Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

KURDISTAN DI SEDSALA XIX DA (di salên 1800-1880î da)

KURDISTAN DI SEDSALA XIX DA (di salên 1800-1880î da)

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we çend beşên din jî amade kirine. Ev berhema me ya 23an e. Kerem bikin, bixwînin.

Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

Rewşa navnetewî û hundurîn

Di sedsalên XVIII-XIXa da bûyerên bi kemala xwe va yên dîrokî qewimîn, yên ku tesîra xwe li ser qedera Kurdistanê, li ser dîroka gelê kurd kirin. Berê Asîya Roavayê, ku welatê kurda yê dîrokî di merkeza wê da bû, bi jîyana xwe dijît û dervayî sînorên xwe pêwendîyên xwe bi dinyayê ra çê dikir. Împêratorîya Osmanîyê bi cînarên xwe ra pêşî şerên êrîşkarîyê dikir, dû ra jî tenê bi cînarên xwe ra şerên xweparastinê dikir, lê ew şer tesîra xwe gelekî li ser jîyana welatê wî nedikirin. Pêwendîyên aborî, sîyasî û çandî bi welatên Awropayê yên pêşketî ra, ku di sedsalên XVII-XVIIIa da xwe li riya pêşketina bi awayê kapîtalîstîyê girtibûn, û bi Rûsîyayê ra, ku hewl dida xwe bi Awropayê ra bigihîne, ne gelek bûn û tesîreke ciddî li ser rewşa împêratorîyê ne dikirin.

Lê pevgirêdanên Îranê bi Awropayê ra an tew tunebûn, an jî carna hebûn. Lê Kurdistan ji dinya der lap hatibû birînê û bi xwe jî paşketî bû.

Di dawîya sedsala XVIIIa – destpêka sedsala XIXa li Asîya Roavayê her tişt bi lez guherî. Bin hukumê tevrabûnên şoreşgerîyê û şerên Napolêon, Awropa xwe nêzîkî Asîyayê kir, Rohilata Nêzîk û ya Navîn bû meydana dijîhevderketina Fransîyayê, Îngilîs û Rûsîyayê. Pirsa Rohilatê xuliqî, ya ku di navbera temamîya dema sedsala XIXa û destpêka sedsala XXî da bû faktoreke here sereke di nav sîyaseta cihanê da. Rasttîya fikra pirsa Rohilatê di wê yekê da bû, ku pêşî Rûsîyayê, Înglîs û Fransîyayê, dû ra jî Austrîyayê û Almanîyayê hewl didan ji serhildanên gelên ne tirk yên ji bo azadîyê karê kevin (îstîfade bibînin), ango bi destî wana Împêratorîya Osmanîyê sist bikin, wê perçe bikin û di nav xwe da parevekin. Hema di wan dema da rûsa, înglîsa û fransiza destpê kirin bi her awayî bikevine nava kar û barê Îranê, ku heta wî çaxî ji Awropayê hatibû birînê. Ev hemû guhartinên dewranê tesîra xwe li ser hal û demên kurda û Kurdistanê kirin.

Di wan dema da kurda hewl dida sînorên welatê xwe nêzîkî împêratorîya Rûsîyayê bikin. Rûsîya di pirsa Rohilatê da rola sereke dilîst, keda xwe ya giranbuha kiribû nav jihevçûna hêza eskerîyê ya împêratorîya osmanîya, herweha di nav wê yekê da jî, ku ewê gelên xaçparêz yên nîvgirava Balkana û Kavkazê ji bin hukumê wê aza kiribû. Îdî di salên pêşin yên sedsala XIXa Pişkavkaz gihîşte Rûsîyayê, bi hev ra bûne yek, dû ra jî di dawîya salên 1920î Gurcistan, Ermenîstana Rohilatê û Azirbêcana Başûr rûyê du şeran da – şerê Rûsîyayê-Tirkîyê û Rûsîyayê-Îranê – ketine nav teşkîla Împêratorîya Rûsîyayê. Rûsîya xwe gelekî nêzîkî sînorên Kurdistana êtnîkîyê kiribû, lê perçekî kurda, ku li Pişkavkazê diman, bûne hemwelatîyên Rûsîyayê.

Ew yek li ber kurda rêyeke dîroka ya geş vedikir. Dewleta here xurt li Asîya Roavayê di hêla eskerîyêda, bû cînara wan, ya ku di her dema, di nav gelek sedsala da neyarê Împêratorîya Osmanîyê (Tirkîya) û Îranê bûye, ku ew jî hindava xwe da dijminên kurda bûne. Lê ew yek nedihate wê manê, ku Rûsîya dixwest kurd azad bibin û Kurdistaneke serbixwe bê sazkirinê. Di dema êrîşên ordîya rûsa li ser Tirkîya Rohilatê û Îrana Roavayê, serleşkerên padşatîya Rûsîyayê bi çavekî wek hevalbendên ser demekê li kurda dinihêrîn, an jî ser wê fikrê bûn, ku wî gelî ji kar û barên xwe dûr bixin, ku ew di daxazên wan yên di Rohilata Nêzîk da nebe asteng. Lê hindava kurdên Pişkavkazê da, wek di hindava hemû gelên mayîn da, dîwana padşatîyê sîyaseta dagîrkarîyê derbaz dikir.

Lê di rastîyê da, sîyaseta Rûsîyayê ya di sedsalên XIXa – destpêka sedsala XXî alî testîqbûn û gumrehbûna (xurtbûna) tevgera kurda ya miletîyê-azadîyê dikir, û berî her tiştî ji bo wê yekê, ku hema wê bi xwe hilweşandina Împêratorîya Osmanîyê û Îrana Qecarîyê di hêla eskerî-sîyasî da nêzîktir dikir. Ji şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1828-1829a bigre hetanî şerên mayîn, ordîya rûsa gelek cara xwe berdaye nav navçeyên Kurdistanê yên bakur, carna ji wir jî derbaztir bûye, hewl daye eşîrên kurda bîne hêla xwe, û gelek cara di wî karî da bi ser ketîye jî. Di çavê piranîya gelê kurd da rûs wek azadar (azakar) dihatine xuyakirin.

Rola dewletên Roavayê yên sereke di qedera Kurdistanê da ne bêlî bû. Di hêlekê da ew jî herdem şirîkên perçekirina Împêratorîya Osmanîyê bûn. Fransîyayê di Afrîka Bakur, Înglîs li Rohilata Erebîyê û der-dorên Derya Navîn, Austrîyayê li Balkana, Îtalîyayê di herêma Derya Sor û li Afrîka Bakur gavên bindestkirinê yên pêşin kiribûn. Van dewleta destpê kirin êxpansîya aborî jî hindava Tirkîyayê û Îranê pêk anîn, bi sîyasî zordarîyek mezin li wan kirin û di wî karî da gelek cara çek û cebirxane jî bi kar dianîn. Di dawîya sedsala XIXa Almanîya jî bû nemzadeke bidestxistina “mîrata Osmanîyê”, ya ku bi aborîya xwe ya pêşketî û zoraya xwe ya eskerîyê, hewl dida temamîya Împêratorîya Osmanîyê bi tenê bike bin destê xwe û dû ra jî bi awakî girgînî (aktîv) kete Îranê. Împêratorîya Osmanîyê û Îran di çarêka dawî ya sedsala XIXa bûne nîvkolonîyayên dewletên Awropayê yên kapîtalîstîyê, bi aborî, sîyasî û hela bi yûrîdî jî ketine bin hukumê wan, piranîya serbestîya xwe ya dewletbûnê unda kirin. Tiştekî nêzîkî aqilan e, ku rewşa wî awayî helan dida kurda û şerê wan yê dijî Stembolê û Tehranê xurttir dikir.

Di hêleke mayîn da, dewletên Roavayê, û berî gişkî Înglîs, lê paşê jî Almanîya, Rûsîyayê hesab dikirin neyara xwe ya bi xeter di Rohilata Nêzîk da û xwesma di navçeyên Tirkîya Rohilatê û Îrana Roavayê yên ser sînorê Pişkavkazê da, ku piranîya kurda lê diman. Ji ber wê jî wana di wê herêmê da hindava rûsa da gelekî berk kar dikirin û ew berktî tesîra xwe li kurda jî (ermenîya jî) dikir, ku bi çavê azadara xwe li Rûsîyayê mêze dikirin.

Bi vî awayî, rast e, rewşa sîyasî di sedsala XIXa û destpêka sedsala XXî ji bo şerê kurda yê ji bo azadîyê rewşeke destdayî bû, dijîhevderketina dewletên Roavayê yên dagirkar û Rûsîyayê di Kurdistanê da astengên mezin saz dikirin bona serketina gelê kurd. Dewletên dereke hewl didan şerên kurda yên ji bo azadîyê ji bo menfeatên xwe bi kar bînin, û ewê yekê ji kurda ra tu kar ne dianî.

Tesîra faktorên der li ser dîroka kurda di dewrana ku em li ser disekinin da, pir bû, eger em ji wê dewranê salên Rûsîyayê-Tirkîyê û Rûsîyayê-Îranê nehesibînin. Lê piranî rewşa civakî-aborî û sîyaseta hundurîn li ser qedera kurda tesîr kir, ku di wan dema da li Împêratorîya Osmanîyê û Îrana Qecarîyê saz bûbû.

Ew rewş gelekî sext û demdemî bû. Jihevçûna van împêratorîyên derebegîyê, ku li ser bingehên musulmanîyê yên hovîtîyê hatibûne avakirinê, ne dûr bû. Ew yek firsend dida gelên Tirkîyê û Îranê, di nav wan da kurda jî, ku di hêla azadîya miletîyê da xwe tev din, ku şertê yekemîn bû bona bi riya civakî-aborî û çandî da pêş bikevin. Lê ne rêjîma sulatn li Stembolê, ne ya şah li Tehranê ne dixwestin ji meydana dîrokê derkevin û heta dawî jî ber xwe didan.

Şer bi du alîya va pêş da diçû û ew yek hema bêje di eynî demê da dibûn. Berî her tiştî, wana hewl dida sazûmanên dewletê-admînîstratîv û eskerîyê nûjen bikin, ji ber ku eskerên tirka û fariza di pevçûnên tevî ordîyên Awropayê da dabûne der, û ordîyên wana bi cûrê sedsalên navîn şer dikirin. Ew rêform hêdî-hêdî pêş diketin, carna rûyê nerazîbûnên di navbera serokatîyên xwe da ew bi ser paşda diket û ji ber wê jî bi ser neket. Di wê rewşê da dewletên Awropayê yên kolonîal bi ser diketin, gav bi gav Tirkîyê û Îranê dikirin nîvkolonîyayên xwe.

Ya duda, komên serkarîkir yên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê ne dikaribûn sîyaseta ji der va li situyê wan hatîye alandinê bimeşînin, ne jî dikaribûn axên zevtkirî di bin destê xwe da xwey bikin (Tirkîya li Balkana û li Afrîka Bakur, Îran – li axên ser sînorê xwe yên rohilatê û bakur-rohilatê), ji ber wê jî hewl dan bi awakî lez û bez di welatên xwe da hevgirtinê û yekîtîyê çê bikin, bi wê yekê ra tevayî dixwestin sêparatîzma kurda ya derebegîyê-eşîrtîyê ji holê rakin, lê ew yek di şertên zordayîna ji hêla dewletên Awropayê da tiştekî bi xeter bû.

Armancên xweparastinê, ku hukumetên sultanîyê û şah di sîyaseta xwe ya hundur da dabûne pêş xwe, wek ku hêvîyê bûn, bi ser ne ket. Hilweşandina împêratorîya Osmanîyê û Îrana padşatîyê nêzîk dibû. Mêtodên, ku Stembol û Tehran bi kar dianîn, ku rewşa heyî wek berê bihêlin, ne kardar bûn. Tenê di hêlekê da ew mêtod rola xwe ya dîrokî lîstin: ew alî hişyarbûna gelên ne tirk û ne fariz kirin, di nav wan da kurda jî, ku tivdîra şerê azadîyê-rizgarîyê bibînin. Rêformên mecbûrbûyî di hêla civakî-aborî da bingeh saz dikirin bona tevgerên miletîyê, lê hewldanên serokatîyên merkezên dewletên dagîrkar, ku gema gelên kêmjimar bikişînin, bere-bere hîç û pûç derketin.

Awa, temamîya sedsala XIXa û destpêka sedsala XXî da (hetanî dawîya şerê hemcihanê yê yekê) him di aspêkta rewşa navnetewî ya welatên Asîya Roavayê, him jî di hindava pêvajoyên hundurîn yên di împêratorîya Osmanîyê û Îranê da dibûn, bû dewraneke here sereke di dîroka gelê kurd da, ku riya xwe hilbijart bona di dema nû û here nû da karûbarê xwe bimeşîne.

Mîrîtîyên kurdan di çarêka pêşin ya sedsala XIXan da

Kurdistan bi sîyasî ji hev çûyî pîyê xwe avîte sedsala XIXa. Perçên Kurdistanê yên bakur, roavayê û başûr wek berê bin destê Împêratorîya Osmanîyê da bûn, lê perçê rohilatê ji alîyê Îranê da hatibû dagîrkirin. Lê sînorên di navbera wan herdu beşên Kurdistana perçekirî ne gelekî mehkem bûn û meriv dikaribû bi hêsanî here-were. Lê kula ser kula ra ew perçekirina Kurdistanê bû li ser bi deha qiralîyet-mîrîtîyên nîvotonom, otonom û serbixwe, ku serekeşîr û mîrên kurda serokatî li wan dikirin, gelek ji wana navê şêxîtîyê jî li xwe kiribûn.

Qiralîyetên kurda, ku bi resmî bin destê dîwana merkezê da bûn (Stembolê û Tehranê), lê di rastîyê da di kar û barê xwe yê hundurîn da serbixwe bûn (xwesma qiralîyetên mezin). Û hilweşîna hukumê Împêratorîya Osmanîyê û Îranê çiqasî kûrtir dibû, mîr, şêx, xan û begên kurda ewqas serbixwe dibûn û li ser erdê xwe çi bixwestina, dikaribûn bikirana. Pêwendîyên ruhanîyê (dîndarîyê) di Rohilata musulmanîyê da yên bi serdarên olî ra (bona sunîya ew sultan-xelîfên tirka bûn, lê bona şiîya melleyên Îranê û Îraqê bûn) li Kurdistanê jî sist bûn. Kurdên sunî di hêla olî da ewqas jî dîndar nîbûn, kurdên şiîya jî bi jimara xwe va hindik bûn, kurdên-sêktant (êzdî, elî-îlahî, terefdarên xeta ku derwêşa bi rêva dibirin) tenê gurra şêx û serekên xwe dikirin.

Lê pevgirêdanên hundurîn jî di nav kurda da ne gelekî mehkem û qewîn bûn. Mîrîtîyên kurda yên mezin di hêla sîyasî da zeîf bûn, hertim şerê hevdu dikirin. Piranîya binecîyên kurda jî bi xwe bin destê derebegên biçûk da bûn, ku serekeşîr bûn (li Tirkîyê ji wan ra derebeg digotin, ku tê maneya xwedîyê war) û xwe serbixwe didîtin. Eşîret û qebîl bingehê civaka kurda bûn û ji bo her kurdekî şerefa eşîra wî ser her tiştî ra bû. Hema xût eşîret û qebîl hêza hemû tevgerên sîyasî yên sereke bûn li Kurdsitanê û serekên wan di şerkarîya dijî desthilatdarîya sultanê tirka û şahên Îranê rola sereke dilîstin.

Tevgera gelê kurd ya ji bo azadîyê li Kurdistana Başûr xuliqî. Li wira mîrîtîyên kurda yên kevnare Baban, Soran, Behdînan diman, ku di nava paşalixîya Bexdayê da bûn û ew jî hindava xwe da di nav teşkîla Împêratorîya Osmanîyê da bû. Vira firsendên gelek baş ketine destê kurda bona tevrakirina serhildana, ji ber ku ew herêm dûrî navendê bûn û di şertên nestabîlîya împêratorîyê ya hundurîn û der va da firsend dikete destê kurda, ku serbixwe bin, li ser sînorên Tirkîyê-Îranê tevlihevîyan çê bikin û gelek cara jî wana seba xatirê azadîya miletê xwe gorî şertan hey xwe didane ser Stembolê, hey ser Tehranê. Mîrîtîyên kurda, ku ji bo serxwebûnê û firekirina axa xwe şer dikirin, hêvîya xwe danîbûne ser wê yekê, ku qe na ser perçekî axa Kurdistanê dewleta serbest ava bikin.

Navenda tevgera dijî tirka li Kurdistana Başûr mîrîtîya Baban bû bi peytextê Suleymanî va. Ew bajarê kurda, ku dikeve başûr-rohilata Kurdistanê, ser sînorê Împêratorîya Osmanîyê (Îraqa Erebîyê jî wan dema di bin destê wê da bû) û Îranê bû û bûbû kelemê çevê herdu dewleta û ewê yekê firsend dida mîrên Baban, ku li ser dijîhevbûnên di navbera herdu dewleta da bileyîze, jê karê keve û bi wê yekê va serxwebûna xwe biparêze. Di destpêka sedsala XIXa da Baban bi admînîstratîvî dikete di nav paşalixa (eyalet) Bexdayê û pir bin destê Bexdayê da bû, ne ku bin destê Stembolê, ku gelekî dûrî wê bû.

Sala 1803a Ebdurehma-paşa bû mîrê Baban, yê ku destxweda bi welîyê Bexdayê Elî-paşa ra pev çû, û dixwest ku Bexdad tevî karê mîrîtîyê nebe û bihêle ku ew sîyaseta serbixwe derbaz bike. Ewî hewl dida axa mîrîtîyê fire bike û usa kir, ku di wî karî da welîyê Kêrmanşahê Mohemmed Elî Mîrze bû hevalbendê wî.

Ebdurehman-paşa dehsalîyên dû wê ra di navbera Bexdayê û Kêrmanşahê da bi serketin karê xwe dimeşand, hukumê xwe qewîn kir û erdên nû xistine bin destê xwe. Rewşa navnetewî jî alî fikir û daxazên mîr kir: Îran ji sala 1804a, Tirkîya ji sala 1806a bi Rûsîyayê ra di nav şêr da bûn û ewê yekê alî dikir, ku kurd di perçên wan împêratorîya yên qeraxa da ji alîyê sîyasî da bi ser kevin. Hukumdarê paşalixa Bexdayê yê nû Kuçuk Suleyman peydabûna evê sêparatîzmê texmîn kir û hewl dida derkeve dijî kurda. Ebdurehman-paşa ev yek pê hesîya û bi piştgirîya Stembolê derkete himberî Kuçuk Suleyman, bela eskerên wî dayê (sala 1801ê) û di temamîya paşalixa Bexdayê da bû merivê pêşin, ku ber Portoyê pirs pêşda kişand, ku sultan wî wek welî nas bike. Wî ra li hev hat bi fariza ra pêwendîya çê bike (piştî ku pêwendîyên Tirkîyê-Îranê bi girêdana peymana aşîtîyê ya sala 1812a ya di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da, xirab bûn, ewî ew firsend ji dest xwe berneda) û derkete dijî hemû daxazên Mohemmed Elî Mîrze û ew bendî tiştekî nehesiband. Ebdurehman-paşa Êrbîl jî ser axa xwe da zêde kir û ji alîyê roava da gihîşte hetanî Kîrkûkê.

Sala 1813a Ebdurehman-paşa di dema ku gelek xurt bûbû, mir. Piştî ku kurê wî – Mehmûd-paşa dewsa wî girt, mîrîtî hêdî-hêdî sist bû. Di mîrîtîyê da hukumê Îranê zêde dibû û ew yek bû sebeb, ku Stembol û Tehran destpê kirin zêde dijîtîya hevdu bikin. Faktoreke nû jî peyda bû – kolonîyalîzma Brîtanîyayê, ku bi destî kompanîya Ost-Hindîyê li Îraqê bingeh girt û ewê nerazîbûnên di wê herêma Împêratorîya Osmanîyê da bi awakî aqilane bi kar anî bona firekirina hukumê xwe li Devtenga Farizistanê, di nav wê da li Kurdistana Başûr û Başûr-Rohilatê. Rêzîdêntê kompanîyayê yê li Bexdadê K.Rîç zêde piştgirîya Îranê dikir û ew yek ji sêparatîstên Suleymanîyê ra dest dida. Welîyê Bexdadê yê nû Dawûd-paşa ji destpêka salên 20î careke din destpê kir zor li mîrîtîya Baban bike. Şerekî berk qewimî û dawî Bexdad bi ser ket û di nîveka salên 30î da, gava piştî mirina Mehmûd-paşa (sala 1834a) pismamê wî Suleyman-paşa kete dewsa wî, Baban hemû nav û nîşanên serxwebûna xwe unda kir, lê di nîveka sedsalê da mîrîtî ji holê rabû.

Awa, tevgera dijî tirka ya li Kurdistanê di sedsala XIXa da, ku bi saya serê mîrîtîya Baban destpê bûbû, bi ser neket. Vira hemû sistîyên tevgera kurda dîyar bûn: tunebûna bingeha civakî û sîyasî ya mehkem, zeîfbûna di hêla eskerîyê da, kursîhizîya mîr û serekeşîra û h.w.d.

Ev kêmanî di dema tevgerên mayîn da jî serê xwe bilind kirin, ku di nîveka pêşin ya sedsala XIXa da li Kurdistanê xuliqîbûn. Di mîrîtîya Behdînan da (bajarê sereke Amadîye bû), ku dikete bakurê Mûsilê û di nav paşalixîya Bexdadê da bû, şerê navxweyî di jîyana sîyasî ya hundurîn da bûbû tiştekî sade. Hukumdarên Bexdadê û Mûsilê ji vê yekê bi awakî aqil karê ketin bona kontrola xwe li ser mîrîtîyê berdewam bikin. Sala 1806a Adil-beg bû hukumdarê Behdînanê. Pismamên wî jî dixwestin hukum bixine bin destê xwe û di wî karî da hey Bexdad, hey Mûsil piştgirîya wan dikirin, lê Adil-beg wana li ser riya xwe dane dûrxistinê. Behdînan bi admînîstratîvî kete bin hukumê Mûsilê. Porto mîrîtîya Adil-beg nas kir. Sala 1808a, dema ku careke dinê destbi şerê ji bo bidestxisrtina hukum bû, Adil-beg şehîd ket û birayê wî – Zubeyr-paşa kete dewsa wî. Ewî heta sala 1825a wek hukumdarekî nîvserbest karê xwe meşand, hukumê Mûsilê ciddî ne digirt û ji wê kêmtir jî teslîmî Stembolê dibû. Ewî bi awakî lez neyarên xwe li ser riya xwe da hilanînê, di dema wî da di mîrîtîyê da aşîtî û heqî hebû. Piştî mirina Zubeyr-paşa di mîrîtîyê da careke mayîn şerê eşîrtîyê destpê kir û di wî şerî da Seîd-beg bi ser ket, lê nikaribû ser demeke dirêj Behdînanê di wî halî da bihêle, ku ew berê tê da bû.

Di navbera Baban û Behdînan da mîrîtîya Soran bû bi bajarê sereke Rêwandûzê va – navenda Kurdistanê ya dîrokî, ku di dewrana sedsalên navîn da roleke mezin lîstîye. Di sedsalên XVIII-XIXa da mîrîtî di halê paşdaçûyînê da bû û wek ku li mîrîtîyên kurda yên mayîn da, li wir jî dawî li şerê eşîrtîyê nedihat. Hukumdarên Soran, ku zû bi zû ber hev dihatine guhartinê, ji bo alîkarîyê û piştgirîyê hey hewara xwe li Baban dadixistin, hey li Behdînan. Mîrîtîyê nikaribû li Kurdistana Başûr sîyaseta serbixwe derbaz bike.

Hela ser da jî, di destpêka sedsala XIXa da kemal û hukumê mîrê Hekarî xurttir bû, ku dikete bakurê Behdînanê û başûrê gola Wanê, nêzîkî çemê Zaba Mezin. Mîrên Hekarîyê berê da xwedî hukumê zor bûn, ku ji alîyê sultanên Osmanîyê da dihate naskirinê. Wan karibû bi paşê Wanê ra li hev bên û axa xwe heta navçeyên Moksê bidne firekirinê. Bin destê mîrê Hekarî da 40 hezar esker hebûn û ev yek gelek tişt dibêje.

Mîrên Hekarîyê semta erdnîgarîyê (gêografî) ya mîrîtîyê, ku dikete navbera gola Wanê û Ûrmîyê, bi aqilane bi kar anîn bona firekirina hukumê xwe li çend navçeyên dervayî axa xwe û ser eşîrên kurda yên Kurdistana Îranê jî. Lê bi wê yekê ra tevayî jî, ewana bi xwe jî diketine bin hukumê Îranê. Hukumdarê Azirbêcanê Şahzade Abbas Mîrze, ku hukumdarê temamîya Îrana Roava bû û text û tacê Tehranê kete destê wî, bi çavekî ciddî li eskerên kurda yên mîrê Hekarîyê dinihêrî û wî dixwest wan eskera di şerê himberî Rûsîyayê da bi kar bîne. Wî ra li hev hat eşîra kurda beylam bi serokatîya Îsmayîl-beg bîne alîyê xwe. Ji vê yekê tirs kete dilê mîrê Hekarî Mustefa-paşa, yê ku hewl dida dîsa hukumê xwe li situyê Îsmayîl beg bialîne û sala 1810a bi Abbas Mîrze ra pev çû û eskerên wî ji wira raqetand. Lê Abbas Mîrze bi alîkarîya eşîrên kurda yên ser sînor, ku bin hukumê wî da bûn, zora Mûstefa-paşa bir û ew mecbûr kir hukumê şah nas bike.

Mîrîtîya Bohtan ya here kevin bû li Kurdistanê. Navbenda wê bajarê Cizîrê (Cizîrê, an jî Cizîra-îbn-Omer) bû. Ew dikete roava mîrîtyên Behdînan û Hekarî û bi saya semta xwe ya erdnîgarîyê (rêyên ji Anatolîyayê berbi Îraqê û Sûrîya Rohilatê ji wir derbaz dibûn), di jîyana kurda ya sîyasî, aborî û çandî da roleke giring dilîst. Mîrên Botan ji malbeta kurda ya navdar Ezîzan bûn. Ji sala 1821ê Bedirxan beg bû hukumdarê Botanê. Di dehsalîyên pêşin yên sedsala XIXa da ew di hêla sîyasî da gelek xwe eşkere ne kir, lê Botan hema bêje ji kontrola hukumeta tirka der bû.

Eşîreta kurda ya mezin milî, ku piranîya wan li senceka Mardînê diman û ew dikete roava Botanê, ji hukumeta sulatnîyê ra zêde serêşandin çê dikir. Piştî wê yekê, ku welîyê Bexdadê Suleyman-paşa (Buyuk Suleyman) di destpêka sala 1800î zora serekeşîrê millîya Têmûr-paşa bir, ku daxazên wî yên sêparatîstîyê eşkere bûn, peyhatîyên wî Eyûb beg û nebîyê Têmûr-paşa Tîmawî beg wek pêşîyên xwe serê xwe bi Portoyê ra danenîn û hewl didan di nav eşîrên bin hukumê xwe da sîyaseta serbixwe derbaz bikin.

Di dehsalîyên pêşin yên sedsala XIXa da di herêmên Kurdistanê yên mayîn da jî, ku diketine nava Împêratorîya Osmanîyê, hewldanên kurda ku dijî tirka tevgerê bikin, xuya dibûn, xwesma li wan dera, li ku kurdên bi dînê xwe va ji kurdên mayîn cuda diman û ew bi jimara xwe va ji kurdên din gelek kêmtir bûn (êzdîyên Cebil-Sincarê, kurdên zaza yên Dêrsimê). Lê ew tevger rengê sîyasî wernegirtin. Em evê yekê derheqa Kurdistana Îranê da jî dikarin bêjin.

Kurdistana Rohilatê, ku dikete nav teşkîla Îranê, di hêla pêşdaçûyîna civakî da ji piranîya kurdên Împêratorîya Osmanîyê paşda diman. Di destpêka sedsala XIXa da li ser axa wê tenê qiralîyeteke derebegî hebû – Erdelan, bi navenda Senendec (Sennê) va. Bilî wê, wek me berê daye xuyakirin, mîrîtîya Baban jî hema bêje dikete di nav perça Kurdistana Rohilatê û tunebûna sînoran di navbera Tirkîyê-Îranê da alî wê dikir, ku ew ji holê ranebe. Ji ber wê jî li Kurdistana Rohilatê nasyonalîzma derebegî gelek belav nebû, ji ber ku strûktûrayên wê yên civakî-aborî û sîyasî usa sist bûn, ku meriv dikare bêje tunebûn. Erdelanê da malbeta serkarîkir bi zorê (ancax) xwe li ser qedema digirt, ji ber ku dîwana Tehranê û xwemsa, Qecer tevî karê mîrîtîyê yê hundur dibûn, bi her awahî rê li ber wan digirtin û nedihîştin, ku ew kar û barê xwe bi ciddî bi rêve bibe. Piştî mirina mîrê Erdelanê yê dawî – Emanellah-xanê IIa (Gulam-xan) sala 1868a mîrîtîya Erdelanê kete destê Qecera û ji wê rojê da mîrîtîya kurda ya nîvserbest destpê kir hilweşîya.

Lê ew nayê wê manê, ku di nîveka pêşin ya sedsala XIXa da li Kurdistana Rohilatê her tişt seqirî û rehet bû. Îdî hatîye destnîşankirinê, ku tevgerên kurda yên bi hêz, ku li Kurdistana Bakur, Roava û Başûr dibûn, rûyê tunebûna sînorên ciddî di navbera Tirkîyê û Îranê da û rûyê pêwendîyên xirab di navbera wan herdu dewleta da, derbazî Kurdistana Rohilatê jî bûn, kurda li vira çav dane hemwelatîyên xwe yên dervayî tixûbên xwe. Di rastîyê da, di dema temamîya dewrana ku em li ser disekinin da, pirsa kurda, ku bi serhildanên gelê kurd yên ji bo azadîyê va hatibû rapêçan û ji berxwedana himberî şerên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kiribûn, xurttir bûbû, di hêlekê va jî tevbûna Rûsîyayê û dewletên Awropayê yên dagîrkar di nav kar û barê Kurdistanê da, kurda mecbûr kirîye hertim hişyar bin, haj ji xwe hebin. Û ew pirs ji bo herdu împêratorîyan pirsa here sereke bûye. Ev hemû tesîra xwe ne tenê li ser Baban û Erdelanê kirine, lê herweha li ser Kurdistana Mukrî jî, bi navenda Soûcbûlakê (Mehabadê), herêma Ûrmîyê û wan navçeyên Azirbêcana Îranê û Ermenîstana Rohilatê, ku kurd lê diman. Di wan dema da li Kurdistana Îranê kurda hertim şerê hukumetê dikir û piranîya kurda bi dijminayî berbirî Qecera dibûn, ku di salên 90î yên sedsala XVIIIa li Îranê hukum di dest wan da bû. Di nîveka salên 1810a kurdên xantîya Naxçiwanê û Êrîvanê (Ermenîstana Rohilatê), ku di wan deman da dikete di nav teşkîla Îranê, rabûne tevgerê. Kurdên mukrî jî pir cara serî hildidan. Ji zêrandin û zordestîyê kurdên wira êdî hew dikaribûn tehmûl bikirana, ne dixwestin bin destê şahzadê çavsor Abbas Mîrze bimînin, yê ku dema welîyê Azirbêcanê bû, li ser erdê ku ew serokatî lê dikir, tu qanûn derbaz nedibûn, wek dibêjin, meriv xweyê serê xwe nîbû. Lê di wan dema da li Kurdistana Rohilatê pevçûnên mezin ne bûn.

Sebebê sereke yê şerê di navbera Tirkîyê û Îranê (di salên 1821-1823a) rewşa li Kurdistanê bû. Menîya destpêka şêr nerazîbûnên di nav wan yên derheqa sînor da û çûyîna kurda bû li zozana. Herdu alîya jî hewl didan navçeyên li der-dorê sînor bixine bin destê xwe, bona bikaribin kontrola xwe li ser kurdên wê deverê testîqkin, ku wana ew ji xwe ra wek belayekê didîtin. Rast e, ordîya Îranê bi serokatîya Abbas Mîrze di şêr da bi ser ket, lê nexweşîya tayê (kolêra), ku wek bayê birûskê bela dibû, qudûmê çokê wan şikênand, û 28ê tîrmehê sala 1823a peymana Erzurumê ya aşîtîyê hate girêdanê û bi wê peymanê herdu alî li hev kiribûn, ku bi tevayî koça kurda berbi zozana kontrol bikin. Rewşa nedîyar di pirsa sereke da, ku herdu alî jî xistibûn di nav halekî giran da, firsend da Îngilîs û Rûsîyayê, ku bi awakî aktîv tevî pirsa kurda bibin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev