Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ji nimûneyên zargotina me – 23

Ji nimûneyên zargotina me – 23

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema bîstûsisîyan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê destanên “Sîabend û Xecê” û “Sîamento” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarên vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

SÎABEND Û XECÊ

Sîabend, serê Sîpanê Xelatê

Gakûvî bîstûsêne,

Her bîstûsê jî hevra têne,

Ezê biçim gakûvî bikujim,

Seb xatirê çevê Xecêne.

Serê Sîpanê Xelatê

Gakûvî bîst û çarin,

Her bîstûçar jî hevra dibarrin,

Ezê biçim gakûvî bikujim,

Seb xatirê çevê xumarin.

Serê Sîpanê Xelatê

Gakûvî bîstûpêncin,

Her bîstûpênc jî hevra tirêncin,

Ezê biçim gakûvî bikujim,

Seb xatirê çevê kirmêncin.

Sîabend rabûye,

Tîr û kevanê xwe hilanîye,

Çûye serê Sîpanê Xelatê sekinîye.

Go: -Gakûvî li wê dîtye,

Tîr, kevanekê avîtye,

Gakûvî êxistye.

Dema çûye gakûvî şerjêkirye,

Siturîyê xwe lê daye,

Sîabend ji tedêda avîtye.

Dareke bilabûlkê wê hebûye,

Hema dikeve nava wê darê,

Li wê asê bûye.

Xecazerê heqas fikirye,

Sîabend nedîtye.

Xecazerê rabûye,

Pey Sîabend çûye,

Gele çevê xwe gerandye,

Sîabend nedîtye,

Nale-nalek seh kirye,

Ew jî hatye serê ted sekinye.

Sîabend fikirye, Xecazerê ji jorda dîtye,

Sîabend go Xecê:

-Serê Sîpanê way bi lêşe,

Binê Sîpanê way bi lêşe,

Xecazerê, sîngê min

Qelema bilalûkê ketye,

Dilê min ji ber dêşe.

Xecê, tu hersê biskê xwe bade,

Bavêje, min ji vî darî hilkişîne.

Sîabend go:

-Megirî, tu Xeca min megirî.

Xecazerê go:

-Menal, tu Sîabendê min, tu menal,

Nalîna te tê, girînê min pêra.

Go: -Serê Sîpanê bilalûke,

Binê Sîpanê Xelatê bilalûke,

Xwedê mala nêrîyê gakûvî xiravke,

Çawa xirav kir texdîra zava û bûke.

Serê Sîpanê Xelatê tirazine,

Binê Sîpanê jî tirazine,

Gakûvî, mala xweyî xirab,

Xirabkî texdîra mêr û jine.

Sîabend go:

-Bera Wanê way bi kûre,

Tê digere mesîyê hûre,

Xecazerê here ser mala babê xwe,

Ji tera destûre.

Xecê go:

-Serê Sîpanê way bi dare,

Xecazerê tê xwe bavêje xare,

Her ker parî li Xecê bî çil hezare.

Sîabend go:

-Megirî, Xeca min, tu megirî,

Megirî, zerya min, tu megirî.

Xecê go:

-Menal Sîabendê min, tu menal,

Nalîna te tê, girînê min pêra.

Go: -Serê Sîpanê bilalûke,

Binê Sîpanê Xelatê bilalûke,

Xwedê mala gakûvîyê nêrî xiravke,

Çawa xirav kir texdîra zava û bûke…

Xecazerê xwe jorda avît ser Sîabend, dema xwe avît, bilalûk şikest, jorda hatine xar, herdu jî li wê mirin, negihîştin mirazê xwe.

Got: Manûk Harûtyûnyan.

SÎAMENTO

Serê Sîpanê Xelatê wê bi mije,

Teyr û tûran têda qije-qije,

Hey wî, wî, wî.

Kê dîye, nêçîr nêçîrvanê xwe bikuje.

Hey wî, wî, wî.

Sîamento go:

-Xecê can, were megirî, delala min were megirî,

Kilê Sibhanê ji çevê reş û belek neke xalî.

-Sîamento, dêran ez çawa negirîm,

Çendî nelîn û kalîn te tê, kûr û dûr tê,

Girîna min porrkurê wê bi xwe tê,

Hêsir ji çevê belek, bejina zirav, mîna tavîka biharê,

Ji xwera hûrik-hûrik xunav-xunava tê.

Gakûvîyo, ga piçûko,

Her stirûkî wî mîna neynûka mino,

Gakûvîyo, gamezino,

Her stirûkî wî mîna bejina mino,

Sîamento, qurban, tu Sîamentî,

Xweyê tîr û kevanê zêrr û zendî.

-Xecê can, were megirî, delala min were megirî,

Kilê Sibhanê ji çevê reş û belek neke xalî.

-Sîamento, dêran! ez çawa negirîm,

Çendî nelîn û kalîna te tê, kûr û dûr tê,

Girîna min porrkurrê wê bi xwe tê,

Çevê belek, bejina zirav, mîna tavîke biharê

Ji xwera hûrik-hûrik xunav-xunava tê.

Sîamento qurban, tu Sîamentî,

Xweyê tîr û kevanê zêrr û zendî.

-Xecê can, were megirî, delala min, were megirî,

Kilê Sibhanê ji çevê reş û belek meke xalî.

Here werîsê heft gunda,

Kezîyê heftê gundê di rinda

Bîne were, bavêje min,

Zindana hana bikşîn, bîne were xarê.

Ço werîsê heft gunda,

Kezîyê heftê gundê di rinda

Anî hat, avêt zindanê,

Nîvê zindanê jî negaha.

Xecê dîsa çû-hat, hûr-hûr girî,

Go: -Xecê can, berde, here, bighîj bav û birayê xwe.

Birê go:

-Xûşkê, were em biçin.

Go: -Bira, serê bavê wekim,

Kar û barê stuyê min, devê zinarê

Maye virda.

Hat devê zindanê,

Go: -Sîamento, qurban, cîke.

Û xwe avît xarê.

Ew darê heft sal hişk bû,

Sal û donzdeh meh hêşîn ma.

• • •

Sîamento, serê Sîpanê Xelatê hoşe-hoşe,

Xecê rûniştîye, pêz didoşe,

Ne sîtile, ne beroşe.

Ser serê Sîpanê Xelatê dar şiqitî,

Çilkek xûna Sîamentê min niqitî,

Dilê kafir û kûfira lê şewitî,

Hey wî, wî, hey wî, wî.

Got: Hovanês Hovanêsyan, 30 salî, nîvxwendî, ji gundê Orgovê, li ser nehya Aştarakê.

Nivîsîn: H. Cindî û Ş. Kûjîkyan, bi serkarîya prof. K. M. Ohancanyan.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev