Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 24

Werin em hinekî jî bikenin – 24

Berevkar: Têmûrê Xelîl

ECÊBÊN “HELBESTVANEKΔ ME

________________________________

Helbestvanekî me (ez navê wî nedim çêtir e) çend pirtûk çap kirine. Lê wek gelek kurdên me dibêjin – ku ez jî ser wê bawerîyê me – di jîyana xwe da hîç helbestek ne nivîsîye. Ji helbestên “xwe” hinek dizîne, hinek bi pereyan ji helbestvanên mayîn kirîne, hinek jî ji arşîva helbestvanên mirî hildane. Ev çend henek û laqirdî ji karê wî peyda bûne. Em navê wî daynin Gurêx, an jî Gûrêx.

-Maqûl Gûrêx, ji kerema xwe ra tu çend helbestên xwe ji min ra naxwînî?

-Ez tenê dinivîsim, nikarim bixwînim, ji ber ku xwendinê nizanim.

¤¤¤

-Di helbesteke te da min gotina “buhuşt” xwend. Gelo ew tê çi maneyê?

Wî zanibû, ku ez maneya vê gotinê zanim û ew nizane, û ji bo ku ji bin pirsa min derkeve, weha bersîv da:

-Ê… tu ku maneya gotina “buhuşt” nizanibî, ma ezê bi te ra çi xeber bidim.

¤¤¤

-Maqûl Gûrêx, tuyê îro çi karî bikî?

-Welle, ez betal im, min biryar daye ezê îro ji xwe ra çend helbestan binivîsim.

¤¤¤

Rojekê Gûrêx efendî telefonî helbestvanekî dike û dibêje:

-Filankes, pirtûka min hazir e, lê xwedîyê çapxanê dibêje, ku ji bo çapkirinê çend rûpel kêm in. Gelo tu dikarî çend helbestan deynî bidî min, bi soz heta mehekê ezê deynê te li te vegerînim.

¤¤¤

-Birêz Gûrêx, tu van dawîyan hîç tiştekî nanivîsî?

-Çi binivîsim?! Min helbestek nivîsî, gotin te ji filan hozanî dizîye, carekê jî gotin te ji folklorê dizîye. Ma ezê îdî çi binivîsim, şeka merivan dişkênin û hewas jî namîne…

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev