Delalê ber dilê Kurd û Qazaxan

Delalê ber dilê Kurd û Qazaxan

Mirovekî Mezin, lê hewqas jî nefsbiçûk: Şîrînê Elî

Salihê Kevirbirî

Sala bê 80 saliya kurdan li Komara Qazaxistanê tije dibe. Ev 80 sal in ku kurd li vî welatî di nava aştî û aramiyê de dijîn. Cara yekem sala 1937-ê bi fermana Stalîn kurd ji Ermenistan û Nexçîvanê ber bi Asya Navîn ve hatin sirgunkirin. Kurdên ku cara duyem dîsa bi fermana heman kesî ji Gurcistanê hatin sirgunkirin, di bin nezareta Artêşa Sor de, di serma û seqema zivistanê de, piştî rêwîtiyeke 2 mehan li Qazaxistan, Qirgizîstan û Ozbekistanê hatin bicihkirin. Ji wê rojê heta niha kurd li van her sê welatan hewla jiyaneke asûdeyî dimeşînin û tu caran ji hesreta welatê bav û kalan dûr neketin, hay ji çand, hunera xwe man, zimanê xwe yê dayîkê ji bîr nekirin.

Kurd li van sê welatan nexasim jî li welatê Qazaxistanê kar û barên wisa hêja kirin ku ne tenê bûn serbilindiya kurdan, wisa jî bûn serbilindiya  qazax û rûs û tevahiya miletên li welat dijîn.

Mirovekî nefsbiçûk, eyan û hezkirî

Ji wî çaxî heta niha bi sedan kurd ji nav vê civakê rabûn û navê kurdan bilind kirin. Şîrînê Elî yek ji wan kesan e ku di nav kurdên Qazaxistanê de navekî hêja ji xwe re çêkiriye.

Şirînê Elî di nava kurdên Qazaxistanê de wekî karsaz, endezyar û rewşenbîrekî navdar tê naskirin.

Bav û kalên Şîrînê Elî sala 1926ê tevî bi hezaran kurdên ji eşîrên cuda-cuda ji bakurê Kurdistanê derbasî ”Dewleta Şewrê” ango ”Sovyetistanê” bûne. Malbata wî sala 1937ê bi biryara Îosîf Stalîn û Lavrêntî Bêrîya ji Naxçîvana Azerbaycanê tevî 20 hezar kurdên misilman sirgûnî Qazaxistanê, gundê Baxt-Baxtîyê bûne ku ev gund dikeve nehiya Balxaş ango Baqanasê. Salek paşê malbat koçî qundê Kaûçûkê dibe ku niha jê re dibêjin Aşîbûlak. Ev gundê mezin ê kurdan girêdahiyê nehiya Îliyê, herêma Alma Atayê ye.

Şirînê Elî sala 1951ê  li gundê Aşîbûlakê tê dinyayê. Piştî xilaskirina dibistana navîn, sala 1970yî li Înstîtûta Bajarê Cambûlê ya Endezyariyê “Hîdromelorasiyayê” dest bi xwendina bilind dike. Sala 1978ê bi dereceyeke bilind înstîtûtê temam dike. Destpêkê dibe Midûrê Texnîkaya destpêkê û heta dibe muhendîsê sereke yê Zankoya “Hîdromaşpiroje” berdewam dike. Vî karî di bin baskên Wezareta Malhebûnîyê ya Qazaxistana Sovyeta Sosyalîstiyê de bi serfirazî dike.

Şîrînê Elî dibe Serokê Organîzasyonên Çêkirçî ango Endezyaran ku wekî SMU “Sêlêzaçîtastroy” tê naskirin. Di Rêveberiya SMU ya Alma Atayê de kar kiriye. Paşê bûye Serokê TOO-yê ku wekî Fîrma Karên Çêkirina Avahiyan tê naskirin. Şîrînê Elî paşê bûye Cîgirê Yekitiya Dîrektorê Sereke yê ZAO NAK “Almatistroyê” ê.

Şîrînê Elî li çend bajarên mezin ên Qazaxistanê, di serî de li bajarên Alma-Ata, Astana û Taldikûrganê li ser nêzîkî yek milyon kvadrat mêtreyî bi sedan avahiyên civakî, çandî, hunerî û jîyana hevpar çêkirine.

Mirovekî nefsbiçûk, eyan û hezkirî

Şirînê Elî ji xeynî xebata xwe ya şexsî, gelek caran tevli xebata civakî dibe. Di gelek civîn, konferans, cejnên neteweyî û çandî de li kêleka gelê xwe cî digire. Gelek caran dibe piştevan û alîkarê xebatên “Berbangê” ku wekî Yekîtiya Civaka Kurdên Qazaxistanê tê naskirin.

Kesên ku karsaz, endezyar û rewşenbîr Şirînê Elî nas dikin dibêjin ku ew di kar û xebata xwe de gelek zîrek e, şev û roj li ser piyan e, ji tiralîye hez nake lewma jî her diçe karê wî bi pêş dikeve. Ew ne tenê ji bo gelê kurd, her wiha ji bo gelê qazax jî mirovekî hezkirî ye. Ji bo gelê Qazaxistanê çi ji destê wî tê texsîr nake û dike. Bi zimanê qazaxî û rûsî pir baş dizane. Ji bo dostanî û biratiya kurdan û qazaxan her tiştî dike. Dostê dostên xwe ye. Di nava gel de navekî baş ji xwe re çêkiriye. Ew herdem di nav civaka kurdan de wekî mirovekî nefsbiçûk, eyan û hezkirî tê naskirin.

TOO “Sharf-Lina û Nûrelî

Vê gavê Şîrînê Elî serokatiya TOO “Sharf-Linayê” dike. Di Navenda Çanda Kurdên Qazaxistanê de Serokê  Komîteya Karsaz û Karmendan e. Ev karsaz û karbidestê gelê kurd her tim alîkariyê dide dibistanan, bexçê zarokan, klubên sportan û komên folklora kurdan. Ji bo van xebatan dezgeheke mezin a bi navê “Nûrelî” jî vekiriye. Nûrelî ji navên dê û bavê wî Nûr û Elî pêk tê. Li vê navendê gelek caran xebatên çandê têne kirin, şîn û şahî têne derbaskirin. Cara dawî dema ez jî li wir bûm, nanê xêrê yê şaîr û rojnamegerê kurd rehmetiyê hesenê Hecîsilêman li vê ocax û dezgeha wî hate dayîn.

Xwarziyê welatparêzê mezin Mihemedê Siloyê Bava

Şîrînê Elî her wiha xwarziyê rewşenbîr û welatparêzê mezin Mihemedê Siloyê Bava ye ku heta dawiya jiyana xwe ji bo avakirina Kurdistana Sor/Krassny Kurdistan kar û xebat kir.

Ji ber ku ked û emegeke mezin daye, dewleta Qazaxistanê gelek xelat û madalya pêşkêşî vî xêrxwazê miletê kurd kiriye. Şîrînê Elî heta niha layîqî gelek xelat û madalyayên hêja hatiye dîtin ku xelata bi navê “Құрмет-Hurmet” yek ji wan e.

Xwediyê xelata “Құрмет-Hurmet”

“Hurmet” nîşana şeref û hêjatiyê ye ku ji hêla dewleta Kazakîstanê ve tê dayîn. Ev xelat yek ji xelatên herî mezin e ku li wan kesên xizmetên mezin kirine, re tê dayîn.

Dewleta Kazakîstanê li ser navê Serokomar Nûr Sûltan Nazarbayêv Xelata dide. Karsaz û xêrxwazê kurdê navdar Şîrînê Elî sala 2014-ê ev xelat wergirtiye

Her du profesor û akademîsyenên kurd ên navdar Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm jî ev xelat standibûn.

“Medalyaya ji bo xebata baş”, “Xelata 10 saliya Yekitiya Gelên Qazaxistane” û “Xelata 20 saliya Yekitiya Gelên Qazaxistane” xelatên din in ku Şîrînê Elî wergirtiye.

Şîrînê Elî bavê 2 kur û şeş neviyan e.

 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev