Xizmeta gel ji bo wî karê yekemîn e

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û çend helbestên Vanîkê Elîxan bikin, ku çend salan di redaksyona rojnameya Rya teze da kar kirîye, herwiha yek ji endamên Yekîtîya Rewşenbîrên Kurd bû li Ermenîstanê.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

EZÎZÊ GERDENZERÎ DERHEQA VANÎKÊ ELÎXAN DA

 Sed heyf, ku ez di demeke wisan da derheqa Vanîkê Elîxan da dinivîsim, ku em herdu jî îdî ne li welatê xwe ne, lê li Awropayê, di mihacirîyê da nin. Lê çi xweş bû, dema me li Rewanê (li Ermenîstanê) bi Têmûrê Xelîl, Çerkezê Reş û gelek kurdên welatparêz yên din ra di Komela ”Ro” da gelek kar û barên ji bo gelê xwe dikir û ji karê xwe lezet didît. Dimîne em tenê bêjin: ”Sed mixabin û xwezî li wan rojan”.

Vanîkê Elîxan yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenîstanê ye ku xizmetkirina ji bo gel karê xwe yê yekemîn dihesiband.

Ew di sala 1942an da li gundê Rya Teze da (li Ermenîstanê) ji diya xwe bûye. Piştî xwendina di dibistana gund da, ew li zanîngeha mamostatîyê ya zman û edebîyeta kurdî da tê qebûlkirin. Piştî temamkirina wê xwendinê ra, ew di dibistana gundê xwe da dibe mamostayê kurdî. Pişt ra, di salên 1961-65an da li eskerîyê da qulix kirîye û dû wê ra jî xwendina xwe li Înstîtûta Mamostatîyê xilaz kirîye. Ewî di dayîrên dewletê da çi kar jî kiribe, kurdeyatî ji xwe ra kirîye karê xwe yê yekemîn. Ji ber wê jî her karên xwe hîşt û derbazî redaksyona rojnama kurdî ya ”Rya teze” bû û li wir du salan (1993-94) rojnamevanî kir. Di wan salan da ew herwiha endamê komîtêya Yekîtîya Rewşenbîrên Kurd bû li Ermenîstanê.

Vanîkê Elîxan niha li Almanîyayê dimîne û ji bo kêrî miletê xwe bê, helbestên awa dinivîse, ku em li jêr raberî we dikin. Em binhêrin çika kesera dilê wî û xewnên şevan di van helbestan da çawa xuya dibin.

Niha jî çend helbestên wî bixwînin û guhdarî bikin.:

Pîrozayî

Ez dilê xwe pîroz dikim

Wan tifalên gelên kurd ra

Yên ku hema dema pêşin

Çawa Xweda bîn da ber wan

Diqîrin û bi zarê dê

Kurdîtî ya xwe eyan dikin…

Roj-salên xwe pîroz dikim

Wan ciwanên kurd-madan ra

Yên ku şev-ro, bê tirs-minet

Bin tofana sur û serma

Şipûka bomb-fîşekan da

Welatê xwe diparêzin…

Ez ruhê xwe pîroz dikim

Wan zerî û dotmaman ra

Yên ku mîna mêran-şêran

Bûne pêşmêrgên şorişvan

Bo azadîya Kurdistanê

Bo rizgariya welatê dê…

Dil ruhê xwe bi temamî

Bi armanc û gumana zor

Bê xemsarî, bi fikrên kûr

Pîrozî wan şêran dikim

Sihet-qewat, emirê dirêj

Xweşmêrê kurd ra dixwezim…

Pîroz dikim bi daxwezî

Wekî huba dil-ruhê min

Wan ra bibe qurban, heyran

Bibe done arê şemdan

Alava agirê Newrozê

Ser oxira serfirazîyê…

BANGA XERÎBÎYÊ

Min ra dibên dijmin-neyar

Neke xeyban, dew û dozan

Werê şad be tu emirê xwe

Kilam-destanan ser çê ke.

Dibên xweş e welatê te

Havîngeh e ew daristan

Çiyayên bilind û heçên sîs

Werê koçera ne û teyran.

Min got axir min ne dîtîye

Ezê çawa bidim pesnan

Çawa bikim kilam-destan

Wextê ew xewn e ji bo min?

Hemû alîyan gul in, gupik

Seyrangehê erd-warê we

Dor û ber tev xemilî ne

Pir çeleng e ew gulistan

Min got axir min ne dîtîye

Ezê çawa bidim pesnan

Yan jî bikim kilam-destan

Wextê ew xewn e ji bo min?

Dibên sar e avên kanîyan

Kesera dilan dertîne

Zozanên wê mêrg, çolistan

Temam, temam cinetî ne

Min got axir min ne dîtîye

Ezê çawa bidim pesnan

Yan jî bikim kilam-destan

Wextê ew xewn e ji bo min?

Ew dibêjin, lê dilê min

Dibê bindest e Kurdistan

Dor û berê wê cinetîyê

Şer û ceng e, zulma giran

Dîsa dibên dijmin-neyar

Bide pesnan, bike destan

Lê tev dilê xweyî kovan

Ez bûme yek û min got wan:

Na xêr, ezê dewsa pesnan

Kilam-destan û xweşkêlman

Bêjim hewar, lawên Medan

Rabin azakin Kurdistan

Bikim kilam, yan jî destan

Bidim pesinê azakaran

Bi xêr, xweşî û dilşadî

Bêjim: –Bijîn Kurd û Kurdistan…

Êlêgîya serbestîyê

Bi hub, dil û rez

Bi şabûna geş

Ez ketime nav reng

Ristên cihanê

Û bûme aşiq

Bûme kilamkêş

Min hûnand kilam

Beyt û serhatî

Ku bi te şa bim

Kubar-firnax bim

Kurdistana min…

Lê wextê min dît

Ev bêzarîya te

Ev bindestbûn û

Ev parçekirin

Hêja dilê min

Bi derd û kulan

Bi axîn-oxîn

Têr û tije bû…

Lehma jî dewsa

Saz û tembûrê

Defa hewarê

Min da destê xwe

Ku bilûbînim

Biqîrim, bêjim

Derdê dilê xwe

Bighînime dinê

Bêjime cîrana

Xêrxwez û bira

Ku miletê min

Hêsîrîyê da ye

Zar-zmanê min

Qedexe kirî

Wekî cî-warên

Kurde nav-nîşan

Cizîra Botan

Li ku Mem û Zîn

Bi evîna geş

Hev bûbûn maşoq…

Şengal-Lalişa

Meye Nûranî

Çiyayên Zagrosê

Colanga emir

Jîyana kurdan

Mêrg-zozanên me

Ku bi çavkanîyên

Lazûre bi hêz

Û gul-gupikên

Hezar rengî va

Tev xemilî ne

Îro bindest in

Bin zor û zulma

Giran da mane…

Ezê biqîrim

Û bilobînim

Hewarzê daxim

Cîhana şên da

Ku her ro kurdan

Ev erd û esman

Bûne qetlame

Bela kim, bêjim

Wekî lawên kurd

Her bo azadîya

Welatê kurda

Emirê xwe didin

Wekî keçên me

Dewsa dewat û

Govendên giran

Tevî hevalan

Ketine dîlana

Doza azadîyê

Wekî aza bin

Kurdistan saz be…

Û hema hatin

Rojên dilxweşîyê

Em bûne xwedîyê

Welatê serbest

Hêja evîna

Memê û Zînê

Alava dilê

Mîrê Botanê

Nav-deng, kirinên

Mêrxas Barzanî

Bangîna ruhê

Mehemed Qadî

Wê bibin kilam

Bibine roman

Dîroka Madî

Wê bêne dayîn

Ser dika aza

Ku kurd-Kurdistan

Bi hub û dilşa

Bîr bînin mêrxas

Û şehîdên xwe

Pêşmergên heval

Dost û xêrxazan

Dewata bikin

Zaran terbet kin

Bibin xwey-xudan

Ser erd-warên xwe…

Û ezê hêja

Bi hub, dil û rez

Bi şabûna geş

Bikevime nav gund

Bajarên kurda

Bibim kilamkêş

Yan jî tembûrvan

Yanê qet na-na

Şivan û gavan

Ku bi te şa bim

Kubar-firnax bim

Kurdistana min…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemên Vanîkê Elîxan kir, ku çend salan di redaksyona rojnameya Rya teze da kar kirîye, herwiha yek ji endamên Yekîtîya Rewşenbîrên Kurd bû li Ermenîstanê.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev