Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ŞÎVÎNÎ: – MÊRÊ SIVÊ. ”TOQA ÊZDÎD” -1

ŞÎVÎNÎ: – MÊRÊ SIVÊ. ”TOQA ÊZDÎD” -1

Mêvanên malpera me, xûşk û birayên delal, xwendevanê malpera me, lêkolîner û zaneyê pirsên bi dînê êzdîtîyê va girêdayî Torinê Torinî gotareke gelek balkêş ji malpera me ra şandîye. Me ji xwendina wê lezeteke baş dît, em hêvîdar in wê lezetê hûn jî bibînin. Em beşa wê gotarê a pêşin çap dikin. Beşa duduyan emê çendekê şûnda raberî we bikin.

Dîroka me heye, lê me ew unda kirye…

Torinê Torinî

Ji lêkolîna dr. Sozdar Mîdî ya ,,Navê Pîroz: Ahûra Mezda,, ronayî dibare. http://riataza.com/kurdish/3689-nave-piroz-ahura-mezda.htmlPeyvên wê da nîşan kirî – raber kirî da kelîma ,,ro ,, ,, diteyîse,,. Bi nêrîna min navên gele – gele cî – waran, êl – eşîran da, heta êndoêtnonîma ,,kurd,, – da jî (k – or–d), çawa ku navlêkirina ,, h – or – î ,, – da ne, peyva ,,ro,, bi teherê ,,ro,, yan jî ,,or,, veşartîye. Bi rastî jî heger bo xelqê êvara, tevî ketina terîyê, lê bo kurdan her siva, tevî ronahîyê û şemalê roja nuh dest pê dibe. Û kurd divêjin: ,,Roja xweş sive da xweşe,,. Birêz dr. Sozdar Mîdî jî bi keysa dilara ser da zêde dike: ,, Felsefeya me ya ronahî nasnameya me ye… Ayînên arîyanî her li dor rojê dizvirin,,. Û nedera roya zerîn Ala netewî ya kurdan (,,ên Royê dayî,,) jî dixemlîne. Ala netewî dîharkireke dîroka gelê kurde. Ro tevî reng – awazên sor, sipî, kesk ji ala me(n)dên arî (roparêz) hatîye bergirtinê. Ev çar reng bazinbara êzdîyan da mînanî ronaya çevan têne xweykirinê, çiqwasî jî hine êzdîyên bi pînc kirina neyaran ,,sur pê ketî,, bicêrbînin ,,beyraqa sor– sipî li pîyê Yazîd ibin Mûawî,, yê ereb da darda bikin, çiqwasî jî hine molle û îslamîstên xwefiroş yên kurd bixwazin xwe ji ereba misulmantir bivînin û al û sînvolên netewî bidine guhartinê… (Derbarê hinek cudetîyên çandên roparêza û hîvparêza da min evê gotina xwe da bes kirîye: http://riataza.com/kurdish/1513-bihuta-piroz-u-bebext.html:)

Belê, zincîra dîroka kevnare ya gelê kurd bi xelek – xelek her dem li ser erdnîgarîya Kurdistanê bê navbirî berdewan kirîye, qut nebûye. Şedek jî li vira her dem hebûna çanda roparêz ya kal – bavên kurda: teyrê wek yê sîmvola zerdeştîyê yê fira wer, ,,Toqa Êzdîd,,, rê – rizm û sîmvolên dinê yên roparêzîyêva girêdayî ne.

Bi makkirina profêssorê alman Êgon Fon Êlktêd berî hatina sêmîtên ji berîyên qûmistanê yên hîvparêz (navlêkirinên wana da bi giranî peyvên ,,sûên,,, ,,sîn,, ango hîv hebûne) dewleta Aşûr ya kûtîya (bi sûmerî: ên Ûtû ango Tev – Royê dayî) bûye. Dewleta nuh ya zevtkaran nave xwe ji nave Xwedayê kûtîya yê Assûr ango S – o r – ê S – or – a (Ro) ber girtîye. Awa berî zeredeştîyê qaşa royê ku difire, bi teherê anegor sîmvola Assûr – Sorê Sora (cem hinda Sûrya) bû. (Nav lê kirina devera Sor an jî ji evî navî tê). Mertala royê ya bi bask ya h – orî – mîtanîya tevî gele bîr – bawerîyan derbazî Misirê jî bûye. Xeleqa royê ya bi per û bask sûmeran jî, yên ku ber bi jêr daketine û xeleqa ,,Şûgûr,, pîroz dîtine, bi kar anîne. Ew usa jî sîmvola Şîvînî yê pantêona Ûrartû yê berî zeredeştîyê bû. ,, Şîvînî,, dikare bi teherê ,Sîvînî,, jî bê xwendinê, ango ew dive Mêr – xwedawendê royê yê dema sivê. Naha jî êzdî ,,bi Mêrê evê Sivê,, sond duxun, ,,Mêrê evê Siva ezîz ser da şedeye,, divêjin. Nîşanên teyr, xelek, tac, şêr û sîmvolên roparêzî yê ên dinê tevî çanda netewî ezdîtîya îroyîn da zêndîne (Badilhewa nîne, ku dagirkarên Kurdistanê timê berê pêşin êrîş birine li ser êzdîyan). Awa gorî mîfologîya êzdîtîyê destpêkê da Melekî Ta ûs dilqê teyrê ,,Enqer,, da li ser Dara Her – herê, ango Dara Kosmîkîyê, danî bû. Lê sîmvola Şê Şemsê Mêrê royê Teyrê Sipî ye. Bi raberkirina koçek Birahîm dema şerekî navbera leşkerên tirka û êzdîyan da Şê Şemsê Mêrê royê hatîye hewara êzdîyan û hema bi dilqê Teyrê Sipî da li ser birka Kanîya Sipî danîye. Naha, her siva tevî nedîrdayîna royê, gava êzdî dua dikin û navên Mêr – Melekên xwe hiltînin, bi destê xwe li rûyê xwe danînê xeleqa sîmvola goveka royê disêwrînin. Ev xeleq nîşana tambûna here tame. Lê ê temam Xweda ye. ,,Em kêmin, Xweda temame,, – dua û dirozbên xwe da êzdî divêjin. Derbarê xeleqê da dostê gelê kurd Xaçatûr Abovyan jî gotara xwe ya ,,Êzdî,, – da nivîsîye. Lê, çawa tê kivşê, înformatorên wî ramana Toqê û Sûr – xeleqê bi tam wîra şiro nekirine. Êzdîdê Sor hîpostasekî Sorê Sora ango royêye. Cem arîyên (oroyên) kevnare berî pêşdahatina parêzîya Ahûra Mazda (yê Yazad dayî) Yazad (Yazata) ên rem Mêr – xwedawendên ronayê bûn. Sûmera bawermendên yazadparêz (ê – zî- dî),,kesên xweyê ruh – giyanên pîroz, yên li ser rîya rast,, nav dikirin. Êzdîdê Sor rovegera zivistanêda, gava Kurdistanê da hêman – êlêmênteke pîroz bi teherê berfê dibare, çar êlêment: av, ax, agir, ba sêwirandiye. Ji evana jî wekehevbûna şev û rojê ya baharê da (Çarşema Sersalê ango Newrozêda) Melekî Ta ûs ruh – giyan li ber her tiştî da anîye. Lema jî li cem êzdîyên Serhedê, mînanî horî – mîtanîya, hema rovegera zivistanêda, gava ronayî (jîyin) himberî tarîyê (mirin) ser dikeve, cejna Şê Şems, lê hevtêkê berî wê cejna Êzdîdê Sor dihate pîroz kirinê. (Gorî raberkirina zanyaran demên kevnare da cejna Mêrê royê – Mîhrê gakuj yê tifal – zarîn rovegera zivistanêda, cejna Mîhrê ciwan du hevtîya peyra, ango dema cejna Batizmîyêda, lê cejna Mîhrê kal dema cejna Xidirnevî da dihate pîrozkirinê). Gorî mîfologîya êzdîtîyê destpêkê da Mêr – xwedawend li ser erdê li rex meriva diman. Misirîyên kevnare ew dem ,,dema zêrîn,, navkirine. Sûmera jî bawer dikirin, ku Mêr – xwedawend hema li ser çîyayên pîroz yên Kurdistanê berevî cem hev dibin, cema xwe pêk tînin (Naha jî wekehevbûna şev û rojê ya payîzê da li Lalişa Nûranî cejna ,,Cema Mêr – Xwedawenda,, her sal tê pîroz kirinê. Evan rojan sohbetên derbarê Mêr – Xwedawen da da, pêşdahatina gerdûnê da û yên dinê da têne qise kirinê… ). Pey hatina derewa, buxdana, bêbextîyê, babaxîyê, bê şermîyê ra Mêr –xwedawend çûne li ezmana. Û hîpostasê royê Êzdîdê Sor hema pê keskesora Toq –xeleqa sor – agirî ya royê hilkişyaye li erşê ezmîn. Cem êzdîyan tevî Toqê pişt – kember jî pîroze. Dema dua kirinê û li ber ocax – zîyareta ta bûnê, heger stûyên êzdîyan da Toq tunebin, ewana pişt – kemberên xwe vedikin, davêjne stûyê xwe. Lê jinên êzdî benê piştê yê çend mêtiroyê li ser piştê li navkêlka xwe dialînin. Ev rizma kevnare, çawa tê kivşê, bûye çevkanîya pîrozîya pişt – kembera zeredeştîyê jî (Demên kevnare pişt – kemberên bawerîyêva girêdayî , gorî bandora ronkayên erşê ezmîn yên cuda – cuda li ser parên govdê meriv, li navmilê, li sîng, li navkêlkê, li linga û li cîyên dinê hatine girêdanê. Heta qeytanên li ser dêreya û goreyan jî xweyê usa jî kemala bawerîyê ya anegor bûne. Evana sîmvolên Şîvînî û yên dinêda jî têne li ber çevan). Awa ,,Sûra Êzdîd,,, ,,Toqa Êzdîd,, (usa jî xeleq – sûrên li dor tirbên mezelan wek yên gundê Şamîranê, xeleq – sûrên pîrozgeha Xerabreşkê ya 12000 salî, goveka govendê…) jî, wek sîmvolên xeleka royê, qaş û xeleqên evan sîmvolên jorgotîva girêdayîne û ji kûraya dîrokê ya gelê kurd tên.Gele sîmvolên roparêzîîyê, ku usa jî li ser zang, dîwarên şikevt, zîkûrat, kela yên kurdistanê demê da hatine lêkirin – nexş kirinê , zargotin û deba herroje ya êzdîyan da hatine parastinê (Hevt Mêrên Riknê yên galaktîka royêva girêdayî, steyra şeş baskê bi navenda royêva, nîşana Taûs a destpêkê, ku 7 ta – qetê ye, xaçê xweyê çar bask ên weke hev, sivastîka rast û ya çep, bona her beranekî şeş kate yên beranberdanê, quvên parêzgehên êzdîtîtê yên sînvolên tîrênjên royê…), min hindava xwe da demê da raber kirine. Mêrên royê û dorgerên wê berê – berê da hatine parêz kirinê. Xêrxwezê gelê xwe Mîrzeyê Çolo naha li nêzîkî Mêsamorê Quva ,, Her Hevt Sîyara,, ava dike. Hewaskare ku, li vira berî hezaran salan jî Zîyareta Hevt Mêr – xwedawenda hebûye. Li vira çira – şemdana pîroz ya hevt çevî usa jî kevirê terezûyê û mor yên padşaên kasît (Ûlam Bûrarîş, Kûrîgalzû yê 2 – a) hatine dîtinê…

Xezîneya ro parêzîyê usa jî zimanê kurdî da veşartîye… Me da kivşê, ku Şîvînî endama pantêona Ûrartû bû. Ûrartû sala 595 – a (B. Z) êdî pareke împêrîya Me(n)d bû. Bi nêrîn a min navê Ûrartû da jî peyva ,,ro,, heye. Ûrartû bi aşûrî ,,Ûrartû,,, bi babilî ,,Ûraştû,,, nivîsara Bêhistûnê têkista parsûî da ,,Armîna,,, ,,Bîblîa,, – êda ,,Ararat,, hatîye nav lê kirinê. Zimanên babilî – aşûrî da sewta ,,o,, tûne bûye, dewsa wê tîrnivîsarên wan da nîşana ,,û,, hatîye bi kar anînê. Gele cîya jî dewsa ,,o,, sewta ,,a,, yan jî ya ,,î,, hatîye nivîsarê. Awa heger em dewsa ewan sewta ya ,,o,, daynin, ewê demê ew navana bi evî şêweyî têne xwendinê: Oro –reto, O – reş – to, Or –mîna, Oro– ret û ,,welatê royê,,, ,,welatê merivên roparêz,, didine kivşê (û tu pevgirêdana wana tevî ,,Aram,, ê M. Xorênasî û ,,Armênos,, ê Strabon yên ji der hatî tuneye). Xweber dîhare, ku ,,Oro,,, ,,or,, peyva ,,ro,, – va girêdayî ne. Paşpirtikên ,,ret,,, ,,et,, çawa ku peyvên ,,ax – ret,,, ,,zîya – ret,, û yên dine dane ,,cî,,, ,,yêr,,, ,,war,,, ,,welat,, didine kivşê. Çi ku dimîne derbarê peyva ,,reş,, – da, bêjim, ku xwezma zanyar S. Yêrêmyan, Û. Horovîs û gelekên dinê alîgirê usa jî varianta nav lê kirina Ûrartû ya ,,Ûraştû,, ne. Bi raber kirina zanyar Çerkezê Reş navê reng – awazê reş bi kurdî ,,sîah,, bûye (bi sûmerî: ,,sîva,,). Bona dilkirînê ew ,,rexş,,, ango ,,şemal,,, ,,ronayî,, hatîye navkirinê. Paşê ,,rexş,, bûye ,,reş,, (Binhêre: rojnama ,,Rya teze,, , N92, sal 1991). Awa nav lê kirinên O –reş – to, To –reş – po (navê bajar ê Wanê), derya ,,reş – tûn –ya (,,derya a binemala reşîya,, ya Wanê – bi nav lê kirina dîroknivîsên eslê xwe da hay. Hay û kurd, çawa ji lêkolînên Letîfê Birûkî , Gr. Xapansyan û gele lêkolînvanên dinê jî tê xuya, hine alyanva hine bavan da gihiştine hev ), To –reş –poêya (kevanîya Şîvînî), çar (4) padşahên Ûrartû yên bi nave Reşo (Rûsa), çîyayê Reşko (4168m), binecîyê Reşî li nêzîkî Hesenkêfê, parwelatê Ûrartû yê Rîşo – anî… û nav lê kirina eşîra kurda ya reşî (ro – şî) ya ro parêz hevra girêdayî ne. Eşîra reşî eşîreke ji gele – gele êl, eşîrên Ûrartû. Gorî tîrnivîsarekê, ku li mûzêya dîrokê ya dewletê li Sûrîyê tê parastinê, eşîra reşî damezireke dewleta h – or –î – mîtanîya bûye. Lê mîratxur û peyhatîya dewleta Mîtanî hema Ûrartû bi xweye. Malmezinên eşîra reşî dema dewleta Alî Osman jî titula xwe ya arîstokratîyê – tornatîyê parastine. (Bi raber kirina Celadet Bedirxan ,,torin,, ji peyvên ,,tov,, û ,,rind,, pêşda hatîye û ên toximxas, ên esilxas dide kivşê). Berî hatina malbeta Xetîv axa binemala Simoê Çeto ya ji eşîra reşî serwêrtî li êzdîyên ewê deverê dikir. Navça Ortilê û gundên der – dor jî destê binemala Torina Ozman axa da bûn. Êzdîyên ji ber û eşîrên cuda, ku evan dera jîyîne, ser navê binecî ,,Êla Ortila,, hatine navkirinê. Malbetên ji evê binemalê yên li ser dinê êzdî dest zor – zulmê bere – bere ji parwelatê Wanê dûr dikevin, dawîyê da derbazî tixûbê dewleta ûris dibin. Yên bi destê zorê surman bûyî dimînin cî da û digihîjne eşîra Heydera. Kor Huseyn paşa yê navdar jî hema ji evê riknetê bûye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev