ŞÎVÎNÎ: – MÊRÊ SIVÊ. ”TOQA ÊZDÎD” -2

ŞÎVÎNÎ: – MÊRÊ SIVÊ. ”TOQA ÊZDÎD” -2

Me berî çendekê beşa pêşin a vê gotara zanyarî ya lêkolîner û zaneyê pirs û pirsgirêkên dînê êzdîyan li ser rûpelên malpera xwe weşand. Hêvîdar im we ji xwendina wê lezeteke baş dît. Kerem bikin, beşa wê ya duduyan bixwînin û zanebûnên xwe derheqa dînê kurdan yê kevinare da zêde bikin.

Dîroka me heye, lê me ew unda kirîye…

Torinê Torinî, lêkolîner

Pêwendîyên Kor Huseyn paşa yên dostanîyê tevî Cangîr axa hebûne. .. Wekîlên binemalê, yên bi mecbûrî surman bûyî, têne nava malbavanên êzdî, dibêjin: ,,Textê dewletê belkî welgere. Ewê destê me ji hev kir, em li hev kirine dîn – dijmin. Lê dîsa jî xûna me yeke, xûn nave av, em mîratxwurên hevin. Werin pêrgamênta bi toxre (tûr) fermana tornatîyê bidne me, divek ew li Roma reş kêrî me bê,,. Li hev dişêwrin. Bi hêvîya ku wê dîsa paşda vegerin, rê pêra divinin dewsê hevt kerî pez bidine bira – pizmamên xwe. Û wana bi keser, bi dilekî kovan ber bi Yêrê verê dikin… Bapîrê evê binemalê Ozman axa ê Alê kal mînanî kal – bavên xwe timê şûrê xîretê fêza şûrê dîn – îmanê da girtîye, serî hildaye dijî zordarîyên dewleta tirk, çûye usa jî hewara mîr Evdal xan û mêrxasên rojkî, gava sedsala 17 – da Mêlêk Ahmêt paşayê osmanî ceng – şer birye li ser Evdal xan.. (Binhêre: ,,Ji riknetekê – xweyê xîretekê,,, rojnama ,,Rya teze,,, N23, sal 1991). Ji evê binemalê bûye usa jî remildara navdar Şema Îsa axa. Ji gotinên wê hinek hê li ser zar – zimanane, nehatine bîrkirinê:

Wê bê dem – zemane

Dewê bive dermane,

Cawê bive kitane,

Qumaş namînin li sûkane,

Heya namîne li rûyê bûkane,

Xew namîne li çevên çûkane,

Birayên bikin xeyba birane…

Hêja rave Madî – Kurdistane.

Berbirîbûna dr. pîr Memo Osman ya ,,Mixabin, ku tu kes nikare li ser rewşa êzîdîtîyê berî îslamê bi tesbît û bingeh tiştekî bîne ber çavan. Li vir xelekek ji zincîra dîrokê windaye,, ez pare venakim. Gele rê –rizm, ramanên êzdîtîyê hema mînanî yên ûrartûyanin, wek ,,Dara zavê,, (,,Dara Miraza,, ,,Ocax – Mala Dara Miraza,, ,,Perê zavatîyê), zîyaparêzî, pîrozîya pişt – kemberê, ,,Dergên Xwedê,, ,,Mertala Şê Şems,, ,,Şûrê Ocaxê,, pîrozîya kasa şeravê (ew li cem sûmera jî pîroz bûye. Wana mirîyên xwe kasa şerava sor li ser lêvan girtî binax kirine), li ber zîyareta bi kar ne anîna nîşanên ji mêtalê hesin, sisêtîya pîroz girêdayî sê dinyava (ya li ezmana, ya li ser erdê û ya axretê): sê herf – kanonên êzdîtîyê yên riknê, sê rojî, sê xêr, sê cara wekilandina dua – gotinên dema rizmên dest – damin avîtinê, Bisk, Mar, Nikha birînê, Morkirinê, sê cara ji erdê bilindkirina meytê remetîya berî hildan û dahiştina li tirbê, li ser remetîya sê cara ,,birao,, ,,dayê,, kirin, dema şînê, xêr û gorî – qurban dayînê vexarina sê kas şerav, çîroka da serketina derba sisya, sê cara avîtina belgîyê bûkê li cem zavê, sê sêvên pêşkêş – diyara bûkê, dema peyman girêdanê sê cara dest kirina li destên hev… Sîtilên pîroz yên anegor ûrartûyan bona xêran û şeravê bi kar anîne. Çawa qewil –beytên êzdîtîyê jî hindava xwe da mak dikin, çanda hasilkirina şeravê ji Kurdistanê ya welatê tiryên mêwa tevî gele şaristanîyên dinê derbazî li cem sûmera, babilya, hinda, misirya û yên dinê bûye (Alîyê zanyarava bi her alî tê makkirinê, ku hindên arî parêzî û navên Xwedayên xwe û gele bîr – bawerî , sîmvol, ramanên arîtîyê ji welatê kal – bavan tevî xwe birine welatê xweyî nuh. ,,Vêda,, yên kevnare da , yên ku li ser riknê bîr – bawerîyên kal – bavan yên berî cî guhastina hindên arî li Hindistanê, hatine sêwrandinê, hemû tişt hene xên ji navên çemên Hîndos û Gangês…. Ango ne ku êzdî ji Hindistanê hatine, lê hindên arî ji welatê kal – bavên êzdîya tevî ,,72 mileta,, rawestîyane – çûne. Êzdî, wek dayîka dilrem, hê jî dua li ,,72 lawan,, dikin…):

,,.Ewe kasa mi da,

Dabû destê babil û hinda,

Şerhaba, biramo, ya mi da…

. – . – . – . – . – . – . – . – . – . – . – .

Kasa tirîyên mêwa,

Eynata wê eynata dêwa,

Meriv veduxin, xafil diçin pêva…,,

(Derbarê pîrozîya kasa seravê li cem êzdîyan da jî X. Abovyan nivîsîye, lê, hilbet, gorî bîr – bawerî yên xwe…).

Hine kesên haj pê tune, hine kesên bin bandora çanda ereb da mayî û êzdîyên evan rojan dîn guhêrî yên ne sitirî û hê hêsa nebûyî derc nakin, ku pantêona êzdîtîyê bi serwêrîya Xwedê wek ya Ûrartû bi serwêrîya Xaldî (Aldî, Adî, Adya ) bi pir endame, çawa êzdîtîyê da usa jî bal ûrartûya pey Xwedayê herî mezin ra hevt Mêr – xwedawendên riknê kar dikin (Parêzîya Xaldîva girêdayî gele eşîrên Ûrartû bi temamî ,,Xaltî,, hatine navkirinê, çawa ku demê da kurdên Xwedayê M(e)nd parêz xwe ,,kurdên mandî,, (bin tesîra zaravên sêmîtî da bûye ,,kur(d)manc,,) navkirine. Bîr – bawerîyên ûrartûyan da û gorî beyt – gotinên êzdîtîyê Adî – Xaldî sîyarê şêre. Roya mîtanîya û me(n)da jî sîmvola da hema li ser pişta şêrane…). Raste, gorî êzdîtîya îroyîn ya gihiştî Şê Şemsê Mêrê royê (dîwanbegê Dîwana Xwedê ), ku serwêrtîyê li roê dike, hêzeke ne dîhare. Ro, meriv, heta hiş û sewda yên meriv bi xwe jî parçek, dîharbûn, xulikdarên hêza Yekê jorin ê nedîhar û aqilmend in. Lê kal – bavên êzdîyan yên dewranên kevnare hema bi raste –rast ro û bûyerên siruştê parêz kirine (kevnarî, zelalîya rê – rizmên êzdîtîyê usa jî evê yekêdanin. Mînanî merivên dinnê yên kevnare kal – bavên êzdîyan jî hema ji siruşta welatê xwe hîn bûne ka nava salê da kengê cejna li dar bixin…). Çawa zanyar ê polonî Zênon Kosîdovskî jî mak dike, berî pêşdahatina bawerîya derbarê Xwedayê ne dîhar da ro bi xwe hema Xweda bû (Sernivîsa pirtûkeke zanyar bi xwe jî awaye: ,,Gava ro xweda bû,,). Mêr – xwedawendên pantêona êzdîtîyê yên kevnare û xas, derwêşên êzdîtîyê yên sedsalên navîn jî ji hev cudene.

Bo mînak: Mamedê reşî (ji feqîrên li ber Lalişa Nûranî payê pirê berê – berê da hema ji eşîra reşî bûn) û Mamereşan ê Mêrê baranê yê xweyê qamçîyê tîramar ne yekin:

,,Mamereşan Mêrekî sîyare,

Qamçîyê wî mare,

Pêşberî Mêrava kir hinare,,.

Vira da derbarê hinarê, qamçîyê mar, ango birq – birûskê, agir, av – baranê, bê – ewra, Mêr – hêzên azmîn da tê gotinê. Awa Mamedê reşî micêwrîyê li ber zîyareta Mamereşan ê Mêrê baranê ye. Şopên navê ,, Reşan,, pantêonên ronahîparêz yên zeredeştîyê û ûrartûyan da jî têne qişirandinê – xuya kirinê…

Nivîsarnasî: Çevkanîyên rê – rizmên êzdîtîyê ji kûraya dîrokê tên. Demê da evan rê – rizman kirasên cuda – cuda wergirtine. Bo mînak: hatîye nivîsarê, ku bona êzdîya demê da masî pîroz bûne. Masîyên hewzê Ûrfayê (Or – fa) jî pîrozin û navê Abraham va têne girêdanê. Lê bi rastîyê, berî hatin û çûyîna koça Abraham (Îbrahîm) yê hîvparêz li Haranê (H –or – an), cem kal – bavên kurdan masî wek masîyên Mêr – Xwedawendê Ênkî (Êya) pîroz dihatine dîtinê, li rex birkên kanîyan peykerên masîyan dihatine seknandinê. Bîr – bawerîyên sûmera û mîtanîya da Êya (yê ku merivê pêşin – Adab çêkirye) piştovanê avên çemên Dicle û Ferat, yên mesîyava dewlemend, bû… Kurd , xwezma ên êzdî, naha jî pîrejinara ,,eyê,,, lê kalemêrara ,,eyo,, divêjin. Peyker da destên Gûdêa yê kûtî da, yê ku deve devî 20 salan padşatî li sûmera û akkada kirye, kasa pîroz girtîye. Ji wê kasê jî çemên welatê kal – bavên wî: Dicle û Ferat yên pîroz têne der. Birka evan çeman li azmana jî bûye extera ,,Avberd,, (Dewlik). Hezarsalîya sisya da dest bi dewrana Avberdê dive. Dive tevî wê çelxa felekê ya me – kurdan jî rast bizvire – bigere…

(Derbarê hine mînanîhevbûnên bîr – bawerîyên êzdîtîyê û ûrartûyan da mêzeke: ,,Ezdîtî: xeleka veşartî,, rojnama ,,Rya teze,,, N1, 3, 6, sal 2015). Derbarê raberkirina êtnonîma ,,kurd,, – da binhêre: http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=http://riataza.com/kurdish/2233-milete-taus-navlekirina-5000-sali.htm l Wêneda: sîmvola Şîvînî: – Mêrê Sivê (Cem hindên arî ew bûye Şîva). Awa bi tîrên tîrênjên xwe Şîvînî jî berî tarîyê dide, gele tiştan ronayî dike…

 

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev