Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 8

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!

Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ez Bêlla Stûrkî mêvandarîya bernameya „Civak ûsîyaset“ ya 8an ya radyoya Ria taza dikim. Çawa me we pêşda agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnamager, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Iro mijara bernama me rewşa kurdên deverên Bakurê Kurdistanê ye ku qedexe têde hatiye ragîhandin, rewşa mafê mirovan li wan deveran de, ji bo pêşketina dêmokrasiyê û rêzgirtina mafê mirovan li Kurdistanê û Tirkiyê çi gerekê bê kirin, derheqa sîyaseta agrêsîv û sert ya hukumeta Tirkîyeyê himberî xelqên sivîl yên deverên qedexekirî, derheqa sêyemîn civîna çareserkirina aştiyane ya kirîza Sûriyê li bajarê Jenêvê yê Swîsra, derheqa civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re li ser sê mijarên girîng: Rêfêrêndum, kirîza serokatiyê û kirîza aborî. li ser wê mijarê û mijarên din yên rojane min digel rojnamevan û nivîskarekî kurd, endamê sazîya navnetewahîyê ya mafên mirovan, birêz Gabar Çiyan ra hevpêyvîinek çê kir. 

 Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mevanê bernameya me. Kî ye Gabar Çiyan?

Gabar Çiyan, rojnamevan û nivîskarê kurd, endamê saziya navnetewahîyê ya mafên mirovan e. Sala 1963 an li Bakurê Kurdistanê hatiye dinyaê. Bi eslê xwe ji hêla Mêrdîn, Darê ye.

Gabar Çiyan Ji sala 1977 an rojnamevaniyê dike. Sala 1988 an ji ber zexta dewletê mecbûr ma derkeve derveyî welêt..

Pisporê metbexa fransî, grekî û îtalî ye. Perwerdeya şano stendiye. Di 1993 an de xelata rojnamevaniyê a Mûsa Anter wergirt. Di Enstîtûya kurdî a Stockholmê de xebitî. Ji bo avakirina Enstîtûya Mesopotamîya li Swêdê di gel rewşenbîrên asûrî/suryaniyan kar kir.

Birêvebiriya kovarên Şano û Sînema û Cîhana Weşanan û niwêneriya rojnameya Yeni Ülke li bakûrê Ewropayê kir. Di kovara Rewşenê da xebatên wî çêbû. Nivîsên wî di gelek rojname û kovarên kurdî de belav bûne…

Gabar Çiyan nivîskarê rojnameya rojane Tigrîs e. Tigrîs li Amedê, bi kurdî û turkî dertê û li bakurê welêt belav dibe. Wî hejmarek kitêb nivîsîne. Beşek ji pirtûkên wî li ser çanda Asurî û Suryaniyan e, lîstikên şanoyî ne û senaryo ji bo rêzefîlman e. Hinek ji kitêbên wî ev in: Asurî/Suryanî 1-4, Pirsa Sînema Kurd û Yilmaz Guney (lêkolîn), Êşa Zirav (şanoname), Mindalekan (şanoname), Pêkenokên me (lêkolîn), Dîroka surgunkirina kurdan (lêkolîn), Mehmed Uzun diaxive (hevpeyvîn)…

10 salên dawiyê bi pirsên ewlekariyê û mafê mirovan li Kurdistanê mijûl e. Serokatiya giştî yê dezgeha mafê mirovan CHAK ê kiriye. Endamê Amnesty International û Reporters Without Borders e. Niha Koordînatortiya EuroKurd News- human rights Ofîsa Dokumentasyonê a Mafê Mirovan dike. Her wisan, beşdarî xebatên “Koalîsyona Dadgeha Cezakirinê ya Navnetewî-CICC” ê dibe. Nunerê saziya navnetewî ya rojnamavenên sînornenas e, herwiha endamê partîya Keskan ya Swêdê ye.

Vê demê di gel malbeta xwe li Stockholmê dijî

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên rojnamager, nivîskar û endamê dezgeha navnetewayê ya mafên mirovan, Birêz Gabar Çiyan bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev