Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 25

We dizanibû…? – 25

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…di dema Împêratorîya Osmanîyê da weke 70 kurd wek nûnerên gelê xwe di parlamênta pêşin da hatibûne hilbijartin. Ewana bi resmî dihatine binavkirinê wek “endamên parlamênta Kurdistanê”. Nûnerê Turkîyê li Lozanê Îsmet-paşa gotîye: “Kurd ne ku kêmanî ne, lê milet in; hukumeta Enqerê çiqas ku ya tirkan e, ewqasî jî ya kurdan e”.

…rêwîyê tirk Ewlîya Çelebî di pirtûka xwe ya bi sernivîsara Careke mayîn jî derheqa gotina “Çêlêbî” da dinîvîse, ku di kitêbxaneya hukumdarê wilayeta Bitlîsê Ebdil-xanê kurd da 20 cildên “Şahname”ya Fîrdoûsî hebûn.

…li Kurdistana Îranê komikeke sazbendîyê ya sitiranên kurdî heye, ku gelekî bi nav û deng e, navê wê “KAMKAR” e û her heyşt endamên ewê komikê jî xûşk û birayên hev in û kurdên Senendecê ne.

…rêwîyekî ûris – V. Î. Massalskî derheqa sazbendîya kurdan da wa nivîsîye: ”Ez gelek caran zendegirtî mame ji merîfet û hostatîya şivan-gavanên kurdan… Ew cîyekî disekinin, fêza topikekî yanê ser zinêr û ji wêderê serwêrîyê li kerî-sûrîyê xwe dikin, ku binatara wan da diçêrin… Kerîyê pêz gurra şivanan da ne – pêşda diçe, paşda tê, berbi çepê yanê rastê diçe. Bi gazîya şivîn kerîyê pêz destxweda dora wî dicive yanê jî jê dûr dikeve”.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev