Xenoyê Etar

Xenoyê Etar

Salihê Kevirbirî

Mirov çawa dizane ku bajarekî kurdan kurdbûna xwe, kurdewarîbûna xwe parastiye? Dema we serdana bajarekî kurdan kir, di kêliyên destpêkê de hûn dêhn û bala xwe didin nîşaneyên çawa?

Ji bo we diyardeya herî berbiçav çi ye nizanim, lê ji bo min diyarde û nîşaneya herî berbiçav ”etar” û ”firoşkar” ên wî bajarî ne. Ev çendek e, ji hestên xwe pê dihesim ku min bêriya dengê ”etarên kurdîaxêv” kiriye!

Di sala 1991an de, bi malbatî me terka Batmanê kir. 16-17 salî bûm. 16 sal in ku dengê ”etarên kurd” nayê min. Lê dengê wan ên 15-20 sal berê, wekî ku niha hatibe qêrîn di guhên min de ne:

Min dil heye çend dîmen ji firoşkar û etarên Batmana zarokatiya min pêşkêşî we bikim…

Fermo ji ber ”Pasaja Hacî Necmo” û ”Japon Pasajî” çend deng;

– Pelê cixarê-Kevirê çeqmaqan!
– Werine dendikên zebeşan!
– Ava bûzê, ava heyatêêê!
– Titûna Mûşê ye xalooo!
– Kent heye, Marlboro heye!

Lê ”Sûka mast”, ”Garaja mezin” û ”Garaja Midyatê?”;

– Mastê miyan e xalet!
– Îşlikê zarokan erzan û belaş e ha!
– Ava sûsêêê!
– Werine dimsa Entabê-penîrê koçeran, wey maşelah!
– Qurtelan-Bişêrî-Qozlux, dolmîş radibeee!

Jixwe dengên zarokên xerzî-torî-botî, ligel ku kesereke kûr jê difûriyan, dengê herî şekirî û melodîk bûn ji bo min:

– Xalo boyax bikim?, neberiqe pere nede!
– Dondirme qaymaxxx!
– Eskîmooo!
– Xalo erebok lazim e!?
– Teksas–Tommiksss!
– Nokên kelandî abêêê!…

***

Sala 1982-1983 bû ne şaş bim. Xenoyek hebû, etar… ”Xenoyê Etar” jê re digotin. Li dora 40-45 sal kiribû… 7-8 salî bûm. Mala me li taxa ”19 Mayisê” bû. Gava di sikaka navbera mala me û mala Hacî Bacet de derbas dibû, dengê wî dihat. Dengekî xenokî, çawa ku di pozên wî de nîv-kîlo goşt hebe, vin-vina wî bû! Kêm kesan ji bangkirin û gazîkirina wî fêhm dikir. Jixwe min tu tiştî ji gotinên wî fêm nedikir. Lê hema hewesa min ji dengê wî re dihat. Ligel ku tiştên difirotin; ne li gorî min bûn jî, gava di ber mala me re derbas dibû, ji malê dipekiyam. Min xwe diavêt ser dîwarên hewşê û temaşeyî deng û şemalê wî dikir!

Pa şemal çi şemal bû, pehhh!

Bejna wî ji metroyek û nîv -santîmek jî- ne zêdetir bû. Mirovekî devbeş û nelihevhatî bû. Gava mijûl dibû an jî dibişirî, sî û du diranên wî yên ji ber dûmana cixareya ”birincî” zerbûyî, derdiketin derve! Kumekî spî li sêrî bû, salewext êlekek lê bû, ku aliyekî wê her dirêj bû. Paniya qondereya wî ya qetiyayî her şikestî bû…

Nizanim çima. lê qîz û keçên taxên dorhêlê çawa ku evîndarê wî bin, li derdora wî diciviyan. Gelo henekên xwe pê dikirin yan jî wî di bazarê de dixapandin, baş nizanim, lê her ku dihat li ser serê wî û ereboka wî ya sê-teker top dibûn. Ya rast ne tenê ji bo jinan, ji bo min jî bibû îdolekî wekî ”Mîrze Mihemed”… Nebêjin çima, ez jî nizanim…

Di ereboka xwe de xişirfiroşiyê dikir. Xişir-mişirên jinan. Guhar, gustîl, bazin, destmal, çarik, fîlkete, pişkok, morîkên qaçax ku ji binxetê dihatin, dermanê lêv, rû û birûyên jinan difirot. ”Qaşqelem”ên wî têra jin û keçan nedikir!

Xeno, kêm caran van tiştan bi peran difirot. Tiştên kevin dikirî mesela. Ji hesin bigire heta naylonên qetiyayî bi hesabê kîloyan dikirî, ji dêvla wan ve amûrên jinan berdêlî dikir…

Min got ez evîndarê bangkirina wî ya vinokî bibûm. Bangkirina ku min jê salên dirêj jî fêm nedikir çi dibêje. Di 12-13 saliya xwe de; bi alîkarîxwestina diya xwe Fatima Elî, hîn bûm ku di dema etariya xwe de çi dibêje…

Heger sax be, Xwedê Teala temenekî dirêjtir bidê, heger mirî be rehma Xwedê lê be… Xwestina min -heger sax be- careke din wî bibînim û dengê wî yê etariyê qeyd bikim! Bawer im hûn jî meraq dikin, bê ka Xenoyê me bi salan çi digot ku min fêm nedikir:

”Demirrrr,
baqirrrr,
naylooonnnn
elemiyooonnn
sifirê kevinnn
elemiyonên şikestîîî…!

Foto: Ahmet Harmancı

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev