Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Koroxlî gorî zargotina me – 1

Koroxlî gorî zargotina me – 1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema bîstûşeşan a bi sernavê me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Beşa wê a duduyan emê piştî heftêyekê bidin.

Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 26

Elî bi xwe Celalî bû. Beytarê şah bû, hespê şah, mihînê, revoyê wî dibir ber Ayxir golê diçêrand. Revoçîyê hespan bû.

Rokê hesp birin ber Ayxir golê. Nihêrî ji Ayxir golê du hesp derketin; du muhînên şah jî fel bûn. Hespekî şê, hespekî kumeyt bû. Hespê boz mihîna boz ket, hespê kumeyt jî hespê kumeyt ket. Herdu dîsa zivirîn, çûn ketine ava golê. Diha Elî miqatî hespan bû.

Wextekê herdu mihîn zan, her yekê canûkî nêr anî. Mihîna boz canûkî boz anî, mihîna kumeyt canûkî kumeyt anî. Elî beytar bû, axirê zanibû ku ew dola hespên behrî ne. Rokê li ber hespan bû, şîrqîn ji ezmîn hat, birûskê li erdê xist. Elî çû dewsa birûskê. Lê nihêrî perçekî hesin yê mezin li wir heye. Eva hesina kire hevana xwe. Êvarê hesp anîne malê. Eva hesina derxist da jina xwe, go:

– Jinik, eva hesina min îro li cîyê ku birûsk lê xistibû dît. Evî hesinî hilde, wê wextekê lazimî me bê.

Jinê hesin hilda, avîte têrê, da bin sitêr, got bira li wira bimîne.

Em ji canûyan xeberdin. Herdu canû du salî bûn, du canûyên çîpxar, çîpên wana zirav, hema qor ji wan canûyan çê bû.

Rokê mêvanê şah, ku li ber dilê wî ezîz bû, hate mêvanîya wî. Şah jê ra gelek ezet û îkram kir, hema himberê şah bû. Orta wî û şah xweş bû. Şah gazî Elî kir, gotê:

– Kuro Elî, tu beytarê min î, dêmek tu revoçîyê min î. Tu sibê hevsara têxî serê du canûyên çeleng û ew gerekê ber derê min hazir bin.

Elî gelekî li ser temîya şah fikirî, got: “Ez beytar im, ez zanim kîjan canû hazir bikim”. Herdu canûyên çîpxar anîn, hevsar kirine sêrî, anîn ber derê şah. Şah bi mêvanê xwe va derketine der va. Nêta şah ew bû, ku herdu canûyan pêşkêşî wî merivî bike. Lê nihêrî canûyê Elî anîne çîpxar û qor in, fikirî got: “Ne layîq in ku ez pêşkêş bikim”. Gelek şerm kir. Ew mêvanê şah bira siyar be, here. Şah gazî Elî kir, gotê:

– Te çima li ber wî merivî ez rûreş kirim? Di nava hespên min da hespên hêja tunebûn te banîyanana, ku te ev canûyên çîpxar anîn?

Elî got:

– Şah xweş be, herkê ez beytar im, bi fikira min canûyên herî hêja ev bûn, ku min anîn.

Şah go:

– Ku te canûyên layîqî min anîne, bira wisa be!

Şah şand esker anîn, herdu çavê wî kor kirin, got:

– De here, min herdu canû dane xûna çavên te!

Milê Elî girtin, bi herdu canûyan va birine mala wî.

Kurekî Elî hebû, navê wî Ûrîşan bû. Qîrîn ji kur hat, got:

– Bavo, ev çi bû wana anî serê te?

– Lawo, go, axir şah ya xwe ji min ra kir.

Ûrîşan got:

– Bira ad û qirar be; herke ez sax bimînim, ezê dijminê wan zulmkaran bim.

– De, go, lawo ew yek îdî bi Xwedê ye. De herdu canûyan bibe di tewlê da girêde, bira rûçikê royê nebînin heta wextekê.

Ûrîşan kurekî ser xweyî, êginî jîr bû. Herdu canû birin tewla xwe, li serê tewlê girêdan. Wisa miqat bû, çawa ku ronahîya çavên xwe xwey dikir. Av di hundur da didayê, alifê wan di hundur da didayê, herduyan jî rûçikê royê ne didîtin. Hema meh ji mehan derbaz dibûn, ewî milê bavê xwe digirt, dibir canû nîşan didanê; wisa salek temam bû. Canû bûne sê salî; wisa rind û delal bûn, ku di nava hespên şah da hespên wisa xurt tunebûn. Ûrîşan milê bavê xwe girt, bir canû nîşan danê. Bavê wî nihêrî, ku hespên wisa jê derketine, ku qet di olkan da hespên wisa tunene û got:

– Lawo, qe qisûra herdu canûyên te tunene, kemila xwe sitendine.

Ûrîşan carek din milê bavê xwe girt anî hundur. Rokê jî derê tewlê vekir, dît ku mirîşka qûşaxan tewle vedaye, qul kirîye, tîreke royê ji jor da daye ser saxirîke canûyê kumeyt. Ûrîşan ji tirsa bavê xwe ew qul bi lez girt. Mehek li wê ortê çû. Ûrîşan milê bavê xwe girt bir nava hespan. Bavê destê xwe li ser pişta hespê boz gerand. Navê yekê Qirat bû, navê yê dinê Torat bû. Qirat wisa kemila xwe sitendîye, ku tu qisûr tê da tune. Milê bavê xwe girt, bire cem Torat. Bavê destê xwe da ser pişta Torat, go:

– Ûrîşan lawo, go, ew çawan e, ku qanatekî hespê sist bûye? Xwe royê nedaye ser pişta hespê?

Ûrîşan got:

– Bavo, wê rojê ez hatim, min dît ku mirîşkan ev der vedabûn, qûmaxa tewlê qul bûbû, tîrika royê dabû ser saxirîya Torat.

Bavê jê ra got:

– Lawo, ev jî rind e, lê hema yê boz himberî wî serdest e, eva bi yê boz ra nikare bixebite. Ûrîşan lawo, were em herin mal. Binihêr, zevîya kê bi kotanê hatîye şovkirin, canûya xwe li wir bicêribîne, emê bikaribin ji ber destê şah birevin. Sê hespên şah hene, ku tu li teyran jî siyar bibî, tuyê nikaribî ji ber destê wan xilaz bibî. Avê berî ser zevîyê bidî, heft ro û heft şevan av ku li rûyê wê sekinî, tu li hespê boz siyar bî, ji vî serî heta wî serî bajoyî. Herkê xwelîya zîya di bin lingên hespê bilind bû, ser serê te da elek kir, emê xilaz bibin, herkê ku ne kir, em ji destê hespê şah xilaz nabin.

Ûrîşanî zor bû, bavê wek ku gotibû, wisa jî kir. Li canûyê boz siyar bû, şev çû ber serê zevîyê, wî serî ajot heta wî serî, ji wî serî ajot vî serî, xwelîya zîya di bin lingê Qirat derdiket, ser serê Ûrîşan ra elek dikir. Ûrîşan nihêrî ku qet talaşa Qirat nîne, te digot qey teze lê siyar bûye. Ajot, hat ber dêrî. Qirat ji herîyê û çamûrê şûşt, kişand dewsa wî, girêda, çû cem bavê xwe, got:

– Bavo, qisûr ji bo Qirat tune; min ku dajot xwelîya zîyan li ser serê min ra elek dikir, qe talaşa wî nîbû.

Bavê hilda got:

– Lawo, ewî cîyê xwe sitandîye, qeda xwe standîye.

Diha Ûrîşan zivirî, Torat kişand, lê siyar bû, ajote kêleka zevîyê, dît ku ew bi qasî Qirat nikare xwelîyê derxe. Peya bû, nihêrî di bin pela guhê wî xû daye. Ajot hat ber dêrî peya bû. Torat kişand hundur girêda, hate cem bavê xwe, got:

– Bavo, Torat nola Qirat nîbû, ser serê min ra ewqas xwelî dernedixist, pela guhê wî xû dabû.

Bavê hilda got:

– Lawo, ew jî wê rind be, hema ew bi Qirat ra nikare bixebite, ew cîyê Qirat nikare bigire. Ûrîşan lawo, tu here zînê rind bide girêdanê, du gemên rind peyda bike.

Wek ku bavê gotibû, Ûrîşan wisa kir. Çû du zîn û du gemên rind anîn, hate mal.

Elî got:

– Lawo, were vira! Ûrîşan lawo, min hesinek dîbû, dabû diya te. Diya te wefat kirîye lawo, nizam ew hesin danîye ku, binihêre li ku ye, bîne were.

Ûrîşan pir gerîya, di têrê da, li bin sitêr hesin dît, anî cem bavê xwe, got:

– Bavo, ev e?

– Erê lawo, ev e!

Lêxist niçekî wî birî, go:

– Lawo, bibe here cem hedad bira ji te ra bike dirêşeke çûk.

Dirêşa xwe da çêkirinê, anî hat, go:

Lawo, vê dirêşê bigire, nîşanî tu kesî nedî. Wî hesinî bibe bal çilindar (şûrçêkir), ji xwe ra têxe şûrekî.

Ûrîşan bir bal çilindar, go:

– Hoste, tu ji vî hesinî ji min ra şûrekî çênakî? Heqê te çi be, ezê bidim!

Wê îcar bi tirkî bêje:

Ûsta, mene bîr giliç sêç,

Ne ûzûn, ne gise,

Orta, bax, bêle,

Vaxtinda, vaxtinda

Gere exreb dîlzeher olar.

Xorasan poladinin yaxşisini sêç.

Îşaret êdene eylemesîn hêç.

Gere exreb dîlzeher olar.

Ûrîşan dêyer: kîmseden almam mînnet,

Ûstûnden çek şîrman sûret,

Şahmar kîmî çalsam sala o saat

Îster aslan, îster gaplan, peleng olar1

Çilindar got:

– Ûrîşan can, ezê ji te ra şûrekî wisa çêkim, ku şûrê wisa li pişta tu kesî tunebe, qe şayîşa mekişîne.

Ûrîşan hate bal bavê xwe, bavê wî jê pirsî:

– Lawo, te ew hesinê xwe dayê, çawa kir?

Go:

– Bavo, ewî hesinê min begem kir, go: “Ezê şûrekî wisa çêkim, ku şûrê wisa li pişta tu kesî tunebe”.

– Lawo, go, te qenc kir.

Çilindar esnafê (zaneyê) hesin bû. Nihêrî ku hesinekî wisan e, ku hesinê wisa qet li dinyayê tune. Şûrekî wisa jê da çêkirinê, ku qet tu wexta tu kesî şûrê wisa çûnekiribû. Ew qender bedew, ew qender delal. Şeş şûrên wisa çê kirin, bi wî hesinî na, bi hesinên din. Ew şûrê ku Ûrîşan hesin biribû, ew şûr başqe kire qutîkê, sandoqekê, şeş şûrê dinê ew jî kirin sandoqekê. Ûrîşan got:

– Bavo, qewilê min û hoste îro ye; gere ez îro herim şûrê xwe bînim.

Bav jê ra got:

– Ûrîşan, lawo, ewê şûrê te nede te, çimkî ew hesinekî baş e, niha bavê te wê rêyekê li ber te xe; ew dirêşa te ji wî hesinî çêkiribû, bi xwe ra bibe, ewê şûra çêkirî nîşanî te de, tu dirêşê li ber balçixa şûr de, bide ser hesinê şûr, biguvêşe, eger qul kir, ew ne şûrê te ye, eger ser ra nola şûşe şiqitî, bizanibe ew şûrê te ye.

Ûrîşan dirêşa xwe hilda çû cem çilindar:

– Hoste, ka şûrê min?

Hoste jê ra got:

– Ûrîşan can, derê sandoqa han veke, şûrê te tê da ne.

Ûrîşan derê sandoqê vekir, nihêrî şeş şûrên çêkirî tê da nin. Ûrîşan go:

– Hoste, ji van her şeşan kîjan yê min e, ez nas nakim.

Hoste rabû şûrek ji nav hilda, go:

– Eva şûrê te ye.

Ewî şûr ji qilifê kişand, ber balçixê da dirêş pê va guvaşt, dirêşê kire xirpîn, alîyê din va da der. Dîna hoste lê ye. Hoste lê nihêrî ew şûr wê teva seqet bike, go:

– Ûrîşan can, dibe min şaş kiriye, şûrê te di vê qutîya han da ne.

Rabû şûr anî, da destê Ûrîşan. De, çê kirîye, Xwedê zane çi şûr e. Ûrîşan dîsa kişand ber balçixê, dîsa dirêş da ser, pê va guvaşt, nola şûşe dirêş li ser şiqitî. Ûrîşan go:

– Ev e, şûrê min ev e!

Go:

– Bibaxşîne, min şaş kiribû.

Şûrê xwe avîte situyê xwe, derxist heqê wî dayê, pişta xwe dayê, çû mala xwe. Ûrîşan go:

– Bavo, ewî dikir şûrê min ji xwe ra hilde; ez kurê te me, min du şûrên wî seqet kirin.

Bavê go:

– Ay wisa serwext be, lawo. Rabe hûr-mûrên me çi ku hene, gişkî bifiroşe, sivik bike.

Ûrîşan hûr-mûrên wî çi ku hebû, gişk firot, kire pere, cab da bavê, go:

– Bavo, tişt nema, min gişk firot, ez mame û herdu hesp.

– De lawo, rabe tivdarek bibîne, emê îşev birevin herin, ku şah pê bihese ku ji wan canûyan hespên weha çêbûne, wê min jî bikuje, te jî û wê hespan ji me bistîne.

Ûrîşan rabû, zîn û bûsatê hespan lê kir. Êvar bû, bi tarî hesp kişandine der va, bavê xwe li Torat kir, bi xwe jî li Qirat siyar bû, ji şeher derketin û herdu jî revîn. Wana ji êvar da ajotin.

Sibe safî bû. Cînarên Elî nihêrîn ji mala Elî ne kes dertê, ne dûyê mala wî dikişe. Çûn nihêrîn ku derê Elî vekirî ye, kes li mala Elî tune. Cab dane şah, gotin: “Elî ji wan herdu canûyan du hespên wisa derxistin, ku her hespek hêjayî olkekê ye”. Şah emir kir, go:

– Li pey kevin!

Elî go:

– Ûrîşan lawo, piş xwe va binihêre, dibe pey me kevin.

Ûrîşan piş xwe va nihêrî, dît ku toz û dûman wisa hildikişe, ku rûyê ezmîn girtîye. Hema li pêşîyê sê siyar xuya dibin, hersê jî hiltên û datên, hema ew e ku wan bigirin; go:

– Bavo, wê sê siyar tên ku me bigirin, wê li pêşîyê ne!

Elî go:

– Lawo, çavên min nabînin, binhêr ka ji wan hersê hespan kîjan li pêşîyê ye?

Ûrîşan go:

Bavo, hespê bozî li pêşîyê ye.

Go: -Lawo, bajo li cîyê sitirî, li ku xozan û xirpûk heye, bajo wir. Hemîn hespê kumeyt terka hespê boz nake. Lawo, ez beytarê wan im, canê wî nazik e, ewê bimîne.

Gava Ûrîşan ajote cîyê bi sitirî û xozan, hespê boz ma. Hespê kumeyt derket da pêşîyê. Ûrîşan hey piş xwe va dinihêrî, go:

– Bavo, hespê kumeyt hat.

Go:

– Lawo, bajo cîyê kevir, simên wîya çûr in, wê bimîne, wê ber xwe nede.

Ûrîşan ajot cîyê bi kevir. Hespê kumeyt ma. Dîsa xêlekê çûn. Ûrîşan nihêrî ku hespê qer hat, go:

– Hespê qer hat.

– Lawo bajo, li terqa rê toz wê bikeve firnên wî, nefesa wî zû tê girtinê, ewê bimîne.

Evana ajotin, ew man, bira îda ew bimînin, ji xwe ra ser sînorê Îranê û yê Osmanîyê (Romê) mileke bilind hebû; hilkişîyane serê wê milê, peya bûn. Elî go:

– Ûrîşan lawo, ez gelek aciz bûme. Tu hespê xwe bitewilîne, eva cîyê bê semt e, miqatî hespê xwe be, xewa min tê, ezê razêm. Lê hema bizanibe lawo, ez ku razêm ji alîyê qulbê da ewir wê derê, dibe ez hişyar nîbim, baraneke gumreh wê jê bibare, lêhîyê jê bikişe, tu wî çaxî bavê xwe hişyar bike, ku ez hinekî avê vexum.

Weha got û bi xwe ra çû.

Ûrîşan di nav hespên xwe da diçe û tê, bi hespan ra şa dibe, bi cîyê erdê xweş ra şa dibe. Lê nihêrî gotina bavê derket: li alîyê qulbê qasî çadirekê ewir xuya bû, paşê her çû mezin bû. Baran wisa barî, sêlaf kişîya. Ûrîşan tî bû; heta çû ji qaxan hine av vexwar hat, nihêrî wê bûye sayî, tavê daye erdê, heta çû bavê xwe hişyar kir, erd zuha bû.

Bavê got:

– Lawo, te çi ra ez zû hişyar nekirim?

Ûrîşan got:

– Bavo, ez tî bûbûm, heta ez çûm min av vexwar, min deng li te kir, îdî tavê da, erd zuha bû.

Bavê hilda got:

– Lawo, Xwedê da te, welle çevkingê minê sax bûna, Xwedê da te.

Ûrîşan got:

– Bavo!

Bavê got:

– Canê!

– Ji virha da welatê Îranê li me heram e, emê herin Stembolê, ezê li wir bavê xwe xweykim.

Go:

– Lawo, de tu zanî, hemîn çavên min tiştekî nabînin.

Ûrîşan bavkingê xwe siyar kir, bi xwe li hespê xwe siyar bû, berê xwe da şeherê Stembolê. Pere pê ra hebûn. Ji xwe ra avayî kirê kir, eger bi salan, eger bi mehan ji xwe ra tê da rûniştin. Herdu hespên xwe xwey kir, bavê xwe xwey kir. Hergê salekê, hergê dudan tê da sekinîn. Îda jê ra dibêjin “Kurê kor Koroxlî”. Diha navê Ûrîşan li ser hildan, jê ra dibêjin Koroxlî, teze navê wî bû Koroxlî.

Rokê cînarekî wan, ku xulamê wezîr bû, di dîwana wezîr da bû, got:

– Wezîrî sax be, meriv hespan siyar dibe diçe rav û nêçîrê, bira hespê her kesî mîna hespê Koroxlî be.

Wezîr ev pirsa hanê hilda dilê xwe. Di dîwana padişê da ji padişê ra got:

– Îro xulamê min got hespekî Koroxlî yê wisa heye, di dinyayê da hespên wisa tunene. Ku meriv diçe rav û nêçîrê, gerek hespekî wisa siyar bibe, ku mirazê xwe pê bike.

Padişa emir kir: “Wezîr, xulamên xwe bişîne ewî merivî bîne”.

Wezîr xulamên xwe şand. Koroxlî bir, çûn hizûra padişa. Padişa got:

– Koroxlî!

Koroxlî rabû şipîya, sekinî got:

– Belê, padişa sax be.

Padişa go:

– Sibê di filan sehetê da tu siyar bî, ezê herim filan çiyayî rav û nêçîrê, tu bi xulamên wezîr ra bêyî, emê bi hev ra rav û nêçîrê bikin.

Koroxlî got:

– Padişa xweş be, te çawa emir kirîye, min ser serê xwe qebûl kir.

Di wêneyê da: Hecîyê Cindî bi keça xwe a mezin Frîceya Hecîya 17 salî ra, ku dosent-bizîşkeke zaran a di komara Ermenîstanê da navdar bû, xanima akademîsyen Şekroyê Xudo Mihoyî bû. Sê kurên Frîce xanimê yên xwendî, zane û welatparêz hene, ku karê dê û bav û kalikê xwe yê welatparêzîyê berdewam dikin.
Riataza.com

1 Osta bona min şûrekî çêke:

Ne dirêj be, ne kin be,

Bira orte be,

Di wextê da –

Mîna zimanê dûpişk birra be,

Ji polayê Xorasanê yê rind bibijêre,

Ku wextê bixwazim mile min xwey ke

Û mina zimanê dûpişk birra be.

Ûrîşan dibê: Ji kesekî nakim minet,

Bona şûrê min kalanekî rind çêke,

Mîna şahmar wextê lêxistinê

Hergê şêr be, hergê qaplan, hergê piling be

Bi carekê va raxe erdê.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev