Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop Azîzyan

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop Azîzyan

Salihê Kevirbirî

Neheqiyeke mezin e ku mirov behsa eşqê ji aşiqan re bike. Li hêla din pirsa herî zehmet ku mirov ji dengbêjekî bike jî li ser eşqê ye. Ji ber vê hindê bi min zor hatibû ku pirsa evîna wî jê bikim. Ez behsa dengbêjê zarokatiya xwe Karapêtê Xaço dikim.

Karapêt her dem dile xwe ji mêrxasiyan re vekiriye. Di dilê tevahiya mêrxasên ku kilamên wan straye de, evînên ji wan mêrxasan mezintir hebûne. Mêrxas ew kes in, dema behsa eşq û evînê tê kirin, dibin mîna zarokan. Di bin awirên wan ên dijwar de, gelek caran nezerên henûn û nerm veşartîne.

Karapêtê Xaço di jiyana xwe ya tije êş û keder de, herdem behsa mêrxasiyan kiriye. Ji kevokên her dema tu gazî wan dikî, xwe diavêjin nav destên te reviyaye, behsa baz û başokan kiriye ku dema baskên xwe vedikin, reva xezalan di bin siya xwe de dihêlin.

Lê ev dil e, ne tiştekî din! Dema dil ji bo kesekê lê bide, tu ba û bahoz nikare bide rawestandin.

Ne tenê dengbêjekî dema bere ye Karapêt, ew dildarekî dema berê ye jî…

Dilekî Karapêt jî hebûye! Wî dil berdaye Yêvayê. Yêvaya ku jê re dibêje ‘Melokê.’ Carekê hez kiriye. Ew car bûye cara dawî. Nebûye mîna dildariyên dema me. Ew ne tenê dengbêjekî dema berê bûye, her wiha dildarekî dema berê jî bûye. Yêvaya evîndara wî, piştî xatirê xwe ji vê dinyayê xwest jî, kesê li ser hez nekir. Karapêt heta roja mirina xwe bi demekê jî, li gundê Sovxoza Çaran a Eçmîadzîna nêzîkî Yêrêvanê her hefte diçe ser gora jina xwe.

Yêvaya dayîka zarokên wî, yekane şahida barê giran a jiyana wî bixwe ye. Pênç zarokên wan çêdibin. Ji bo her pênç zarokan jî digot ‘Fêkiyên Yêvayê.’ Wî badilhewa ev gotin nekiriye. Karapêt Yêvayê ji asîmanan aniye xwarê. Her dem jê re ‘Melek’ gotiye. Heq jî kiriye. Her cara ku derdê dabarê bi rojên dijwar ên zivistanê re bûye yek jî, Yêvayê hebûn û nebûna mala xwe nîşanê cînar û gundiyan nekiriye. Di demên zor de, dema jin boxçikên xwe didan pişta xwe û berê xwe didan malên bavên xwe, Yêva bûye jinexasa li ser mal û zarokên xwe.

Ji ber vê hindê bû her cara ku Karapêt behsa xanima xwe dikir, gotin di qirika wî de asê diman, hêsir diketin çavên wî. Heyfa xwe li wê yekê dianî ku bi çavên serê xwe mirina Yêvayê dîtiye: “Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahide mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di xetên rûyê wê de xuya dibûn. Ji ber vê yekê min zehf jê hez kir” – digot û maweyek di nava bêdengiyeke kûr de winda dibû.

“Piştî mirina diya min, hemû diranên bavê min ketin!”

Werin em guh bidin gotinên keça Karapetê Xaço, Araksî Xaçatûryan ku du-sê sal beriya niha li gundê Solxoza Çaran bibûm mêvanê wê. Gotin li ser mirina diya wê û xemgîniya bavê wê ye. Ev axaftin beşeke ji nivîsara min a li ser wê ye:

Gelo dema diya wê Yevaya Hagopê Ezîz rehmet dike, bavê wê çi kiriye? Rehmetiyê bav dikeve nava rûhiyeteke çawa? Bi kesereke kûr û çavên melûl wiha dibersivîne: “Gava diya min nexweş bû, bavê min herdem li kêleka wê rûniştibû. Bi gav û seet li ber serê wê bû. Lê piştî ku diya min rehma Xwedê kir, bavê min nikaribû bihata cihê ku diya min lê rûdinişt. Xwe diavêt vî alî û wî alî, tebata wî nedibû. Bavê min heta wextekî dirêj jî wekî dîn û haran lê hatibû. Ji bîr nedikir.

Gelo carcaran diçû ser qebra xanima xwe? “Her dem diçû” dibêje û berdewam dike: “Her roj dihate mala me. Lê heta ku neçûya ser qebra diya min, nedihat cem me. Tim digot; “Lawo diya te diranên min jî bi xwe re birin! Heta diya min sax bû, hemû diranên wî temam û kamil bûn. Tenê ji ber ku ji hespê ketibû, diranekî wî şikestibû. Hemû diranên bavê min saxlem bûn. Piştî mirina diya min, hemû diranên wî ketin.”

Ew diyar dike ku bavê wê li ser qebrê her dem ji diya wê re digot “Te çi kir? Te ez li vê dere bê xwedî û xwedan hiştim.” Li gorî gotina wê, bavê wî gelek kilam avêtibû ser diya wê: “Diya min ji kilama ‘dayîkê’ zehf hez dikir. Ez bi xwe ji hemû kilamên bavê xwe hez dikim.”

Keça Hagop û Îzmîrê

Yêvaya ji malbata Azîzyan, keça Hagop û Îzmîrê bû. Sala 1936an, li Qamîşloyê bi Karapêt re mêr kiribû. Gava dizewicin, Karapêt lejyonerekî Artêşa Fransayê ye. Yêva sala 1976an rehma Xwedê dike. Piştî mirina wê, Karapêt careke din nazewice. Fikra zewacê jî nayne bîra xwe.

Ji pênc zarokên Karapêt, Araksî (1942) li Qamîşlo, Sêrob (1944) li Hisicaya Kurdistana Sûriyê çêbûye. Sê zarokên mayî li Ermenistanê çêbûne. Keça wî Araksî ji gundê Sovxoza Çaran mêr kirîye û li wî gundî dimîne. Sêrob li heman gundî dima, du sal beriya niha rehmet kir. Anahît li Kîrovakanê dimîne. Sîranûş li Yêrêvanê dimîne. Xatûn li Sovxoza Çaran dimîne.

Tevahiya zarokên Karapetê Xaço tevî zimanê ermenkî, bi kurdî jî dizanin. Lê neviyên wî bes bi ermenkî dizanin.

We got nevî?

15 neviyên Apê Karapêt hene.

Xwedê bi rehma xwe şa bike…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev