Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ŞÊXÊ SEDEANÎA, DOTA GURCÎA – 2

Ji nimûneyên zargotina me – 25

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema bîstûpêncan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berdewama beşa pêşin a destana “Şêxê Sedenîa, dota gurcîa” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê berhemê Emînê Evdal e.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

(Beyt)

Katiba nexşê evê,

Senif şûşa gulavê,

Nûr baran danit navê

Nûr w pêta hukumatê.

Nûr w pêta fitîlê,

Agirê şêxê cemîlê,

Da dilê şêxê qebûlê,

Negah bir hodetê.

Ronîa bi sucude,

Me may xar wê sihete,

Ew maye gul-gul ale,

Dîlberê da peyale.

Dîlber,

Noşî can ya pîra kale,

Bedîye efîaetê.

Ezê batim difikirim,

Eşqa te ewter kirim,

Îro gyel te kafirim,

Heta dewrana min tê.

Min te dewran dibhorin,

Min te mohbet zorin,

Min te mohbet dorin,

Gelek jêrin, gelek zorin.

Heta bê baê fersentê.

Fersent-telî w texte,

Kum-kum bilqîz w bexte,

Hêja ne wexte,

Wexta ji pêşîa sebrêva,

Wekî ba tê, bext bi xwe tê.

Şêx rabû badem vexare,

Ewa piştê bestî zênare,

Şêx misheb avît nare,

Mey xar wê sihetê.

Ew sobeta çeng w reng,

Şamil sicada dane mey.

Dîlber: –

Pêxas bû, pey yaşa ketî,

Ew mişûdê pêxasî tezî,

Cî ser postê berazî,

Sîng sedefe, dur dixazî.

Şerbeta herdu lêva,

Cefaê wan roj w şeva,

Ew sefa bû, şêx pê ketî.

Xelqo nevê xizmet cefeî.

Ya dostê sefaye,

Xizmeta baxê wefaye,

Ew neys dikir wê neysketê.

Ew mişûrê pêxasî qedem,

Ningara çûvû sêsid kelem,

Jê der ketî xûn edam,

Cesmê bimbarek vê ketî.

Gelek hezar zor w cefa,

Li şêx dibû sewq w sefa.

Pêxas-pey aşa ketî,

Qîzê dîtî, dil pê disot.

Gazî kirê xûnd w hevot,

Nevin aş, bivin berav cot,

Tu zade bikşînî zehmetê.

Qytvî Şerîf-çar bike,

Dara qutanê ber bike,

Weşê mezin hewar bike,

Pêla te hate êvare.

Pêla te hate êvar,

Were weşê mezin bider,

Lê here qudin, gazî, hewar,

Garanê bi pêçe bîne mal,

Pîsî mesîn, laç ketal.

Tu xweş mecala dewletê,

Tu xweş kemala şîretê,

Qal w qîlê mesî hatê,

Wekî ba tê, bext bi xwe tê.

-Şêx lê wêderê ma danzdeh meha,

Hevrûê şêx çûne çîa,

Serwarê Sadugîa,

Serwarê xelefeta.

Xelîfet wan dimîne mal,

Hevrûê şêx çûne bal,

Jê ra gotin: -Ew heval.

Cezbet bû şêx pê ketî,

Cezbet hatine, şêx pê bi neyî,

Çend rojeka gerîa bû dîn,

Hismê berda bibû xûn.

Ber perdeya derketî,

Perde diran zehilî

Her dikene, kêm digirî,

Dîn kirim dota sîmanperî.

Em çûne qesta xêrekê,

Linga gihîştine dêrekê,

Erdda çûne ber pê şêrekê,

Hewz helê hêbetê.

Wekî şêra çev davû hev,

Sofîa bûvû hewl w rev,

Şêxê me xwe avîte dev,

Kesek nema wê xewetetê.

Eslan surra şêrê mîre,

Pênsid mirîdê tîr nezere,

Hemû bela kirin wêdere,

Kesek nema wê xewletê.

Meyl kişandine xisaretê,

Eslan sura şêx xelbetê.

Eslan sura şêxê xwe ye,

Me qesta dergahê teye,

Em hatine ber hedayetê.

Em ceniq pênsid mirîd hene.

Hemû li ser hedê xwene,

Ferwar bide şêxê te tê.

Tu şêx xeterê sadiqî,

Rast turistê xaliqî,

Ew roje, wekîlê mitliqî,

Ra bide şêxê te tê.

Şêx fem kir ew xebere,

Şêxî şêra danî bere,

Hûn zû-zû nehatine sere,

Tu nizanî çi pêjda tê.

Ew qeqewm, wê qewmêra,

Qisma bîana, şêxê xwerra,

Sîyman-Heyman bîra we tê.

Bira hûn heval bana,

Nêzîkî şêxê kal bana,

Teve dînê zal bana,

Sîyman-Heyman bîra we tê.

Sofîa divê ya qenc ewe,

Carke dinê hevda neve,

Biçûya rîa şêxê xewe,

Heç hewalê li ser me tê.

Ew qe-qewn bû, wê qewmêra,

Ew qe-qewm bû, navê wera,

Ew qe-qewm bû namûsa were,

Tirsîa bû şêrê şewketê.

Şewket nema wan pênsida,

Mecalê şêx birin sede,

Qe kes tunebû kuma weda,

Tu nizanî çi pêjda tê.

Ew sofîê eser nezer,

Hê cema bû asibil kember,

Sofîa hewl dabû ser,

Sofîa wêda hinga me tê.

Sîaî mereketê,

Serecîa mereketê,

Belkî me kuştî, dêrê we tê,

Gihîştine ewl cayekê.

Hev bigirin semayekê,

Rûnên bikin disayekê,

Bi xewnekê, bi lewnekê,

Ka şêx naê ber bişaretê.

Xelqo nebê şêx kafire,

Zêrr batine, zîv zehere,

Hed û sicudeê tahre,

Meylê kişande qisaretê.

Ruhê şêxî rehmanîye,

Xelqo nevê nixusanî ye,

Ewî dîe, ewî zanî ye,

Ew mêw ji mêwê we tê.

Her mêwek xemlek hebû,

Her xemlekê temlek hebû,

Wan lebleba dewrek hebû,

Ew çerx diçe, çerxa din tê.

Ew horîa şêx babete,

Dê zabite, cî cinete,

Wê dîbû, bav nîmete,

Babet dikşîne, babet tê.

Dîlber,

Canîê her sîqal kirim,

Tijî şerav û el kirim,

Ez qismetê şêxê kal kirim,

Kerbîa dev ne de tê.

Teheîa divê: -Ya qenc eve,

Carke dinê hevde neve,

Biçme rîa şêxê xweve,

Heç hewalê ser me tê.

Ew sofîa ezer nezer,

Lê cema dibûn seabil li kember,

Sofîa wêda hev dabû ser,

Sofîa wê da heinga me tên,

Şehî û merketê.

Belkî mekujvî dêrê wetê,

Bekra te bekra sibaê,

Şêx xeterê mizgînî daê,

Hev bigrin zikrê semaê.

Şêx: –

Ew sofîê misheb himayl,

Ewî hildavêt calan cîl,

Yek diçûn mqabîl,

Sihab şêx xelefetê.

Şêx gavanê beraze,

Kerifî, da eşq û baze,

Kêfet hatê ser saze,

Maşîa nav sobetê.

Dûrba maşîa bû dîare,

Kox-koxe û zênare,

Şermîe şêx xetare,

Şermîe xwyê wê ketê.

Şêx bû bey-beyanîê deştê.

Pêleke avê gihîştê,

Zênar birî piştê,

Şûşt ava bihuştê.

Pêlê avê bi xar hat,

Qiseta mişûr bi kar hat,

Şêx bi destê şêx Thar hat,

Hesabî ji Kabêbe hat,

Dûre ber bêra ra wekavê.

Sanifand şûşe gulavê,

Nûr barand, davîte navê,

Nûr pêta hukumatê,

Agirê şexê cemî lê,

Davû dilê şêxê qebûlê.

Negah biribû hedûde,

Bonay bir sicûde,

Mey xar wê sihetê.

Şêx rabû pey aşeba sefer kir,

Dîlberê pêva nezer kir,

Mihubetê dil ker bi ker kir,

Keçik grîa wê sehetê.

Şêx: –

-Hêsirê vê nezanînê,

Tê ji coberê, xûnê,

Tê ji ewrê frînê.

Dîlber: –

Tê ji ewrê fireqê,

Kes ji ber hate rewaqê.

Şêx: –

Tu çima qe devekê netevitî,

Tu çima qe temekê nasitirî,

Dayme li nik difikirî,

Kerhane go:

-Tu çima dikewgirî,

Îro li bên rehet tuy,

Bê heval bûy, bê deng bûy,

Lema tu ji mawera xwe derketî.

Şêx : –

Tu Dîlbera badem firoşî,

Tu xumrê şeravê difroşî,

Tu kyexima, etlesa difroşî,

Te dil zêrr û zeynetê:

Dota gurcîa.

Ya nazenî,

Singê tu bê zêrr benî,

Bê zêr şuret nade eanî.

Şêx: –

Emê xemla te bînin kar bikin,

Hemû bejna te bar bikin,

Esbil surra heldar bikin,

Hem her singa daxetê.

Min Borekî xweş-xweş dibê,

Kumeytekî kaprreş dibê,

Meşîa wekî çon xweş dibê,

Lema xam revîne, pey ketî.

Dîlberê Bor extîar kir,

Meytera bir lê sîar kir,

Riba va hîlan zanî,

Dîlbera şêxê yemanî.

Borekî xweş-xweş deranî,

Pê li piştê deranî,

Xwe sizîekê xwe avît piştê,

Fersendê çonê gehîştê.

Bû beyo, benîê deştê,

Obîa kê pêva tê,

Obîa te ber rikêvê,

Bê hed gol û hesêbê.

Nazikê metled ji ecba,

Şêx dem-dema Bor dibezîne,

Şêx dem-dema Bor dilezîne,

Muhbeta şêx dertîne.

Şêx: –

Şêx xeter,

Canika can extîar,

Baxojnî dêrêva hinar,

Ketîe rê pe-pey me tê.

Pe-pey me tê şehbeta baê,

Mezîla sehetê gihîaê,

Te dêma hîva roj mezîlê,

Şêx û mirîd çûne pîaê,

Sehî bibin krîametê.

Te dil ji xwe ye noşetê,

Ewê xwe dîn şemal kir,

Mobetê dêm sor û al kir,

Şêx gihîştê tu av kir,

Qe sofîe nêzîk ne tê.

Sofîa şerma qîzê kir,

Ewan wê metheaê xwedê kir,

Xelqo binêrin, xoce çi çêkir,

Xelqo binêrin, xoce çi kir,

Ew canika can bikur,

Mivt, telat anî zikir.

Sedeq rewşa mifsilda,

Dîlber nava muhour da,

Birim slûka habida,

Herdu derdê hev dimirin.

Qe sebrekê ne sebirin,

Herdu bûne zeva-bûkê cinetê.

Got: Xudêdaê Qaso, ji nehîya Axbaranê, gundê Karvanserê, sala 1927a.

Nivîsî Emînê Evdal.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev