Ew bi ruhê xwe va şayîr bû

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û çend berhemên Ûsivê Beko bikin, ku gelek salan di dozgerîya Ermenîstanê da ser karên bi asta bilind bûye. Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên. 

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.
Ew bi ruhê xwe va şayîr bû

Egîtê Xudo derheqa Ûsivê Beko da 

Ûsivê Beko bi ruhê xwe va eynsî şayîr bû. Lîrîzma wî ya nazik, hub-hizkirina dilê wî ya bê hed û hesab berbi merîya, sidqê wî yê qenc, dilêşîya wî berbi wetenê dê – Kurdistana zêrandî û pîre-pîrekirî, ku destê wî nagihîjê, wetenê wî yê mezin û gulvedayî – Yekîtîya Sovyet, li ku çevêd xwe vekir û emirê xwe derbaz kir, hizkirina berbi tebîyetê, nexş û nîgarêd wê, evîna dilê şayîr xwendevana heyr-hijmetkar dihêle.

Hertim, wextê belgêd berevokêd efrandinêd şayîr weldigerînî û xwesma gava şiêrêd wî yêd vekirî dixûnî, hesîneke bi teherekî li merîya hildigere, texmîn dikî, ku tu jî bi hesîneke usa jîyî, ew hemî bi dilê te ra jî derbaz bûye.

Xwendevanê ku efrandinêd şayîr ra nenas in, dema pêşin ji zmanê wî yê sade dikare şikber be, lê tenê dema pêşin. Gotinêd şayîr yên kûrfikir, nazikaya wan fikra xwendevana mecbûr dikin heta kutasîyê wî bixûnin.

Dijwar e merî biryarê bide, ka Ûsivê Beko şayîr e yanê nivîskar e. Prozayê da jî ew şayîr e. Şirovekirina wî, akila zmanê wî ya şîrin li xwendevana xweş tê. Badilhewa nîne, ku şiêrêd şayîr yên vekirî usa bi hewaskar û kûrfikir in û di nava lîtêratûra kurda ya Sovêtîyê da cêribandinêd pêşin in û di wexta xwe da jî rind hatine qîmetkirinê.

Bi berevokêd Ûsivê Beko “Bilûr”, “Keskesor”, “Hisreta min”, “Mêvanê royê”, “Efrandinêd teze”, “Payîz” ra xwendevan nas in, derheqa serhatîya emirê wî da jî zanin, ku rêke dijwar û sîanet ra derbaz bûye. Şayîr bi dilekî şewat û bi êşeke kûr him jînenîgarîya xwe da, him jî efrandinêd xwe da derheqa zarotî û xortanîya xwe ya tal da dinvîse û heyfa xwe pê tîne, ku salêd çiqas dijwar û giran para wî û bi hezara merivêd silsileta wî ketine. Rev, kuştin, xelayî, nexweşî rêberêd şayîr bûne heta wî çaxî, wextê ji pareke cmaeta me ra serqurneke emir û jîyana teze vebû.

Şayîrê dewra teze xwend, di komara Ermenîstanê da karê dewletê kir, bona parastina welatê xwe bi faşîstan ra şer kir, bi ser ket.

Him di emir da, him jî di efrandinêd xwe da Ûsivê Beko yekî nazik û dilrehm e bona kirin û tiştêd qenc, lê ji vêya zêdetir jî berk û bi înk e hindava nerastîyê, neheqîyê û zordestîyê. Ew di helbesta xwe ya “Xeysetê dilê min” da bi xwe ser dilê xwe ecêbmayî dimîne, ku ew carana qey bêjî “birûsk û bager e”, wextê rojêd oxirmêd giran dil û xîreta wî rehetîyê nadine wî, lê cara jî ew ji “gulê naziktir e”, weke dilê xortê bengî dinyak dikare tê da cî bibe.

Heyf, gelek-gelek nêt û meremêd şayîrê kurd di rûyê mirina bê wede da nîvcî man. Hesreta dilê wî ew bû, ku cmaeta xwe aza û serbest bibîne, mîna para wê ya li Ermenîstanê.

Li jêr em çend serpêhatîyên wî yên kurt raberî we dikin:

BÎRA MIN DIÇÛ KU EZ XULAM IM

Herdem ji bîra min diçû, ku ez xulam bûm û tiştekî min tunebû, çimkî bêxweyî û bê xudan bûm.

Ji cahilêd xelqê bi tu tiştî va paşda ne dimam. Xelqê tenê wî çaxî ez bîr dianîm, gava xebateke wane giran yanê jî temîke wane ferz hebûya.

Carekê hevalê minî xulam min ra got: “Ez ji te ra rast bêjim, ez hevsûdîya te dikim”.

Min go: “Heyran, bona çi, ez kî me?”.

Ewî got: “Ku ew bejin û bal, ew bedewîya te, ew qewat û hunurê te yêd min bûna, lo niha di zû da ez bûbûm zavayê axakî…”.

Wedekî şûnda min texmîn kir, ku nava qîzêd gundê me da tenê çevêd bedewekê li min e. Çiqa cara, gava ew rastî min dihat, min texmîn dikir, ku kesereke kûr di dilê wê da hêwirî ye, lê xwe zeft dike.

Carekê jî tevî hevala, xas û qumaş li xwe kirî, rastî min hat. Ewê xwest nêzîkî min be, lê di cîyê xwe da sekinî û rast li çevêd min nihêrî. Gelekî nerehet bû, teyê bigota ji tiştekî nerazî û medekirî ye. Nihêrî, nihêrî û bi dilekî şikestî vebeşirî. Hema wî çaxî hevalêd wê avrû dane min û ew birin, çûn…

Min texmîn kir, ku hevalêd wê eyba xulamtîya min dane rûyê min.

Lê tebîyet zor e, ya xwe dike.

Min ra digotin: “Êvarê, gava tu rûniştibûyî hafa gêlî, te li bilûrê dixist, qîza filankesê peyê bilûrlêxistina te dida”. Min dixwest bizanibim, ka gelo ew tenê bilûrlêxistina min hiz dike? Diqewime sibê jî ew ji min hiz bike?

Ka kî serederîyê fen û fêlêd vê dinyayê dike? Û min hê zor da bilûrê û kilama.

Ez hertim di heyra wê da bûm, lê ji bîra min diçû, ku ez xulam bûm û tiştekî min tunebû, ku bê xweyî û bê xudan bûm. 

RAMÛSANA PÊŞIN

Bahar bû. Gundîyêd me haziraya xwe didîtin derkevine zozana. Konê xwe derxistibûn derva, pîne dikirin, hinek jî

çît, sing û şirît didane ser hev.

Me – zara jî bin konê raxistî da ji xwe ra dilîst. Usa qewimî, ku hema di bin konekî usa da, bêy hemdî xwe, min qîza cînarê me ramûsa. Ewê dengê xwe ne kir, ez jî bi kirina xwe qure dibûm.

Ji wê rojê çend sal derbaz bûn. Ramûsana di dilê min da veşartî sal bi sal şîrin dibû. Ez heyra wê da bûm. Ew îdî bûbû qîzeke kawe-kubar, ez jî hemî xort bûm.

Rojekê jî min dît wê cêr li ser milê wê, tek û tenê ji kanîyê tê. Min kincê xwe rast kirin, kolozê xwe qot kir, bi guman berbirî wê bûm. Min selam dayê, ewê bi dengekî nimiz selama min vegirt. Min ramûsanek jê xwest, ewê got:

-Dûrî min here!

Dînê, çi qewimî ye? -min go,- ne ez dîsa ew filankes im. Evda Xwedê, çi qewimîye? Lê ew ramûsana mine berê?

Ewê got:

-Belengazo, ramûsana çend sal berê bîra kê tê? -ewê bê xof li çevê min nihêrî û ji min dûr ket.

Ax, lê ew ramûsanêd berê hê ji bîra min ne çûbûn. 

KEVIRÊ SURA DILÊ ME

Di nava rojê da min du dena kerîyê pêz dianî bêrîyê. Xweyê wana dihatin vediqetandin, dibirin.

Zingîna beroş û elba, qalme-qalma merîya, kalîna mîya, mikkîna bizina bû. Teyê bigota ewana tev zmanê hev fem dikin, hev ra xeber didin, li hev hêrs dibin, yanê ber dilê hev da tên.

Ez jî ketibûm telde, heyr-hijmekar li çûyîn-hatina wê dinihêrî. Min kerîyê pêz kêleka axilê bavê wê ra dianî bêrîyê û dibir û li wir kevirekî mezin hebû.

Ewê bi teherekî mecal xwe ra didît, dihat li kêleka min ra derbaz dibû, yanê min ew bi çeva dida serwextkirinê, ku rex kevirê mezin em rastî hev bên.

Wextê ez bînteng dibûm, ew kevir ber dilê min dibû mînanî ziyaretekê.

Pey dotina pêz ra fesal nêzîkî kevirê sura dilê me dibûm, min tiştek datanî wir, dûr diketim. Ewê jî xût bi wî cûreyî dikir.

Ewê carna dezmalek, sêvek, hurmîk, yan jî titûn û kaxezêd cixarê, herneyse, çi ku ji destê wê bihata, dida ber wî kevirî, ku ez hildim. Min jî alîyê xwe da neynik, morî, sedef, benîşt, çerez datanîn wir.

Ew kevir ji me ra bûbû besbir, sitar û qey bêjî bext û mirazê me digîhande hev û bona me ji merîya jî amintir bû… 

ŞERÊ GUNDÎYÊD ME

Xeysetê mêrêd gundê me usa bû, ku carna bona tiştekî ne tu tişt dibezîyane hev, çêrî hev dikirin, gef û gurr li hev dixwerin.

Rojekê kurê Keleş û kurê Mecît bi hev ra kap dilîstin. Bi zmanekî şîrin ji hev ra “can” digotin, “can” dibihîstin. Lê paşê çawa bû, bona ne tu tiştî bezîyane hev. De, zaro ne, carna mînanî du dîkêd nes radibûne hev. Pê kulma û linga têr li hev xistin. Ser çevê hevdu herişandin, gilîyêd netê ji hev ra gotin, çêrî hev kirin, paşê çûne malê, şikyatê xwe li bavêd xwe kirin.

Keleş û Mecîtê bavêd wan gava ev yek bihîstin, her yek di hindava xwe da gele hêrs bû. Keleş got: “Wan kafirana çi anîne serê kurkingê min, çi ra ew bêxweyî ye?…”.

Mecît jî ji wî berî got: “De tu were min û wana binihêre. Çira bavê kurê min mirîye, ku ev yek anîne serê wî?”.

Her yek gopalek hilda destê xwe, ji malê derketin. Kela wana usa rabûbû, ku tu kesî nikaribû ew zevt kirana.

Jinêd wana ketine ortê, gotin:

-Şerm e, zaro ne, tişte nabe.

Lê çar li wana nebû.

Gundî gava pê hesîyan û dîtin wê zulmek çê be, karê xwe kirin bikevine ortê, nehêlin şer pêşda bê.

Çend merî fesal, bêy lezketin çûne pêşîya wan. Ewana nêzîkî Keleş bûn, selam danê, ewî selama wana vegirt. Hesenê extîyar, ku di gund da hesab dibû yekî zef maqûl û hurmetlî, gote Keleş:

-Keleş, lao, ser çeva ra hatî, qe kêf û halê te çi ye?.

Ewî cab da, got:

-Kekê Hesen, xulamê çevê te me, de, anegorî zemîn dijîn”.

Yekî din nêzîk bû, gotê:

Keleşê bira, ser çeva, gelo xêr e tu hatî mehela me?

Ewî caba mêrik da, got:

-Kelê te sax be, de!

Şêx Silo hat, got:

-Keleşê mirîd, ser çeva, kêf-halê te çi ne, evdê Xwedê, min zû da tu nedîtibûyî.

-Destê te radimûsim, xulamê çevê te me, Şêx Silo, ber rehma Xwedê me.

Merîyêd mehela dinê xût wî cûreyî Mecît dane xeberdanê. Bere-bere gele merî hatin, dora wan top bûn. Kî hat silav kir, gilîk got. Xêle wede usa derbaz bû. Ketine nava xeberdanê. Ji merîyêd topbûyî her kesekî derheqa tiştekî da xeber dida, derheqa gundêd cînar, pêz, qewmandinêd rojê û tiştêd mayîn da. Diqewimî çend merîya bi laqirdî qerfê xwe hevdu dikirin, yêd dinê şa dibûn, dikenîyan.

Mijûlîya gundîya, bawerbikî çend sehet kişand. Nava wî wedeyî da Keleş û Mecît bi xwe jî pê ne hesîyan, ku çawa hêrsa wana danî, bêy şer û dew vegeryane malêd xwe.

Rojtira din kurê Keleş û kurê Mecît dîsa şa tevî hev dilîstin.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemên Ûsivê Beko kir, ku gelek salan di dozgerîya Ermenîstanê da karên bi asta bilind kirîye.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev