Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Di sedsala 16an de rêkeftina kurd û osmaniyan

Di sedsala 16an de rêkeftina kurd û osmaniyan

Mehmed Salih Bedirxan

Xulase

Hevpaymanîya kurd û osmanîyan zêdetir ji 400 salî berdewam kir. Guman tê de nîne ku wê hevpeymaniyê tesîreke mezin li ser Kurdistanê kiriye. Li ser danûstendinên osmanî û kurdan gelek tişt hatin gotin û bi cîldan kitêb hatin nivîsîn. Di serê qirna 16an di navbera Îdrîsê Bedlîsî û paşayê osmanî Selîmê I de li ser danûstendina kurd û osmaniyan gelek çûn û hatin pêk hatin û bi serkêşiya Îdrîsê Bedlîsî kir ku kurd û osmanî li hember safewiyan rêk bikevin. Hinek, dîrokzanên,rewşenbîrên kurd wan danûstendinên di navbera Dewleta Osmanî û mîrên kurdan weke firotina Kurdistanê pênase dikin û dinivîsîn. Ji ber rola li ser danûstendinan Îdrîsê Bedlîsî bi giranî tê tohmet bargirkirin

Ew peymana di sala 1514an de di nav bera Selîm I û 20 mîrên kurd de hatî îmzekirin nîşanî me di de ku ew mîrên kurd zilhêzin mezibûne û danûstendina wan a li gelek hezeke din çima ew ê di wateya xwe firotinê dê bê destnîşan kirin? Li gel helwesta hin zanayên kurd wexta ku em li pêla dîroknûsiya nijadperest a kemelîst jî dinerin, tiffaqa du aliyan nayê dîtin, navên mîrên kurdan nayên hildan û Kurdistan jî weke “wîlayetên şerqê” tê destnîşankirin. Di vê gotarê de em ê hewl bidin hokarên tiffaqa osmanî û mîrên kurdan her wiha şexsiyeta Îdrîsê Bedlîsî raberî we bikin.

Di sedsala 16an de rikberiya mîrnişînên kurd û safewîyan

Hikûmdarê safewî, Şah Îsmaîl di emrekî biçûk de tê ser hikûmdariya sefewiyan. Dema ku dest bi kar dike li Anatolîyê hozên tirkan ên weke Ûstaclu, Rûmlû, Şamli, Mûsullû, Hîndli, Tekelî, Bayburtlû, Çapanli, Karadaxli, Karamanli Dûlkadîrli, Varsak, Avşar û Kaçar li ba xwe komdike û berê xwe dide Tewrêzê û ew bajarê Tewrêzê paytexta Dewleta Akkoyunlî kontrol dike. Her wiha rûniştina li ser mîrata Akkoyunlî hêzêke mezin dide Şah Îsmaîl û di demekê kind de ew bi hêz bû û hikûmdarîya dewleta xwe fireh kir. Di kurtedemekê de Şah Îsmaîl, Kurdistan, Anatolîya û parçeyekê herêma Besrayê xist bin kontrola xwe. Şah Îsmaîl li ew erdên xistîn bin hikûmdarîya xwe de alimên Şîe bi cîh kir û dest bi belavkirina ilmê Şîetiyê kir û xwest ew xelkê ku di bin hikûmdariya wî de dijîn bên ser mezheba Şîe.

Li gor gotinên Burkay, Şah Îsmaîl li herêmê tevkujiyên mezin kirine û ji bo wê yekê Şah Îsmaîl, Mehmet Beg aniye li ser textê Mîrnîşîna Diyarbekirê daniye. Her wiha Mehmet Beg li herêma Cizîr, Mûsil, Mêrdînê komkujî pêk anîye û cihên qedîm ên xelkê kurd, aramgah xera kirîye û şewitandîye. Her wiha Burkay derdibire ku ku piştî serweriya şahê safewî, mîrnîşên Kurdistanê li hev kom bûne û ji bo nîşandayîna nerazîbûnan serdana Tewrêzê kirine. Lêbelê dîrokzanê kurd Ethem Xemgîn jî eşkere dike ku mîrektîyên kurdan ji bo pîrozbahiyê li Şah Îsmaîl bikin çûne Tewrêzê û ew ji serweriya sefewîyan xweşhal bûne. Her çend di derbarê serdana mîrên Kurdistana ya ji bo Tewrêzê de derbirînên ciyawaz hebin jî tekezî li ser wê yekê heye ku mîrên kurd ji aliyê Şah Îsmaîl ve hatine desteserkirin û ew ketine zindana sefewiyan. Şah Îsmaîl mîrên ku hatine serdana wî hemû girtine ev bûyer jî bûye serdemekê nû ji bo peywendiyên osmanî û kurdan.

Lêkolîner Suat Parlar, bale dikşîne ser rikberî û peywendiyên kurd û sefewiyan û tekez dike ku zindanîbûna kurdan a li Tewrêzê rê li ber wê yekê vedike ku kurd berê xwe bidin Dewleta Osmanî û alîkariyê ji serkirdeyên osmanî bixwazin. Mîrê Heskîfê Melîk Xelîl Eyûbî û çend hevalên wî ji zindanên Tewrêzê yên Şah Îsmaîl revîyan bi hevalê xwe yê alim Îdrîsê Bedlîsi re li Kurdistanê li dijî Şah Îsmaîl propaganda kirin û rêxistin çêkirin. Di vê rewşê de, di navbera Dewleta Osmanî û mîrektîyên kurdan de zemîna lihevkirina li dijî Dewleta Safewîyan rû dide. Dewleta Osmanî û kurd li dijî Dewleta Safewî li yek bereyê cih digrin. (Parlar, 2010 r. 437).

Destpêkirina peywendiyên Selîmê I û mîrnişînên kurdan

Selîm I piştî şerê textê hikûmdarîyê bi bav û birayên xwe re kir û textê serweriyê bi dest xist Dewleta Safewî jî, ji bo xwe xeter dît û biryar da ku rê li hember vê xetereyê bigire. Dewleta Safewî di nava wê hewldanê de bû ku bi belavkirina polîtîkayên mezheba Şîe dê cihê xwe û serweriya xwe li ser xelkê ferz bike. Mirnîşînên kurd ê li rastî guvaşên sefewîyan hatin bi rêya Îdrîsê Bedlîsî berê xwe dan osmaniyan Îdrîsê Bedlîsî li Dîyarbekirê şêwirmendiya Akkoyonuyan kiriye û demeke dirêj li cem Bayezîdê II maye.[1]

Îdrîsê Bedlîsî bi ew mîrên ji zindana Tewrêz reviyane re, Melîk Xelîl Eyûbî (Çavsor Xelîl), Mîrê Bedlîsê Şerefxan, Mîrê Hîzanê Dawûd, Mîrê Sasonê Elî, Mîrê Îmadîyê Emîr Seyfeddîn, Mîrê Narmanê Evdal, Hakimîyê Zîrkî Mîr Qasim re danûstendin durist kir û ji wan re eşkere kir ku hem pêdawîstiya osmanî bi hêza mîrên kurd heye û hem jî hewcedariya kurdan li hember sefewîyan bi osmaniyan heye. Piştî danûstendina Îdrîsê Bedlîsî û mîrên kurd, Îdrîsê Bedlîsî çavdêriyên xwe yên li ser mîrên kurdan weke nameyekê ji Selîm I serwerê wê demê yê osmanî re dişine. Her wiha tê zanîn ku nameya wî wiha ye:[2]“Li vir ji yekê zêdetir emirdar hene, herkes bi ya xwe dike û dibêjê ez ê bibim serwerê mîran, ji bilî min -bila kes nebe – kes bi gotina kesekî din nake. Mebesta mezin ew e ku koma kumsor bê belavkirin û yekitîya wan têk biçe ji bo vê rewşê gerek ji qesrê zilamek bête hilbijartin bê serekotîya mîrên kurdan bike wê çaxê mîrektîyên kurdan wê bi gotina wî bikin ev kar ew ê wiha bi zûtir bi dawî bibe.”

Piştî çavdêriyên Îdrîsê Bedlîsî, osmanî bernameya bi destxistina hikimdarîya erdnîgarîya Kurdistanê datînin û bi Îdrîsê Bedlîsî didin zanîn ku ew ê li hember êrîşên sefewîyan osmanî parastina mîrên kurdan bike û divê mîrên kurd jî pêbendî serfermandar Mehmed Paşa bin. Her wiha li gor kurd pêbendbûna bi Mehmed Paşa re tê pesend kirin û di 23yêTebaxa 1514an Mehmed Paşa bingeha leşkeri li Diyarbekirê datîne.[3]

Hikûmdar Selîm I ku bi piştevaniya kurdan xwe li hember sefewiyan tûj kir berê artêşa xwe da Gola Wanê û ji ser pişta Gola Wanê jî ajot ser artêşa sefewiyan. Çavkaniyên wê serdemê tekez dikin ku şerekî dijwar wê demê li deşta Çaldiranê (1514) rûdaye û şer zêdetir ji hefteyekî berdewam kiriye. Artêşa osmanî derbeyeke mezin li artêşa sefewî didin û heta ber deriyê Tewrêz diçin û Tewrêzê jî kontrol dikin. Û Şah Îsmaîlê li hember osmaniyan şikestê dixwe berê xwe dide Tahranê û baregaha xwe li wir datîne.

Nameya Selîm I û Peymana Amasyayê

Selîm I jî ji ber alîkarîyên Îdrîsê Bedlîsî û serkeftina di şerê li dijî safewîyan de di nameyekê ji Îdrîsê Bedlîsî re dişine û zîrektiya wî wiha tîne ziman: “Dostê sultanan xwedîyê şan û şeref mewlana hekîm Şêx Îdrîsê Bedlîsî xebera we jê hebe nameya we gihişte destê me. Bi xebatên we yên dilsoz û rast û durist bi xîretbûna we me mîrektîya herêma Dîyarbekirê fetih kir. Ji vê serkeftina we serê we bilind e. Înşelah cihên dinê yên bên fetihkirin dê bi şerefa we nayîl bibe. Ji bo karên xebatên tehsîsatên lazim re hûn ji leşkeran re belav bikin 2000 şûrê zêr, 2000 sikeyên ji zêrên filorî, kurkekî ji cermên samûran kurkek û wekî din çuha û hinek kurkên ji cûreyên dine, hinek dîyarî ji we re hatine şandin. Înşelah êbi silametî bigihêjin we…. perçemên ku te parvekirin û kirin perêzgeh, ew mîrektîyên kurdan ên ku bi fermanberîya me hene wan bilayiqî şîyandar bikin. Yên ku ji me re hêja mîrêmîran ê herêma Dîyarbekirê serweriya min ku bi navê te hatî îmzekirin ji wî re dişînim ji kerema xwe re teslimi wî bikin. Di ber vî awayî ji her perçemekê re navekî lêke edaletê deynin. Nîşaneya ku min ji mîran re rêkirî ji kerema xwe re pêşkeşî wan bikin. Kurê Erdebîl Îsmaîl, bi navê Hûsên Beg û Behram Axa rêkirine. Ev ê Îsmaîl serweriya min û emrê min bi cîh bîne. Lê min qet ji van kesan bawer nekir min her du avêtin zindanê. Bawerî bi gotinên Îsmaîl nayê kirin. Tu jî hişyar be ji lavakirinên wan bawer neke.”

Piştî vegera ji ser artêşa sefewewiyan Îdrîsê Bedlîsî demildest dest bi xebatên xwe kir û ew diyariyên ku Selîm I ji wan re şandibû li wan belav kir û bi wan re li ser rêveberiya erdnîgariya Kurdistanê Peymana Amasyayê 1514 danî. Li gor Peymana Amasyayê osmanî û kurd li ser 4 xalan rêk dikevin û ew jî ev in:

  1. Ew ê xweswerîya wan mîrekên ku bi ser osmanî vene bê te parastin.
  2. Li mîrnîşênên kurdan ew ê kur li şûna bavê xwe rûnê, ew ê biryarên heyî ji holê bên rakirin. Li ser biryarên nû ew ê ferman ji padîşahan bê stendin.
  3. Kurd wê di hemû şeran de alîkarîya Dewleta Osmanî bikin.
  4. Dewleta Osmanî wê kurdan li dijî hemû êrîşên derve biparêze.

Dîrokzanê navdar Mehmed Emîn Zekî Beg di kitêba xwe ya bi navê Dîroka Kurd û Kurdistanê jî de balê dikşîne ser peymanê û ew jî xalên peymanê û radigihîne ku ew ê mîrektîyên kurdan wê serê salê bacê jî bidin osmaniyan.

Şîroveyên di derheqê Îdrîsê Bedlîsî de

Di nava çend salên dawiyê de, Îdrîsê Bedlîsî wek hevkar û xayîn tê binavkirin. Hinek caran jî navê wî weke “cahşê yekem” tê ser ziman. Dirêjahiya dîrokê û dokumenter û teqîqa bûyeran, nişan didin ku ne Kurdistan hatîye firotin ne jî Îdrîsê Bedlîsî cahşîtî ki osmanîyan re kiriye. Her wiha li aliyê din jî dîroknûsên nijadperest ê tirk jî tû carî behsa danûstendinên mîrên kurdan û osmaniyan nakin û ji bo ku navê Kurdistanê hilnedin gelek caran li şûna navê Kurdistanê peyvên weke “ şerq, wîlayetên şerqê” hatien bikaranîn.

Hin mîrnişînên kurdan di sedsala 16an de[4]

  1. Mîrnişîna Sasonê
  2. Mîrnişîna Şêrwanê
  • Mîrnişîna Zirkanê
  1. Mîrnişîna Sewregê
  2. Mîrnişîna Silêman Beg
  3. Mîrnişîna Soranê
  • Mîrnişîna Baban
  • Mîrnişîna Biradost
  1. Mîrnişîna Mehmûdîyan
  2. Mîrnişîniya Dinbilî
  3. Mîrnişîniya Kelhor
  • Mîrnişîna Hîzanê
  • Mîrnîşîna Bedlîs Adîlcevazê
  • Mîrnişîna Hesenkêfê
  1. Mîrnîşîna Hekkarîyê
  • Mîrnişîna Kilîsê
  • Mîrnişîna Çemîşgezekê
  • Mîrnişîna Erdelenê
  • Mîrnişîna Îmadîyê
  1. Mîrnişîna Cizîrê
  • Mîrnişîna Mîrdasîyê
  • Mîrnişîna Paloyê
  • Mîrnişîna Çermûkê

Encam

Di vê serdemê de mirov li bûyerên dîrokî yên qewimîne binêre û bi awayekî objektîf binirxîne, eşkere tê dîtin ku mîrên kurdan hevpeymaniya bi osmaniyan re weke xwe parastina li hember êrîşên sefewiyan û derfeta berdewamiya çand û kelepora xwe kelepora xwe dîtîne. Kurd di ber vê rêyê de pir xebat dane û lîteratûreke mezin ji medreseyên wan mîrên wê serdemê îro ji kurdan re mane. Dîwan û mesneviyên kurd îro pê serbilind in di sedsala 17an û 18an de li ser erdê serweriya wan mîran ji aliyê edîbên kurd ve hatin nivîsîn. Li gel xebatên klasik ê edebiyatê berhemên folklorîk jî di vê serdemê de derketine ser rûyê erdê. Di heman demê de bajarên kurdan ên weke Mehabad, Hekkarî, Diyarbekir, Sinê, Wan, Kirmanşan, Hewlêr, Silêman, di wê deme de temsîlîyeta medenîyetê kirine.

Serçavî

1)   Bruinessen, Martin Van, Ağa Şeyh Devlet,, Çev. Banu Yalkut İletişim Yayınları, İst., 2003

2)   Bidlisi, Şerefhan, Şerefname Kürd Tarihi, Çev., M. Emin Bozarslan, Deng Yay., İst., 2000

3)   Emecen, Feridun, D.İ.İ.A., “ Selim I” maddesi Cilt 36, İst., 2010, s.,407-414

4)   Epözdemir, Şakir, 1514 Amasya Antlaşması Kürt- Osmanlı İttifakı ve Mevlana İdris-i Bitlisi, Pêrî Yayınları, İst., 2005

5) Hammer J. Von, Osmanlı İmparatorluğu Tarihi, Cilt I., İlgi Kültür Sanat Yayıncılık, İst., 2007

6) Izady, R. Mehrdad, Çev: Cemal Atilla Kürtler Bir El Kitabı, Doz Yay., İst., 2004

7) Kardam, Ahmet, Cizre-Bohtan Beyi Bedirhan Direniş ve İsyan Yılları, Dipnot Yay., Ank., 2011

8) Kürdistan Tarihi, Editörler: Lazarev, M.S, Mıhoyan, Ş. X., Çev., İbrahim Kale, Avesta Yay., İst., 2007

9) Özcan, Abdülkadir, D.İ.İ.A., “İdrisi Bitlisi” maddesi, Cilt 21, İst., 2000, s.485-488

10) Parlar, Suat, Türkler ve Kürtler Ortadoğu’da İktidar ve İsyan Gelenekleri, Bağdat Yayınevi, İst., 2010

12) Xemgin, Ethem, Kürdistan Tarihi, İstanbul: Doz Yayınları, İst., 1987

14) Zeki, Beg Mehmet, Kürtler ve Kürdistan Tarihi, Nûbihar Yay., İst., 2010
Riataza.com

[1] Pêdawîstî bi danasîn û şexsiyeta Îdrîsê Bedlîsî heye. Îdrîs di dema xwe de ji hikimdarên akkoyunî û osmanî re şêwirmendî kiriye. Her wiha ew kurê ilmdarê kurd Hûsameddîn Elî ye. Be her hal rola Îdrîsê Bedlîsî di tiffaqa kurd û osmaniyan de roleke dîrokî ye. Wî weke qasidekî dîplomasiya serdema 16an di navbera mîrên kurd û osmaniyan de navbêynkarî kiriye.Dema Şah Îsmaîl dawî li hikimdarîya Dewleta Akkoyunîyan anî û Tewrêz kir peytexta dewletê, Îdrîsê Bedlîsî dawetî qesra xwe kirîye lê belê Îdrîsê Bedlîsî qesra qewleta osmaniyan çêtir dîtîye û ji hikûmdarên osmanî re şêwirmendî û rêzanî kiriye.

Bi fermana Bayezîdê II kitêba bi navê Heşt Behişt a bi zimanê farisî ku di wê kitêbê de jiyannameya padîşahên Dewleta Osmanî û dîroka wan nivîsîye binavûdeng bû. Wekî din Îdrîsê Bedlîsî kitêba bi navê Selîmname jî nivîsîye û rêberî ji hikûmdarên osmanî re kiriye di warê dariştina polîtîkayên Efrîqayê û dijberiya sefewiyan de.

[2] Bo zanyariyên zêdetir di derbarê danûstendin û dîplomasiya Îdrîsê Bedlîsî û mîrnîşînên kurd de binêrin. Şakir Epözdemir, 1514 Amasya Antlaşması Kürt- Osmanlı İttifakı ve Mevlana İdris-i Bitlisi, Pêrî Yayınları, İst., 2005

[3] Her çend osmanî bi gelek mîrên kurd re danûstendinek û peymanek danîbe jî, sefewîyan jî bi kurdan re tiffaqî pêk aniye. Sefewîyan gelek keçen mîrên Erdelanê weke bûk anîne û keçen qesra xwe jî dane mîrên Erdalanê. Di nava wezîrên Şah Tehmasp de kurd jî her hebûn. Ji bo zanyariyên bêhtir bînêrin. Mah Şeref Xanim Mestûre Erdelan, Tarikh-i Ardalan, ev berhem bi farisi hatiye nivîsîn û ji aliyê Hejar Mukriyanî li ser kurdiya soranî hatiye tercûmekirin.

[4] Ji bo zanyariyên zêdedtir û di derbarê mîrnişînên kurd û sînorên wan de binêrin. Şerefxan Bedlîsî, Şerefname, Avesta, Yayınları, İstanbul, 2012

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev