Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pêşgotina pirtûka N. Xalfîn ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê”

Pêşgotina pirtûka N. Xalfîn ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê”

Me di 25 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê pêşgotina pirtûka N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” raberî we dikin, ku sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Pêşgotin

Hetanî niha dîroka kurdann ya buhurî himberî gelên Asîyayê yên mayîn kêmtir hatîye lêkolanê. Sebebên wê hene. Rûyê sebebên cihê-cihê da ji kurdann ra li hev ne hatîye dewleta xwe çê bikin. Hela hê di demên sedsalên navîn da ewana di navbera Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da hatibûne parevekirinê, lê perçekî wan yê biçûk di çarêka pêşin ya sedsala XIXa da kete nava teşkîla Rûsîyayê. Pey şerê di salên 1914-1918a ra pareke axa, ku kurd li ser diman, kete nava erdê Îraqê û Sûrîyê. Ev yek di hindava xwe da lêkolîna dîroka wan berê jî, niha jî daye dijwarkirinê.

Dîroka Kurdistanê û gelê kurd xwesma di dema nû û ya here nû da kêm hatîye lêkolînê. Xwedînivîsên bûjrûwazî, ku gelek cild çap kirine derheqa “tevgera deh hezar huruma (yûnana)” li ser axa Kurdistanê, an jî derheqa tevgera dewra Alêksandrê Makêdonî da, pir kêm guhdarî dane li ser têkoşîna kurdann ya mêrxasîyê û fêrizîyê di sedsalên XIX-XXî ya dijî bindestîyê û zordestîyê.

Ji hemûya baştir D. Kerzon berbirîbûna nûnerên dîroknivîsarîya bûrjûwazî (xwesma yên Roavayê) derheqa lêkolînên dîroka gelê kurd da anîye ber çevan. Ev kesê bi nav û deng yê sîyaseta împêrîyalîzma Brîtanîyayê ya zevtkarîyê (wek tê zanîn, ew bûye cîgirê qiralê Hindistanê û wezîrê karên der yê Brîtanîya Mezin) dixwest bibe îdêologê wê jî. Ew, ku li gelek welatên Rohilatê rêwîtî kirîye, bîranînên xwe yên li wan gera çap kirîye, li ku bîr-bawerîyên rasîstîyê, nijadperestîyê û dagîrkarîyê propoganda kirîye, yên ku tu tiştekî wan bi zanyarîya rast va tuneye.

Dîroka kurdann bi tarîyê va nixamtîye,- Kerzon bi gef û gurr dibêje. “Ew miletekî bêy edebîyat û bawerbikî (hema bêje) bêy dîroke. Rewşa kurdann di nava “dorgirtîyên”, ku hindava wan da dijminatîyê û xêrnexwezîyê dikin,- ew gotina xwe berdewam dike,- wana berbi cerd-talanê û serhildana didefîne. Kurd dikaribûn bûbûna miletekî bi rêk û pêk, eger destekî bi hêz, lê heq serokatî li wan bikira”(1).

Bi gotina “destê bi hêz, lê heq” qesta wî nijadperestên brîtanî bûn(2).

Bîr-bawerîyên Kerzon yên mayîn, ku derheqa kurdann da nin, ji van gotinan ne kêmtir in. Ewî wana bi nav dikir wek “miletekî gelekî paşketî û bêaqil, yê ku nizane xwendin, dibistan, pirtûk çiye û miletekî usan e, ku ji 10 hezar merîya ancax mirovek peyda bûbûya, ku xwendinê bizanibûya”(3).

Kerzon dixwest bizanibûya û îzbat bikira, ka kîjan êlên kurdann diha bê terbîye û xapînok in”(4).

Lê lordê zanyar derheqa şertên jîyana kurdann yên giran da bê deng dima û di wî karî da komên Brîtanîyayê yên serokatîkir roleke biçûk ne lîstin û bi aktîvî tevî talankirina dewlemendtîyên gelên Îranê û Împêratorîya Osmanîyê dibûn.

Gelê kurd bilî van nav û nûçika, ku lêkolînerên “xudêgiravî” yên bûrjûwazîya brîtanî li wan dikirin, ne ku xwe li talanê, lê li jîyana aşîtî, jîyaneke pirî-hindikî xweş digirt.

Kerzon nikaribû derheqa deb û edet-toreyên kurdann da nizanibûya, ku derheqa wê yekê da wetenwarê wî Henrî Trotter nivîsîbû, yê ku di destpêka salên 80î yên sedsala XIXa da baylozê Brîtanîyayê bû li Kurdistanê. Di nava nivîsa xwe ya “Kurdên Asîya Biçûk” da Trotter dibêje, ku 17 serokeşîrên kurdann, yên ku serokatîyê li 40 hezar binecîyên mîrîtîyên Wanê û yên cînar dikin, daxaznameke taybetî dabûne komîsarê sultanetê, ku şandibûne Wanê bona rêforman bike. Di wê da daxaz hebû, ku li Kurdistanê dibistan bêne vekirinê; serekeşîr ji navê hemû kurdên navçeyê pêşnîyar dikirin, ku bona meşandina karê dibistanan pera bidin.

Hema wê dokûmêntê da kurdann hîvî dikir, ku wana “yekser ji qulixkirina di nava eskerîyê da xilas bikin û amade bûn bona wê yekê ji xaçparêza zeftir bacê bidin. A kurd bi vê qederê bi dijminayî berbirî zagûnên eskerîyê yên giran dibûn”(5),- konsûlê Îngilîs bi vî awayî gotina xwe serhevda dianî û xûyaye, ku tênedigihîşt ku eşîretên kurdann ne dixwestin wê desthilatdarîyê biparêzin, ku ew bindest kiribû.

Rast e, pir nivîs hebûn derheqa hal û demên kurdann da, ku bi saya seredanên rêwî, xebatkarên eskerîyê û dîplomata û karkirina “mîsîyayên xaçparêzîyê” yên cihê-cihê yên ji Înglîs, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Rûsîyayê, Almanîyayê û welatên mayîn li Kurdistanê dihatine pêkanînê, dîroknivîsarîya bûrjûwazîyê ne tenê xebatên bingehîn ne nivîsîn derheqa dîroka gelê kurd da, lê di ser da jî qe şiroveyeke pirî-hindikî kêrhatî amade nekirin. Bi vê yekê ra girêdayî raya kurdzanê Sovyetî yê bi nav û deng O. Vîlçêvskî gelekî balkêş e, ku gotîye: “Bi kurdann va her kes serra-berra mijûl dibû, ji ber wê jî em dikarin bêjin, ku hîç kes mijûl ne dibû”(6).

Di nava Rohilatzanîya welatên dereke û ya me da Kurdistan diha pir di hêla arkêologîyê, êtnografîyê (miletzanîyê) û zimanzanîyê da hatîye lêkolînê. Keda pirtirîn di nava kurdzanîyê da ya zanyarên rûsa ye. Ew bi wê yekê va tê şirovekirinê, ku sînorê Rûsîyayê bi Kurdistanê ra heye û di nav welatê wê da hinek kurd hebûn. Lema jî guhdarîya hindava Kurdistanê û gelê kurd da, ku di dehsalîyên pêşin yên sedsala XIXa da li Rûsîyayê xuliqîne, ne tenê bona karê zanyarîyê bû, lê herwiha seba pêwîstîya sîyaseta der û hundur bû jî.

Îdî di destpêka sedsala buhurî da di pressa rûsa da derheqa kurdann da gotar çap bûn. Di salên 30-40î yên sedsala XIXa berhemeke M. N. Vronçênko ya giranbuha çap bû derheqa welatên Asîya Biçûk da(7), lê çend salên dinê şûnda – lêgerînên zanyarê ji Pêtêrbûrgê P. Lerx(8) ronahî dît, li ku malûmatîyên bi hûrgilî hebûn derheqa belavbûn, deb, dîrok, ziman û jîyana eşîrên kurdann da.

Pey wê ra kurdzanê rûs yê bi nav û deng A. Jaba têkstên derheqa kurdann da yên giranbuha çap kirin, ku ewî di dema karkirina dîplomatîyê li Asîya Biçûk(9) berev kiribûn, lê F. B. Şarmûa salnivîsarîya kurdî ya sedsala XVIa “Şeref-Namê”(10) bi zimanê fransî amadeyî çapê kir, ya ku serkanîya sereke ye derheqa dîrok û çanda gelê kurd da di sedsalên navîn da.

Bi vî awayî, kurdzanîya Rûsîyayê îdî hema di destpêka pêşdaçûyîna xweda zanyarî bi lêgerînên hêja va da dewlemendkirinê, ya ku bû bingeh bona diha gulvedana perça rohilatzanîyê ya nû. Zanyarên usaye bi nav û deng keda xwe kirine di nava ronîkirina gelek derecên jîyana gelê kurd, wek N. Ya. Marr, H. Î. Orbêlî, V. A. Gordlêvskî û yên mayîn, yên ku karê xwe yê zanyarîyê hela dema berî şorişê da destpê kiribûn.

  1. Î. Avêryanov, A. M. Kolyûbakîn, V. F. Mînorskî, A. Karsêv û çend xebatkarên eskerîyê-sîyasîyê û dîplomatîyêye mayîn yên Rûsîya padşatîyê (qiralîyê) xebatên hêja çap kirin, yên ku di hêla ulmê dîrokê da bona dema xwe hewaskar bûn(11).

Piranîya îzbatîyên dewlemend yên di nav wan da hetanî îro jî kevin ne bûne û kemala xwe unda ne kirine.

Lê bi kûrayî û bi her alî lêgerîna dîroka kurdann tenê wî çaxî destpê bû, gava zanyarên Sovyetî xwe li wî karî girtin. Di destpêka salên 30î yên sedsala XXî da bîblîyografîya Kurdistanê ya pêşin hate amadekirinê (ji alîyê F. Rostopçîn da), gelek îzgerî çap bûne derbarê pirsên dîrok, aborî, zimanzanî û êtnografîya kurdann da. Nûnerên dibistana kurdzanîya Sovyetî K. K. Kûrdoyêv (Qanatê Kurdo- N. W.), O. L. Vîlçêvskî, Rehîmê Qazî, G. P. Hakopov, M. A. Hasratyan, Î. O. Farîzov (Îvanê Omer- N. W.), M. S. Lazarêv, O. C. Celîlov, Celîlê Celîl û yên mayîn ser problêmên têkoşîna rizgarîyê-azadarîyê, dîroka civakî-aborî û rewşa sîyasî ya gelê kurd kar dikin.

Lê dîsa jî xebatên kûr û tomerî derheqa dîroka kurdann da, ku pir dewlemend û balkêş e, bi pir qewmandinên giring û sext va tije ye, hetanî niha jî di nav weşanên Sovyetî da jî tunene(12).

Armanca vê xebata min ew nîne, ku vê valahîyê tije bikim. Ev karê min daye pêşîya xwe, pirseke di çarçova tengtir û biçûktir da hildigire nav xwe: kemala (rola) problêma kurdann ya navnetewî bidime kivşê di piranîya dema sedsala XIXa da (berî warguhêzîya kapîtalîzma “aza”, îndûstrî berbi împêrîyalîzmê nava salên 90î yên sedsala derbazbûyî), têkoşîna Tirkîyê-Îranê bona bindestxistina navçeyên ser sînor, ku binecîyên wan kurd bûn, û tevbûna dewletên mezin – Împêratorîya Brîtanîyayê û Rûsîya padşatîyê di nav wê tevgerê da ronahî bikim. Alîyê sîyaseta der ya şerkarîya azadarîyê ya eşîrên kurdann jî ketîye nava goveka vê xebatê da, ku ne tenê derebegên cî, an jî dîwanên Tirkîyê û Îranê, lê herwiha dewletên kapîtalîstîyê jî dixwestin wê tevgerê bona armancên xwe bi kar banîyana. Hilbet, bi vê yekê ra girêdayî em mecbûr bûne derheqa jîyana gelên Kurdistanê ya aborî û sîyasî da jî we agahdar bikin.

Ji ber kêm lênihêrandina vê têmayê, ev xebat wê qala problêmên usa bike, ku berê sist hatine ronîkirinê. Dema amadekirina vê pirtûkê serkanîyên bi zimanên rûsî û yên Awropa Roavayê hatine bikaranînê.

Di bingeha nivîsara vê pirtûkê da dokûmêntên arşîvên Sovyetî yên dewletê û zanîngeha hatine bikaranînê: Arşîva sîyaseta Rûsîyayê ya der, arşîva dîroka eskerîyêye dewletêye navbendî ya Sovyetistanê, arşîvên dîrokîye dewletêye navbendî yên Sovyetistanê û Gurcistana Sovyetî û yên mayîn.

Fondên dayîra dîplomatîyêye padşatîyê û nûnertîya Rûsîyayê, herwiha fondên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da îzbatîyên gelek giranbuha û giring hene derheqa rewşa di wan welata da û mentîqên ku ser sînorê wan in û wan da kurd dijîn. Dokûmêntên wan dayîra prînsîpên sîyaseta hukumeta padşatîyê hindava Kurdistanê da tînine ber çavan (lê – em gerekê vê yekê destnîşan bikin – di nava piranîya dema sedsala XIXa da tu planeke hukumeta Împêratorîya Rûsîyayê ya karkirina di nav eşîretên kurdann da tunebû).

Malûmatîyên baylozên Rûsîyayê û qasidên wan li Sitembolê û Tehranê, konsûl û konsûlên berê yên li Tewrêzê û Erzurumê, Bexdayê, Wanê, Dîyarbekirê nîgara rewşa eşîretên kurdann yên cihê-cihê, danûsitandinên wan bi dîwana cî ra, pelepistûkîyên casûsîya dewletên kapîtalîstîyê di nava kurdann da dianîn ber çavan û h. w. d.

Materîyalên ku di fondên dayîreyên eskerî yên Rûsîya padşatîyê da nin, daxaza komên serokatîkir yên Îranê û Împêratorîya Osmanîyê ku kurdan bi fireyî di nava şera da bi kar bînin, belû (riswa) dikin.

Belgeyên serokatîya Kavkazê alî me kirin, ku em diha rind serederîyê li navçeyên Îranê û Tirkîyê yên ser sînorê Pişkavkaza Rûsîyayê bikin.

Xudanê vê pirtûkê herwiha dokûmêntên weşanên Brîtanîyayê – “Dêbatên parlemanîyê”, “Pirtûkên şîn” bi kar anîne, yên ku derheqa berbendkirinên Tirkîyê-Îranê da nin (di nava wî karî da rola nûnerên Înglîs û Rûsîyayê pir e) û rewşa gelên kêmjimar li para rohilatê ya Împêratorîya Osmanîyê da nin.

Di nav vê lêkolînê da edebîyata bîranîna û erdnîgarîyê jî hatine bikaranînê – wek nimûne, bîranînên çawîşê brîtanî Millinhen derheqa qulixkirina wî ya di ordîya tirka da li Kurdistanê û bîranînên nûçegîhanê rojnameke Înglîs Wîlyams, ku derheqa ordîya Osmanîyê di dema şerê 1877-1878a da nivîsîye, bîranînên gênêral Çesni derheqa çêkirina riya nû ji bo di navbera Înglîs û Hindistanê da kirîn-firotan bê kirinê, ku gerekê ser Anatolîyayê ra derbaz bûbûya, şiroveyên derheqa çûyîna zabit, dîplomat û bazirganên brîtanî li Kurdistanê, ku li weşanên rêxistina Londonê ya erdnîgarîyê da ronahî dîtine.

Di dema amadekirina vê berhemê weşanên bîranînên rûsa jî ji me ra balkêş bûn, xwesma – ronîkirina şerên Rûsîyayê-Tirkîyê û karkirina komîsyona çavdêr, ku ji alîyê serhingê Rûsîyayê Yê. Î. Çîrîkov (komîsar-navçîgar) û M. A. Hemazov (sêkrêtar û çavdêr) tevî wê dibûn. Dema lênihêrandina şerê di salên 1877-1878a da çend dokûmêntên fermî yên Tirkîyê jî bi kêr hatin (“Prosêsa Faîq paşa” û yên mayîn), ku bi wergera rûsî hatibûne weşandinê.

Hilbet, femdarî ye, ku ev hemû serkanî jî gorî berjewandîyan hatine amadekirin û weşandin. Xudanên wan, amadekar, weşanvan rasttîya sîyaseta hukumeta “xwe” ya bindestkirinê hindava Kurdistanê da “binperde” dikin, sîyaseta wê hukumetê û paşmayînên wê yên malxirab bi rengê sipî nîşan didin û ew sîyaset gelek cara eşîretên kurdann dikire nava rewşeke xirab. Dema bikaranîna van serkanîya û çavkanîya, herwiha dokûmêntên arşîva yên ronahîdîtî, pêwîst e gelekî fesal bin û bi çavekî rexnegir li wan binihêrin.

  1.  G. N. Curzon, Persia and the persian question, vol. I, pp. 550, 552.
  2.  Tiştekî balkêş e, ku Kêrzon hema bi wî awayî û hema bêje bi wan gotinan derheqa navçeyên Rohilatê yên mayîn da jî gotîye, ji bo nimûnê – derheqa Sêîstanê da. Awa, gava Kêrzon sala 1906a dema enenekirina doklada serhing Mak-Magon ya derheqa gera wîye li Seîstanê li rêxistina erdnîgarîyê ya qiralîya Londonê da xeber daye, elam kirîye, ku ji bo Înglîs malûmatîyên derheqa aborîya wê mentîqê da gelekî balkêş e, ya ku wê carek din gulvede, eger ew bikeve nav destên pêwîst. (“The Geographical journal”, vol. XXVIII, 1906, N: 4, p. 342).
  3.  G. N. Curzon, Persia and the persian question, vol. I, p. 553.
  4.  Ibid., p. 555.
  5.  Trotter, Kurdên Asîya Biçûk,- “Malûmatîyên para Kavkazê ya Rêxistina erdnîgarîyê ya Rûsîya Împêrîyê”, cild VII, rûpel 11.
  6.  O. Vîlçêvskî, Materîyalên zimanzanîyê ji dîroka jîyana mexlûqetîyê li Kurdistanê – “Xebatên Înstîtûta zimên û fikrandinê ya ser navê N. Ya. Marr”, cild I, “Zimanên îranî”, rûpel 13.
  7.  M. N. Vronçênko, Şiroveya Asîya Biçûk di rewşa wî ya îroyîn da, parên I-II.
  8.  P. Lerx, Îzgerîyên derheqa kurdên Îranê û pêşîyên wan – xaldêyên bakûrê da, pirtûkên 1-3.
  9.  “Notices et recits Kourdes, par A. Jaba, consul de Russie en Erzeroum”, 1860.
  10.  “Cheref-Nameh ou fastes de la nation kourde”, vol. I-II, SPb., 1868-1875.
  11.  Binihêre bîblîografîya, ku nav wê pirtûkê da ne.
  12.  Lêkolîna O. L. Vîlçêvskî “Kurd. Şiroveya dewlemend derheqa dîroka gelê kurdan ya êtnîkîyê da”, ku di sala 1961ê hatîye çapkirinê, wek ku ji sernivîsara wê xuya dibe, derheqa êtapa dîroka kurdann ya kevintir da ne.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev