Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 26

Berevkar: Têmûrê Xelîl

FOLKLOR Û HELBESTVANÎ
Ji folklorê pirsîn:
-Vê dawîyê çima hîç tiştek ser te da zêde nakin?
Folklorê got:
-Bavo, bira ji min nedizin, yê zêde ji wan ra be!

¤¤¤
-Folklor, navbera te û helbestvanan çawan e? Dibêjên, ku te çê dikin, veçê dikin, gelo rast e?
-Ez di derheqa çêkirin-veçêkirinê da tiştek nizanim, lê helbestvan hene min dixemilînin, helbestvan jî hene min diherimînin!

BERFBARÎNA HAVÎNÊ
Di şevbihêrîkê da qala dengbêjê navdar Mehmed Arifê Cizrawî tê kirinê. Hevalek dixweze bizanibe ew kê ye, ji der-dorê xwe pirs-pirsyaran dike. Piştî ku ser va diçe kê ye, sitiraneke wî dikeve bîrê, ku derheqa berfê da ne û dibêje:
-Min fêm kir kîjan dengbêj e: ewê ku havînan jî di sitiranên xwe da dibêje “berf barî, berf barî…”.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev