Amadekirina bernameya “Dengên Axê” di televizyona Kurd 1 ê de

Amadekirina bernameya “Dengên Axê” di televizyona Kurd 1 ê de

Amadekirina bernameya “Dengên Axê” di televizyona Kurd 1 ê de:

Mehmûd Begik, rêvebirê bernameyê

Amadekirina bernameyên televizyonan weka ku temaşevan hazir temaşe dikin, wisa bi hêsanê amade nabin. Dema me bername amade dikir, gelek zor û zahmetiyan me didît û carna ji destê nebûna agahiyan dest û lingên me dihatin girêdan. Lê dibe ku temaşevan bêje dema ku te agahiyan bidest nexist dev ji wê bernameyê berde. Ev jî rêyeke, lê rêya herî hêsane ku mirov dev ji amadekirina bernameyekê berde. Lê eger tu bixwazî ji dil û can wê bernameyê amade bikî û nîşanî temaşevanan bidî, tu yê çi bikî?

Bi rastî jî di vê mijarê de bernameyên ku zêde dilê min dixwest em amade bikin û temaşevanên xwe ji wan agahdar bikin, bernameyên di derbarê jiyan û berhemên dengbêj û xebatkarên Radyoya Erîvanê de bûn. Ji xwe di televizyonên din yên Kurdan de behsa dengbêj, hunermend û helbestvanên perçeyên dinan dihatin kirin. Mînak: Mihemed Şêxo, Cegerxwîn, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif, Mihemed Arifê Cizîrî, Meryem Xan û gelek kesên din. Lê kes behsa yên Yerîvanê nedikir ji ber di destê wan de materyal kêm hebûn û nikaribûn bernameyan tije bikin. Ji bo bernameyeka weka “Dengên Axê” ku di Kurd1 ê de min amade dikir, agahiyên li dora 50 deqe an 1 sietek pêwîst bûn û diviya kesek pispor jî li gor farmata bernameyê tevli bernameyê bibûya, da me bi hevre wan agahiyan bida temaşevanan. Wekî din jî eger bername di derbareyê dengbêjekî de bûya, diviya herî kêm 4 an 5 kilamên wî/wê li ber destê me hebûya, da em bidin ser êkrana tv yê.

Eger kesê me wî/wê bida nasîn helbestvan bûya, diviya me helbestên wan bi devkî daniya ser êkranê an jî eger ji aliyê hinek kesan de bi sitran hatibe stiran, me wan stiranan bixista nava bernameyan. Mînak Cegerxwîn; dema me bernameya di derbarê Cegerxwîn de amade dikir ku ji 4 beşan bû, me gelek berhemên wî yên ku hatibûn bestekirin kom kir û ji nava wan yên safî bijart û xiste nava bernameyan. Her wekî:

“Di baxan dîlberim sorgul, wekî bilbil dikim meylê

Sehergahan dinalim ez eman leylê, eman leylê”.

Me vê stiranê ji dengê Mihemed Şêxo dabû. An helbesta “Lo lo Pismamo!” ku Cegerxwîn nivîsandibû û maqam ji aliyê Seîd Yûsif de hatibû dayîn jî me ji dengê Şêrîn Mela dabû ser êkranê Kurd 1 ê. Ev tev zahmetiyên amadekariya bernameyan bûn ku derdiketin hemberî me. Mixabin me gelek caran li tv yên dinan temaşe kiriye ku hema gotine helbest ya Mihemed Şêxo ye û xistine nava bernameyê. Mînak; gelek caran me temaşe kiriye ku televizyonên Kurdan gotine helbesta “Ey felek bo te dinalim, bo çi nêrgiz çilmisîn” ya Mihemed Şêxo ye. Esas dema van tiştên weha tên gotin, divê mirov baş bi hezir tevbigere. Yên lêkolîner hemû dizanin ku ev helbest ya Prof. Bedirxan Sindî ye. Di mijarên weha de divê mirov heqqê herkesî bide xwediyê heq. Di bernameyan de xetayên wisa em dibînin ku navê Şeroyê Biro danîne Şeroya Biro ku Şero bi xwe mêr e û kêm kes hebin ku wî nas nekin. Belkî ev weke rexne xwuya dikin, lê di bingeha xwe de ez naxwazim rexne bikim. Dixwazim ku mijar li hev rast bibin û li cem xwendevan, temaşevan an guhdarvanan şaşî nemînin. Hem bername heya şaş bên amedekirin bila neyên amadekirin baştir e. Ez nabêjim bila qet kêmasî tunebin lê bila kêmbin an jî kêmasiyên mezin nînbin. Di bernameyan de heya ji destê me hat, me helbestê, kilamê, dengbêj, hunermend û hemû berheman ji hev veqetand û danî ber çavê temaşevanan.

Di nava bernameyan de bername hebûn ku 8 mehan heya 2 salan amadekirina bernameyê dajot. Bi taybetî yên di derbarê Kurdên Sûriyê û yên Rewanê ji bo me zahmet bûn. Em dikaribûn herin Başûr û lêkolînan bikin an ji ber ku ofîseka me li Hewlêrê hebû, me ji hevalên wê derê dikaribû agahiyan bixwesta. Ez ewilî behsa yên Sûriyê yanî behsa yên Binxetê bikim. Min dixwest ku bernameyekê li ser Yusuf Berazî ango yê bi navê Bêbihar amade bikim, lê mixabin me nikaribû xwe bigihandayê heya wefat kir. Bêbihar helbestên xwe daye gelek hunermendan û bûne kilam. Wekî din jî Emerê La’lê hebû ku helbestvanekî gelek baş bû, wext têr nekir ku em xwe bigihînê heya ku ji Binxetê çû Zaxoya Behdînan û li wê derê wefat kir. Niha Ahmedê Şêx Salih li heyatê ye û mirov nikare xwe bigihîne ji ber ku li Kurdistana Sûriyê ye. Sînor gelek asê ne. Hem ew jî zêde naxwaze derê ser êkranan.

Eger em werin ser mijara di derbarê Kurdên Yerîvanê de. Kurdên Yerîvanê xizmeteka mezin ji bo kultur û zimanê Kurmancî kirine. Di nava wan de ne tenê dengbêj an helbestvan lê dîrokzan, zimanzan, rojnamevan, bêjer, çîrokbêj, amûrjen, şanoger û kesên weka wan gelek rabûne û xizmet kirine. Bi taybetî yên ku li dora rojnameya Rya teze û Radyoya Yerîvanê kom bûbûn. Lê ekoleka dinê jî hebû ku navê wê ekola Hawarê bû. Ez piçek behsa Hawarê bikim û werim ser mijara ekola Rya teze.

Ekola Hawarê: Ekola Hawarê ew e ku di sala 1932 an de, bi weşana Kovara Hawarê destpê dike û gelek helbestvan, dengbêj, çîrokbêj, şirovekar, doktor, dîrokzan û hwd. di Hawarê de nivîsandine û li pey xwe şagirtan hiştine û bi hezaran qelem jê zêde bûne. Bi serpereştiya Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Cegerxwîn, Qedrî Can, Osman Sebrî, Ahmedê Fermanê Kîkî, Mele Ahmedê Namî, Dr. Ahmed Nafîz û bi sedan kesan li pey xwe gihandine. Lê ez dixwazim bêhtir mijarê bînim ser Ekola Rya teze.

Ekola Riya Teze: Rojnameya Rya teze beriya weşana Hawarê destpêkiribû û berhemên xwe dabû. Ji ekola Rya teze gelek rojnamevan, dîrokzan, dengbêj, helbestvan, nivîskar, romannivîs û hwd. derketibûn holê û roleka girîng di dîroka kultura Kurdan de digirtin. Di destê me de, tenê Radyoya Yerîvanê hebû ku me guhdarî dikir. Me navê gelek rewşenbîrên Kurdan ji radyoyê dizanibû. Ez weka guhdarvanekî radyoya Yerîvanê Xelîlê Çaçan, Heciyê Cindî, Keremê Seyad, Eznîva Reşîd, Mirazê Evdo, Sêvaza Evdo, Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Tukasa Xamo, Xana Zazê, Fêrîkê Ûsiv, Memoyê Silo, Têmûrê Xelîl, Erebê Şemo, Fatma Îsa, Efoyê Esed, Taharê Emer, Egîtê Cimo, Egîtê Têcir, Bêmalê Keko, Zadîna Şekir û ew kesên ku niha navên wan nayên bîra min, wan ji radyoyê nas dikim.

Van kesên ku navên wan li jorê derbas bûn û gelek kesên weka wan, hêja bûn ku li ser wan, jiyan û berhemên wan bername bihatina amadekirin û weşandin. Mixabin bidestxistina agahiyan di derbarê wan û berhemên wan de gelek zahmet bû bo me. Kêm an zêde peyrewên ekola Hawarê, bidestxistina agahî û berhemên di derbarê wan de bo me hêsan bû. Lê di derbarê zêdayîyên Ekola Rya tezede, mixabin bidestxistina agahî û berhemên wan ne hêsan bû, ji ber ku ji 80 salan zêdetir ew ji bo me piştperdebûn. Lê diviya ew perdeya reş ji pêşiya me rabûya. Me dê vê perdeyê bi rêya bernameya ji navbera xwe rakira. Şansê min bi bernameya Fatma Îsa vebû. Lê heya bername amade bû, gelek salan wext derbas bû. Hem dixwazim behsa amadekirina bernameya xwediya strana “Miho” Fatma Îsa bikim ku me çawa amade kir.

Li Amedê, li Deriyê Çiyê gelek caran ku ez bi rê de diçûm, ji wan dukkanên kaset û cd yan, di nava bi hezaran dengan de, carna dengê kilama “Miho” dihat guhên min ku Fatima Îsa distira. Dengê wê dengek bilind û bi terbiye bû. Tam dengekî jina Kurd bû ku min xwediya wî dengê xweş gelek meraq dikir. Bi min ewqas xweş bû, dema dengê kilamê dihat guhên min, guhên min mûç dibûn. Di nava ewqas dengan de min karibû dengê wê bibijarta û tenê li dengê wê guhdarî bikira. Carna ku ez bi tenê dimam, min li kilama “Miho” ji dengê wê guhdar dikir lê min meraq dikir bê çîroka kilama “Miho” gelo çiye? Encama qewimandina di nava kilamê çi bû? Gelo ya ku vê kilamê gotibû kê bû û navê wê çi bû? Gelo Fatma Îsa kî bû û çend kilamên wê hebûn?

Mixabin qet têkiliyên me bi malbata Fatma Îsa re an mirovên wan re tinebûn. Di destê me de lêkolînvanên ku van agahiyan di derbarê malbatê û wê de bidana me jî tinebûn. Yên ku hebûn jî me wan nasnedikir. Ne tenê di derbarê Fatma Îsa de, her weha di derbarê ew kesên ku ji Ekola Rya teze û Radyoya Yerîvanê dihatin mixabin me nikaribû xwe bigihanda yek ji wan jî. Lê carna şansê mirov dizivire û weka xelk dibêje Xwedê li me hate rehmê. Navenda televizyona Kurd 1 ê ku li Parîsê bû li min geriyan û behsa hinek rexneyên di derbarê bernameya Dengên Axê de ku ji aliye Kurdên Yerîvanê de, di ser rêya Têmûrê Xelîl de hatine kirin ji min re gotin. Gelek kêfa min hat û wê demê weha facebook an twitter nebû an gelek kêm bûn. Bi rêya e-mailê navnîşana e-maila Têmûrê Xelîl ji min re rewane kirin. Min bi Kekê Temûr re têkilî danî û bi rêya wî jî têkiliyan bi Prîskê Mihoyî re danî ku li dewleta Udmurtyayê di wezareta Rewşenbiriyê de cîgirê serokê beşa çap û çapemeniyê ye. Min li rexneyên kek Prîsk baş guhdarî kir û hem jê alîkariyan xwest. Prîsk, yek daxwazeka min bi paşde nexist û hemûyan anî cî. Hem tiştên gelek zahmet û zor bûn. Lê ez ê niha behsa Kek Têmûr û Prîsk li vê derê bihêlim û dagerim ser destpêka amadekirina bernameya di derbareyê Fatma Îsa de.

Rojekê malbateka Kurd ku ji Qazaxistanê ji bajarê Almaatayê hatibûn Amedê, xwestin werin Kurd1 ê ziyaret bikin. Malbat bi xwe malbateka miletperwer bû. Jina malê ji eşîra Celaliyan û zilamê malê ji eşîra Birûkiyan bû. Xwestin xebatên me bibînin bê em çi karî dikin. Keça malê beşa Tv yê di zankoyê de qedandibû: Tamara Îbrahîmova. Piştî mêvandariya me qediya, min ji Tamarayê pirsa Fatma Îsa kir. Ew jî got ku Fatma Îsa jinxala diya wê ye. Ev bo min gelek baş bû û min ji Tamarayê daxwaz kir, dema ku here Qazaxistanê, di derbarê Fatma Îsa de, ji min re agihiyan bide hev û bişîne. Ev weka 8 mehan ajot heya ku ji min re agahiyan da hev. Lê ev agahî ne bes bûn û min ji Prîskê Mihoyî daxwaz kir ku hevpeyvîna Mihemed Letîfê Birûkî ku bi Fatma Îsa re, bi zimanê Rûsî weşandibû, ji min re wergerîne û bişîne. Digel gelek agahiyên dinan li ser Fatma Îsa ji min re şand. Lê yek kilameka Fatma Îsa di destê me de hebû ku ew jî kilama “Miho” bû. Prîsk pirsî bê çend kilamên Fatma Îsa di destên me de hene? Min got yek kilamek wê heye ku ew jî destana “Miho” ye. Prîsk ji min wext xwest û got wê kilamên dinê jî peyda bike. Kêfa min gelek hat. Min ê bernamê li ser Fatma Îsa amade bikira.

Di Radyoya Yerîvanê de 5 kilamên Fatimê hatibûn qeydkirin. Prîsk wan ji Tîtalê Keremê Seyad xwestibû. Tîtalê camêr, di wexteke kurt de, wan kilaman ji Prîsk re şand. Di destê me de, ji qelema Prîskê Mihoyî jiyana Fatma Îsa, nivîsa Tamara Îbragîmova, ya Mihemed Letîfê Birûkî, gotarek ji qelema Tosinê Reşîd û hem 5 kilamên Fatma Îsa kom bûbûn. Lê heya me van tiştên han dabûn hev, gelek wext derbas bûbû. Belkî ji salekî bêhtir. Di rojeka ku mêvana min ya bernamê lêkolîner Zeyneb Yaş amade bû û ji bo ku ew jî jin bû, me bernameya Fatma Îsa amade kir bo ser êkranê televizyona Kurd 1 ê. Hem bi çîroka destana “De Miho” re. Me behsa evîna Mihemed (Miho) û Têliya Rihanê kir bê çawa bûbûn evîndarê hev û Fatma Îsa jî çawa ji devê xesûya xwe destanê jiberkiribû û gihandibû temaşevanên tv yan û guhdarvanên radyoyan.

Belê, ev jî çîroka amadekirina bernameya di derbarê dengbêja Kurd Fatma Îsa û berhemên wê de bû.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev