We dizanibû…? – 26

We dizanibû…? – 26

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…fotorojnamevanê Tirkîyê yê herî bi nav û deng Remezan Öztürk – kurd e. Wêneyê ku wî ji gelkujîya (qetlîama) Helebçê girtibû, di masmedîya cîhanê da wek resmê salê hatibû hilbijartin.

…ji sala 1992an li Ermenîstanê hukumetê ji bo wan êzdîyên, ku dibêjin ew ne kurd in, bi resmî radyo ya nîv sehetê ya her ro vekirîye û rojnama “Dengê êzîdîya” dertê. Ecêba ser ecêbê ew e, ku dibêjin herdu jî yên êzdîyan e, lê rojnameya wan bi ermenî çap dibe, radyoya wan jî bi kurdî xeber dide.

…we bihîstîye ku rojnameyek bi qirara mehkemeyê bê berevkirin ji ber nivîseke neçapkirî? Ew rojnameya kurdî – “AZADΔ bû, nivîsa neçapkirî jî ya Ahmed Zekî Okçûoxlu bû.

…hema bêje hemû sitiranên kurdî yên radyoya Rewanê di dema rêdaktorîya serokê radyoyê Xelîlê Çaçan Mûradov da hatine qeydkirinê.

…rojnameya “KURDISTAN” ne tenê rojnama kurdî ya pêşin e, ew herwisa ya herî zêde cîguhastî bûyî ye. Weşana xwe li Misrê destpê kirîye, dû ra derbazî bajarê Cenevrê (Swîsra) bûye, paşê li Londonê û ji wir jî çûye Folkstonê, ku li başûrê Îngilîstanê bajarekî biçûk e, û dîsa zivirîye Swîsrayê.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev