“RONKAYA” ME BAHARÎNE

Ev helbesta  berpirsyarê radyoya kurdî a Gurcistanê a bi navê ”Ronkayî” Keremê Anqosî ye, ku ser karmenda radyoyê Bêlla Stûrkî nivîsîye û di pirtûka xwe ya bi sernavê ”Welato” çap kirîye. Keremê Anqosî  herwiha nivîskar, rohilatzan, karmendê civakî yênaskirî ye.

Bêlla Stûrkî rêdaktora radyoya ”Ronkayî” ye, herwiha di malpera me da jî rêvebira beşa radyoyê ye, xênji karê radyoyê, nivîsên balkêş dinivîse û em bi dilxweşî çap dikin.

Welatparêzîya Keremê Anqosî û Bêlla Stûrkîyê, hevkarîya wan ya ji bo gelê me ewqas xurt bû, ku ev helbest xuliqî. Emê surekê ji xwendevanên xwe ra bêjin: ji Bêlla Stûrkî ra herwiha Bahar jî tê gotinê, ku navê pîrika wê ye, bona hizkirinê ew nav lê kirine û ji hemûyan zêdetir jî Keremê Anqosî û dê û bavê  Bêllayê jê ra digotin ”Bahar”.

Keremkin, helbesta Keremê Anqosî ser Bêlla Stûrkî bixwînin.

“Ronkaya” me baharîne

Baqên gulên Baharîne,
Seda teye xweş şîrîne,
Bûne moriyên guharîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Weşanan xweş dibarîne,
“Ronkayî” tê her malîne,
Gel pê dibe omidîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Ser zarê te Baharîne,
Dinya bîye maşoqîne,
Çendik wê bûn maşoqîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Dengê sura Baharîne,
Wek e’zmana h’evtrengîne,
Guhdar şagul h’eyranîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Ew awaza Baharîne,
Ça bangîna berbangîne,
Bê şirîk û bê yarîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Saya dengê Baharîne,
Naz – nazika qudretîne,
“Ronkayî” bû e’yanîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Dîlên zarê Baharîne,
Guhdar dibên: “Hey canîne!”
Welêtin yan xerîbîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Ji lewzê devê Baharîne,
Guhdar mane h’eyîranîne,
Serxumar û dilevîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Bengza teye Baharîne,
Ç’e’vên qaşe e’rebîne,
Ziman xweşik bilbilîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Şivêta wê baharîne,
Ç’e’vên kilî cot zerîne,
Nazka bax’ê t’orkirîne.
Her h’izreta dilêmîne.
“Ronkaya” me Baharîne,
Xeber xweşin her k’urdîne,
Guhdar dibin jê razîne.
Her h’izreta dilêmîne.

T’bîlîsî.
03.01. 2011

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev