Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

”M” YA ŞÊRZAD HESEN *

”Gula Reş”, ”M” û ”Maleke Ji Avê”

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

Bi berhema xwe ya bi navê ”M” yê, Şêrzad Hesen bi me dide selmandin ku ew yek ji hosteyên ”lêkirina dîwarê kurdî” ye. Hosteyekî wisa ku bi peyv û hevokan dikeve zikrê. Dema min rahişt kitêba mijara dabaşê, pê hesiyam ku ji sê kurteçîrokan pêk tê; ”Gula Reş”, ”M” û ”Maleke Ji Avê.”

”Hêro tu hebûyî…

Çima dabeş bûyî?!

Hêro tu winda bûyî

Êdî tu nemayî û nîn î.”

Kurteçîroka ”Gula Reş” bi van hevokan destpê dike ku serdanpê bangawazî û hawara Hemo di nava xwe de dihûndirîne. Li gorî bilêvkirina wî bixwe ”Hemokê Tirş û Tehl” ji peyva yekem heta ya dawî doza vekirina pencereyê li evînada xwe Hêroyê dike, lê bêfeyde ew pencere venabe. Gul; gulên reş û gula mor, ”derdekî bêderman” e ji bo Hemo. Herçî dermên, Hêro ye. Lê bêçine ye:

”De wê pencereya xwe veke. Gulên mor ên di her du guldankan de av bide.”, ”De wê pencereyê veke. Ez mirim. Gulan av bide, çilmisîn û pelên wan weşiyan, wan nekuje…”Lê Hêro, ne pencereya xwe vekir, ne gulên mor av da… ”Gula Reş” kurteçîrokeke monologî ye ji devê Hemo. Carcaran ew mijûlahiyên di navbera xwe û Hêro, mijûlahiyên di navbera xwe û dayîka xwe de derbas bûne jî, pêşkêşî dêhn û bala me dike:

”Hêrocan, tu qet ne wiha bûyî. Xwezî dîroka tehl a heyama zarokatiyê ji bîra min biçûya. Wê çaxê tê jî bibûya miriya wê heyamê û hew. Tê bîra te, carekê min ji te pirsî:

– Gelo wê ev gul neçilmisin, wê herdem wisa bimînin?

– Hemê, kengê tu di dilê min de mirî, wê demê ev gulên hanê jî wê wekî te bimirin.

Naxwe vêga mirî me, naxwe gul jî hêdî hêdî, pel bi pel, ra bi ra dimirin.”

Bendewarî, şikestin, tirs, bêhêvîtî, geryana li pey evîneke mezin, lê bêmiraz, cudahiya di navbera maldar û belengazan de çend diyardeyên berbiçav ên kurteçîrokê ne.

Kurteçîroka ”Maleke Ji Avê”, kurteberhemek e ku ji berhema ”Pîrê Perwaneyên Êvaran” hatiye wergirtin. Şayanê gotinê ye ku berhema navborî di sala 2004”an de li Silêmaniyê hatiye weşandin:

”Bi hêviya ku di bin deryayê de bigihên hev, hê zû her du piyên wê ji ser kevirên mezin şemitîn. Hêdî hêdî zeriya evîndar kirasê avê li xwe kir, ji binê piyan heya erzenê. Pişt re ji noqê heya bin memikan. Di dawî de, wek guleke erxewanê serav bû û şepêlan ew ber bi qeyika noqbûyî ya xortê evîndar nerm nerm ajot.”

Dikarim bi hêsanî bibêjim ku kakilê kitêbê kurteçîroka ”M”yê bixwe ye ku navê xwe daye berhemê. Lehengê kurteçîrokê Emîn e. Emîn çîroknivîs e. Mêrê Gulnazê ye. Birayê Enwer e. Bavê sê keçan e. Lê tiştê hatî serî nehatiye serê ”gurên çiyayan jî!” Nivîskarî, qelem, kaxez, edebiyat li tu deverî -wekî ku hatiye serê Emîn- nebûne nîrê bêyomî û xezebê û neketine stûyê tu kesî.

Emîn naşibe kesên civaka xwe. Ji herkesî cudatir e. Tevî ku her sê jî keç in, qedirê zarokên xwe dizane. Ji jina xwe Gulnazê hez dike. Dem tê ji mêraniyê dikeve, ji ber vê hezkirinê talaqê jinê dide destê wê. Azadiya wan dide destê wan. Telaqê dide wê jina ku mal li ser wê ”tapo” kiriye. Tew tembiyan li keçên xwe dike ku diya wan mêr bike: ”Keça min, ew hê ciwan e û bi hewes e…” Tapokirina malê li ser jinê, benîştê devê kuçe, kolan û bajêr e. Navê ”qehbîtiyê” li pey Gulnazê ketiye, Enwer bi her awayî kuştina kevnejinbira xwe xistiye serê xwe, Emînê belengaz dilrehm e, nerazî ye.

Civakeke wisa ye ku rojek ji rojên Xwedê kesek jê re nabêje ”navê çîroka te ya dawî çi ye?” Xwezî henekên xwe nekirana, wî ji ber nivîs, kitêb, qelem û defteran nekirana qeşmer û nehiştana bes bû. Enwer di mala xwe de, Emîn bi hevalên xwe yên meyxwer dide naskirin. Fermo, mirovekî edîb, di civakekê de çawa tê tepisandin, nizimandin û rûxandin:

– Ev jî birayê min Emîn e.

– Çi karî dike?

– Fermanberekî teqawid e.

– Fermanber û hew?!

– Na… Dibêje çîroknivîs im.

Bi pêkenîn û laqirdî dibêjin:

-Vêga çîrok ne kesibkarî ye, tu pereyan ji vî karî derdixî?

Dema Enwer ji min dipirse:

– Di çîrokan de pere hene?

– Min bi cesaret digot:

– Naxêr bira…

Mêvanên navteng stûr, li ser vê yekê dikin loqe-loq, mîna hirçên semakaran di zikên wan de ye, bi tasewas dibêjin:

– Vêga tiştê ku pere tê de nebin, çima tu dikî navnîşana xwe?

Tenêtî. Tenêtiyeke wisa ku piştî mirina heft rojan jî, bendemayîneke wiha li dar e ku kesin werin û peywira piştî mirinê tê kirin bikin. Bişon û pak û paqij bikin. Lê naxêr! Emîn bûye para taxekê wiha ku kes bîr nabe miriyan bişo. Wê kî destên xwe yên pak û nazik pê bilewitînin? Bendewariyeke ku kesek bê û sê-çar metroyên xama spî jê re bikire, lê nebû. Encam? Emînê min û te, radibe du perçeyên xama tozgirtî li ser qenepeyekê tîne û wek hîndûyan li xwe radipêçe, serê xwe napêçe, bendewar e ku wekî miriyekî ku çar kesan nas dike wî bixin nava termekî. Lê li wê taxa nazik, kes terman danayne ser milên xwe. Dem dibore, ne dengê kesî, ne rengê kesî. Emîn termê xwe datîne ser milên xwe û berê xwe dide kolanê. Hêvî û lava, kesek dernakeve ku wî bibin goristanê. Camêr bixwe termê xwe dibe goristanê. Li wir jî çîroka karesatî berdewam e, bila ji dêhn û bala xwendevan re bimîne…

Pêwîst e diyar bikim ku ji hêla rêzimanî ve kitêb şaşiyan di nava xwe de dihûndirîne. Bo nimûne tewang: ”Dawiya dawî min Gulnaz berda.” Li vir û li çend deveran de divê ”Gulnaz” bihata tewandin û bibûya ”Gulnazê.” Di ”Maleke Ji Avê” de çîrok wiha destpê dike: ”Pir bi lez serokê êlê hemû endamên êla xwe civand û ji wan re got:” Ne ku ”civand” lê ”civandin” rast e. Ji ber ku ”kesek gelek kesan” ango ”wî ew civandine.” Di heman paragrafê de hevokeke wiha heye: ”Vêga ku ji keviya deryayê me we avêt nav babelîsk û şepêlan.” Di vir de jî divê peyv ne ”we avêt” bûya lê ”hûn avêtin” bûya: ”Vêga ku ji keviya deryayê me hûn avêtin nav babelîsk û şepêlan.” Li hêla din şaşiyeke din jî heye ku li gelek deverên kitêbê bi eşkereyî xuya dibe, ezê tenê mînakekê bidim: ”Lê nexweşî û ketina min a nav nivînan, wiha li min kir ku kêfa min ji xwendina romanan re bê, romanan min ji nav van her çar dîwaran derdixist û min dibir cihên xweş.” Hevoka rast ev e: ”Lê nexweşî û ketina min a nav nivînan, wiha li min kir ku kêfa min ji xwendina romanan re bê, romanan ez ji nav van her çar dîwaran derdixistim û ez dibirim cihên xweş.”

Diyar e ku di navbera rêzimana soranî û kurmancî de cudahî hene. Fikra min ew e ku wergêr ji ber ku berhemê ji soranî veguhestiye kurmancî, şaşiyên wiha kirine. Vêca nizanim wî bi zanatî ev yek kiriye an na.

”M” ya Şêrzad Hesen ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye veguhestin. Weşanxaneya Avestayê bi biryar e ku hemû çîrok û romanên Şêrzad Hesen bi kurmancî biweşîne. Jixwe çendek berê “Xewnî Çalçolekekan” bi navê “Xewna Pîrepindan” hate amadekirin û weşandin.

”Gula Reş” û ”M” ji kitêba bi navê Gula Reş (Bexda, 1988), ”Maleke Ji Avê” jî ji berhema ”Pîre Perwaneyên Êvaran” hatiye wergirtin.

Şêrzad Hesen, Li bajarê Hewlêrê, taxa kevin a bi navê Xaneqa ji dayik bûye. Sala jidayikbûna wî baş ne diyar e, lê di navbera 1951 û 1952”an hatiye dinyayê. Xwendina xwe heya berî zanîngehê li Rewandûzê û Hewlêrê kiriye. Di sala 1974-75”an de li Zanîngeha Bexdayê Beşê Ziman û Edebiyata Îngilîzî qedandiye. Wî nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975-78”an de di kovara Roşinbîrî Niwê ku li Bexdayê derdiket de, belav kir. Hesen, di navbera salên 1978-82”yan de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hawkarî de belav kirin. Şêrzad Hesen gelek berhem ji îngilîzî wergerandine kurdî û xwediyê gelek çîrok û romanan e: ”Tenahî”, ”Gula Reş”, ”Hesar û Segên Bavê Min”, ”Deşta Karmamizên Kuştî”, ”Xewna Pîrepindan”, ”Pîre Perwaneyên Êvaran.” Niha li Silêmaniyê dijî.

M, Şêrzad Hesen, Ji Soranî Bo Kurmancî: Besam Mistefa, Weşanxaneya Avestayê, Kurteçîrok, 80 rûpel.

* Kurteya vê nivîsarê di hejmara 26”an a Rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî de hatiye weşandin ku li Berlîn û Hewlêrê tê weşandin. (S.K.)

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev