Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Komkujîya êzdîyan wek genosîd hate qebûlkirin

Komkujîya êzdîyan wek genosîd hate qebûlkirin

Delela Memê Recevî

4-ê meha sibatê 2016an Parlamênta Ewrupayê li Strasbûrgê biryara “Qirkirina êzdîyan, asorî-suryanî-kildanîyan” ji alîyê DAÎŞê va bi yekdangî encam girt.

“Ji alîyê Daîşê va li Iraqê û Sûrîyayê di hindava êzdîyan, asorî-suryanî-kildanîyan, êtnîk û olên kemnetew qirkirin çê bûye”, “sûcê himberî mirovatîyê û binpêkirina mafên mirovan yên asta şêr da” bi tûndî ji alîyê parlamêntaravan hate şermezarkirin. Biryara “Naskirina gênosîda êzdîyan, asôrî-suryanî-kildanîyan û olên kemnetew” ji alîyê hilbjartîyên 28 dewletan, ku nûnerên nêzîkî 500 mîlyon kesî ne, bi yekdengî hate qebûlkirinê.

Parlamenta Ewropaê bang li Netewên Yekbûyî kir, ku ew miletên qedîmî, ku ji alîyê Daîeşê va hatine qirkirin, ser axa xwe bi destê zorê hatine derxistin, mafên wan yên însanî hatine binpêkirin, ser wan lêpirsîn bê kirin û ji andamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî hate xwestin piştgirîya serlêdana Dadgeha Cezayan ya Navnetewî bikin. Gelek parlamêntar gotin, ku “naskirina gênosîda êzdîyan, asorî-suryanî-kildanîyan” biryareke dîrokî ye.

3-ê tebaxê sala 2014an, dema êrişa li ser Şengalê bi hezaran êzdî hatine qetilkirin, bi hezaran malên xwe terikandin, bi hezaran jin û qîzên êzdîyan hatibûne dîlgirtin û koleya cinsî da hatine nuxsankirin. Em bi hêvî ne, ku di demaka kin da ew gênosîd ji alîye Neteweyên Yekbûyî va bê naskirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev