DI MÎTOS, DÎROK Û ZARGOTINA KURDÎ DE “ROSTEMÊ ZALÊ” – 3

DI MÎTOS, DÎROK Û ZARGOTINA KURDÎ DE “ROSTEMÊ ZALÊ” – 3

Em berdewama 2 nivîsên lêkolînerekî ji Kurdistana bakur ser Rostemê Zal raberî we dikin. Herdu beşên pêşin me berî çend rojan di rûpelên malpera xwe da çap kiribû. Em hêvîdar in bi van nivîsan zanebûnên we di hêla zargotina me da dewlemend bin.

Di berhevokên kurdî de Rostem

Şemoyê Memê, lêkolîner

Ev serpêhatiyên Rustem bi zimanê kurdî ji mêj ve hatine gotin. Lê belê bi zimanê kurdî wextekî gelek dereng hatine tomar kirin. Ji van berhevkaran yê bi nav û dengtirîn bêşik zargotinzanê Kurd yê ‘eyan Prof. Dr. Heciyê Cindî ye. Di sala 1908an de li gundê Emançayîrê ku li ser Qersê ye ji dayîk bûye. Di sala 1918an de li ber erîşên Tirkan malbata wî dikevin rê û dirban ji ber qira eskerên tirkan derbasî Ermenîstanê dibin. Hecî li wir wekî sedan zarokên kurdên êzdî bêxwedî dimîne û sêwîxanê de mezin dibe. Ji ber jîrbûna xwe dixwîne û Fakulteya zimannasiyê kuta dike û hêj 24 saliya xwe de dest bi berhevkirina nimûneyên zargotina gelê xwe dike. Li nav gelê xwe bi salan geriyaye, ji devê wan gelek nimûneyên zargotinê berhev kirine û wekî pirtûk çapkirine. Pirtûkeke wî bi navê “Şaxêd Eposa ‘Rustemê Zalê’ Kurdî” heye. Sala 1977 an de hatiye weşandin. Pirtûk bi tîpên kirîlî hatiye nivîsîn. Zaroktiya Rustem destpê dike heta mirina wî 24 şaxên destana Rostemê Zalê dihewîne. Hezar carî mala wî ava be. Çawa ku Firdewsî gelek efsane û bûyerên dîrokî-mîtolojîk berhevkirine û ji ber mirinê rizgar kirine, Hecîyê Cindî jî xezîneyên gelê Kurd nivîsîye û ber mirinê xilas kirine û heta hetayê ê bimînin, çawa Ehmedê Xanî jî destana Memê Alan wekî manzûme nivisî û haya me jî destana Memê Alan da hesandinê.

Pirtûk bi pêşgotineke Rûsî detpê dike û jiyana Rostem veqetandiye çar beşan; beşa yekem “Bûyîn, Zarotî û Cahiltiya Rostem” hatiye bi navkirin û pênc şax di vî beşê de hatine pêşkeşkirin. Beşa duyem “Rostem Çawa Azakire Herçê Nava Halê Tengasîê-Çetinayêde” hatiye binav kirin û sê serpêhatî hatine peşkeşkirin. Beşa sêyem bi sernavê “Heleqetî û Hal Wextê Rostem û Kurêd Wî” û deh serpêhatî hatine pêşkeş kirin. Beşa dawî jî bi sernavê “Şerê Rostem ji Bona Xweykirina Welêt û Axrî- Aqûbeta Wî” û şeş serpêhatî jî li vir hatine pêşkeş kirin. Pirtûk bi beşa “Nivîsarnasî” yê diqede û li wir bi kurtî derheqa kesên ku ev serpêhatî gotine û wextê berhevkirina wan de agahî hene. Ji aliyê zargotinzanyê de ev rêgez pir biqîmet e. Her çiqasî keda nivîskar li xebatê de hebe jî , keda mezin yê ev nimûneyên zargotinê paşila xwe de xwedî kirine û bi saxî-silametî dane destê zargotinzanê ‘eyan Hecîyê Cindî.

Heciyê Cindî çend şaxên din jî rêzexebata xwe ya giranbiha , “Hikyatêd Cmieta Kurda” de çap kirine. Ev rêzexebat wekî şeş bergî hatine çapkirin.

Destan bi kurdî berê ewil bi destê du rojhilatnasên Alman A. Socîn û E. Prym sala 1880 ê de hatiye berhevkirin û bi navê “ Kurdische Sammlungen” (1887,1890) hatiye çapkirin.

Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl çend şaxên destanê pirtûka “Zargotina Kurda” de bi sernavê “Cengleme” weşandine. Ev xebat wek du cildan sala 1978 an li Moskovê bi tîpên latîni hatiye çapkirin. Sala 1991ê de li Bexdayê sala 2008ê li Hewlêrê bi zaravê soranî û Sala 2012 de disa bi destê Celîlê Celîl li Vîyanayê aliyê İnstituta Kurdzaniyê, li Kurdistana Bakûr destê weşanxana Aramê sala 2013 de li Amedê çap bûye. Çar serpêhatiyên Rostem di vî pirtûkê de hatine pêşkeşkirin. Beşa ewilîn de şikl û şemalê Rostem wisa tê vegotin “serê wî wekî dolabê aşa, simêlê wî mîna dûvê rexşa, tilîyê wî wekî bevşa, xwe-xwe wekî çîyayê Kosamad…”[1]

Gelek şaxên Rostemî de, em rastî bêzariya Zal tên û Rostem rojekî vî bêzariya bavê xwe dihese û dixwaze biçe heyfa bavê xwe hilîne. Kesê ku Zal kirine tengasiyê an jî bêhurmetî jê re kirine Selmiyanê Sindî, Ûşengî Şa an jî pelewanekî din bûye. Berhevoka Heciyê Cindî de şaxê çaran de çîrokek visa heye. Rostem diçe heyfê bavê xwe ji Ûşengî Şa hilde û keçika bajêr jî destê wî dêwê xirab derxîne. Rostem dadikeve gelîkî, dikeve mixarekî û tê de keçikê dibîne, dêw jî razayîye. Rostem ne mixenet e. Bangî dêw dike û xewê radike. Derdikevin derve bo şer. Rostem nahre ser nahre radihêje û dengê wî gelî belav dibe, ji berojê kevir, kuçik gilol dibin, tijî nava avê dibin û ava bajêr şêlû dibe. Dêw beraşekî aşa li Rostem werdike lê tu zirarê nade wî. Dawiyê Rostem dêw dikuje keçikê vedigerîne bajarê wê. Ûşengî Şa dawa dêwê xwe û dawa keçikê dike. Ûşengî şa berê sifte Şeyînî Şûn dişîne ser Rostem û xwarziyê wî, lê xarziyê Rostem Bêjingo wî dikuje , li ser vî Peyînî Şûn dişîne. Ew jî destê Bêjingo tê kuştinê. Ûşengî Şa cara dawî Neynikziravê dişîne ser wan lê vê carê Bêjingo dikeve destê wî û dîl tê girtin û Ûşengî Şa wî dike nav zîndanê. Rostem pey xwarziyê xwe dikeve û tê vî bajarî. Ûşengî Şa dikuje.

Rojekê Zal diwana xwe berhev kiribû û rewşa dinê diaxivîn. Salên Zal jî gelek çûbûn û kal bûbû. Ji nav civata wî jê pirsîn, “ Ey Zalê Zer te ewqas emir kir, gelo te dara dinyayê de kesek ji ser xwe re dît?” Zal çavê xwe diwanê gerand Rostem ne li vir bû û paşê axivî, “ Gotinên min bila Rostem nebîhîze, dibe ku pey heyfê bikeve. Lê heyfa min jî wî tê. Rojekê ez rê de diçûm, min bala xwe da siwarek wekî siwarê kulê hat û ber min re derbas bû çû. Ez pir qehirîm, ez Zal im û ev kes selam neda min û borî çû ev bêhurmetî ye. Min deng dayê û vegerand. Siwar hat û bi destekî xwe rahişte min, min bilind kir bi çiqlê darê daliqand. Got “tu kî yî ji min diqehirî.” Min got “Ez Zalê Zer im.” Li ser vê gotinê ev kes ku Selmiyanê Sindî bû tif kire ser çavê min û got “ ne tu bûya yî ne jî navê te bûya. Ez ji bo te evqas rê hatim ku tu jina min destê dêw azad bikî.” Min ew kes dît ku zora min bir. Rostem hemû gotinên bavê xwe pişt dî dibihîze. Zal herçiqasî jê lawa bike jî Rostem ya xwe venagere û rê dikeve diçe şerê Selmîyanê Sindî ji bo heyfa tifa bavê xwe û dawîyê de heyfa bavê xwe hildide.

Di şaxeke din de jî Selmîyanê Sindî wekî qralê dêwan tê nasandin û ji bo dewata kurê xwe bangî Zal dike ku Rostem ji bo serdewatîyê bişîne. Lê Zal naxwaze kurê xwe bişîne. Naxwaze Rostem minetî kesî bike. Lê dawiyê de Rostem bavê xwe qayîl dike diçe bajarê Selmiyanê Sind. “Rostem gava çû hundurê dîwanê Selmîyanê Sind, Rostem nihêrî; qal û qedema Rostem dît û şaş û metel ma, …, gava Rostem derkete derve, digeriya nava şeher de; çiqa eheliê şeher hebûn, Rostem, bejn-bala Rostem, li silehê wî, tevgirêdana wî, dinhêrin.[2] Di vir de jî xuya ye ku Rostem merivekî ne birêzê ye. Bala herkesî dikşîne li ser xwe. Ji bo şahiya beşdarbûna wî dixwazin. Bi beşdarbûna wî serê xwedî dewat şahiyê jî bilind dibe şanaz dibe. Ew merivekî maqûl jî bûye wekî Memê Alan. Wexta ku siwara dişînin pey bûka Selmîyanê Sind, vegerê de li ser sînorê erdê xwe dêwê heft serî pêşiya siwaran dibire, siwar belav dibin û bûka binav “Şimikzerîn” direvîne. Ji ber ku Rostem merivekî wêrek xwedî namûs bû, heyfa xwe li vî rewşê anî; “ Rostem sekinî ji xwera wan dinhêre. Lênihêrî şîn û girîke usa kete nava vî şeherî-diha zmana nayê gotin. Gere merî bi çavê xwe bidîta bawer bikira. Rostem ber xwe ket, gelekî ber xwe ket, go; ‘saxbûn diha ji min re herame, ez bivin serdewatiyê vê bûkê, bivim, ji min re zef kirête, Selmiyanê Sind re go; bûk ne bûka teye, bûka mine, hesavke bûka min birine… ”[3] Rostem wekî pelewanwekî rêdikeve û diçe erdê dêwê heft serî û bi rênişandana pîrekekê dêwê heft serî dikuje û Şimikzerînê azad dike.

Çend şaxan de jî xûyaye û em dikarin Rostem wek neçîrvanê dêwan binav bikin. Ew kîjan bajar û şûnwar ketibe destê dêw û ejderhayan, xelkê ji lepê wan rizgar dike. Keçikên ku ji bo wan dihatin pêşkeşkirin vedigerîne. Kanî û avên ku ejderha (zîya) an jî dêw dest dane ser ji destê wan rizgar dike dîsa dike xizmeta xelkê. Tiştekî balkêş e, ji bo van karên xwe û agahî derheqê dêw an jî qralên xirab de, ji pîrekekê werdigire. Her tim dibe mêvanê pîrekekê û bi alîkariya wê miyaser dibe. Ew pîrekan her tiştên veşartî, nixamtî, hemû sur û tiştên bi sêhr eşkere dikin. Eşkereye ku pîrîtî wek sembola serwextbûnê ye lema gelek tiştan dizanin û alikariya lehangan dikin, quvet ji lehengên xort û aqil û zanebûn, fêl jî destê pîrê tê.

Di çirokan de yek jî hêza lehengan bilindbûna dengê wan e, ango “Nare-nahre”ya wan e. Gelek çîrokên Rostem de tê gotin ku wexta ku Rostem nehre li ser nehre radihişt sur û bedena kelayan, diwarên zîndanan hildiweşiyan, guhê ejderhayan û dêwan ker dibûn û dijminên wî diheyîrîn, meydana şer bazdidan direviyan. “Zel-zele ket nav eskerên Ezirîf,…Rostem nîna gurekî bikeve nav kerî pez-ew qeder şerkir cendek-cendek sekinî.”[4] Enirîna wî meydan serûbin dibû. Di şahnameyê de jî Rostem berî ku dest bi şer bike, an jî neyarê xwe re meydanê bixwaze radihîşt nehreyan. Carcaran jî, ji bo hişyar kirina neyarên xwe dengê bilind bangî wan dikir. Wexta ku ketiye şikevta dêwê spî , dêw razayi bûye, Rostem ne ew mêr bû ku dijminê xwe bi neyarî bikuşta, lema bang wî dike û bi dengekî bilind meydanê dixwaze. Ev hêz ji bo Hz. Elî jî tê gotin ku ew jî li dijî “kafiran” ew hêza xwe bikar aniye. Ev lehengan şibandine şêran û dengên wan jî dive ku wekî dengê şêran derketa.

Rostem gelek caran çolê radizê û her tim deverû radikeve. Rojekî pelawanekî heyfa xwe anî ku Rostem deverû radikeve. Rostem bersivand; “ez wekî ser piştê razêm, dijmin dikare yan rimekê yan qemekî zikê min xe, min bikuje. Lê wekî çiyak be ser pişta min ez dikarim binda rabim.”[5]

Disa berhevokan de xûya dibe ku wexta ku Rostem çûye bajarekî, ji ber mêranî û mezinatiya wî padîşahên wan bajaran Rostem kirine mêvan û qîzên xwe dane wî. Lê belê navberê re çend meh derbas dibin, jina Rostem ducanî dibe, Rostem mala bavê jina xwe diterikîne. Bi vi rewşê kurê Rostem li cem kalik û pîrikê mezin dibin. Neyarên Rostem pê dihesin ku kurekî wî bûye û xurtbûnê de Rostem ne berjêrtire, dixwazin berê ser Rostem din û bi destê kurê wî, wî bidin kuştinê. Navê wan kuran; Sohrab, Birzo, Bêcan, Felemez, …in. Wexta ku Rostem bi destê dijmin û neyarên xwe bihata birîndar kirin, “ çiqas Rostem birîndar be, birînê wî heta stêr derketin bû, stêr derketinê birînê wî diceribîn.” Lê derba ku ji tovê wî lêketibû birîna wî pir dereng diceribî û Rostem bi vî yekî pêdihesî ku ev ji nesla wî ye.

Û Rostem jî Dimire; Kemîna Mixenetî

Di çîrokên kurdî de tê vegotin ku Rostem 700 sal jiyaye. Di berhevoka Heciyê Cindî de jî tê vegotin ku Rostem hezar heftsed sal jiyaye. “Ger ji mirinê filitîn bi mêranîyê peyda bibûya, ev feleka xayîn nikaribû tiştek li Rostem bikira”[6]

Belê Rostem, piçûkatiya xwe heta kaltiya xwe pişta gelek pelewanên neyar û dêw û hevalbendên ehrîmen danîbû erdê û canên wan ji wan stendibû. Wekî dêwê spî, dêwê heft serî, dêwên Mazenderanê, Kamûsê Keşanî, Eçkapûs, dêwê Canpolat, dêwê Perwende, dêwê Sor, dêwê reş, Pûladvent, Kafûrê goştê merivxwur û yên mayîn. Lê dîsa bi destê xizmekî xwe û bi neyarî hatiye kuştin. Şahnameyê de û berhevokên Kurdî de tê behs kirin.

Xeyn ji Rostem, kurekî Zalê Zer dîsa hebû. Bi qerwaşê wî jidayîk bûbû û navê wî Şegay anjî Şegad bû. Li gor şahnameyê wexta ku ew bûbû, stêrknasan stêrka wî nihêrîbûn û pêşbinî kiribûn ku stêrka wî xirab e û bi destê wî gelek rûdanên nebixêr ên rûbidin. Erdê mala Sam, Sîstan û Îranê bi destê wî serobinî bibe. Dê koka mala Sam biqelîne. Zal ew şande li cem şahê Kabîlê û bi keça wî re mar kir. Şegad bi alîkariya xezûrê xwe dest bi çavreşî û hesûdiya Rostem kir û Rostem vexwande Kabîlê. Wexta ku Rostem gihîşte Kabîlê Şegah ew wekî serbilindê îranê pêşwazî kir û paşê bir neçîrê.

Cihê neçîrê çend bîr hatibûn kolandin û hundirê wan bi tîr, şûr, rim û hacetên kujare ve hatibûn dagirtin. Li ser bîran jî bi xalî û hêşinayê hatibûn nixamtin. Hespê Rostem yê serwext Rexşê Belek bi hestên xwe yên kûr bihna xaliya teze hildigirê û nêzî wan bîran nabe û simên xwe şunde davêje. Rostem bi dilêpak bêyî zanîna wan kemîna Rexş qamçî dike ku pêşda biçe. Hesp rabû ser şeka û pêş ketinê re simên hespê ketine bîrê. Wexta ku Rostem hol bû bîrê, tîr avîte Şegayê li pişt darekî bû û ew bi dareve tîr kir û tola xwe jê stend.[7]

Di berhevoka kurdî de kuştina Rostem dibe ku piştî mirina Sohrab rûdana herî dilsoj be. Ew beş sala 1935an ji zarê gundiyekî binavê Asatûr Pogosyan hatiye nivîsandinê. Yê ku Rostem dide kuştinê ne birayê wî, xalê wî yê bi nav ‘Çiqal’ e. Ji ber ku kurê Çiqal bi destê eskerên Rostem hatibû kuştin, ev kul qet dilê Çiqal de ranebûbû. Mecalekî digeriya ku Rostem bikuje lê bi mêranî nikaribû bikuşta lema xwest ku bi fêldarî wî bikuje û meydanê rake. Rû ve je re xwaş bû lê dil ve xirab bû.

Bîrekê dikole, erdê çil gaz dirêj, çil gaz fire, çil gaz kûr dide kolan. Nav bîrê de gelek tîr, xençer û şûrên jehrkirî dadiçiqîne. Li ser derê bîrê pejanan axê dadigire. Paşê Rostemê xarziyê xwe dawet dike mala xwe. Çiqal jê re dibêje ; “xarzî meta te gelekî digot, ‘ xwazî ji xêra Xwedê re Rostem rojekî serê meydanê bihata û biçûya min jî çavê xwe bidîta ku xarziyê min pelewanekî çawa qence.” Rostem dizane xalê wî jê re kemin daniye lê ji ber ku nebêjin Rostem xof kir û rexşê belek jî bawer bû ku dê bîrê derbas bibe. Rostem rabû, teng û bengê rexşê belek şidand. Pê xwe avete rikêfê, celeba rexşê belek berda. Serek li meydanê hat û çû, hat rex erdê kolayî, rexşê belek zane, bêbextî çêbûye bo kuştina Rostem. Paşda zivirî. Rostem enirî li rexşê belek, cotek rikef lêda. Xwinê ji ber rikefê avêt. Çil gaz destê rexşê belek derbas bû çû. Bi vî alî bi wî alî dakete bîrê, Rostem kete bîrê, çirînek ji nala rexşê belek hat. Rostem go: “înha roja ku ez ser dinyaê ketim, rexşê belek kurîk bû, min ji xwe re anî, Dewrêşek hat pêşya min, rexşê belek nalkirin, gote min “Rostem, roja nala hespê te bikeve, dû wê rojê tu ê bimirî. Nala hespê te wê here hezar heftsid sal.” Rostem di bîrê de got “ hezar heftsid salê min temam bûne. Ez ê bimirim. Rostem kete ser şûr û tîrên dermankirî lê rexşê belek ceniya behrê bû firiya disa çû behrê. Rostem ji xalê xwe kire gazî ku tîr û kewana wî bidê da ku teyr û tûrên ku xwe davêjine ser çavên wî, wan nehêle. Çiqal tîr û kevanê wî avite bîrê û revî çû pişt çinarekî mezin xwe veşart lê wexta ku Rostem tîr avît, tîr çinar jî qulkir, Çiqal jî qulkir. Heyfa xwe derxist. Kes nikaribû Rostem bîrê derxistana, xeber dane Rûdebê û hat herdû milên xwe dirêj kir, mîna tifalek hilanî danî ser destê xwe. Qesta padşê kir ku dermanê nojdariyê bide ku birînên Rostem pak bibe lê padşa Rostem heznedikir lema dermanê nojdariyê neda, girt avêt behrê.

“Heft sala diya wî danî ser destê xwe,

Gerand li dinyaê go;

– Piçûko, bêfemo,

Hezarheftsid sal emirkiriyo

Ne dinya xwe dîyo,

Ne dîtiyo, ne bînayo,

Piçûko, bêfemo,

Ser destê dayeyo,

Heft sala gerand li dinêyo,

Heta herdû çavên diya wî jî ji girî kor bûn.

Paşê çi qeder eskerê Îranê hebû,

Hatin tirba wan rex hev dane kolan,

Herdû anîn têda veşartin.”[8]

Encam:

Ger koka milletan çiqasî kûr de be, ew millet, carcaran dibe ku biçilmise, lê qet carekî winda nabe. Xurtbûna wan dîrok, edebiyat û baweriyên wan ve girêdayi ye. Gelê Kurd jî herçiqasî gelek caran bindestê tirk, ereb û eceman de bi sedan sala mabe jî, ji ber dewlemendiya kelepor, kevneşopî, bawerî û edebiyata xwe ya klasîk neketiye ber bayê wan, hema bêje çand, edebiyat û baweriyên wan bin bandora kurdan de maye. Heta bigre ev gencineyên kurdan, ji ber ne devletîbûna kurdan xwedî derketine û wekî malê xwe nîşan dane. Destana Rostemê Zalê yek ji van gencineya ne. Ev destan ji ber ku wekî destanên kurdan yên qedîm Memê Alan, destana newrozê, Zembilfiroş, Ker û Kulilk, Siyabend û Xecê bala lekolerên kurdan nekişandiye lema me xwest ku bala Zargotinzanan bikişînin li ser vî gencineya hêja. Me vê xebatê de dît ku Rostem yek jî navdartirîn kesê dewra xwe bû lê navê wî sînorên dewra wî de neme û gihîşte heta roja me dibe ku heta hetayê jî bijî. Dîsa vê xebatê de derket holê ku Rostem di nav zargotina kurda de çihekî taybet dadigire. Dîsa divê em spasdarê wan kesa ne ku jorê navê wan gelek caran derbas dibe, di nav gelê kurd de geriyane, ev destanên Rostem berhevkirine, derbasî nivîsê kirine, çap kirine û gelek zehmet kişandine.

Çavkanî:

Aksoy, Gürdal ; Bir Söylence , Bir Tarih, Newroz, Ankara. Yurt yayın. 1998

Avesta, Zerduştilerin Kutsal Metinleri, (Çev. İbrahim Bingöl, Fahriye Adsay) Avesta, İstanbul

2012

Celîl, Ordîxanê – Celîl, Celîlê ; Zargotina Kurda I, Neşîrxana Naûka, Moskova, 1978

Celîl, Ordîxanê – Celîl, Celîlê ; Zargotina Kurda II, Neşîrxana Naûka, Moskova, 1978

Cindî, Heciyê ; Şaxêd Eposa “Rostemê Zalê” Kurdî, Akademiya Ulma yê YSS li Ermenistanê,

Erêvan, 1979

Cindî, Heciyê ; Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, Akademiya Ulmayê YSS li Ermenistanê

İnstituta Rohilatzaniyê, Erêvan, 1985

Eliade, Mircea ; Ebedî Dönûş Mitosu, 1994, İmge yayınları, Ankara

El-Taberî, Ebû Cafer Muhammed bîn Cerîr bîn Yezîd; Milletler ve Hükümdarlar Tarihi 2, MEB

Yayınları

Firdevsî ; Şehname C.I, MEB Yayınları, İstanbul, 1994

Firdevsî ; Şehname C.II, MEB Yayınları, İstanbul, 1992

Firdewsî ; Şehname C. IV, MEB Yayınları, İstanbul ,1994

Frazer, James G. ; Altın Dal I-II , Payel yayınları, İstanbul , 1991-1992

Goodrich, Norma Lorre; Sam Zal ve Oğlu Rustem, Peri Yayınları, İstanbul

Günaltay, Şemdettin ; Îran Tarihi Cilt.I, TTK Yayınevi,1987

Memê, Şemoyê ; Di Zargotina kurdî de Hesp. Zend, Bihar 2013

Polat, Edîp ; Ristemê Zal, Evrensel yayınları, 2004

Şerefxan Bidlîsî, Şerefname (Kürt Tarihî), Hasat Yayınları, İstanbul, 1990

Varlî, Ebdullah Memê Mehmet ; Diroka Dugelên Kurdan (600-1500), Sipan yayınları

Yıldırım, Nimet (Prof. Dr)., Fars Mitolojisi Sözlüğü, Kabalci Yayınları, İstanbul, 2008

Riataza.com

[1] Celîlê Celîl- Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda II, r. 103

[2] Heciyê Cindî. B.n.b., r.74

[3] Heciyê Cindî. B.n.b., r.75

[4] Heciyê Cindî. b.n.b. , r.84

[5] Heciyê Cindî. b.n.b., r.103

[6] Firdevsî, Şehname C.IV, r.290

[7] Prof. Dr. Nimet YILDIRIM, Fars Mitolojisi Sözlüğü, r. 660

[8] Heciyê Cindî. b.n.b., r.314

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev