Rewşenbîrê xudanşuret, lê bextreş

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û destaneke Şikoyê Hesen bikin, ku gelek salan li radyoya Rewanê ya kurdî kar kirîye, yek ji helbestvanê me yê herî bi nav û deng û hizkirî ye.

Di wêneyên di fayla bi deng da serekê radyoya kurdî Xelîlê Çaçan û karmendê radyoyê Şikoyê Hesen in.

Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên.

Herdu sitiranên di dawîya bernemayê da ser helbestên Şikoyê Hesen hatine sêwirandin. A pêşin birayê Şikoyê Hesen, dengbêj Xemoyê Hesen distirê, a duduyan Aramê Tîgran distirê.

 Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

AKADÊMÎK ŞEKROYÊ XUDO MIHOYÎ DERHEQA ŞIKOYÊ HESEN DA

Sed mixabin, ku helbestvanê meşûr Şikoyê Hesen zûva ji me dûr ket, bê wede serê xwe danî ax-berên sar. Ew li sala 1928an ji diya xwe bûbû û sala 1976an çû ser dilovanîya xwe. Lê eger em rastîke dinyalikê bînin bîra xwe, ku meriv hene piştî mirinê jî dimînin, em dikarin bêjin, ku Şiko îro jî heye, di nava me da ne, navê wî ser zarê me ye, bi şêkirdarî tê bîranînê.

Em hevalên hev bûn, şeş sala em di dersxanekê da hev ra hîn bûne. Paşî xwendina dehsalîyê ew çû bi riya fîlologîyê, ez – dîrokê.

Merivekî pir xwendî û zane bû. Ez timê zendegirtî dimam, ku ewî ji kîderê pirtûkên cûre-cûre li gundê xweyî biçûk dest dixist û dixwand. Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê xilaz kir, bû hizkirîyê zimanzanê ermenîya yê bi nav û deng, akadêmîk Hraçya Açaryan. Ewî paşwextîke mezin Şiko ra didît. Lê… ax, kula vê “lê”.

Min zûva texmîn kirîye: xezeba bindestîyê, tunebûna dîwan-dewleta gel ji gişka zeftir nav çevên merivê aqil, merîfet û şermoke dixe (her merivekî xweynamûs gerekê şermoke be).

Meriv hene, ku çiqas wan kêm nas dikin, ewqas karê wan baş dimeşe, çiqas nivîsarên wan kêm fem bikin, ewqas ew zû û bê problêm dibine pirtûk û gelek tiştên haya… Eva gişk rewşa me – kurda va girêdayî ye û bingeheke bextreşîya me ye, gava dinya der-dorê gelek cara me bi destî fêlbaz û berzeqa nas dike. Şiko di nav wê meydanê da nikaribû serê xwe xweykira. Ew bû şehîdê vî dewr-zemanî. Ew zimanzanekî xudêda bû… lê rê ne danê… Şayîrekî bê qusûr bû, lê rê-derge bona “reşbelekên” hineka vekirîbûn. Çevê Şiko li ber destê wan bû. Paşî mirina wî, bi gotina gotîya, efrandinên wî hatin talankirin.

Şîrhelal bû. Têma kurd û Kurdistanê bona wî ne tiştê mode bû, bi wê va ewî ne dixwest zimanpenîya bike, ji xwe ra quncekî germ bibîne. Ewî bi vê têmayê dinivîsî, çimkî pê va dijît, nikaribû nenivîsîya.

Dibe menîya vê jî ew bû, ku ewî ji geleka çêtir xezeba tunebûna dewlet û serxwebûnê didît û texmîn dikir.

Şikoyê Hesen lezeta jîyanê ne dît. Êtîm mezin bû. Rehmetîyê apê wî – Sofî, ew mezin kir û da xwendinê. Lê mora êtîmtîyê heta kutasîyê ser Şiko ma. Na, ne êtîmtîya ku tunebûna dê-bavê ra girêdaye. Wek merivekî kûr, dûrdîtî Şiko xwe êtîm didît, çimkî gelê wî di rewşa êtîmtîyê da bû.

Bi van kirina û bi vî xeysetî hate dinê, şewitî, ku ronayê bide, navekî xweş hîşt û gelê wî jî bû şêkirdarê wî.

Xwezil merivên awa gelek bûna nav meda. Dibe wî çaxî em ne di vî halî da bûna. 

Li jêr destaneke wî ya navdar bixûnin: 

Xewna min

Vê xewnê da ezê çûme Kurdistana nuh, bikir,

Her çar qulba vêketine şemdanên bext û agir…

Vê xewnê da Kurdistanê ne mij heye, ne dûman,

Vê xewnê da çawa mizgîn birq vedidin erd-ezman.

Vê xewnêda eşq, mizgîn e… Kurdistan wê aza bûye,

Ber çevê min ezman tijî refê quling, qaza bûye,

Roja kibîr bi eşq û şa Kurdistanê dişxule

Û dora wê keskesor e, hezar awaz û gul e…

Teze bûye yek nanê meyî kal û bava hezar ker,

Miletê min hezar qebîl vanê teze wê tê ser.

Def û zurnê wê girmîne… wê qûjîn e û dewet…

Şehîdên me tev rabûne, qise dikin eşq, hêbet…

Birînên wan bûne nîşan, şemdan in li pêsîrê,

Bejina wane bilind, talyan wek minarê Cizîrê,

Kerî-sûrîya vanê tînin û davêne ustîyê wan…

Xerîbên me tên-dikişin mîna Ferat û Mûrad,

Emir tînin, eşqê tînin boy ocaxê ber mîrat…

Û kenê wan mîna birûsk li dewetê şîrqîn e,

Dewsa birqê – gul-sosina li govendê jor tîne…

Çi şîrin e ev lewja nuh… çi şîrin e dengê sêz!

Erfan, egît mînanî çiya bin da bûne çît û rêz…

Va meydanê wê cirîd in siyarê kihêl-menekîya,

Ser hev ra tên, ber hev ra tên mîna ewrê belekîya…

Rext û rişmê sîngê hespa diteyîsin wek siteyr,

Par vedikin hesp erş-ezman mîna Sîmir, mîna teyr…

Borê Batin, Berî Sosik, Rexşê Belek û Eşqer

Hîre-hîr in erd û felek, ezman kirin hezar ker…

Gurzê birqê sîmê û sir fûre-fûr in, têne xar,

Jor dirijin, jêr dirijin ser sîngê çiya, best-beyar…

Siyarê hespa mîna ejda, mîna dêwa, meleka,

Bê gem-dizgîn çerxê didin tevekê erş-feleka,

Ser kutane nav dêl-bijîya, dihejînin çepila,

Mîna birûsk ewr bê xarê û birq vede ser gula…

Toz û dûman tund radibe mîna hulma devê riya,

Hildikişe, hemêz dike ber-bedenê banî-çiya

Û dikeve geboz-gelîya tevî eşq û şaya dil,

Ji kevir jî dihelîne hemû xiyal-xemê kul…

Bûka teze li ber perdê bîr kirîye şerm û edet,

Xêlî dêst da dihejîne, divê: “Hane def-dewet!”.

Zevê teze çûye Sîpanê pey Xeca Zer û Sîyabend,

Divê: “Werin!… deweta we Kurdistanê girt govend,

Divê,- werin… Ewan mirîye… bûye deweta Mem û Zîn…

Bext û miraz naqurçimin îdî ter-can û hêşîn…

Kê qurçimîye bext û miraz, canî li kê bûye reş,

Deweta wan wê digere tevî bextê meyî geş.-

Divê,- werin!… îdî tu Mem naçin xerîb-qurbetîyê,

Îdî qîz-bûk û Zerî Eyş nabînin derd-bedbextîyê…

Divê,- werin!… Şên-ava bûye Dimdima me kelefe,

Hêz-qewata Xanê Çengzêr mîna sitêra zef e!…

Divê,- werin!… Leyl û Mecrûm vegeryan ji ezmana,

Wan bîr kirîye zulma evda, derd û kulê zemana…

Dota gurca, evîn Senan rabûne ji kibîrê,

Mîna hezar evîn û ro didin şewq û nedîrê.

Xal û xarzî pev ketine… Emer axa wê mirîye!…

Werdeka dê ji şabûna çeva hêsir û girî ye…

Sergovendîyê nade kesî, bi eşqa dil dilîze,

-“Xirpanîkî”,- divê,- lê xin! Ev dewet zef ezîz e!…

Her heft kurê Hesê Dûdê li govendê bûne çiya,

Orta wan da Kerr û Kulik wê dixwênin mîna ziya.

Barana zêr wê dibare û keskesor bûne çît…

Û Barzanî eşq diçe-tê… kubar dike fîte-fît…

Dengbêj Evdal û Cizrawî teze dinya ron dîtîye,

Û ava reş, mîrat korbûn ser çevê wan hilatîye.

Kolozê xwe qot kirine, wan kake-kak, qîrîn e,

Şalûl-bilbil ber kerr bûne û dengê xwe birîne…

Dengê Hesen, dengê Evdal qûjîn e çar-çarnikal,

Xêr-mizgîn e îro ketîye Kurdistanê, mala Zal…

Ahmed Xanî, Elîyê Herîr û Cizîrî û Feqî

Li Sîpanê mêze dikin vê cejin-eyda me heqî…

Û çevê wan îşiq didin mîna rojê nuh-nedîr,

Ebê wane li navmilê mîna mija çiyayê çîl,

Serê wanî koloz û pêç mîna serê Îgirdax,

Rû-gulîyê wan nûr-awazî mîna gulê nava bax…

Û dîwanê wan buhuştî mîna erşê bi siteyr,

Temam evîn, temam zanîn, tê da hezar sur û meyr…

Û hildane tembûrên xwe bikir, batin, lal û dur,

Hezar kilam, hezar miqam tembûra tên hurr û gurr…

Û kubra wan şîrin û xweş delaltir ji ya horîya,

Her çar qulbê Kurdistanê kire lîlîn û firîya…

-Şikir Rebî!… Şikir Xwedê! Şikir te erd û ezman…

Li kurd vebûn qeyd û çîdar, li kurd vebûn zar-ziman.

Can!… Agirê ocaxa kurd şemal dide wek royê!….

Dijminê me dewr û zeman bi destê me hat rayê…

Beyraqên me kevin û teze bilind in dest şêra da,

Ku sor bûne, nitirîne xûna efat-mêra da…

Çar-çarnikal sor kirine şîrin, ezîz Kurdistan,

Xemil danê, emir danê, kirine kaw, gulistan.

Û qenc bûne, rû ketine her birînên meye reş,

Qîz û xortên Kurdistanê hubê bûne mest, serxweş.

Tune îdî kîn, bêdadî, qetil û xûn, ernûsî,

Me kuştine mar û dûpişk, hemû gindir û kûsî…

Me qir kirin gurê xayîn, hemû Ewan û rûvî,

Best û beyar kubar meşîn karê xezal, gakûvî…

Û çemên me û kanîyên me bûne şerbet dikişin,

Ji kenera derketine, sûrtê çiya da dirijin…

Mîlyon rojî nedîr daye tevî gulên mîlyon reng,

Şûtik-şirav Kurdistanê xwe berdaye şox û şeng.

Dibistana wê qibîn e, zar dixûnin mîna kew,

Ser zarê wan şiêr û qezel dixulxulin mîna cew.

Ulm û zanîn perwez didin, me ra bûne bext-felek,

Kurdistana me nitirîye, bûye birca nexş-belek.

Heyrî dîwan û kitêba xew teqisîye qîz-xorta,

Li zanînê dost û yar in, dijmin in boy kîn-forta,

Zanistgehê zanîna nûr li bajara bûn fener,

Her nezanî û her terî mina bûn bê berat-ser.

Çiyayê kibîr bûne sitûn bin bextê me û erşa,

Ceng û mirin ketine dil qef-zinara û qelşa,

Bi kubarî wê guvîn e bilûra me dewranî,

Kerî-sûrî li sîngê çiya bûne rextê mircanî.

Şivan-gavan apincîne bi çekê nuh û rihal,

Qerpal, kulav avîtine tev nexweşîyê derd û hal…

Berbi berîyê hûr dimeşin eşq û kubar bêrîvan,

Mîna refê qaz-qulinga herine berîyê û aran.

Cerd û talan hilatine mîna mij û dûmanê,

Keda helal bûye rikin li xebat û gumanê…

Şûr û xencer, tiving, qirme bûne xemilê dîwana,

Û naxwênin koxê binerd, dewsê bircê ezmana,

Lê nerdewan hildikişin heta hezar-sed qatî,

Kal û pîra ser givîn e bi sehet û taqetî…

Çol û besta traktora şev û rojê xurmîn e,

Xwelîya şeve hur pel dide, mîna behrê hurmîn e.

Û toximê bext-azayê jor dirije wek siteyr,

Xwelîya dayîk hemêz dike dilê şewat û bi heyr…

Simlê zêrîn bilind dibin berbi roja xewn, buhişt,

Xêr-bereket Kurdistanê dibe dengiz û lêmişt.

Sêvê Xelat hur dişxulin şivêta lal-cewahir,

Kurdistanê gul vedidin hezar evîn-hub û sur…

Çem û kanî şev û rojê ringe-ring in mîna saz,

Xêr û şayî Kurdistanê bûne rihal û libas…

Û ez kubar mêze dikim Kurdistanê hezar car,

Kunde dibim û radimûsim xwelîya wêye ziyaret-nar.

Ez diçime tebîyê Barzan, ber qeleçê nûranî,

Tia dibim serqot-pêxas kevirê wane batinî….

Û bextê min dike xurîn heft tevekê ezmana,

Divê: “Şayîr, tu gihîştî mirazê xwe zemana!

Çira hemû bext-miraza Kurdistanê vê ketîye,

Miletê kurd îro teze ji ber dawa dê ketîye!…

Azaya nûr şewq vedaye ji roj-teva şimalê,

Mîna bahar dakutaye ocaxa te – vê malê!…”.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û destaneke Şikoyê Hesen kir, ku gelek salan di radyoya Rewanê a kurdî da kar kirîye, helbestvanekî me yê bi nav û deng e û herî hiskirî ye.

Di wêneyên di fayla bi deng da serekê radyoya kurdî Xelîlê Çaçan û karmendê radyoyê Şikoyê Hesen in.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

P.S. Herdu sitiranên di dawîya bernemayê da ser helbestên Şikoyê Hesen hatine sêwirandin. A pêşin birayê Şikoyê Hesen, dengbêj Xemoyê Hesen distirê, a duduyan Aramê Tîgran distirê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev