Pirtûka Gulîlê bû nûnera helbestên kurdên Xorasanê

Ebas Ferhadî Topkanlû

Gulîl deverek ji warê kurdên Xorasanê ye ku ruhê çiyayên Kurdistanê, bêhna gul û sosinan a zozanê, dengê şalûl û bilbilên ax û warê kewnare ya wan têxîne bîra wan. Gulîl, şûna kulîlk vedana evîn û vejandina hest û ramanên kurdewariyê ye.
Gulîl îroj ketiye navbera sinora Îran û Tirkmenistanê. Wek binxet û serxeta Kurdistanê. Lêbelê Serxet û Binxeta Kurdistanê bi riya hesinî çê bûn û yê Xorasanê bi rijandina xwîna egît, serdar û hêsîriya jin û zarokên kurdan pêk hatiye. Darên merxê, darên ku tenê li Xorasanê û Kurdistanê şîn dibin, yek ji hegerên nêzîkatiya wan waran e. Çawa li helbestên sêxiştî ya Kurdên Xorasanê tê xwendin:

Va çiyana çiyê me nînin,
Merxê çiyê me hêşin in,
Kewê li wê rind dixwînin.

Gulîl herwuha navê pirtûka helbestvanê 72 salî yê bakurê Xorasanê ye. Bîjen Eqdesî li sala 1943ê li nav êl û eşîrên kurdên Xorasanê hatiye dunê û îro bûye aldarê çanda zimanî û bîrxistina erf û edeta kewnare ku dê ji bona asîmilasiyona çandî bihele. Gulîl wek Hawarê, dengê zanîn a kurdan e.

Helbestên Gulîlê tijî hest û ramanên evînî, felsefî, welatparêzî, irfanî, êş û jan a helbestvanê ji bona kelepûra jibîrbûyî ye. Gulîl banga jiyan dike. Gulîl li helbestên xwe janên me, birînên me, keserên me, rojên xweş ên borî, dîroka dûrketin ji welêt û xemlên guzeranê tevî bêhna jinûvejiyandina peyivên kurdî, bi bîr tîne. Gulîl, qulpek ji deryayê edebiyata Kurdî ye. Gulîl bûye stûna vegirtina kona kurdewarî li Xorasanê.

Pirtûk bi têkoşîna Yeqûb Hatemî hatiye amade kirin. Hatemî di gel wergera helbestan bi farisî, du rênivîsên latîniya Kurmancî û aramî jî li pirtûkê guncandiye ku nifşa nû jî bikarin bi hêsanî jê têbigihêjin.
Nimûnek ji helbestên Bîjenê Eqdesî ku bernavka xwe kiriye Gulîlê:
Xudawenda tu zanî, derdê dilî min çî ye,

Derdê minî bê derman, birîna min karî ye,

Rokê je royan rawûm, Gulîl kullî min tevda,

Dilê min pir bijiyayê, min dil we refşa wî da,

Verketime merza Bîrê, kire çirê le çiyan,

Xicawê min taw xarwû, le kêmer û le zawan,

Min je hengê lo degot, min got lo lo çiyana,

Kanê şêr û şabazê, bebrê le we geryana,

Nizanim ez raketwûm, ser de xew ya ez pawûm,

Je Sîrqûz xicawek hat, veceniqîm ez rawûm,

Got navî min Gulîl e, je min weled nemaye,

Av û şemal giya gul, xakê min kîmiya ye,

Min got eger razî wî, navî te dedeme ser xwe,

Her kînga ez bimirim, sidr û kafûr gul merx e,

Xakê te pir we giyan, ez tev le wê xakê wim,

Hînga ez jî Gulîl im, le nav çiyan bêlî wim,

Eger tu dewî Gulîl, her çi dewêm go dagir,

Werketî merza Bîrê, le Gulîlê rind bifkir,

Le reşik û kirkawê, le şivîşk û le merxê,

Le nîrî û berîn, le miyê û le berxê,

Le helliz û le qesniyê, le anix û mîxekê,

Gul sosinê gowend girt şala swîr le wer fekê,

Le qancîrka gul çeqer, gulê swîr û gulê boz,

Bifkir le mayna Mele, le vî çulla kirye toz,

Le meyan û le miyan, le barre barrê berxan,

Kwînê reş vedegirtin, keçik rabûn dew kiyan,

Dew we meşkê da dewê, ez dew ninim dermanim,

Dermanê kullî derdan, min nas nakin hêranim,

Nika çûme Gulîlê, pez birçî ye le çollê,

Xak le Gulîlê tinne, avê ew biriye Gollê,

Suwê pez tê ser malê, şîr tinne le gandîlê,

Le Şivê û Xelîfe, Kaltem û Berfendîlê,

Ne xicawa meşkê tê, ne pîstik e ne kulîn,

Didanê berxan rijyan, feka berxan bû birîn,

Gulîla me pûrt kirin, mîna kewa nikil swîr,

Ta le dunyê ez heme, derdê wî nawê je bîr,

Mensûr gotiwû Ene-lheq, we vî guneyew kuştin,

Gunê Gulîlê çi wû, merx kuştin û gul miştin?

Pirtûk ji 312 rûpel pêk tê û li weşanxaneya bajarê Bicnûrd ser Xorasanê bakur hatiye çap kirin. Gulîl roja 30a meha çileyê hate rûvekirinê û ber bi mala kurdên Xorasanê va çû. Em kurdên Xorasanê zêdebûna pirtûka Gulîlê bi pirtûkaxaneya kurdî pîrozbahî ji bona gişt kurdên dunyayê dibêjin.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev