Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Ez – Têmûrê Xelîl, kurê Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd…”

“Ez – Têmûrê Xelîl, kurê Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd…”

Salihê Kevirbirî

Têmûrê Xelîlê Çaçan, yek ji rojnameger-nivîskar-wergêrên şareza yê gelê kurd e. Jiyana ku sala 1949-an li Rewana Ermenîstanê di nav malbateke rewşenbîr de destpê kir, vê gavê li Swêdê berdewam dike.

Ezê gotara xwe bi çend taybetmendîyên Têmûrê Xelîl û malbeta wî raberî we bikim, ku di nav ronakbîrên kurdan da tekane ne.

1.Têmûrê Xelîl yekemîn kes e, ku gelek salan di hemû çapemenî û radyoyên kurdî yên fermî yên Yekîtîya Sovyet da kar kirîye: di rojnameya ”Rya teze”, radyoya kurdî ya Rewanê, radyoya kurdî ya Moskvayê. Herwiha 5 salan jî bûye cîgirê berpirsyarê rojnameya ”Golos kûrda” (”Dengê kurdan”), ku Navenda çanda kurdî li Moskvayê bi zimanê rûsî, lê ser kurd û Kurdistanê çap dikir.

2.Malbeta Têmûrê Xelîl belkî yekemîn malbet e, ku neferên wê bi tevayî weke 100 salan bi profêsyonalî karê rojnamegerîya kurdî xurt kirine. Ango, 100 salan di rojê da bi kêmanî 8 sietan ew kar kirine. Bavê Têmûr – Xelîlê Çaçan 24 salan serok û berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê bûye (ji sala 1957an heta sala 1981ê), diya wî – Eznîva Reşîd 27 salan bêjera wê radyoyê bûye (ji sala 1955an heta sala 1982an), keça Têmûr – Mîdîya ji kurdên Sovyet yekem kes e, ku fakûltêya rojnamegerîyê ya Ûnîvêrsîteya Yekîtîya Sovyet ya sereke ya ser navê M.Lomonosov li Moskvayê temam kirîye û gotarên wê di gelek rojname û kovarên kurdî, ermenî û rûsî da da çap bûne, wek ”Armanc”, ”Novîy Kurdîstan”, ”Roja Nû”, ”Ankaxûtyûn”, ”Sûdarûşka” û yên din. Têmûr bi xwe jî zêdeyî 40 salan e di wî karî da ne û niha jî berpirsyarê vêrsyona kurdî ya malpera www.riataza.com e.

3.Eger em bidine ber çavan, ku ji hemû karên kurdên Sovyet ji hemûyan pirtir karê radyoya Rewanê gihîştîye gelê me, bêtir jî bi riya stiranên wê, em dikarin bêjin, ku hema bêje hemû sitiranên kurdên Sovyet bi saya serê Xelîlê Çaçan hatine qeydkirinê (me gelek caran îzbat kirîye, ku eger ne camêrî, welatparêzî û bêxofîya wî bûya, weyê îro dengê Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Şebabê Egît, Zadîna Şekir û yên din ne bihîsta), hemû sitiranaên kurdên dervayî Sovyet, wek Şivan Perwer, Gulistana Perwer, Mehmûd Qizil, Eyşe Şanê, Husênê Farê û yên din Têmûrê Xelîl peyda kirine û wek hediya dane radyoyê (di dema Sovyet da qedexe bû pêwendîyan bi kurdên derva ra daynî, bi wan ra bikevî nava têkilîyan, lê ew ne ji bo Têmûr bû) û diya Têmûr jî ew bi radyoyê belayî Kurdistanê kirîye. Ewî bi kesên wisan bi nav û deng ra hevpeyvîn kirîye, wek Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Ebdurehman Qasimlo, Osman Sebrî, akadêmîk Nadirê Kerem Nadîrov û gelek kesên din yên bi nav û deng ra.

Têmûrê Xelîl ji sala 1997-an ve li bajarê Stockholmê dijî. Xwendina xwe ya bilind li ser fîzîk-matematîkê kiriye û di navbera salên 1974-1977-an de li gundekî kurdan a bi navê Sîpanê, dersê matematîkê daye zarokên kurdan. Dû ra vegerîyaye Rewanê, di Înstîtûteke zanyarî-lêgerînê da wek mihandizê sere kar kirîye (bi rûsî: ЦНИИС), lê pişt ra bi qasî 12-13 salan di rojnameya ”Rya teze” de, li gorî bilêvkirina kurdên Ermenistanê wekî ”miqaledar” û dû ra jî berpirsê beşa çandê kar kiriye. Di destpêka salên 1980-yî de bi qasî 4 salan, di ”beşa kurdî ya radyoya Rewanê” de wek rêdaktor kar kiriye. Têmûrê Xelîl piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, terka Rewanê dike û li Moskvaya paytexta Rûsyayê bi cih dibe, 5 salan li wir dijî.

Têmûrê Xelîl bi sedan gotar di kovar û rojnameyên kurdî, ermenî, rûsî û swêdî de çap kirine û hema bibêje weşaneke li Kurdistanê û Ewrupayê nemaye ku tê de nenivîsandiye. Ji kovara Înstîtûya Kurdî ya Parîsê ”Hêvî” û rojnameya ”Roja welat” bigire heta weşana Întêrnêtî ya ”Nefel”ê, ku li wir yek ji kolûmnîstan e. Wek ku ew dibêje, bingehê serketinên wî ev in: -Ji heqaret û êrîşên ser min yên ji malperên beredayî an kesên ber dilê min ne ezîz, yên pûç û vala hîç xeman naxwim, naxeyîdim û bendî tiştekî jî nahesibînim, bersîvên wan jî nadim.

Jiyaneke berhemdar

Têmûrê Xelîlê Çaçan, li Ermenistanê yek ji endamên Komeleya Xwendekarên Kurd bûye. Piştre jî li heman welatî, sêkrêtariya Şêwra Rewşenbîrên Kurd kiriye. Piştî tê Swêdê, dibe yek ji endamên koma ”Kurmancî” ya Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê. Çend caran di rêveberiya ”Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê” de cîh girtîye, niha jî sêkrêtarê wê ye. Gelek salan yek ji endamên redaksyona kovara binavûdeng ”Roja Nû” bûye. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye.

Kilama li ser Mistefa Barzanî: ”Mêrê Mêrxas”

Têmûrê Xelîl di beşa Kurdî ya Radyoya Rewanê de çend kilam jî gotine: Li ser Mele Mistefa kilama bi navê ”Mêrê Mêrxas”, kilameke bi navê ”Milkê Kurdan” û yên din.

”Dengê Xwînê” navê kitêba Têmûrê Xelîl e ku sala 2009-ê li Diyarbekirê ji hêla Weşanxaneya ”Lîs”ê ve hatiye çapkirin, zûtirekê wê çapa wê ya duduyan çap bibe. Lê van dawîyan pirtûkeke wî a din bi sernavê  ”Antolojîya 35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyet” ji alîyê weşanxaneya ”NA” da li Îzmîrê çap bû. Pirtûkeke wî a din jî ber çapê ye. Her wiha wî li ser daxwaza Seydayê Cegerxwîn, pêşgotina Dîwana wî a 8an”Aştî” nivîsandiye.

Têmûrê Xelîl heta niha ji dehan zêdetir pirtûkên zanyarî ji rûsî û ermenî wergerandine kurdî û tevî keçên xwe Mîdîayê û Dîdareyê hema bêje hemû berhemên folklorî ku li Ermenîstanê çap bûne, ji tîpên kîrîlî û latînî ya kurdên Ermenîstanê wergerandîye ser tîpên kurdî ya latînî ya îroyîn. Tenê weşanxaneya “Rûpel”ê 7 heb ji wan weşandine: 6 cildeyên “Hikyatêd cimaeta kurdîyê” û yeke “Meselok û xeberokêd cmaeta kurda”, ku Hecîyê Cindî berev kirine. Mîdiya li Moskvayê dijî û kar dike, berpirsa Buroya Tûrîstan e, lê Dîdareyê beşa Sosîonomîyê ya Ûnîversîteya Stockholmê temam kiriye û li dayîreya sosîalîyê ya beledîya bajêr da înspêktora sereke ye.

24 saetên Têmûrê Xelîl bi kar û barên nivîsandinê dagirtîne. Gotaran dinivîse, wergeran dike, pirtûka xwe ya nû amade dike, arşîva rehmetiyê bavê xwe ji çapê re amade dike, berhemên kurdzanên cihanê berdewam werdigerîne kurdî, berpirsyarîya vê malperê dike. Hinek ji wana ji alîyê weşanxaneyên Roja Nû, Deng, Nubihar, Lîs, Na, Rûpel û yên din çap bûne, yên din jî ber çapê ne.

Ev pirtûkên jêrê yên Têmûr wergerandine, amade ne bo çapê:

1.”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra”, ya serhing A.Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 115 salan), 580 rûpel.

2.”Kurdistana nû”, 500 rûpel, Moskva, sal 1990. Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow bi serokatîya Şekroyê Xudo bi rûsî çap kirîye.

3.”Kurdên Azirbêcanê” ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932an li Bekuyê bi rûsî çap bûye.

Evan hersê pirtûkana bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatine wergerandin û kê bixweze çap bike, gerekê ji Înstîtûyê destûrê bistîne.

Herwiha evana jî ji bo çapê hazir in:

“Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî”, ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatîye wergerandinê ser kurdî.

”Bawermendîyên kurdên êzdî” ya Emînê Evdal, 220 rûpel, sal 2006, Yêrêvan. Ji ermenkî hatîye wergerandin.

Cildeya pirtûka M. Lazarev ya 3an ya bi navê ”Kurdistan û pirsa kurdan (1923-1945)”, ku sala 2005an li Moskvayê bi rûsî çap bûye, 310 rûpel e.

Pirtûka Alêksandr Pûşkîn ya bi sernavê “Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da” (ser êzdîyan e), bi rûsî çap bûye, 90 rûpel e.

“Gava çem derbas kirine, Erez ji xwînê sor bûye!”

Têmûrê Xelîl li ser kurdên Qefqasyayê diyar dike ku piraniya wan di dema ”Komkujiya Ermeniyan” de, di navbera salên 1896-1915-an de mihacirî Ermenistanê û Gurcistanê bûne û berdewam dike: ”Beşeke biçûk ji wan kurdan di navbera salên 1828-1829-an de, di dema şerê Rûs û Tirkan de pêşî çûne Dîgora Qersê, dû ra hatine Qefqasyayê. Malbata me, ku ji binemala eşîra Rojkîyan ya li Bîtlîsê bûne, yek ji wan malbatan e û serbilind e, ku ji malbeta Şerefxanê Bîtlîsî ye.

”Êzîdîmayîn kurdmayîn e!”

Têmûrê Xelîl li ser pirsa: ”Polîtîkayek heye ku niha li Ermenistanê tê meşandin. Ew jî ev e; kurdan ji êzîdiyan vediqetînin, çawa ku du gelên cuda ne. Li ser vê ramanê dikarî ji me re çi bibêjî?” wiha dibêje: ”Belê, polîtîkayeke wisa heye. Lê ev ne polîtîkaya dewletê ye. Hinek êzîdiyên me dibêjin; ”em ne kurd in” û hinek kesên dewletê jî piştgiriya wan dikin. Baştir e êzîdî wek êzîdî bimînin. Tiştê xirab ew e ku kurd dibine tirk, ereb, ecem, azerî. Êzîdîmayîn tê wetaya kurdmayînê!”

Meraq dikim, gelo di dema Sovyetê de, fikir û ramana dewletên Ermenistanê û Gurcistanê li ser kurdan çawa bû? Bersiva Temûrê Xelîl bi qasî ku balkêş e, ”kurt û kurmancî” ye jî: ”Di dema Sovyetê de rewş baş bû, paşê xirab bû. Kurdên me dibêjin; ”Sovyet bi ser me de hilweşiya!”. Ango di dema dîktatorîyê da ringînîya kurdên Sovyet bû, di dema dêmokraîyê da ketine derîyan”.

Dê û Bav: Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd

”Bavê min Xelîlê Çaçan Mûradov, ji malbata ronakbîran bû. Birayê wî Baylozê Çaçan serhengê dewletê bû. Birayê din Celîlê Çaçan di dema damezirandina Komara Mahabadê de bi artêşa Sovyetê re çûbû Rojhilatê Kurdistanê. Wî li ser vê serpêhatiyê pirtûkek bi zimanê rûsî nivîsiye, lê çap nebûye. Ji min re got; ”piştî mirina min çap bikin”. Emê çap bikin, belkî ew wek gulleyekê deng bide. Diya min keça Reşîdê Ecem bû. Di salên 1920î de, piştî damezirandina Sovyetê, li Ermenîstanê çend kes hebûn ku wekîltîya kurdan dikirin: Erebê Şemo, Ûsiv beg, Xudoyê Miho -Bavê Şekroyê Miho Xudo- û kalikê min Reşîdê Ecem.”

Gelek kesên bi nav û deng qîmetekî mezin dane kar û barên Têmûrê Xelîl yê di hêla kurdewarîyê da.

Prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Almaatê, li Qazaxistanê, akadêmîk Kinyazê Îbrahîm:

-Biraye minî ezîz û delal Têmûr!

Ez bi her karê teva şame. Ne ku îro: te temamîya emrê xweyî hêja pêşkêşî dîrok, çand û hunerê gelê me kiriye. Bi serfinyazî rêya mamoste û pêşewitîye çanda meyî eyan Apê Xelîlê Çaçanî rehmetî berdewam dikî. Malbeta we bi tomerî îro karê malbeta Bedirxanîyan  tîne ber çavên me!

Ji birayê xweyî hêja ra sehet u qewatê dixazim. Bi silav û rêz birayê te Knyaze Îbrahîm!

Prîskê Mihoyî, rojnamevanê komara Ûdmûrtîyayê yê emekdar:

Rojnameger Prîskê Mihoyî ev 35 sal in ku Têmûrê Xelîl nas dike, zêdeyî 10 salan bi wî ra li redaksyona rojnameya “Rya teze” da kar kirîye. Ew li ser Têmûrê Xelîl wiha dibêje: ”Beriya her tiştî Têmûr welatperwer e. Wî terbîyet, tore û perwerdeya xwe ji maleke rewşenbîran hildaye. Ew rojnamegerekî naskirî ye. Wî bi sedan gotar li ser çand û edebîyeta kurdan nîvîsiye û hê jî dinivîse. Têmûr wergêrekî bêqisûr e.

Weşanxaneya LÎSê di nasînameya xwe ya nivîskar Kawa Nemir bo pirtûka serpêhatîyan ya Têmûrê Xelîl ha nivîsîye:

Bi zimanê xwe yê ku ji rehên kurdiya me ya delal dikêşe, bi tevna xwe ya ku wê hêjahiya evîna dilsoz bi xwendevanan bi firêt û xavên xwe yên qewîn ve dide zanîn, çîrokeke gelekî nas, gelekî balkêş û gelekî diltezîn… Evîna Temo û Alînayê. Mirazê nebûyî. Naleyeke Cudayî. Straneke bi per û bask, li ber serê baqek binefş.

Pê re jî, du çîrokên din ên kurt û delal, bi Dengê Xwînê re, di vê berhevoka Têmûrê Xelîl de.

Ev ji zû ve bû min çîrokeke ev çend bi sadebûna xwe ve xurt, bi kurdî nexwendibû. Bi raya min, we yê jî nexwendibe…”

Lê edebîyetzan Mezhar Kara derheqa beşeke vê pirtûkê da ya bi sernavê “Serê sar, dilê germ”, ku wek çîrok tevî leca kovara “Roja Nû” bû û xelat girt, ha dinivîse:

…”ji alîyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdîya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiyan, çem û kanîyan, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojîyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantîyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”.

Niha em mêze bikin ka rojnameger Sîpan Norşînî di pêşgotina xwe ya di hevpeyvîna bi Têmûrê Xelîl ra çi dinivîse:

-Rojek ji rojekê danê êvarê min nîyet kir ku ez ji malê derkevim, min kinc û lîbasê xwe li ber xwe kir, dor hat ku ez kompîter û televizyona xwe bigrim, pacên malê bidime ser û derkevim, hew mi dî ev camêr (Têmûrê Xelîl) di programeka televizyonê de rûniştîye û xeber dide, ne xelet bim mijar radyoya Rewanê û xebatên bavê wî bû. Bi dengekî dawûdî û nerm û helîm digot û digot, ez dudil mam ka temaşe kim an derkevim derve, de mi got ka deh deqîqekî lê sêrkim wisa derkevim, mifteha malê di deste min de hazir, sakoyê xwe jî min lixwe kirî, ez ji bo 10 deqîqeyan li ber televizyonê rûniştim, wey bavo! Vî camêrî bi Kurdîya xwe ya nazik û nazenîn yek seetekê min mîx kir bi cîhê min ve. Hew min dît bêjer got de bi xatirê we! Mifteha min ê hesin di nav lepên min de bûbû av. Seet bû derengî û min saqoyê xwe ji xwe kir û ez derneketim derve wê şevê. Vêca ev “Kurdî”ya bi sêhr nîn e, çî ye? Belê Têmûrê Xelîl “Bi Kurdî” naaxife, “Kurdî” diaxife.

Werin em bi hev ra fikirên Wezîrê Eşo ser Têmûrê Xelîl bixwînin:

Têmûrê bira, her çiqasî jî 65 sal nêzîkî temenê kalbûnê ne, lê ez bi şabûn vê yûbîleya ji dayîkbûna te bimbarek û pîroz dikim, ber ku yê weke te çiqasî zemanekî dirêj jiyanê bikin ewê bêtir bi kêrî karê pêşketina çanda miletê kurd bên. Bilî, ku weke rojnamevan-nivîskar tu xudanê kedeke bi nirx î, te xizmeta çanda me wek karkirekî civakî yê herî êgin jî kiriye. Tu ji wan ronakbîrên diyaspora kurdî ya Yekîtiya Sovyêtiyê dihesibî, ku eva zemanekî dirêje bûye pirake zêrîn navbera olka kurdên Sovyêtistana berê û olkên diyaspora kurdî yên dinê da, lê bi tayîbetî bi mîliyonan kurdên ser axa xwe Kurdistanê da.
Her bijî Têmûrê Xelîl, lawê gelê me yê şîrhelal û miletparêz.
Bi daxwazên serkeftinên te yên nû Wezîrê Eşo.

Bi kurtî: Eger hûn wergera pirtûkeke kurdzanên Sovyet yên ji zimanê rûsî û ermenî dibînin, wergervanê wan hema bêje hemûyan  Têmûrê Xelîl e. Pirtûkên wisa zêdeyî 16 heb in. Eger hûn bi radyoya Yêrêvanê û Moskvayê guhdarîya sitiranên kurdên Kurdistanê dikin, hemû jî Têmûr peyda kirine û wek hediya dane radyoyê. Eger hûn guh didine sitiranên radyoya Rewanê, hema bêje hemû jî di dema serokatîya bavê wî da hatine qeydkirin. Eger hûn pirtûkên kurdên Sovyet yên folklorî û yên edebî dibînin, ku ji kurdîya latînî û kurdîya kirîlî ya kurdên Sovyet hatine transkrîpe kirin û çapkirin, piranîya wan Têmûrê Xelîl bi herdu keçên xwe ra kirine.
Nameyên Kamûran Ali Bedirxan, Cegerxwîn û awazçêkirê “Ey Reqîb”, kompozîtor Qadir Dîlan ji Têmûrê Xelîl ra.

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev