Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî!

Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî!

SWÊD, 27/1 2016 — Çiqasî jî ji me hinek kes wek min ne dîndar bin jî, lê em her sal di roja sala teze da dibêjin: – Xwedêyo, tu îsal dergeyekî xêrê bona welatê me û miletê me vekî, îsal bibe sala serxwebûna Kurdistanê.

Tiştê min îsal bi vê atêîstîya xwe ji Xwedê xwest, ne ev bû. Min got: – Xwedêyo, tu îsal me ji dewletnexwazên nav me da xilas bikî. Sebebê van gotinên min jî ew bû ko kurd wê bikaribin bi alîkarîya dewletên mezin bibin dewlet, ji ber ko ew dewletên mezin dikarin ji bo neheqîyên di hindava kurdan da zora dijminên kurdan bibin û ji bo kurdan dewletê damezirînin. Lê dema kurd bi xwe dewletê nexwezin, ew dewlet wê nikaribin tiştekî jî bikin. Lema jî min ew kar hîşt hêvîya Xwedê.

Li cihanê dewletnexwestin tiştekî ne normal tê hesibandin û her kes jî zane ko her miletek wê bixwaze dewleta wî hebe. Dêmek, dewletnexwez gerekê an dagirkar bin, an dijminê te bin. Dijmin dikare ji nav miletê te jî hebe. Li her welatekî kesên wisa an şermezar dikin, an didine mehkemeyê, an jî ew tên darizandin. Lê cem me yek Kurdistanê davêje çopê, tu kes dengê xwe nake. Ne rêxstina wî, ne jî partîya wî. Ango, rêxistina wî û partîya wî bi wî ra hemfikir in. Mirov heta dereceyekê vê jî dikare fêm bike. Lê bo çi bi mîlyonan kurd dengê xwe didine wana, ev yek li tu welatan û tu kes nikare fêm bike.

Vêca ev dijminên di nav me da çawa û ji kû derketin? Di salên 60-70î da tevgera kurdî li Kurdistana Bakur xurt bûbû. Dijmin texmîn kir ko ewê nikaribe zora wan bibe, ji ber ko cihan wê wana şermezar bike û piştgirîya kurdan bike. Û dijmin rê dît: – Emê bi destî kurdan zora dewletxwezan bibin. Wê demê cihan nikare me gunehkar bike. Û dijmin bi destî wana bi her awahî bi ser ket: bi hezaran gundên kurdan da valakirin, bi mîlyonan niştecî mihacirî axa Tirkîyê kir. Çawa kir? Ji kurdan çend kes hilbijart, ew bi her awahî kedî kir, bi çek kir, bi nan û av kir û avîte pêsîra milet. Û ji wan ra got: -Ji bo hûn bi ser kevin, gerekê alaya kurdî bi kar neynin, çiqas ji we bê zimanê kurdî nepeyivin, çend salên pêşin dewa serxwebûnê bikin bona milet berevî dora we bibe, wexta leşkerên we jî têne kuştin, wana wek şehîd nîşan bidin ko milet bawerî bi we bîne, wexta hûn warekî xirab dikin, wek rizgarkirina wî warî nîşan bidin, ji xwe hewil bidin navê Kurdistanê jî bi kar neynin, bêjin kanton, xweserî, cimhuriyeta dêmokratîk, êkolojîk û h.w.d..

Û ew yek îro jî berdewam e. Milet Kurdistanê terk dike, tê kuştin, tê talankirin, perîşan dibe, lê ev hemû wek berxwedan tê nîşandan. Rê heye vê yekê bidine sekinandin, hewce nake dijmin wê malwêranîyê bide sekinandin, tenê lazim e ko kurdên dewletnexwaz çekan daynin, wê demê şer wê raweste, lê danaynin. Ji ber ko dema çekan daynin, milet wê terka welêt, warê xwe, gundê xwe neke û a giring jî, wê neyê kuştin. Û ev kar bi dehan salan ha ye. Di encama berxwedana bi dehan salan da jî bidestxistina axê sifir e, sekinandina derketina milet ji welêt sifir e, aramî sifir e. Û bi hezaran zarên me yên welatparêz, paqij dane dû wan, bawerî bi wan anîne, canê xwe bo wan fîda kirin, mirazê gelekan di çavan da ma.

Lîstikên ha ne tenê li bakurê welatê me diqewimin. Ev kurdên kedîkirî hewil didin nehêlin li tu warekî Kurdistana serbixwe ava bibe. Em nimûneya Şengalê bînin: armanca dijmin ew bû ko êzdîyan ji kurdan û Kurdistanê biqetîne, pişt ra jî şerekî derxe bona him êzdîyan ji holê rake, him jî Şengal ji dest Kurdistanê derxe. Bona pêkanîna vî karî dijmin nûnerên xwe şande wira, ji wan ra got ji we ra firsendeke baş çê bûye, pêşmerge êzdî bêxweyî hîştin, derketin, hûn herin xwe wek parastvanên wan nîşan bidin. Li wir jî bira êzdî alayekê bi kar bînin ko ne alaya Kurdistanê be, êzdîyan fêrî şerkirinê bikin ko bikaribin xwe biparêzin, piştî demekê jî ji wan ra bêjin: -madem pêşmerge revîn, Kurdistan jî we naparêze, ji ber ko Şengal heta niha jî di destê DAÎŞê da ne, ka şerê pêşmergeyan bikin, da ko ji Kurdistanê veqetin.

Wê demê wê ne êzdî bimana, ne jî Şengal. Û îro piranîya êzdîyên Şengalê ser wê bawerîyê ye ko pêşmerge ew bi tenê hîştin û apoçî hatin ew parastin. Lê rastî tiştekî din e: DAÎŞa ko zora artêşa Îraqê bir û bajarê Îraqê yê duduyan – Mûsil zevt kir, çekên artêşê yên giran jî ketine destê wê û bi wê hêzê kete Şengalê, pêşmerge wê çawa û bi çi çekan şerê DAÎŞê bikirana? Eger şer bikirana, wê hemû pêşmerge û hemû êzdî bihatana kuştin, him jî wê Şengal ji binî va hilweşîya û wêran bibûya. Gelo apoçî bi Kalaşnîkovên zingarî şerê DAÎŞa xwedî tank û topên giran kirin û Şengal rizgar kirin? Na! Gelo çima eger pêşmerge li Şengalê bimana, DAÎŞ wê şerê wan bikira, lê apoçî ji roja hatina DAÎŞê da li Şengalê mane û DAÎŞ şerê wan ne kir?

Li Şengalê xayîntîyeke dinê jî dikaribû bi ser keta, lê serokatîya Kurdistanê di wextê da pêşî lê girt. PKKê li Şengalê hewil dida ji êzdîyan artêşekê çê bike, artêşeke ne di bin serokatîya wezîreta pêşmergeyan, artêşeke bêy alaya Kurdistanê û bona wê armancê ew êzdî dikirine nava wê artêşê ko digotin em ne kurd in. Ji bo peydakirina pereyan jî berê xwe dane serokatîya Îraqê. Îraqê jî mîlyonek dolar da wan bona sazkirina artêşê, bi şertê ko ew artêşa êzdîyan di bin serokatîya artêşa Îraqê da be. Ma PKKê nizanibû ko bona çi Îraq ji alîkî va dibêje pereyên me tune em byûcêya Kurdistanê bidin, lê alîyê dinê va jî mîlyonek dolar dide bona damezirandina artêşa êzdîyan?

Dijmin karê xwe wisa bi aqilane bi rê va dibe û armancên xwe pêk tîne ko îro Kobanî ji binî va xirab bûye, lê deng bela bûye ko apoçîyan ew bajar rizgar kir. A pêşin, ew bajarê ko ji binî va kavil bûye û nemaye, çawa tê rizgarkirin? A rast ew e ko ew bajar ji DAÎŞê hate paqijkirin bi saya serê mêrxasîya gelê Kobanî, pêşmergeyên Kurdistana Başûr û pêşmergeyên Rojava û balafirên Amêrîkayê. Dijmin jî ji dûr va mêze dike û dibêje: -Ji xwe armanca min xirabkirina Kobanîyê bû û ez gihîştime armanca xwe.

Şengal jî wisa. PKK salekê zêdetir li wir ma, nikaribû Şengal rizgar bikira, pêşmergeyên Kurdistanê bi rêberîya pêşmergeyê sereke Mesûd Barzanî kete Şengalê, ew di nava çend sietan da rizgar kir. PKKê li vir jî xwest ew mêrxasîya pêşmergeyên bike malê xwe, lê rastî ber çavan e.

Eva çend meh e di navbera Tirkîyê û Rûsîyayê gelek xirab bûye. Ji ber ko tirkan li balafireke rûsan a şêr xist û ji jorda anî xwerê. Her ro bi radyo û têlêvîzyonên Rûsîyayê, di nivîsên ajansan da malûmatî derdikevin derheqa wê yekê da ko Rûsîya gerekê bi her awahî heyfa xwe ji Tirkîyê hilde, ew ceza bike. Ji hemûyan jî pirtir gotina ”kurd” û “Kurdistan” dihate bikaranîn, gelek caran dihate gotin ko em gerekê kurdan dijî Tirkîyê bi kar bînin. Ji bo wê armancê Wezîreta Karên Der a Rûsîyayê Salehettîn Demîrtaş bi fermî vexwende Moskvayê. Tevaya Rûsîyayê li bendê bû ko piştî hatina wî wê Tirkîye bikele. Lê ne Tirkîya kelîya, ne deng ji rûsan û têlêvîzyonên wan derket. Ji ber ko rûsan ew hêvîya ko bi kurdan û partîya HDP va girêdabûn, tam eksî wê derket. Demîrtaş ne wek nûnerekî kurdan, lê wek nûnerekî partîyake tirkan û wek parastvanê yekîtîya axa tirkan hatibû Moskvayê.

A here xirab jî ew e ko gelek kurdên xudêgiravî dervayî PKKê bi dizî û eşkere piştgirîya van dewletnexwezan dikin. Hinek ji wana rizgarkirina Kobanîyê û Şengalê bi wan va girê didin. Zanin jî ko PYD eşkere piştgira rêjîma Sûrîyê ye, PKK jî li Bakur dewletnexwez e, lê wijdana xwe dişewitînin.

Dewletnexwez karê xwe dervayî Kurdistanê jî dimeşînin. Kurdistana Sor îro di rûyê wan û kurdên din yên xayîn da tam vala bûye, kurdek jî li wira nemaye, kurdên wira di dema zevtkirina axa wan da malên xwe, hebûna xwe hîştin revîn, lê çend kurdên xayîn yên Ermenistanê û Azirbêcanê yên apoçî bi destî dijmin hatine kirîn, piştî ji alîyê dijmin da zevtkirina Kurdistana Sor bi paytextê Laçîn va, çûne wira û bê şerm û heya, di bin dengê ”Ey Reqîb”a kurdî, di bin alaya Kurdistanê da ko sîmvolên gelê me ne, di bin dengê def û zurneya kurdî da Kurdistana Sor îlan kirin, ji cihanê ra gotin, va me Kurdistana xwe ji bin destê dijmin derxist, lê bi xwe jî zanibûn ko ew lîstikeke dijmin e, dijmin çend qurûş avîtîye ber wan û wana dide reqisandin ko ew karekî derew e û zanibûn jî ko xwedî û xudanên wan wê piştî çend deqeyan ji wan ra bêjin: we karê xwe kir, niha ji van deran siktir bin, herin. Lê berî çûyînê jî wana goştê wan berxan xwerin ko kurdên wira hîştibûn û mecbûrî ji warên xwe derketibûn. Ango, ew kesên xwefiroş ko çûbûne Laçînê, hewil didin me û cihanê bixapînin û bidine bawerkirinê ko 13 kurdên Ermenistanê û Azirbêcanê zora du ordîyên du dewletan (Azirbêcanê û Ermenistanê) birine û welatê xwe rizgar kirine. Xayîntîya ha di dîroka kurdên Sovyet da nebûbû. Derheqa vê yekê da îzbat, vîdêo û gelek bernameyên têlêvîzyonê, hevpeyvîn û gotar jî çap bûne. Û a here sereke jî, ew xayîn îro jî bo gelek kurdan wek welatparêz, zane, nivîskar û helbestvan têne dîtin.

Gelo di dema Lozanê û Sevrê da jî kurdên xayîn hebûn? Belê, hebûn, lê ne bi vê ecêbê pir! Û îro dema Erdogan dibêje cem me pirsgirêka kurdan tune, bingeheke wî a xurt heye ko dibêje.

Eger kurd hebûna, wî jî wisa ne digot.

Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=8677

www.nefel.com

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev