Qanatê Kurdo Û Cegerxwîn

Qanatê Kurdo Û Cegerxwîn

Tosinê Reşîd

Qanatê Kurdo û Cegerxwîn, herdu jî ji mezintirîn ronakbirên kurd, yên sedsalîya XX bûn. Herduyan jî şopên xwe di dîroka ronakbirîya kurdî de hîştine û bê guman navên herduyan jî di wê dîrokê de wê bi tîpên zêrîn bên nivîsar.

Herdu jî di hejarîyê de, bê dê û bav mezin bûn; Cegerxwîn bal xwîşka xwe, Qanatê Kurdo bal pismamê xwe. Herduyan jî bêyî piştgirtina tu kesî, bi serê xwe ji xwe re rê vekirin. Herdu jî ji destpêka salên sîyemîn, yên sedsalîya XX, bi kar û xebata xwe hatin naskirin; Cegerxwîn çawan şayîr, Qanatê Kurdo çawan zimanzanê kurdnas. Lê ji ber kêmanîya kadran li wan salan, herduyan jî bilî karê xwe yê sereke usan jî bi pirsên wêje, dîrok ziman û çanda kurdî ve bûne gîro. Cegerxwîn bilî berhemên wêjeyî (şiîr, poyêm, çîrok), ku karê wî yê sereke bû, usan jî berhemên ser dîroka Kurdistanê, folklora kurdî, zimanê kurdî pey xwe hîştin. Qanatê Kudo di rojhilatnasîyê de wek pisporê zimanê kurdî hatibû naskirin û gelek pirtûk û gotarên zanîyarî ser pirsên rêziman û ferhengên kurdî (bi zaravên cihê ve) çap kirine, lê ew usan jî xudanê berhemên hêja, yên ser wêje, dîrok, dîroka kurdnasîyê, netewenasî (êtnigrafîya), folklor û ola êzdîyan bû.

Herdu jî xwedîyê zanebûnên gelek kûr û fireh bûn, ji ber vê jî destê xwe davîtine çi, bi destê wan ve dihat.

Bê guman Cegerxwîn di nav kurdan de bêtir hatîye nas kirin. Ji ber ku berhemên Qanatê Kurdo, yên zanyarî bi zimanê rûsî çap bûne, piranîya kurdan hê jî wî bi tam nas nakin.

Hin Cegerxwîn, hin jî Qanatê Kurdo alîgirê îdîyalogîya çep bûn; Qanatê Kurdo heta dawîya jîyana xwe komûnîst bû, Cegerxwîn ji partîya Sûryayêye Komûnîst qetîya, ji ber ku wê partîyê mafên kurdan nas ne dikir. Lê herduyan jî kurdîtîya xwe ser çeptîya xwe re digirtin, çawa xwedîyê bawarîyên çep wan berî gişkî ji bo parastina nasnameya kurdî, azadîya gelê kurd, yek ji bindestirîn gelên cihanê, kar û xebat dikir.

Çawan mirov jî xeysetê wan nêzîkî hev bûn; herdu jî pir vekirî bûn, çi di dilê wan de bû, ew jî ser zarê wan bû.

Qanatê Kurdo berî gişkî bi rêya kovara “Hewar” bi berhemên Cegerxwîn re dibe nas, lê destpêka salên 50-emîn, sedsalîya XX, bi rêya kurdnasê rûs Vladîmîr Mînorskî herdu dîwanên Cegerxwîn, ku hingê çap bibûn, dikevin destê Qanatê Kurdo.

Sala 1955 an Qanatê Kurdo hevt şiîrên Cegerxwîn ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin û di hingê de poyêzîya Cegerxwîn bû pareke jîyana min jî.

Sala 1957 an pirtûka Qanatê Kurdo, ya akadêmî “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)” bi zimanê rûsî çap bû. Di wê pirtûka zanîyarî de Qanatê Kurdo çawan nimûnên têkstê zimanê kurdî yanzdeh şiîrên Cegerxwîn çap kirin. Ew cara yekemîn bû, wekî li Yekîtîya Sovêtê berhemên Cegerxwîn çap dibûn.

Berî gişkî bi serî Qanatê Kurdo dengê Cegerxwîn gihîşte Kurdên Sovêtê.

Dîsan sala 1957 an, gava şayîrê naskirî Qedrîcan ji bo beşdar bûna Fêstîvala Ciwanan tê Moskva ê, bal wî jimara têlêfona Qanatê Kurdo hebû û ew jimar Cegerxwîn dabûyê.

Hersê mehên havîna sala 1960 î ez mêvanê Qanatê Kurdo bûm. Wan hersê meha Qanatê Kurdo û pirtûkxana wî, ya pir dewlemend, ji min re bûn zanîngeha kurdîtîyê û kurdnasîyê. Berî gişkî, bê guman, min herdu dîwanê Cegerxwîn xwendin, ne tenê xwendin, lê gelek şiîr ber girtin û bi xwe re birin Yêrêvanê.

Havîna sala 1963 an Yekîtîya Sovêtê bi teherekî vekirî piştgirtîya şorişa Başûra Kurdistanê kir. Ev yek ji me re bû helan û piştî em ji bînvedana havînê vegerîyan (ez hingê xwendkar bûm) me yekemîn komela kurdî, bi navê “Şêwra xwendkarên kurd”, bi nehênî ava kir (piştî çend heyva bû ya êşkere). Yekemîn şeva me ser jîyan û berhemên Cegerxwîn bû. Gotarbêjê wê şevê ez bûm. Cara yekemîn di şevekê de berhemên Cegerxwîne niştiman perwerîyê dihatin xwendin.

Dûarojê gelek kesan ew şiîr ji min xwestin û ber girtin. Di wê rojê de şiîrên Cegerxwîn bûn çeka sereke di propoganda me, ya kurdayetîyê de.

Pêwendîyên Cegerxwîn û Qanatê Kurdo, bi rêya nama, ji mêj ve hebûn, lê piştî Cegerxwîn derkete Swêd, pêwendîyên wan hê xurt bûn. Cotmeha sala 1982 an Cegerxwîn çû Lênîngradê û bû mêvanê Qanatê Kurdo. Rasthatina herdu ronakbirên mezin bû cejneke çanda kurdî.

Rumeta Cegerxwîn û berhemên wî bal Qanatê Kurdo gelek bilind bû. Wî pêşgotineke gelekî hêja ji bo dîwana Cegerxwîn, ya pêncemîn nivîsîye.

Gelek caran ez bi Qanatê Kuro re ser berhemên wî dipeyivîm, car dibûn min nêrînên wî berhemên, wî rexne jî dikirin. Eger ez rast bûma dipejirand, eger ez şaş bûma bi bînfirehî şiro vedikir. Bi gilîkî, heta radekê te dikaribû ew rexne bikira, lê du kes hebûn, wekî wî tu caran ne dipejirand wekî rexne li wan bên kirin: ew kes Mistefa Barzanî û Cegerxwîn bûn.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev