Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Vegotina ”Derdê Bêderman”: “Xadim”a Selahattîn Bulut

Vegotina ”Derdê Bêderman”: “Xadim”a Selahattîn Bulut

Salihê Kevirbirî

“Vê sibehê li mala Xelîl Beg te ax biavêta li erdê nediket. Bi zarokên xwe re keç, law, bûk û zavayên wî; tevî keç, law, bûk, zava û torinên xwe xwişk û birayên wî; bi malî jin û mêrên ji aliyê malbata xwesû û xwezûrê wî, bi gewrbûna serê sibehê re giş hatibûn mala wî. Bi bilindbûna rojê re hatina merivan, nas û dostan her ku diçû zêde dibû.li ber derî londerek sol çêbûbû. Ne rûniştî, ne jî li ser niga di mal de cîkî vala nemabû. Ji wê saetê û bi şûnde yên ku hatin pîreka Xelîl Beg Berfê, ew li ser gîhaşînka bergiya malê û li ber dîwarên xênî bi cî kirin. (…) Berfê wê rojê li tev emrê wê yî derbasbûyî, wê hilmekê nig di bin xwe de venekir û xwe neda erdê. Ew îro bibû sivika malê. Nigekî wê li hundir, yê dinê li derve bû. (…) Tembî li qîz û bûkên xwe dikir. Emir dida law û zavayên xwe, suxre bi torinên xwe dikir, baz dida midbaxê xwarinên ku pilqe pilqa wan bû dikeliyan li hev dixist, bi kevçiyên cihê cihê tehm dikir, agirê di bin dizik û beroşan kêm û zêde dikir û xwe bi xwe ”hê çend kel pê maye…” digot. (…) Xelîl Beg, piştî ku li saeta xwe ya li zendê wî xwe bera ser qirpika destê wî da bû nêrî, temiya tiştin di hişê wî re derbas bibû li pîreka xwe kir, kujên kurtikê xwe xiste bin kembera pantorê xwe, hinek lewante di rûyê xswe da, porê xwe yê mayî yê ku wek pemboyê li ber rêsê bû bi kefa destê xwe dûz kir, şewqê xwe yê rengkewî çarqozî da serê xwe, qondera xwe bi kevnepaçekî biriqand, hinek pereyên hûr li zarokên ku xwe bi çongên wî ve girtibûn bela kir û bi law û birayekî xwe re derketin derve. Li ber qoziya xênî bûrayê Xelîl Beg di texsiyê de li bendî wan bû, siwar bûn û bi rê ketin…”

***

Yek ji pêşketîtirîn çîroknivîsên kurd Selehattîn Bulut, her wekî kitêba xwe ya berê “Bihûşta Lal” vê carê jî bi kitêba xwe ya bi navê “Xadim”; spehîbûn û herikbariya çîrokbêjiya kurdî derxistiye asta rajorîn. Her wekî ji van hevokên jorîn jî diyar dibe, li Mala Xelîl Beg xirecireke biheyecan heye. Sedema vê yekê jî, hatina malê ya Jêhat e. Jêhat kurê Xelîl Beg e ku deh sal in di Hepisxaneya Diyarbekirê de girtî ye. Li gorî tevahiya endamên malbatê, rojên xerab li paş mane. “delalê ber dilan” ji nav çar dîwaran rizgar bûye û êdî rojên xweş û baş li pêş in. Her kesek li gorî xwe ji Jêhat hêviyan dipê. Li gorî Dayîka Berfê, zewaca kurê wê û xwesteka zêdebûna neviyan; li gorî Beharê zewaca bi Jêhat re, li gorî Cemal jinûvekarkirina Jêhat bo rêxistinê; li gorî Robar û Avşa limalmayîna birakê wan…

Lê belê piştî kurtedemek pê dihesin ku hêviyên li bendê bûn winda bûne an jî winda dibin. Jêhat, li hepisxaneyê ji ber tehdeyî û îşkenceyên giran û ne-mirovî ji mêraniyê ketiye. Ji malbatê kes pê nizane, lê tu tehma jiyanê bo Jêhat nemaye. Jêhatê deh sal berê çûye, Jêhatekî din hatiye. Dinya jê re sar e, xweşikahiyên jiyanê jê re tehl in, xweziya xwe bi mirinê tîne. Kesekî/a ku derd û kulê xwe jê re bibêje tuneye. Hene lê vegotin jê re ji mirinê çêtir e. Lewre biryara terkeseriya xwe yekem car ji birayê xwe yê biçûk Robar re dibêje;

“Robar dixwazim ji te re tiştekî bibêm.”

Robar bi mereq li kekê xwe nêrî û sekinî.

“Ez zanim wê ji bo we tevan pir zor be, lê dîsa jî gerek ez bibêm, dixwazim ji vir herim Robar!”

“Herî ku derê? Tu çi dibê keko?!”  Got û dest û nigên wî ricifîn.”

(…) Jêhat û Robar serê wan di ber wan de, mîna ji hevdu birevin bi lez dimeşiyan. Berfa ku bi bê re dibûrizand wek camên şikestî li rûyê wan diket. Hundirê herduya jî tije bû, bipeyîviyana gelek tiştê ji hevre bigotina hebû, lê ne robar li kekê xwe fitilî, ne kekê wî deng lê kir…

We paragrafa destpêkê xwend. We bi eşkereyî dît ku Selahattin Bulut çawa bi hosteyî dîmenên amadekariyên bo vegera Jêhat bexşî me xwendevanan kiriye. Pirtûka dabaşa mijarê ji panzdeh beşan pêk tê. Bêyî mubalexe ango nepixandin dibêjim ku Kekê Seleh, heman hosteyî di tevahiya beşan de kiriye. Fermo, niha jî, ji pênûsa nivîskar dîmenên roja terkeseriya Jêhat bibînin. Bi vî awayî bi “edebiyateke qerase” vegera bo malê û terka mal-malbatê bidin berhev:

“Vê sibehê li mala Xelîl Beg zêde kes tunebû. Li ber derî hew pênc-şeş cot sol hebûn. Bi gewrbûna serê sibehê re, ewilî keçika wî –di himêzê de lawikê wê yê çel rokî- mêrê xwe û li dû wan de bi jin û zarokên xwe re herdu lawên wî hatibûn. Televizyona Xelîl Beg girtîbû û li dinyê çi diqewimî meraq nedikir. Berfê tembî li kesî nedikir, emir nedida dora xwe û suxre bi kesî nedikir. Doşek û balîf di kulînê de hilanîbûn û yastıxên rûyên wan bi motîfên gul û teyrikên nexşkirî ne li berf pala kesî bûn. Ji midbexê dengê fincan û ferfûriyan nedihat û keçikên nûhatî çay û qehwê nedigerandin. (…) Berfê li walêz nêrî û kezeba wê şewitî: ”Min digot qey ez hew walêzan dibînim!..” û bû kûrekûra wê. (…) Xelîl Beg li saeta xwe nêrî û rabû ser xwe. Lewante di rûyê xwe neda û porê xwe yê boz dûz nekir, şewqê xwe yê çarqozî da serê xwe, şekalek bi ser nigê xwe ve kir û derket derve. (…) Biharê li ber pacê li texsiya zer î ku li ber deriyê mala Berfê sekinî bû dinêrî û wek benikê morîkan li stûyê wê şidiyabe tilîka xwe pê ve daleqandibû. Û dikişand. Wextê dît Jêhat di destê wî de bi walêz ji malê derket, benikê hêviyên wê qetiya û morîkên wê li ber pacê belav bûn. Kêlîkekê bi qasî pinpinîkek basikên xwe veke û bigire Jêhat li Biharê nêrî û ket texsiyê. Jêhat çû…“

***

Her çiqas „Çîroka Dirêj“ a Selehattîn Bulut ji panzdeh beşan pêk were jî, du merhale an jî pêvajoyên girîng bi eşkereyî xuya dibin; yek merhaleya li Diyarbekirê dudu merhaleya Stenbolê. Di nava van her du merhaleyan de dîmen û vegotinên hewçend balkêş û herikbar hene ku hew mirov bi xwe dihese ku kitêb bidawî bûye.

Vêca herikbariyeke çawa? Herikbarî û şahîkiyeke wisa ku mirov xwe yek ji lehengên nava kitêbê dibîne û dihesibîne. Min bixwe, xwe di gelek beşên kitêbê de li kêleka Jêhat dît, li civata Xelîl Beg dît, bi Jêhat re çûm Stenbolê, li ser maseya Hesen û Sebro me bi hevre taştê xwar, li Nexweşxaneya Ermeniyan min jî serê xwe bi Jêhat re tewande ber xwe…

Di gelek cihan de hestiyar bûm, car çêbû gotin di gewriya min de asê man, çavê min şil bûn. Lê car hat têra dilê xwe bişirîm, bi ser de jî keniyam. Gava ku li Stenbolê li seyareyan siwar dibin ku siwarbûna seyareyan ji Jêhat re gelek ecêb û seyr tê. Li ser vê rewşê halpirsîna Hesen û bersiva Jêhat, pirqînî bi min xist:

„ (…) Ma hê pir maye?“ Jêhat got.

“Na na va ye em hatin, ber bi derî here, emê peya bin.” Hesen got û deng li Şofêr kir:

„Şofêr Beg li cîkî musaîd…“

Hê teker dizivirî deriyê otomotîk vebû. Li dû hev xwe avêtin. Jêhat çend gavekî teyisî û sekinî.

”Jêhat tu baş î?” Hesen got û wextê l ênêrî tiştekî wî tune pirqînî pê ket.

“Çi baş e law, bi şeref derbasbûna binxetê jî ne wenî ye!..” Jêhat got û ew jî keniya. (…)

Ev aliyê edebî bû ku min li gorî hêz û qeweta xwe şîrove kir. Helbet “Xadim” ji şîrovekirina min spehîtir, bedewtir, têrnaveroktir û edebîtir e. Min bi kêfxweşî xwend bêyî ku ji destê xwe berdim. Serdema nivîsandina min, serdemeke ne baş bû ji bo min, heye ku rojeke din/careke din ez li ser vê kitêbê bi awayeke din/bi hestên cudatir binivîsim. Lê niha ev e…

Herçi aliyê trajîk ê kitêbê, serpêhatiya serlehengê me Jêhat bixwe ye. Nivîskar, di kesayetiya Jêhat de, serdemeke qirêj, tarî û “quzulqurt” rapêşî dêhn û bala me xwendevanan dike. Siheta wî xweş, gelek jî bi hostehî dike. Heta niha gelek nivîs-gotar li ser Hepsa Diyarbekirê û wehşeta lê hatiye jiyandin, hatine nivîsandin. Kitêbên ku behsa vê “derdê bêderman” dikin, kêm bin jî hene. Lê ez bixwe yekem car di berhemeke wisa edebî de, pêrgî dîmenên li nav qawîşên sar ên wê hepsê de hatim…

Wisa diyar e nîqaşên li ser kitêba Kekê Seleh dê di rojên pêş de jî berdewam bin. Ligel ku kitêb nû ye, gelek fikir û ramanên hêja, girîng û watedar li ser hatine kirin/têne kirin. “Kitêba “Xadim” roman e an çîroka dirêj e?” yek jî nîqaşan e ku tê kirin. Li gorî nivîskar –di destpêka kitêbê de jî hatiye nivîsandin- berhema wî “çîroka dirêj.” Li gorî hinekan çîrok e, hin kes jî dibêjin ku roman e û ne tişteke din… Bi ya min jî roman e û gelek taybetmendiyên romanê di nava xwe de dihewîne. Heger pirsgirêk kêmbûna rûpelan be, bersiva herî baş nivîskarê kurd Mihemed Sanrî di nivîsara xwe ya li ser kitêbê de, bi kurt û kurmancî xweş gotiye:

“Xadim ji aliyê hecma rûpelan ve, kêm zêde li dora 80 rûpelî ye, lê ew bi giraniya 800 rûpelan xencera xwe di nava sîngê mirovî dide û di nav de dihêle, digihîne hestî, goştî ji hestiyî radike diperitîne…”  (Mihemed Sanri, www.kulturname.com  03.05.2008)

Gotina dawî;

Spas Kekê Seleh ku te “Xadim” bexşî me kir û li Pirtûkxaneya Kurmanciya Rewan zêde kir…

Malî ava…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev