Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 25

Werin em hinekî jî bikenin – 25

Berevkar: Têmûrê Xelîl

Qiseya ba û merekê

Ba ji merekê ra got:

-Ji kerema xwe ra derî veke, ez kayê bînim ser ka te da zêde bikim.

Merekê lê vegerand:

-Heyran, tu ka min nebe, bira ya te ji te ra be!

Rûvî û baxê tirîyan

Carekê rûvî diçe rastî baxekî tirîyan tê, dinihêre ku dorê sûr kirine. Hîç firsenda wî tunebû, ku ji çeperê derbaz be, bikeve hundur. Li dora bêx çû û hat. Nihêrî, wê quleke biçûk di sûrê da heye. Şa bû, kir ku bikevê, ji qulê derbaz be, lê ji bextê wî ra qul pir teng bû. Kir û ne kir, çare pê ne bû. Bihêle here, heyfa wî bi tirîyan dihat, temê wî dikişand. Neçe jî, hîç çare tunebû.

Rûvî metel ma, nizanibû çawa bike. Lê ew bi fen û fêl bû. Da aqilê xwe, sê rojan li ber derê qulê tî-birçî ma. Ji birçîbûnê bû wek darik-derzî. Roja çaran ew di qulê ra derbazî hundur bû. Usa xwar, ku ji berê zêdetir kok bû. Îcar jî xwest derkeve, lê hew dikaribû. Dîsa sê rojan birçî ma, carek din jar bû û roja çaran ancax jê derket. Li piş xwe va careke mayîn bi hesret li bêx mêze kir, hizingeke kûr rahişt û xwe bi xwe ra got:

-Ax baxo, ax baxo… Tu xweş baxî, tirîyê te jî xweş in, lê heyf, ku ez birçî ketime nava mov û termên te, birçî jî derketim…

Dîk û kevirê giranbuha

Carekê, gava dîk xwelî vedide, kevirekî giranbuha dibîne û dibêje:

-Ev kevirê xas bi kêrî çi tê, ku hinek kes carna li ser wî li hev nakin. Bi Xwedê, hema dewsa wî hinek qût bi dest min biketa, ji bo min bes bû.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev