We dizanibû…? – 24

We dizanibû…? – 24

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…di cihanê da cara yekemîn sîstêma germkirina xanîyan li qesra Îhsan Nûrî paşayê kurd pêk hatîye.

…di sedsala 17an da çend hezar kurdên Kurdistana Rojhilat sirgûnî bakûrê Îranê – Xorasanê kirine, dû ra jî piştî çendik-çend salan hinek ji wana derbazî ser axa Turkmenîyayê bûne û hetanî niha jî wira dijîn. Navçeyeke wê komarê ya bi navê Baxiş da piranîya binecîyan kurd in.

…di roja 24.06.1999ê da li Zankoya (Ûnîversîte) Amêrîkayê ya li Waşîngtonê, li pişka Navenda aşîtîya cihanî „Navenda Mustefa Barzanî“ hat vekirin ji bo vekolînên akadêmî û zanistî di hemû waran de li ser jîyan, dîrok, sîyaset, kûltûra kurdan û pêwendîyên navnetewî bike. Gelek sîyasetzan, akadêmîk, pispor û şarazayên karên kurdzanîyê di vê navendê de wê kar bikin û dîroka gelê kurd û pirsgirêkên wî ji hemû alîyan ve binirxînin û vekolînan li ser bikin.

…jina kurd ji Suleymanîyê Nezîra Hesen ji sala 1961ê hetanî sala 1999an 22 zaro anîne û hemû zarên wê jî hetanî du salîya xwe şîrê dê mêtine. Ew herweha di nav wan salan da her roj li deştê kar kirîye.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev