ŞÊXÊ SEDEANÎA, DOTA GURCÎA – 1

ŞÊXÊ SEDEANÎA, DOTA GURCÎA – 1

Ji nimûneyên zargotina me – 24

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema bîstûçaran me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a destana “Şêxê Sedenîa, dota gurcîa” raberî we bikin. Beşa duduyan emê bona şemîya bê amade bikin.

Berevkar û amadekarê vê berhemê Emînê Evdal e.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

ŞÊXÊ SEDEANÎA, DOTA GURCÎA – 1

(Beyt)

Eger gede, eger mîr,

Eger xulam, eger feqîr,

Yê tu derê pîr

Eşq û dînê şunetê.

Şêxe ser darê xelîfa,

Ew canik can letîfa,

Qiyameta sal u lîfa,

Ew neys dikir, wê neysketê,

Devtera şêxê cemalê.

Dêm şera-xet û xalê.

Şêx nake xilayê,

Ya ji çîî, yan ji kelê.

Xeysetî dil nele-nel bû,

Ulmekî zorî zefî bal bû,

Rûy sipî bû, şêva kalbû,

Wefat bû ji kyesîretê.

Ulmekî zor lê cema bû,

Teymûr zor lê nema bû,

Horî dî bi dil lê tima bû,

Ronaya findê ketê.

Ronaya findê gihîştê,

Horîa bikura bihoştê,

Şêx dî ser banê keniştê,

Şêx batinî bang biketê.

Şêx batinî keçê dixûne,

Perrdekê ber xwe hiltîne,

Ew xewnê jî divîne,

Perrdekê ber xwe hiltîne,

Tassa meyê can diketê.

Şêx xewnêda dîn dibû,

Sêva sipî rengîn dibû,

Ax dûre roja wî bê.

Ser hev naê heal û reng,

Kêrî me naê ew nav û deng,

Pirçûn dibû ber zilfê şeng

Çeşmê direş dûrin gelek,

Cezbet kevanê reş belek,

Axîn têne şêx gelek,

Ax bixan me kêr netê.

Ax bi xan dûrin hezar,

Şêx hebû çendî dewrêş yar,

Hemû şêx dikin pirsîarê,

Bajar elê hêşetê.

Ehlê têrîz, ehlê milûk.

Hindî mezin, çendî çûk,

Xoce, axa û milûk,

Hemû şêx dikin pirsîarê.

Şêx:-

Ew çi qisse, ew çi derde,

Me û tenî ne tu perde,

Evê yekê gyele me xeberde,

Da bizanê hêşetê.

Gele sofîa qir-qir nekin,

Met hesena ya pir nekin,

Kêfê li min ber sur nekin,

Xweş nîne sewta ji we tê.

Xweş sewta zikrê zewda,

Tê dengê mirîd avda,

Ev ku bikim zikê mecda,

Şêx dibê qir-qir nekin.

Met hesena ya pir nekin,

Kêfê li min ber sur nekin,

Xweş nîne sewta ji we tê,

Emê pêlekê seyran bikin.

Li ber derê dêrê bikin,

Mizgevta wêran bikin,

Kanê ku tê bayê dinê.

Min bikin, we ne bitkin,

Hekîm bi xu, loxma bitin,

Eîsa ji qebrê rabitkin,

Daxa min hêdî nebitkin,

Destê hekîma lê ne bitê.

Dax perengê sor li ser,

Heta sibê rojî bê der,

Yara min xew navîte ber,

Qe sebir-sikana minetê.

Şêx ew sur nekir sitare,

Hazrî digote yare,

Ye li min dota kvare,

Te ez birim ser dînê şewketê.

Te ez bê mertebê bê dîn kirim,

Bê quran, bê yasîn kirim,

Ji yar û bira şermî kirim,

Qe ne şên werda dixûnim.

Bejna bilind divînim,

Dîn dibim ewater dimînim,

Her meha firqanetê.

Qiyameta şekir mesta,

Tu bi horîa lo, lo desta,

Birme dêra xaç peresta,

Tu ez nava xumxê xumxaretê.

Tu ez nava xumrê û şeravê,

Nazikê gerden şebabê,

Te ez reng kirime, -xirabê,

Ev tu noy nesletî.

Te ez evno kirim, evba kirim,

Dîwanî mey xar kirim,

Pêçam dêra jî werkirim,

Ev reng belav ser me tê.

Ev reng belav, ev reng birî,

Çi bikim xelqê hazirî,

Hemla bihîst, têda girî,

Kalîn kete cimaetê.

Kalîn kyete xelqê binik,

Pîr û kal rakirin sivik,

Ber agir aranetê,

Ba agir pêla te tê.

Pêla ku ji malîna me der,

Bê tizbî, şahûl û kember,

Dewl weqest çûne ber,

Nelîn ji ber tîra hacetê.

Nelîn ji ber dêmeê werê,

Nel û pêta Dîlberê,

Germê gihîand cegerê,

Dil ewe, pêt wê ketê.

Nava keçê girt hinave,

Nûra te da pêt û tave,

Hêlek hate nave,

Ew nas dike wê nasketê.

Nêta keçê girt esere,

Ew horîya dêm xewere,

-Şêx dît, daweşîa, çû bere,

Şêx ber xwe avît kirasê rûmetê.

Şêx rûmet hebû bê qeyas,

Baê evînê biribû libas,

Gyeh-gyeh ber xwe davît kiras,

Şêx ber xwe avît kirasê rûmetê.

Şêx: -Agir ketê du jar dibe,

Nehişa mobe ser be,

Şêx têda zeîf jar dibe.

Dîlber: –

Çend roja may, raketî,

Çend roja may, ev heal bihartî,

Şêx rûniştîe, xelq çar kenar

-Tu bûy mesîyê dêm û ketî.

Tu mesîyê ced reş bûy,

Tu dêmê ketî, neheş bûy,

Tu aşiqî, qîzê gulgeş bûy,

Qe xûn û xiyala wî netê.

Şêx: –

Derkete şewqa pencerê,

Singî hate serê,

Nezer da eskerê,

Bûkê dinê cimaetê.

Me pîr digot bezgîr bitin,

Tev xûn ji emê dûr bitin,

Tev xûn ji torê wer bitin,

Herin tize we sufetê.

Ew mişûrê mishîde,

Ji dil û eşqa bû qedîde,

Hevala me weheîde,

Hevala negot-ketî.

Ew mişûrê nav bidnê,

Hevala mavû tenê,

Çû dergehê dil mezinê,

Davît xezîna hacetê.

Davît xezîna nav li ser,

Dêm dur ji dêrê hate der,

Silavek li şêx kir,

Meylê kişane tubetê.

Silav kir dota çîa,

Kalê nexueş rabû pîa,

Ji ber qîzê hevrûya,

Meylê kişand tobetê.

Şêx: –

Meyla evînê heye agire,

Qiyameta lêva şekire,

Kir pirsî,- çend xebere,

Dîlber: –

Kuva têy, kuva diçî kurispî,

Dive te meylek hevî,

Nebe te meqlûbek hevî,

Nebe te dost, mexsûbek hebî,

Loma bîna wê biskê te tê.

Şêx: –

Bêşik we ye,

Navê te qelpê meye,

Esera biska te ye,

Lewza hirî bîn ji mitê.

Biska te ez ewter kirim,

Heybeta te ez êmçî sol kirim,

Çakûç geza mobetê.

Te ez ji gezê givişîm.

Te ez ji hazrî dîn şewisîm

Batin xûnê diherişim,

Kengê bê çerxa qudretê.

Kengê bê xezala çev xirav,

Te ez sotim, braşim bêhesav,

Birqê evînîa vê ketê.

Herdu evînîa birq veda,

Te tîrek milekî min da,

Tejbî evanê eşq veda,

Heta quran jê dernetê.

Dîlber: –

Te bihat kevana yêr menî,

Dêm neynûka xweş benî,

Tu xweş-xweş healê şêx kenî,

Tu magir-mî reng ev weterî,

Tu ne lawekî qelenderî,

Tu ne xortekî gerdenzerî,

Tu ne cindîkî kec bebetê.

Tu ne cindîkî babe tezî

Ez bi te naxum tirîê rezî,

Te qût nînî, sêva bigezî,

Tu bê femî, bê mal bûyî,

Tu bê femî, bê malkarî.

Ser taqetê bê mal bûî,

Tu ji kirneya milxur bûî,

Tu kêrî bazara ne têî.

Ya kala mêr, ya pîra mêr,

Tu bi kalîa naê kêr,

Lema hevrîa tu hiştî lêr,

Ya mîr mezin,

Îrlimin naê kifn,

Ez eîsaî, tu sunetî.

Şêx.

Ez w tu vê qisê pev nakevin,

Em ne ji merteb dînê hevin.

Mexmûrê limin naê em,

Heta tu bêî ser riîatê.

Sosin zemanê cêr snîd,

Dibêm te, -ez manê fersîd,

Eger tu hatî ser dînê mesîd,

Emê bikine riîatê.

Emê riîatê pir bikin,

Emê xubrê-şeravê pir kin,

Mecê şêx Başar to bir kin,

Nan ev ji qismetê.

Aşê mişaq birast bikin,

Sifet-teyet bes bikin,

Şêx çev nas bikin,

Zênar min kêr netê.

Qebûl bike zênarekê,

Herşev-herşev êvarekê,

Dê te bixûnim carekê,

Ew hacetîa zefetîkê.

Emê hacetîa şev bikin,

Pir heneka bi dev bikin,

Pir yarîa hev bikin,

Tu rûnê ser têna şevê.

Tu rûnê ser goşê sobetê,

Şêx hate soc misebê.

Zatî cemala me dibê,

Mehê miqîm pê heye.

Ew şekira dur deve,

Ew menîa paşî eve,

Eger tu hatî ser dînê meve,

Pa tu kêrî gorê me tê.

Sêx go: -Bes bike vê gotinê,

Tu eêrfî, menîek tenê,

Tu ser gişta dînê minî,

Tu min bigrî, ne axretê.

Hey axretê meylek hebî,

Her aşîqê maşoqek hebî,

Tu haj paş roja xu nebî,

Herin tva wesfetê.

Osin, mohbet qis nekin,

Aşoq-maşoq qis nekin,

Her çar hevra qis neki,

Me şêxek dibê menîê bide tê.

-Tu mêceta minî,

Heyranim îdqata minî,

Ser taqetê tu ruhîatî,

Ser taqetê tu neynûkî.

Tu nûr biska bêşikî,

Lib-lib misîna nazikî,

Tu morîa le-tefetî,

Tu morîa ronîa refa şefîfî.

Tu neynûka şahê letîfî,

Tu melhema dur danetî,

Tu melhema mesenî,

Tu horîî, tu perîî.

Te nexşê tune rûretê.

Got: Xudêdaê Qaso, ji nehîya Axbaranê, gundê Karvanserê, Ermenîstanê, sala 1927a.

Nivîsî Emînê Evdal.

P.S. Di wêneyê da heykelê Emînê Evdal e li Goristan-Pantheona Yêrêvanê, ku li wêderê tenê kesên komarê yên binavûdeng binax dikin. Keç û nevîya Emînê Evdal hatine goristanê wî bîr tînin û rehmê jê ra dixwezin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev