Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Erebê Şemo Şamîlov û keşkula kurdî

Erebê Şemo Şamîlov û keşkula kurdî

Mehmed Salih Bedirxan

Berhema bi navê Genjî Monogatarî ya ji alîyê Mûrasak, Şîkîbû ku bi japonî hatîye nivîsîn û ya Don Quijote ya ji alîyê Migûel de Cervantes Saavedra bi îspanyolî hatîye nivîsîn weke yekem romanên cihanê tên hesibandin. Ji romanê tê çaverêkirin ku rastîyên jîyanê di şêwaza hunerê de bihûne û li ber xwînerê xwe amade be. Yan jî ku weke Stendhalê gewre pênase dike roman awêneyek e û rêwîtîyê bi mirovahîyê re dike. Di vir de rola nivîskar derdikeve pêş. Dema nivîskar romana xwe bihonê û keresteyên dîrokê di romanê de bi cih bike û weke hostayê qesrên qedîm, qelşên berhema xwe bi xerca dîrokê dagire bê guman wê demê berhemeke serkeftî jî derdikeve holê. Û ew berhem ew ê dîrokê jî raberî xwînerê xwe bike.

Dema xwîner romaneke ku heyameke dîrokê raber dike dixwîne û wê di destê xwe de digre û noqî nava pêlên wê dibe divê baş zanibe ku ew roman parçeyeke ji rastîyêye. Û her wiha parçeyeke ji afirandina nivîskarê wê. Ji romaneke ku dîrokê raber dike jî tê arezûkirin ku xwînerê xwe bibe wê serdemê û wê serdemê jê re beyî hurgilîyan vebêje. Li ser vê esasê, gelo hewcedike ku nivîskarê  serdemekê weke roman dinivîse wê heyamê tevî kitekitên wê binivîse? Yan jî gelo nivîskar çiqasî dikare beyî layangirîya alîyekî serdemeke ji dîrokê binivîse? Yan jî dîrok çîqasî nivîskaran dixe bin tesîra xwe?

Dîroknas buyereke dîrokî li gel hokar, encam û tesîran wê şîrove dike. Têkçûn û serkeftinên alîyan ji wî re giring in. Ew divê hemû serkirdeyên wê heyamê bidin, lê belê xemeke wisa ya nivîskarê serdemekê dinivîse tuneye. Eger nivîskarekî ereb Şoreşa Gulanê ya 1991ê bike roman ew ê wê pêngava dîrokî ji bo kurdan nenivîse. Ew ê têkçûna împaratorekî nenivîse. Bê guman ew ê şikestxwarina rejima Baas nenivîse û rê bi ser wê têkçûnê jî nexe. Ew ê bi hevokên qelew wê raperîna kurdan weke cudahixwazîya kurdan, xayintîya kurdan, êrîşên kurdan a ser hêzên  Îraqê destnîşan bike. Lêbelê eger kurdek wê serdemê bike roman ew ê wê serdemê weke serkeftineke stratejîk a jîyana kurdan tomar bike. Berîya her tiştî, divê nivîskar, dest bi nivîsîna serdemekê bike, divê haya wî baş ji wê serdemê hebe. Hevsengî û cemîyeta wê serdemê baş nas bike. Kesên ku navê xwe li wê serdemê ferzkirine di berhema xwe de bi cih bike. Eger ew yek di berhemê de dernekeve ew ê xwîner li wan şexsîyetan bigere.

Ereb Şamîlov ku yekem romana kurdî- Şivanê Kurmanca – nivîsîye di wê romana xwe de cih daye jîyana kurdên Qefqasyayê, şerê ûris û osmaniyan. Şamîlov, beyî ku bikeve nava hokar, encam, tesîr û tehlîlên wê serdemê bi zimanekî rewan ew heyam vegotîye. Romana Şivanê Kurmanca ya Ereb Şamîlov li gel yekem romana kurdî ye, di nezera min de di heman demê jî de yekem romana kurdîye ku rûpelek ji dîroka kurdan tê de cih girtîye. Her wiha Şamilov, di romana Kela Dimdimê jî wê pêla nivîsîna rûpelên dîroka kurdan domandîye. Di romanên bi navê Jiyana Bextewar, Hopo jî Şamîlov weke hostayê peyvê xwînerê xwe bi rûpelên dîrokî yên cemîyeta kurdan mest dike. Di çîroka wî ya Hikayetên Gelê Kurd, jî dem em li vegotina rupelên dîroka  cêmîyeta kurdan rast tên.

Em wê jî bêjin, ku romana Şivanê Kurmanca ji alîyê nivîskar Mustefa Aydogan da hate transkrîpekirin ser tîpên latînî yên Celadet Bedirxan amadekirî û bi orîgînala wê, ku bi tîpên latînî yên kurdên Sovyet va çap bûbû, bi hev ra wek pirtûkeke cihê di weşanên “Lîs”ê da li Diyarbekirê da çapkirinê. Herwiha Mustefa Aydogan pêşgotineke gelek dagirtî û dewlemend jî bona pirtûkê nivîsîye. Îsal li Kurdistana Bakur pirtûka here pir hatîye firotan romana Erebê Şemo a Şivanê Kurmanca ye, ji ber wê jî çapa wê a duduyan hate çapkirin.

Şair û dramaturgê gewre Eskerê Boyik hostayîya Ereb Şamîlov a li ser dîrok û edebîyatê pirr xweş eşkere kirîye. Eskerê Boyik di berhema xwe ya bi navê “Nûra Elegezê” de ji bo bîra Ereb Şamîlov a dîrokî wiha dibêje: “Nivîskar bi zarekî kurmancîyî xweş û hostatî wêneyên jîyana kurdên wê heremê yê wê demê raxistîye li ber çavê xwendevanan.”

Îro pêdawîstîya me bi şerh û tehqîqa romanên Ereb Şamîlov hene. Eger li ser her peyvên Şamîlov kar pê kirin ew ê di derbarê çand, dîrok, folklor û êzîdîtîyê gelek tişt bên bi dest xistin û zanîn. Ew li gelek herêmên kurdan geriyaye û wî keşkula xwe bi dîrok, gotin û keresteyên folklorîk ê cemîyeta kurdan dagirtîye û gencîneyek ji me re hiştiye. Vekirina devê wê gencîneyê jî di destê me deye…

Di wêneyê da keça Erebê Şemo – Zînê bi wergirtina kurdî wêneyê xwe yê dîrokî bi bavê xwe ra girtîye.

 

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev