Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ol, bawermend, mirovahî û dem

Ol, bawermend, mirovahî û dem

BÊWAR BARÎ TEYFURÎ

Dewrana asîmlasyonê, înkarê, kevneşopîyê, koledarîyê, tirsê, bandorê, nezanetîyê, bêfehmîyê, êrîşkarîyê û desthilatdarîya li ser gelan ber bi kutabûnê va diçe. Xêra zulm, zor û derewan tune. Gel, mirov, mirovahî çiqasî têne xapandinê, hawqasî biçûk û zeîf xuya dibin. Ji bo berjewendiya hêzên desthilatdar ên qirêj demeke pir dirêj mirovahîyê di nav qerebalixekê da xwayî dikirin û bi perwerdeyeke çewt, ne durust ve mirovahî parçe parçeyî kirine, bere hev dane, pêşketinan ra astengî pêşda anîne, ji bo ku pêşengîya gelan û mirovahîyê bikin. Di dîrokê da tu tişt veşartî nemaye û namîne. Ji bo ku mirovan û gelan bi xwesteka xwe îdare bikin, birêve bibin ji ol, oldarîtîya cahîl, nezan û xizan bi deman (hezar salan) pêk anîne û ji xwe pêştir der dor nedîtine, hemû ji xwe ra kole û deyndar hesibandine. Bi hezar salan e ol çawa hacet, cek li dijî mirovan tê şuxulandinê, di derbarê ol (olan de) mirov, mirovahî durust nehatine agahdar kirin, wetaya olan jîyanê da nehatîye zelal kirin, gelek caran mijara olan hatîye da kirin (xewle kirin) ji mirovan, bi demane mirovahî kor û di nav zelaletê da xuya dibe. Heqîqet, rastî li bin sîyê da hatîye xewle kirin, le îro şilovekirin û aşkar kirina ra zerûreteke zanîstî peyda bûye. Dema hemdemî da mirov hez nakin jîyanê da qerebalixî, durîtî bidome, yên şareza hewl didin dunyeke bi şeref û wekhevîyê da bijîn.

Oldarîtîya tund jî mînanî nijatperestîyê ji bo mirovan tehluke ye, pêşketinan ra astengîya pêşda tîne. Mirova li bin esareta kevneşopîyê da xayî dike.

Ol çî ye û çima ol pêşda hatine. Ezê li vê gotarê da hewil bidim ku bi kurtî derbarê vê mijarê da raman û fikirên xwe bînim ziman û helwesta xwe destnîşan dim.

Di çand û emirjîyana gelan da rola olan bê şik pir e. Li gorî pirtûkên (kitêbên) esmanî ol ulmê xweda ye, mijara perwerdeya mirovahîyê ye. Ol testîq dike ku xweda heye û tek e, hêzeke bi edalet e. Dunya, gerdûn, kaînat, mirov û suruşt hemû tişt xweda xuliqandîye û bi îrada (vîna ) wî va girêdayî ne. Ol him jî di navbera xweda û mirovan de pire ye, wesîle ye. Mirov beqî ol xweda nasdikin û bawerîyê lê tînin. Ol rêya jîyana mirovan e, rêya merîfetê ye, exlaqê ye, menewîyat û çanda mirovahîyê ye. Çend olên gerdûnî hene (Xaçparêzî, Îslam, Bûddîzm). Bi mîlyardan mirov bawerîyê li van olan tînin. Ev olana mirovan bi xwe va girê didin. Û wetaya wan dişibe hevdu, mebesta wan jî perwerdaya mirovahîyê ye, ew hemû jî bê şik yek xwedêbûnê testîq dikin, nirxek mezin didin mirovan û beyan dikin ku xweda ev dunya û axiret ji bo mirovan efirandîye. Mirov hemû xûşk û birayên hevdu ne, Adem û Hewa kalik û pîrikê wan in. Bê şik hemû ol jî evra ne, paqij in lewra rêya qenc û durust nîşanî mirovan didin. Hemû ol jî ji bo pêşketina mirovahîyê pêşda hatine, yek yekê temam dike. Ol hemû jî azad in, gorî hiş û ramanên xwe kîjan olî ra dixwazî dikarî lê îmanê bînî, mirovên bi îman bi wîcdan in, xwedênas in. Mirovên esil xwedênas tu wext xirabîyan nakin. Belê, dîn azad in, kîjan olî dixwazî dikarî bawerîya xwe lê binî, îro jî bi hezaran mirov ola xwe dugehêrin, lê ji xweda bawer dikin. Mirov jî gorî ola azad in, ev jî taybetmendiyeke olan e. Çand û emirjîyana gelan da bandora olan hertim xuya bûye. Cîvakên îbtîda de (komên ewlîn) jî ol hebûne, mînak-totêîzm, animizm, şamanîzm. Demên kevnar da, dema îbtîda da koman gorî zagûnên van olan xwe rêk û pêk kirine. Lê wexta cîvakê da sinif (çîn) pêşda hatine, helwestên nû ên cîvakî xuya bûne, rewşa mirovan a sosîal tê guhêrandinê, kole, koledartî, xulamtî-axatî xuya dibe, mafê mirovan gelek tên pêpeskirin, dewlet pêşda tê, mafê mirovan, azadî û keda mirovan tê îstîsmarkirin (dagirkirin). Ji bo ku mafê mirovan, azadîya mirovan, keda mirovan were parastinê, mirov werine nirxandinê, olê gerdûnî pêşda hatine. Bi wesîla olan ve yekbûna mirov û gelan çêbûye, di hêla mêjû ve. Hemû ol jî xuya dikin ku eva dunya mala mirovahîyê ye, mirov wekhev in, azad in, xûşk û birayên hev in, tenê aqil û feraseta xwe va ji hevdu tên cudakirin, mirovên aqil têgêhiştî, adil peywirdar in cîvakê birêve bibin. Ol zulm, zor sîtemê ra rê nade, dijî dagirkerîyê ye. Ji bo mînak ola îslamê (Quran) dide kifşê de ku kuştina mirovekî am û tam tunekirina beşerîyetê ye, kuştina hemû mirovahîyê ye, mafê tu kesî tune heyîn û hebûna yekî din înkar û îmha bike. Yên zulmê dikin jî dijî îrade (vîna) Xweda dertên. Lê mixabin bi demane bi daxwaza Xweda va civak, mirovahî bi zakonên durust, rast ya ku Xweda pirtûkên esmanîva ji bo mirovan şandîye nayê emel kirin, mirovahî dûrî perwerde îlahî maye. Pêşengên olan ên nezan, sexte hertim hêzên desthilatdar ra ên xudbîn û nijadperest ra bûne yek êrîşkaryêra mijûl bûne, ji bo berjewendîyê xwe şexsî kuştina mirovan ra fîtva dane. Ji bo ku mirovan hêsyay tabê xwe bikin hewl dane mirovan di goveka xizantî û nezanetîyêda xayikin. Bi fîtva xadîmên olan ên nezan, sexte, xudbîn bi deman di navbera gelan da şerê demdirêj qewîmîne. Dema meda jî diqewmin

Fetûllah Gul xadîmekî (xizmetkar, pêşeng) olî ye, navdare, dunya wî nasdike, ê Turkîyayêye. Milîyardava dollarê wî heye, (kes napirse ji kune ev pere, dirav), deverên cuda-cuda de medresa dide vekirinê, bi navê xweda diaxife, lê tunekirina heyîn û hebûna miletekîra fîtva ê dide, kurda înkar dike, ji Xweda qilandina netewa kurd dixwaze, koleyekî rêjîma dewleta turke. Divêje, eger hun xwe turk bihesbînin tu pirsgirêk û cudatî navbera meda yê nemîne. Eşkere divêje gerek koka kurda bê qilandinê. Bi xwe jî beqî kurdan xwedêbernegiravî bûye oldar, li dibistana (terîqeta) Neqişbendîya de fêrî îslamê bûye. Lê qe carekê jî ji bo biratîyê, aştîyê, wekhevîyê û rawestandina zor, zulm û şera dengê xwe jî dernaxe. Kurdên oldar durîtîya wî nabînin.

Xwedênas û oldarên sexte (îslama radîkal) îro jî li bin seda Allahû Akbar xwîna mirovan hildişînin, mirovên bê gune saxlem ji bo ku tabê îrada wan nabin didin daliqandinê (dewleta Îranêda). Yên weha gelekî dûrî exlaqê olî û dûrî nirxên mirovahîyêne.

Ji demê berê bigire heya naha bi zêhnîyyatek xirav hewil didin mirovan, gelan têkin li bin bandora xwe, dunya kirine qada şeran, bi malê dunê duşuxulin zêhnîyyata bugehirin, mirovan, gelan bere hevdin ji bo ku milyarda qazanckin şera dikin. Mirovên saxlem xwedênas pêwîste van hêzên durî û xudbînra rê nedin serkevin.

Têgîhandina mirov û cîvakanda perwerda îlahî roleke balkêş dileyze. Oldarîtîya derew, sexte tendurîstîya mirovahîyê a menewî, exlaqî (toreî) dikuje, mirov dibine koleyên hest û daxwazên xwe qirêj û hemberî hev cînayyetê, sûca dikin. Oldarên nezan nijadperest ola xwe ji yên din hêjatir û çêtir hesibandine û dihesbînin. Hemû bobelat jî ji vir despêdikin. Hemû ol jî hêjane ji bo perwerde û jîyana mirovan, azayî û rehetbûna mirovan pêşda hatine. Lê mixabin heya niha jî durist rîayet nayê kirin.

Ol ji bo pêşketinan rê vedikin, lê mixabin pêşengên (xizmetkarên) olan ên çewt, nezan, xûjan hertim mirov şaş kirine, bere hev dane, netîcêda mirov bûne kujer ê hevdu, OLDARAN MIXABIN DÎROKÊDA ÊN DÎROKÎ LI SER XWÎNÊ BIRYAR GIRTINE, BÎNA XWÎNÊ JI DÎROKA OLAN TÊ…

Pêdivîya mirovan hertim li rastîyêra heye.

Ol di dema xizantîya mirovahîyêda pêşda hatine ji bo perwerde û îdare kirina mirovanda ji demên ewlînva heya niha astek girîng leyîstine. Lê dema me dema têxnologîyaye, êpoxa zanîstîyê ye, bê şilovekirina zanistî ol gelekî besît û dezî xuya dibe Mirov ji bo ku bizanbin xweda çi ji me dixwaze û ji bo ku mirov jîyanêda têbigêhjin û zanebin û xwe nasbikin pêwîste bala xwe bidin hemû ola jî. Ol jî ji bo têgihîştina mirovan hertim xwendinê tovsîye dike (radivine), mirov ji bêşîkê heya tirbê pêwîste bixûne. (Îslam, Quran), bi gorî ola îslamê xwendina têkûz mirovan kamîl dike, digihîne, lê bi hezar salane mirov hela hê jî ji reftara hovîtîyê tam veneqetîyaye, rast nayê perwerde kirin. Dema hemdemîda jî hewl didin ola wek ceka bidin kar anîn û dikin jî hertim jî weha bûye. Hêzên desthilatdar ên menfeetperest û nijadperest ji bo peywir û berjewendîyê ol parçe-parçeyî kirine, mirov hemberî hevdu rakirine. Ji bo mînak Îslamêda sunî, şîe, vaxahîzm û y.d., terefdarê van terîqata wek dujmuna hev dişopînin.

Usa jî olên din de cudatî çêkirine ku hertim mirov, bawermend qerebalixêdabin û di navbera wanda nerazîbûn hebe, dijî hevdu rawestin. Di ola xrîstîanîyêda jî çend mil hene, katolîsîzm, provaslav, protestant û çend terîqetê din jî hene, babtîst, mêtodîst, advêntîst û y.d. Di navbera vanda fikrên cuda hene. Reqebat û nîfaq li nav wanda hertim didome, ev jî zîdîyeta pêşda tîne. Bûddîzmêda jî parçebûn heye. Lê hemû jî yek xwedêbûnê qebûl dikin. Milyonava mirov rast nayên perwerde kirin wek fanata xwîna hevdu hildişînin, hevdu qebûl nakin, lê encamêda mirovahî zirarê dibîne. Weha mirovahî parçe-parçeyî bûye biçûk, bê hêz xuya dibe. Rewşa weha hêzên desthilatdar ên împêrîyalîst re dest dide, lewra çawa dixwazin usa jî mirovan îdare dikin, lewra nava mirovahîyêda yekbûn tunene

Lê ol ji bo yekbûna mirovan pêşda hatine, ku hemberî zordestan rawestin.

Ol qanûn û zakonên xwedaye (îlahîye). Yên ku zakonên xwedara emel nakin rêya xirab da diçin axîretêda cîyê wan cudaye (cehenem-dojeh, cinet). Ol hemû jî nîşan didin ku mirov çiqasî zakonên xwedara rîayetê bikin, saf û paqijbin hevra baş reftarîyê bikin, xêrxwezbin, yekbin dunya me jî hawqasî yê bi disçiplin û rehetbe, aşîtî û aramîyê hebe.

Ol derfeta yekbûna milyonaye a hemberî zulm û zorê lê mixabin îro ji vê mecalê pêk nay anîn. Ji bo ku mirov bi hevra dost û biratîyê bikin, wekhev bijîn, bi hevdura rêz bigirin, bi torebin,ji zulm zorê, ji hovitîyê dûr heriin pêwîste bi zanebin û bi zanistî nêzînkî olan bin, ol vê ji mirovan cavra dikin. Mirovahî ji gelek xwedêbûnê hatîye yek xwedêbûnê sekinîye. Armanc ji eve hemû yekbin û hevdu fahm bikin. Bi vî awayî bi hezar salane mirovahî tê perwerde kirin. Lê hela hê jî ji exlaqa antik tam xilaz nebûye.

Mirov hê jî rastî zulmê tên, êrîşî hev dikin, hewil didin mirovan, gelan tabê îrade xwe bikin, ji bo vê şera dikin, mirova hemberî hevdu radikin. Wîcdan tên vemirandin. Wîcdan alema paqij a hundurê mirovane. Xweda bi rêya olîva hewil dide wîcdana mirovan, alema hundurê mirovan bixemlîne, biparêze û têr bike. Ji bo ku mirov zirarê nedin hevdu xweda hertim xwendinê ji mera tovsîye dike. Lewra xwendin mirova digihîne. Mirovên têgêhîştî, xwedênas ji rêya xweda dernayên, zulmê nakin, xwedanê menewîyyatek dewlemendin.

Îro mirov, mirovahî hewceyî perwerda saxlem û zakonên xwedane.

Ji bo ku zulm, zor, înkar, êrîşkarî, koledarî, xizantî, desthilatdarîya durî, çewt a nijadperest, tirs, bandor, bê fehmî cudatî ji hole were rakirin ol pêşda hatine.

Dema meda jî bê menawîyyatî hewil dide desthilatdarîyê bike.

Mirov bê xweda nikare bijî. Gerek evîna xweda batînê (hundurê, ruhê) mirovanda hebe.

Lê heya niha mirovahîyê dîn zelal hezm nekirîye. Bi zakonên çewt dunya me tê îdare kirin, pirsgirêk nayêne çareser kirin,mafê milyonan tê pêpez kirin,heyîn û hebûna gelan tê înkar kirin,jîyana me rojaneda bûyerên xirab diqewimin, mirov nikarin mafê xwe biparêzin, her tişt tê kirîn firotanê, XWEDA bîra mirovan dertê, mirov ji bo malê dune hemberî hevdu radiwestin, hevdu xapandin, bê bawerî, şer, bê edebî, bê exlaqî, hovîtî dunya me radipêçe. Bi van pirsgirêka, bi van bobelata va mirovahi kuda diçe, heya ku yê here,dawîya dunya me wê çawabe vê derbarêda pêwiste mirov bifikirin, biryarekê bidin, an xweda çi ji mirovan dixwaze gerek emel bikin, qanûnên desthilatdara ên nijadperest, yên çewt, ên ku bi xwîna mirovan hatine nîvsarê bugehirin, dunyak paqij ava bikin, wekhewvîyêda, azad, serbilind wek xûşk bira bi hevra bijîn, an jî li bin sîstêma kapîtalîzmêda weha bê hêzbe, koletîyêda dunyake bê edeb, bê exlaq, bê sîyanetda yê birize dûrî zakonên xweda bê menawîyyat yê bimîne. Ev jî ji bo mirovahîyê bobelat û mirine. Belê cîhan mala me hemûyane, xelata xwedeyê dilovane ji mirovahîyêra, em ji parçek ji vê mîrasêne.

Lê mixabin em têda sêwî û bê taqet xuya dibin. Lê heya kengê yê wehabe… DUNYA ME NEREHETE. Dîwarên mala me berbi hilşandinêve diçe….. Teşvîşeke mezin pêş meye.

Dunya bi hewla hêzên desthilatdar, ên nijadperestva hertim di navbera sîstêmada hatîye parevekirin, sînor hatine kişandin û rakirin, qedera mirov û gelanra leyîstine.

Dema hemdemîda jî bi milyona mirov deverên cuda-cuda de hemberî desthilatdarên temahkar, avanturîst dengê xwe bilind dikin, edaletê teleb dikin, mafê xwe teleb dikin. Ev mirovana bi rêya zanebûnêva têgêhiştine, cav vekirîne, nayêne xapandinê û pê hesîyane ku azadî hestek îlahî ye, aramî û dunyak bi edeb xasteke xwedaye. Ev mirovên azadî hes,xêrxwez, mirovhes bi ruh û vîcdana xweva nêzinkî xwedane. Meydanada ev mirovana bê cek, bê şer bi xasteka xwedava yek dibin, ji bo pêşerojek bi rûmet, ji bo jîyanek wekhev, ji bo ku dunya meda kole, koledar, zulm, zor,înkar, îmha, komkujî, tirs tunebe hemberî desthilatdarên tamahkar û kujer radiwestin,ji bo ku dunya meda rastî, edaleta xweda were berpa kirin û di navbera mirovanda cudatî were tune kirin, dunya bibe mala mirovan, welatê mirovahîyê kurd îro vê pêşerojê re bi bawer û bi biryarin. Hemberî zulma hezar salan,hemberî qanûnên çewt, derew, sexte ên hêzên desthilatdarin. Rizgarîya gelan dawîya kevneşopîyê, nezanetîyê û dagirkerîyêye. Lê heya ku dunya meda mirovek jî kole hebe aramîyê ser nekeve.

Mirovên berdest, gelên bindest, ên ne azad, bê welat çi olî dihevînin bila bihevînin dunya meda a durî û bi qerez de nayên ecibandin. Ji bo dunyak azad, ji bo zakonên nû kurd serpîyanin…

Mirovên oldar ên tund, nezan, nijadperest dibine koleyê hest û mîfologîya qedîm. Oldarîtîya cuda-cuda, parçebûna ola, tendurustîya mirovahîyê a exlaqî-menewî dikuje. Ji dunya me ra mejûyê şîyar û mirovên zane, saxlem, bi exlaq, xwedan wîcdan pêwîst in. Hêzên dagirker û nijadperest hertim ol ji bo berjewendîyên xwe pêk anîne. Lê îro ji bo parastina dunyake azad, ji bo pêşeroja mirovahîyê pêwîst e hemû ol bi zanistî bêne şirovekirin. Bi çavgirtî nikarî olên din mêze bikî, an jî înkar bikî, ol hemû jî balkêş in. Ol bi mîlyardan mirovan digihîne hevdu, yekbûneke zêhnî, menewî di navbera mirovan da diafrîne, çêdike. Di jîyana me da ol û ulm hevdu temam dikin û bi alîkarîya ulm ol zelal tên şirovekirin. Ol ji bo jîyanê rêya rast nîşanê mirovan didin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev