Leyla Gencer de xelata 3yem; li Mîlanoyê di 4em Pêşbazîya Operayê ya Magda Olivero ya Nawneteweyî, li Tîranê 11em Pêşbazîya Operayê ya Marie Kraja ya Nawneteweyî û li Sîcîlyayê di Pêşbazîya Operayê ya Città di Alcamoyê de xelata kesa 2yem wergirtîye. Di sala 2012an de ji Academiè Disque Lyrique ya Fransayê xelata ” Orfeo Grand Prîx a Zêrîn a Leyla Gencer” wergirt. Paşê, di sala 2012an de ji Weqfa Operayê ya Semîha Berksoyê xelata hunermenda operayê ya jin a herî baş wergirt. Di sala 2013an de jî di 4em Xelatên Muzîka Klasîk ên Donîzettî yên Andanteyê de weke “Dengê Jinê yê Herî Baş” hat hilbijartin. Û her wiha gellek berhem dane û beşdarî gellek festîvalên muzîkê yê cihanê jî bûye û di wan de jî gellek xelat wergirtîye.

 

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev