Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

MÎKAÊLÊ REŞÎD Û PIRTÛKA “RÊDAME”

MÎKAÊLÊ REŞÎD Û PIRTÛKA “RÊDAME”

Tosinê Reşîd

Mîkaêlê Reşîd ji sêwîyên pêla duyemîn, sêwîyê Cenga Yekîtîya Sovêt e Niştimanî bû. Salên cengê ew bavê xwe winda dike û wî dispêrne sêwîxanê. Ew ê seva zarotîya xwe li bajarê Tbîlîsî binvîse:

…Bîranînên min wî şeherî tên…

Soqaqê wê da zarotîya min

Rojê şêre giran xalifî û mir…

Belê, cengê zarotîya Mîkaêl kuşt, zimanê dê da ji bîra kirin. Lê cengê nikaribû dayîna Xwedê, şayîrtîyê di gîyana Mîkaêl de, bikuje. Çiqwes jî Mîkaêl bi zimanê ermenî dest bi nivîsara helbesta kir, lê piştî pirtûka yekemîn granya xwe da ser zimanê dê û dûarojê gelek pirtûk bi zimanê kurdî çap kirin û di poêzîya kurdên Yekîtîya Sovêt de, rêçeke hêle pey xwe hîşt.

Mirovekî rastgo û dilvekirî, çi di dilê wî de bû, ew jî ser zarê wî bû. Wî gilîyê xwe nedihêvişand, gelek caran rasdi t deqa mirovan da didayê.

Di navbera min û Mîkaêl de dostanîke baş hebû. Gelek caran piştî kar em rastî hev dihatin û digerîyan, dibû em cîhekî rudiniştin û me bi hev re firavîn dixwer. Demên usa me butûlge şerava sor jî hildida, pirî caran “Vêrnaşên”. Usan dibû me dilê xwe ber hev vedikir, tiştên usan ji hev re digotin, wekî ji her kesî ra nabêjî.

Mîkaêl xeberxweş bû, hiz dikir bûyarên xortanîya xwe, yên salên xwendkarîyê li Înstîtûta Wêjeya Cihanîyê, ya ser navê M. Gorkî, bîr bîne. Carên usan dibûn, zêde pesnê xortanîya xwe dida û em ser wan bîranînên wî dikenîyan.

Dijwerîyên jîyanê dil û gîyana Mîkaêl sert ne kiribûn, Ew heta dawîya jîyana xwe bi germayî û nazikaya dilê xwe di bîra dost û hevalan de ma.

Piştî Mikayêl ji dinîya ronik xatir xwest, pirtûka helbestên wî, bi navê “Rêdame” çap bû. Gava min ew pirûk kirî, tiştê yekemîn wekî di fikra min re derbas bû, ew bû, wekî “Mirin jî nikare Mîkaêl ji rêya wî dagerîne.” Navê pirtûkê di bîra min de gelek hizir û mitale tev rakirin û gava ez gihîştme mal, min ev helbesta jêrîn nivîsî.

***

Ji bo bîranîna şayîrê hizkirî, Mîkaêlê Reşîd.

Mîkaêl niha dîsan di rê da ne,

Dîsan wek caran, nerm û hemdê xwe,

Dilovanîya geş, xemxurîya ronik,

Bê hewar, gazî dor xwe radixe.

Usan bi şev û roj, rêwî, di rê da ne,

Wek mêrê berê, Şêx Xalê Şemsa,

Xew û hêsabûn ji xwe kûvî kirî,

Diçe hewara rastîya li hebsa.

Diçe paqijaya sibê silavke,

Bibe mirîdê ronkaya rojê,

Hêvyên temirî dîsan alavke,

Ji wan dûrxe xem, xeyalên dojê.

Di qulçê sîngê xwe da veşartî

Ew êşa bê bext, ça çevnebarî,

Diçe ku bona mervên derê teng

Bibe berbîn û hêvî, bawarî.

Mîkayêl niha dîsan di rê da ne,

Bi çavên melûl, beşer ser lêvan,

Hogirê dema me, ya lez û dîn

Dîsan hildikşe bi stûna rojê va.

1985

Paşê, gava min dest bi xwendina pirtûkê kir, ev helbesta jêrîn, rastî min hat. Wê helbestê jî kela min rakir.

DIBÊJÎ

Ji Tosinê Reşîd ra

Dibêjî, wekî şevê zozana

Têne bîra te…

Ez şeherlûme,

Şeherda bûme,

Kûçê Tilbîsê têne bîra min,

Gurîn-girmînîya sûka wê zengîn,

Bihara buhuşt, germa kînekîn,

Hênkaya Kurê,

Leme – lema wê.

Çi xweş bûn êvar,

Li wî bajarê qedîmî, bihar.

Bîranînên min wî şeherî tên…

Soqaqê wêda zarotîya min

Rojê şêre giran xalifî û mir…

1982

Dilê me bi hev re çiqwesî sax bû!

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev