Xurtbûna tevgera kurdan di salên 30-40î yên sedsala XIX û “cara dudan zevtkirina” Kurdistanê – 2

Xurtbûna tevgera kurdan di salên 30-40î yên sedsala XIX û “cara dudan zevtkirina” Kurdistanê – 2

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we berdewama beşa pêşin a bi sernavê ”Xurtbûna tevgera kurdan di salên 30-40î yên sedsala XIX û “cara dudan zevtkirina” Kurdistanê” amade kirîye.

Ev berhema me ya 25an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye,  lê hela çap nebûye.

Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 25

Piştî ketina Rêwandûzê jî destdirêjayên ordîya tirka yên cezakarîyê li Kurdistanê xilaz nebûn. Ordîya tirka her pêşda diçû û bi bêwijdanî ji heq-hesabê wan kesa dihate der, yên ku hukumeta sultan nas ne dikirin. Piştî ku Reşîd paşa sala 1837a ji nexweşîya tayê (kolêra) mir, Hafiz paşa serokatî li êkspêdîsyona cezakarîyê kir û ew jî bi hovîtî û bêwijdanîya xwe ne kêmtir bû.

Emelên usa di havîna sala 1837a jî bûn û vê carê hindava kurdên Botanê da, yên ku hewl didan serxwebûna xwe bidne dasekinandinê. Di wan dema da Hafiz paşa ecêbên giran anîne serê êzdîyên Şengalê. Payîzê qetilkarîya ordîya tirka derbazî bakurê Kurdistanê bû, ji ber ku hêza tirka ya sereke şerê bi mîrê Soran va mijûl bû û milet dixwest wê firsendê bi kar bîne û lema jî serî hildabû. Kurd bi mêranî ber xwe didan, lê nikaribûn demeke dirêj bi ordîya tirka ra şer bikin, ya ku ji alîyê înstrûktorên awropî da hatibû telîmkirinê (di nav wan înstrûktora da fêldmarşalê bi nav û deng Hêlmût fon Moltkê jî hebû) û bin destê wan da topên giran hebûn. Tirka bi êrîşên bêwijdan kela û warên kurda, ku taybetî ji bo şerkirinê û xweparastinê hatibûne çêkirinê, zevt dikirin û bi wehîştî milet qir dikirin. Tenê wî çaxî şer betilî, dema zivistan ser wan da hat.

Kampanîya bahar-havîna sala 1838a ji du êrîşa bû – yek berbi navça Akçe-daxê, yek jî berbi çiyayên Tavrosê. Xwesma şerê dijî serekê kurda Sehîd beg gelekî berk bû, ku sê meha kişand û gelek tirk hatine qirê. Dû ra Hafiz paşa berê eskerên xwe da berbi Mûşê – Xezzo. Kurd û ermenîyên van navça hukumê Portoyê nas ne dikirin. Eskerên cezakar, ku desteya Dîyarbekirê jî gihîştibû wan, nikaribûn berxwedana kurda û ermenîya ya bi serokatîya Hecî Zîlal axa bişkênin. Binecîyên axên ji roavayê bigre hetanî başûr-roava gola Wanê serî hildabûn. Eskerên tirka bi hovîtîyek nebînayî zora şervanên kurd û ermenî birin û gunehê xwe ne li jina, ne jî zara ne dianîn, kî dikete ber derba wan, dikuştin. Lê cezakara nikaribû karê xwe yê qilêr bi dawî bînin. Krîza nû ew kar şerpeze kir, ku sala 1839a hemû navçeyên rohilatê yên Împêratorîya Osmanîyê hingavtibû.

Ji ber wê yekê, ku Portoyê hukumê paşayê Misirê Muhemmed Elî li ser Misirê, Sûrîyê, Libnanê û Felestînê nas ne dikir, Muhemmed Elî bi piştgirî û helandayîna Îngilîs û Fransîyayê berê eskerê xwe da bakurê Tirkîyê. Mehmûdê IIa ji Hafiz paşa ra got, ku ordîya xwe ji Kurdistanê paşda bikişîne, ji bo ku bikaribe ber êrîşa ordîya Misirê ya bi serokatîya Îbrahîm paşa ber xwe bide. Ordîya Hafiz paşa, ku di şerê bi kurda ra ji hal ketibû, sala 1839a bi destî eskerên Misirê va tam hate hincirandinê. Bi wê yekê va, ew serketinên hindava şervanên kurda da, ku ew bi dest xistibûn, hîç û pûç derketin. Kurdistan careke din ber şêmîka serhildana sekinî.

Dema ku di dawîya salên 30î êtapa pêşin ya ji alîyê tirka da “cara duwemîn zevtkirina Kurdistanê” xilaz bû, rewşeke usa hate sazkirinê, ku kurda dikaribûn tivdarekê xwe bibînin bona serhildanên nû. Bona milahîmkirina kurda li navçeyên Kurdistana Başûr, Bakûr û Roavayê serokên ji alîyê tirka da hilbijartî hatine kivşkirinê, ku Stembolê (piranî ji bo Awropayê) ew yek dida xuyakirin wek pêkhatineke pêşketî û ku ew yek xwedêgiravî dikare Kurdistanê pêş bixe, tevlihevîyên ji alîyê derebega da dibûn, ji holê rake, qeyde-qanûna testîq bike. Lê di rastîyê da tam eksî wê derket.

Em îdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku serokatîya tirka, ya eskerîyê jî di nav da, karê xwe yê herroje ve gîro bû – bertîl, talan, zordestî, têrora hindava kurdên Anatolîya Rohilatê û Îraqê bûbûne karê wê yê rojane. Bi hovîtîya xwe va xwesma hukumdarê Bexdadê Muhemmed paşa berbiçav diket. Kurd dîsa derketine himberî destdirêjaya û zêrandina û ew bi aktîvî protêsto kirin. Ew protêsto zûtirekê bûne serhildanên mezin. Navenda wan serhildana Botan bû, lê rêvebirê wan – serekê malbeta mîrên Cizîrê Bedirxan beg bû.

Bedirxan beg di mîrîtîya xweda lap bi serî xwe hukumdarî dikir û serbestîya xwe ya ji sultan bi awakî eşkere dida xuyakirin. Ew bawerî bi hêza eskerên wî pê ra çê bûbû, ku ewî wana tevî şerê bi Reşîd paşa ra bi kar neanî. Hukum û hurmeta wî di dervayî sînorên Botanê jî bela bûbû û gihîştibû hetanî Bexdadê û Dîyarbekirê. Gelek hukumdar û serekeşîrên cînar piştgirîya wî dikirin, ji ber ku ew di hêla sîyasî da pir zane û zîrek bû. Yek ji serketinên wî ew bû, ku ewî bi xêrnexwazê Botanê – mîrê Hekarîyê Nûrûlle beg kire dost û hemfikirê xwe. Ewî xwe gelek êşand heta bi hukumdarê Muksê Ebdil xan ra peyman girêda, yê ku bi şeş birayên xwe ra tevayî hukumdarî li axeke fire dikir, ku dikete başûrê gola Wanê. Ji wana yê herî navdar hukumdarê Wanê Xan Mehmûd bû.

Pişt ra hemû serekên kurda yên dijî tirka “yekîtîya zîyaretî” bi hev ra girêdan bona serhildanê bikin, Kurdistanê ji bin nîrê tirka derxin û dewleta kurda ya serbixwe ava bikin. Hukumdarê Mûşê, Hekarîyê, Xîzanê, Qersê ketine di nav wê yekîtîyê û Bedirxan beg bû serekê wan. Ewî welîyê Erdelanê jî kire nava yekîtîyê û ew dihate wê manê, ku ew dixweze Kurdistana Rohilatê jî bike bin perr û baskê axa xwe. Lê Kurdistana Başûr nekete di nav wê yekîtîyê. Kurdên zaza yên Dêrsimê, êzdî û çend eşîrên kurda yên mayîn jî neketine di nav wê yekîtîyê da, ji ber wê jî em nikarin bêjin, ku di salên 40î yên sedsala XIXa da tevgera hemkurdîyê ya ji bo azadîyê hebû.

Endemên “yekîtîya zîyaretî” pêş da parevekiribûn, ku kê wê serokatî li kîjan herêma Kurdistana serbixwe bike. Bi vî awayî, ew di hêla sîyasî da hevgirtina qiralîyetên kurda ya yekemîn bû, ku seba xatirê rizgarkirina gelê xwe gihîştibûne hev, lê ew hevgirtineke bi awayê derebegî bû, ji ber wê jî dirêj nekişand.

Lê dîsa jî, di destpêkê da ewê roleke pozîtîv lîst di karê amadekirina serhildana dijî tirka da. Endemên “yekîtîya zîyaretî” li ser erdê xwe kela û bingehên berxwedanê çê dikirin û yên kevin nû dikirin, esker berev dikirin û telîm dikirin (hînî şêr dikirin). Guhdarîke mezin datanîn li ser wê yekê, ku çek û sîlihên nû ji bo eskera peyda bikin, ji ber ku îdî hew dikaribûn bi tîr û kevana, şûr û mertala bi ordîya tirka ra şer bikin. Bedirxan beg bi alîkarîya hostayên zane destbi deranîna tivinga, qirma û topa kir. Bona ku di karê eskerîyê da bi ser kevin, ewî çend xortên kurd bona xwendinê şandine Awropayê.

Bedirxan beg merivekî dûrdîtî bû, sîyaseta wî di pirsa miletîyê da li Kurdistanê herdem jî aqilane bû. Ewî gelek kar kir bona ermenî û aşûrîyên ku bi sedsala bi kurda ra jîne, bîne hêla xwe, usa bike ku ewana hev rind fem bikin û bi wê yekê va dixwest bala Rûsîyayê bikişîne, ya ku di sîyaseta xweda herdem jî piştgirîya gelên xaçparêz yên Rohilata Nêzîk kirîye. Ewî herweha hewl dida ku Îran jî piştgirîya wî bike, ji ber ku di navbera wê û Tirkîyê da derheqa pirsên sînor da nerazîbûnên mezin hebûn (lê ev yek nikaribû bi ser keta, hema tenê ji bo wê yekê, ku ewî perçekî axa Îranê – axa heta gola Ûrmîyayê – kiribû nava proêkta dewleta kurda da, ku ewî hewl dida zûtirekê damezirîne).

Bedirxan beg li ser axa xwe di hêla xweşkirina rewşa civakî-aborî û ya hundurîn da gihîşte pir serketinan. Pirsa berevkirina baca hatibû helkirinê, ardimî didane wan gundîyên kurd, ku koçbarî li ser erdê wî dibûn, azaya kirîn-firotanê û karê sin’etkarîyê hebû, karê çûyîn-hatina gemîya li ser gola Wanê hatibû helkirinê. Mîr bi kar û barên xwe pêşîya tevlihevîyê, dizîyê, talana girtibû, li ser temamîya axa Kurdistanê ya bin hukumê wî da ewî rewşeke edil damezirandibû, milet hew ji bo jîyan û hebûna xwe ditirsîya. Hurmet û sîyaneta wî li Kurdistana Bakur û Roava jî hebû. Ewî sala 1842a diravên bi navê xwe derxist, ku ser nivîsîbû “Mîrê Botan Bedirxan” û ew nîşana wê yekê bû, ku ew hukumdarekî serbixwe ye. Ewî Cizîr îlan kir wek paytextê dewleta xwe, li wir ala kurda hate bilindkirinê. Serekên kurda, ku hevalbendên wî bûn, aminaya xwe hindava wî da dîyar kirin û piştgirîya mîrê Botan kirin.

Damezirandina dewleta hema bêje serbixwe di navbenda Kurdistanê da ne tenê ji bo Portoyê tiştekî neqebûlkirinê bû, lê ewê yekê di nav dewletên roavayê yên dagîrkar da jî hewarzeyek mezin pêşda anî, yên ku di dawîya salên 1830î – destpêka salên 1840î di hêla aborî da cîyê lingê xwe li Împêratorîya Osmanîyê qewîn kiribûn (peymana Îngilîs-Tirkîyê ya tucarîyê ya sala 1838a, tevbûna dewletên Awropayê ya aktîv di nav karê nerazîbûnên di navbera Tirkîyê û Misrê da di salên 1839-1841ê, ku destpêka kontrola Îngilîs û Fransîyayê bû li ser Misirê, Sûrîyê û Libnanê). Kurdistana serbixwe dikaribû hemû heq-hesabên wana tevlihev bikira, ku di meydana Rohilata Nêzîk da ji bo testîqkirina hukumê xwe şerê hevdu dikirin û ev hemû wê riya Rûsîyayê vekira, ya ku reqîbê Îngilîs yê herî sereke bû li ewê herêmê da. Ji ber wê jî îngilîsa, ku li wan dema hukumê wan li ser Stembolê gelek bû, bi her awayî alî Portoyê dikirin, ku ew dijî sêparatîzma Bedirxan berk şer bike.

Lê Porto, ku rûyê şerê bi mîrê Rêwandûzê û paşayê Misirê ra sist bûbû û bi karê rêformên hundurîn va mijûl bû, lez ne diket, ku dijî hukumdarê Botanê destbi şêr bike. Portoyê hewl da di nav mîrîtîyê bi xwe da tevlihevîyan çê bike û di wî karî da îngilîsa alîkarîyeke mezin dane tirka. Armanca wan bû, ku di navbera kurda û gelên xaçparêz da, berî gişkî – aşûrîya, ku li ser axa ji Botanê bigre hetanî Hekarîyê bi kurda ra tevayî diman, pevçûna çê bikin, wana rakine rûyê hev.

Aşûrîyên nêstorîyan, ku serekê wan yê olî mar-şîmûn bû, bi formalî bin hukumê paşayê Erzurumê da bûn, lê di rastîyê da bin hukumê mîrê Hekarîyê Nûrûlla beg da bûn. Aşûrî xwedî rêxistineke eskerî-eşîrî ya ciddî bûn, ku mar-şîmûn û melik serokatî li wê dikirin, û pêwendîyên wan bi Nûrûlla beg û serekên kurda yên mayîn ra piranî yên hevalbendîyê bûn, ne ku yên teslîmîyetê. Ew yek hetanî wî çaxî usa bû, heta ku karkirina mîsîyonêrên îngilîs û emirkan (xelqên Amêrîkayê, ku li wan dera piştgirîya kar û barê îngilîsa dikirin) di wan herêma da gumreh nebûbû. Wana bingehên mehkem çê kirin ji bo mîsîyonêra, soz didane aşûrîya, ku Awropayê bi xurtî alîkarîya wan bike, di nav serekên kurda da pelepistûkî dikirin, bi dîwana tirka ra di nav pêwendîyan da bûn, ewana gelek cara rastî hev dihatin. Tirka jî hindava xwe da di nav kurda û aşûrîya da pevçûn çê dikirin. Hukumdarê Mûsilê Muhemmed paşa soz da mar şîmûn, ku wê şerê dijî kurda da alîkarîya wan bike û di eynî demê da di nav eşîrên kurda da belav dikir, ku bawerîya xwe bi mîsîyonera û aşûrîya neynin û şerê wan bikin.

Sala 1842a li Hekarîyê û navçeyên der-dorê wê da, ku kurd û aşûrî bi hev ra diman, rewş her diçû xirabtir dibû. Ew rewş sala 1843a piştî wê yekê sincirî, gava mar-şîmûn li ser dîwana xwe ala îngilîsa bilind kir. Dîndarên musulman propaganda dijî xaçparêza bi carekê va xurt kirin. Desteyên Bedirxana êrîşî li ser gundên dor-berê navçeya Tîarê kirin, warên binecîyan şewitandin û talan kirin. Çend hezar kes hate qirê. Êrîşa duda sala 1846a di navça Tixûmê da bû, û mar-şîmûn mecbûr bû xwe li riya revê bigre, derbazî ser axa Îranê bû.

Ew êrîş ne tenê ji bo aşûrîya zirar dianîn, lê herweha ji bo kurda jî zîyandar bûn, ji ber ku ew dijî serhildana bi serokatîya Bedirxan beg û Nûrûlla beg bûn. Serekên olka aşûrîya hewara xwe li îngilîsa daxistin, daxaza alîkarîyê ji wan kirin, lê wana, ku helan didane wan êrîşa, d’ew ji Portoyê kirin, ku li ser axên bin destê Bedirxan beg da qeyde-qanûna saz bike. Aşûrîya daxazeke usa li Rûsîyayê jî kirin.

Ev daxaz bi dilê tirka bûn û gorî planên Portoyê bûn, ku hewl dida tevgera kurda li Anatolîya Başûr-Rohilatê bifetisîne. Lê tirk, ku ji tecrûbeyên berê ders girtibûn, fesal kar dikirin û berî wê hûr û kûr amadekarîya xwe didîtin. Pêşî wana firsendê “aşîtîyê” cêribandin. Qasid şandine bal Bedirxan beg, Nûrûlla beg, Xan Mehmûd, yên ku hewl didan ya xwe situyê serekên kurda bialînin, ku ewana bi rezadilî hukumê sultan nas bikin, lê ji wan helekarîya tu tişt derneket. Ji ber wê jî bahara sala 1847a Stembolê destpê kir bi aktîvî tivdîra xwe dît bona derbazkirina êtapa duda ya ji bona “cara duda zevtkirina” Kurdistanê. Qumandarê eskerên tirka li Anatolîyayê Osman paşa di destpêka meha hezîranê da temamîya ordîya bin destê wî da ajote li ser kurda. Pêşî ew ji heq-hesabê mîrê Botanê hate der, lê paşê ji alîyê bakur û başûr bi hêza xwe ya sereke êrîşî li ser eskerên Bedirxan beg, Nûrûlla beg û Xan Mehmûd kir.

Bedirxan beg tivdîra berxwedanê dikir û pêşî di wî karî da hinekî bi ser ket jî, lê zûtirekê birazîyê wî Yezdanşîr, ku bawerîya xwe bi tirka anî, pêşenî vekir û firsend da dijmin, ku ji piştê va xwe bighîne eskerên Bedirxan. Dor li Bedirxan beg girtin, eskerên wî kirine nava hesarê, yê ku li kela Arûxê da bû û bi şervanên xwe ra tevayî heta 20ê hezîranê sala 1847a ber xwe da. Wî anîne Stembolê, paşê şandine Krîtê, dû ra jî Şamê û ew sala 1868a hema li wir jî mir û mîrîtîya Botan ji holê rabû.

Piştî dîlgirtina Bedirxan beg, bi dirêjaya du salan Osman paşa, û piştî mirina wî jî – Guzluklu Reşîd paşa hewl didan Kurdistanê aş bikin, li ku şerê partîzanîyê gurr û geş bûbû. Hela zora Xan Mehmûd û Nûrûlla beg ne biribûn; evê dawî heta sala 1849a bi xurtî ber xwe da, lê dû ra çarneçar revî Îranê. Bi awakî hovîtî ji heq-hesabên kurdên şervan hatine der. Li ser binecîyên Kurdistana bedbext nexweşîya tayê bela bû, ku rewşa wan ya xirab hîn xirabtir kir.

Rast e, dû wan sala ra jî li hin cîya kurda serî hildidan, lê meriv dikare bêje ku “cara duda zevtkirina Kurdistanê” di destpêka salên 50î yên sedsala XIXa da îdî serhevda hatibû (xilaz bûbû). Sêparatîzma kurda ya bi awayê eşîrtîyê hate şikênandinê, hukumê mîra, şêxa, bega ji dest wan derket, lê ewên ku di wî karî da ber xwe didan, an hatine kuştin, an jî ji welêt derxistin. Stembolê di navçeyên Anatolîya Başûr-Rohilatê da, ku lê kurd diman, serokatîya xwe kivş kir: Botan û navçeyên der-dorê wê ketine di nav eyaleta Kurdistanê, Hekarî û qezayên dorê ketine di nav eyaleta Hekarî. Tevgerên li Botanê, Hekarî û navçeyên Kurdistana Başûr-Roavayê yên mayîn jî bi wan sebeban bi ser neketin, wek ku ew yek li mîrîtîyên Kurdistana Başûr bûbûn: newekehevtîya hêza, tunebûna yekîtîyê di navbera kurda da, ku bi şerê navxweyî, tevbûna hêzên zor ji der va (xwesma tevbûna Îngilîs) bêtir sist bûbû.

Tevgerên, ku di salên 30-40î yên sedsala XIXa li Kurdistanê dibûn, rewşa herêmê ya navnetewî serttir kirin, xwesma tesîra wan li ser pêwendîyên Tirkîyê-Îranê gelek bû. Sebebê wê jî – pirsa ser sînor bû, ku demeke dirêj nedihate helkirinê, wek dibêjin, bûbû “kula piçengê”. Sînorê Tirkîyê-Îranê, ku Kurdistan kiribû du perçên newekehev, nehatibû kivşkirinê û hema bêje nedihate parastinê û ew yek dibû sebebê tevlihevîyên bêhejmar. Kurd bi awakî serbest ji herdu alîyên sînor derbazî berê dinê dibûn, lê dema şerê bi hukumetê ra, ew yek zêde dibû, ji ber ku milet li ser axa herdu alîyan cîyê sitarbûnê digerîya. Him Tirkîya, him jî Îran d’ewa axê li hevdu dikirin û dema wan nerazîbûna gelek cara pevçûn çê dibûn. Tenê sala 1842a eskerên Îranê ji hêla devera Suleymanîyê du cara dakutane ser axa tirka; emelên wî awayî li perça sînor ya bakur da jî dibûn, der-dorê Bayezîdê. Tirkîya û Îran careke din ber şêmîka şer sekinîn.

Ew yek ne bi dilê Îngilîs bû, ne jî ji Rûsîyayê ra dest dida, yên ku ditirsîyan, ku şer wê zirarê bide berjewendîyên wan yên sîyasî û aborî li Rohilata Nêzîk û di wî şerî da wê yek ji wan dewleta bi serkeve. Bi pêşdestîya (Însîyatif) wana ji sala 1843 heta sala 1847a li Erzurumê konfêransa derheqa helkirina hemû pirsên ku bi sînorên Tirkîyê-Îranê va girêdayî bûn, karê xwe dimeşand û nûnerên Tirkîyê, Îranê, Îngilîs û Rûsîyayê tevî wê dibûn. Di wê konfêransê da gem û dizgîn di dest nûnerên dewletên Awropayê da bû. Wana bi awakî berk daxazên xwe li situyê dewletên Rohilata Nêzîk û, di nav wan da kurda jî, dialandin, ku axa herdu alîyên sînor ya wan bû û wana (kurda) bendî tiştekî ne dihesibandin.

Gorî peymana Erzurumê, ku 19/31ê gulanê sala 1847a hate girêdanê, Tirkîya û Îran vir şûnda gerekê de’wa pera û axê ji hevdu nekin, senceka Zohabê gerekê di nav herdu dewleta da bê parevekirinê, hukumeta şah gerekê tevî kar û barê devera Suleymanîyê nebe. Tirkîya jî gerekê tevî kar û barê perça sînor ya başûr nebe, ku dikete der-dorê navça Şett-el-Erebê. Herdu alîya soz dan, ku bi her awayî nehêlin eşîrên kurda ji sînor derbazî alîyê din bibin û pirsa ka kîjan eşîr hemwelatîyê kîjan dewletê ye, hel bikin. Xala here sereke di nav peymana Erzurumê da ew bû, ku komîsyoneke usa saz bikin, ku ser dereca normên navnetewî hemû daxazên peymanê bi cî bîne û gerekê ew her çar dewlet, ku tevgelên konfêransê bûn, pêkanîna wan xala kontrol bikin. Komîsyon zûtirekê destbi kar kir û firsend kete Îngilîs û Rûsîyayê, ku bi aktîvî tevî karê hundur yê Tirkîyê û Îranê bibin, di nav wan da tevî pirsên here sereke bibin – pirsa ser sînor û pirsa kurda. Di nav 66 salên xebata xwe da (hetanî destpêka şerê hemcihanê yê yekemîn) ewê komîsyonê karekî berbiçev ne kir: sînor heta dawî jî nehate kivşkirinê, lê ji bo îngilîsa û rûsa rê vebûbû bona timê tevî kar û barê kurda bibin û wana ew tevbûn gelek cara tenê ji bo berjewendîyên xwe bi kar dianîn.

Femdarî ye, ku kurda bi xwe ji xebata ewê komîsyonê, ji tevbûna dewleta di nav pirsa kurda da tu kar ne dîtin. Hela eksî wê, peymana Erzurumê û paşmayînên wê bi awakî resmî bedbextkirina kurda ya bi sala-zemana, perçekirina axa wê, dikirine tiştekî qanûnî.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev