Pêvîstîya amade kirina dunavên (terêqên) zane

Pêvîstîya amade kirina dunavên (terêqên) zane

Tosinê Reşîd

Berî çend mehan, min gotarek ser jîyan û hunêrê dengbêja opêrayê, ya bi nav û deng, Svêtlana Kasyan nivîsî.

Gava min ser jîyana wê melûmatî berev dikirin, ez pê hesîyam, wekî Svêtlana ji malbeteke kurdên êzdî ye, lê dûarojê çûye ser dînê xaçparêza. Svêtlana ji dînê xwe derketinê û çûyîna ser dînê xaçparêza bi wê yekê efû dike, wekî ‘êzdî rojê diparêzin.’ Bi gotineke mayîn, êzdî ne ku Xwedê, lê rojê diparêzin.

Di nav êzdîyên koçber de ev yek bûye nexweşîke giştî: nezanîyê gihandîyê wê yekê, wekî gelek kesên koçber bûne, ji rehên xwe dûr ketina, bingehê dînê êzdîya nizanin û ji bo dînê xwe derketinê efû bikin, şaşîyên usan didin ber rûyê xwe.

Êzdî Xwedê diparêzin (dihebînin). Bingehê dînê êzdîya ser wê bawerîyê ye, wekî Xwedê yek e, bê şirîk û bê heval e. Û êzdî Xwedê bê şirîk û bê heval diparêzin. Lê roj tenê sîmvoleke dînê êzdîyan e, nîşana Şems e. Gava roj derdikeve, êzdî dibêjin “Şems nedîr da” û sere xwe ber datînin.

Êzdî serê xwe ber rojê datînin, ber şexs û zîyareta datînin, ber xudanê malê datînin…

Sebebê vê rewşa kambaxe sereke ew e, wekî piştî koçberîyê di gelek civakên êzdîyan de dunavên (terêq) zane, ku bikaribin rêya rast nîşanî civakan bikin, ji civakan re bibin rêberên dînî, gelek kêm in.

Ez ê li vir bes nimûnekê seva dunavên nezan, bînim.

Çend sal berê ez ‘Roja mezela’ li bajarekî Rûsîya amade bûm û bi mirovên xwe re çûme goristana êzdîya, ya wî bajarî.

Nav xelkê hatî de, ji dunavan (terêqan) tenê pîrek hebû û wî malavayî qet sebeqek jî ji qewlan nizanibû. Xelkê wê gazî bikira ser tirbên mirivên xwe, wekî qewlekê bêje, duakê bike. Dihat, ber tirbê radiwestîya û digot: “Rema Xwedê lê be” û hew. Gava xweyê mirî xêra mirîyê xwe didayê, digot: “Xwedê xêra we qebûl bike” û diçû.

Ma kesê ha, wê çawan rêberîya civakê bike? Ma civakê ji kesên wa çi fêr bibe?

Ev rewşa ne normal, ji bo gelek civakên êzdîyên Yekîtîya Sovêta berê, bûye normal. Gelek civakên êzdîyan ji vê rewşê re hatine rayê.

Îro ji bo civakên êzdîyaye koçber bûyî, pêtivî, pêvîstîya dunavên zane, dunavên rêber, gelekî mezin e. Divêt ew rêya rast nîşanî kesên xalifî bikin. Lê gava bi xwe rêya rast nizanin, wê êdî çawan wê rê nîşanî mirîdên xwe bikin?

Heta salên 30-emîn sedsalîya buhurî, li Armênîya kevneşopîke wek dibistanên dînî hebû. Dunavan kurên xwe 10-12 salî dişandin bal dunavên zane, ew salekê, du salan, sê salan di mala dunavên zane de diman, bi wan re diçûne ser şîn û şaya, rojên rojî û cejnan bi wan re bûn û ji wan, rê û rismên dîn û civaka êzdîya fêr dibûn. Hemîn pê re jî qewl û beyt, lêgêndên ser jîyan û kiryametên mêr û milyaketan, xas û bavçakên êzdîyan ji ber dikirin (ezber dikirin). Carana bal dunavekî fêrbûna xwe temam dikirin, dû re diçûne bal dunavekî mayîn.

Du kesên li dibistanên usan fêr bibûn, min nas dikirin; Şêx Dewrêşê Şêx Keleşê û Şêx Rostemê Şêx Şamilê. Çawan Şêx Rostem ê Xwedê lê xweş digot, ew ber destê du hostayên mezin; Pîr Ûsivê Pîr Elî û Şêx Hemzê Şêx Seferî fêr bûye.

Ew herdu jî zaneyê dînê êzdîya, yên gelek mezin bûn.

Xezeva salên 30-emîn û dû re, gava atêyîzm li Yekîtîya Sovêt bû konevanî, sîyaseta fermî, dawîya wan dibistanan jî hat.

Lê dîsan jî di gundan de kurên dunavan ji kal û bavên xwe, ji dunavên gunde zane fêrî qewl û beytan, rê û rismê dînê êzdîya dibûn. Kesên di gundên ermenîyan de jî diman, şêx, pîrên wan dihatin malên wan, çûyîn-hatina wan gundên êzdîya hebû; diçûne ser şîn, şaya, mêvandarî.

Niha ew firsend jî lap kêm bûne.

Divêt ji vê rewşa xeter re çarek bê dîtin. Divêt ji bo civakên êzdîya, yên dero-dero bûyî, koçber bûyî, dunavên zane, kesên bikaribin rêberîya civakan bikin, bên amade kirin.

Divêt rêxistin û komalên êzdîyan, yên li komarên Yekîtîya Sovêta berê, ev kar hildana ser milên xwe. Lê ji talebextan re ew giramîyê nadin vî karê pîroz, dem û êginaya xwe bêtir didine karê sîyasî.

Di vê pirsê de dereng mayîn dikare derbeke giran bigihîne êzdîxana Yekîtîya Sovêta berê. Divêt rêk bê dîtin.

Bi bawarîya min êdî bi giştî dem hatîye, wekî dunavên êzdîyan bi sîstêmeke rêk û pêk bên perwerde kirin, bikaribin zanebûnên bingehîn ser dînê êzdîya dest bînin, bi rastî bibin rêvebirên dînî.

Îro, gava civakên êzdîyan li gelek welatan belav bûne, têkilî, pêwendîyên êzdîyan bi kesên ji dînên mayîn re zêde bûne, divêt dunavên me bi rastî zane bin, hêjayî wî navê gran bin, wekî bikaribin rêya rast nîşanî kesên xalifî bikin, rastîya dînê êzdîya bigihînne civakên ji hev bela bûyî.

Min di hevpeyvîna Pîr Dîma bi Newaf Mîro re xwend, wekî li Tilbîsê dixwezin Akadêmîya Dînê Êzdîya vekin. Divêt bi her teherî pişgirtîya wî karê pîroz bê kirin. Hêvîdarim ew Akadêmî bikaribe xwe ji sîyasetê dûr bigre, dunavên gor daxwezên rojê amade bikî û valaya mezin e, ku di wê derecê de îro heye, qet na hinekî tijî bike.

Ez usan jî bawer dikim, ku dem hatîye ji bo qewal dîsan bêne nav êzdîyên Yekîtîya Sovêta berê. Niha rê vekirîne û rewşa aborî, ya piranîya êzdîyan jî ne xirab e.

Dînê bi hezarsalan kal û bavên me bi xwîna xwe parastine, nabe em bi hêsanî bidne der.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev