Şêx Adî, Êzdiyatî û Kurdewarî…

Şêx Adî, Êzdiyatî û Kurdewarî…

Dr. Zorabê Bûdî Aloyan
Pêşgotin:
Navê Şêx Adî kurê Musafir (Şêx Adî bin Musafir) ji bona Êzdiyan û hemû welatparêzên Kurd girîng e. Rista wî ya dîrokî ji ber gelek sedeman bala me dikişîne.
1. Berî her tiştî, di serdema Şêx Adî de siyaseta der-dora Xaka Pîroz (dijberiya Xaçparêz û Misilmanan) pêwendiyên çandî di navbera Ewropayê, Asiyayê û Afrîkayê de xurt kirin. Kurd bi serdariya Selaheddînê Eyûbî di wan bûyeran de beşdar bûn û bi jiyana navneteweyî ve hişk hatin girêdan.

  1. Bingeha îdeolojiya Şêx Adî felsefeya Rojhilatê û Sofîzma hestidar (hesas) in. Di dema xwe de Sofîzm zengîn û pêşveçûyî bû, û bi saya Şêx Adî bandora wê li ser çanda Êzdiyan jî maye.
    3. Şêx Adî û payhatîyên wî ola Êzdatiyê li gor gaziyên Dema Navîn reform kir.
    4. Ji serdema têkoşîna Adî de gelek Xaçparêz, Tirk û Ereb di nav Êzdiyan de heliyane û bi vî cûreyî nîgara demografiyê li Kurdistanê guhartine.
    Ji ber van xalan gotina Êzdiyan rastûdirûst xuya dike:
    Adiyo, Musafiro,
    Herçi te kir, kesa nekiro
    Gelek dîroknasên Dema Navîn basa Adî kurê Musafîr dikin wek Îbn Teymiya, Îbn el-Esîr, Îbn Xellîkan, Îbn el-Fûtî, Îbn Kesîr, Îbn el-Werdî û ez-Zehebî. Wusa jî qewl, beyt û payîzokên Êzdiyan bi firehî Şêx Adî wek navendeke gerdûnî destnîşan dikin.

Daxuyanîyên li ser koka Adî:
Hem hevçaxên Adî, hem jî zargotina Kurdan dibêjin, ku berwelatê Şêx Adî Şama dîrokî ye:
Şêx Adî Şamê hate,
Şerqê kire xebate,
Xoş mala bavan e,
Şêx Adî xweyî nûrêrayî xelat e,
Nûr e ji mala Şêxan e.
Navê wî bi dirêjayî ev e: Şerefeddîn Ebû l-Fezayîl Adî bin Musafir bin Îsmayîl Mûsa bin Merwan bin el-Huseyîn bin Merwan. Eger em li ser navên kal-bavên Şêx Adî jî rawestin, emê hizra wan dîroknasan bipejirînin, yên dibêjin, ku Adî kurê Musafir ji malbata Benû Umeyîa bû. Helbet, lewma jî navên Yezîd bin Muawiya û Êzdîdê Sor di nav Êzdîxanê de teklihev û pîroz bûne. Eger wusa be, ne behetî ye, çima pêwendiyên Êzdiyan tev ola Merwaniyan hene.
Piştî têkçûna desthilata Emewiyan (xelîfên ji malbata Benû Umeyîa), beşek ji wan di wê baweriyê de bû, ku serkêşiya Xelîfetê gerek e di destên peyhatîyên Merwanê Duwem bimîne. Li Dema Navîn tiştekî normal bû, ku armanceke ramyarî li bin kincên dînî xwe vedişart. Wusa, desthilatxwaziya piştgirên Merwanê Emewî bi nêrînên dînî ve hate xemilandin.
Ligor akademîkê Rûs Bartold, heta destpêka sedsala 20an jî li Badihşanê (herêma di navbera Afxanistan û Tacîkistanê de) cemawereke dînî ji koka Merwaniyan bi navê Yezîdiya hebû. Ne tenê ew, dîroknasê Kurd Şerefxanê Bîtlîsî bawer dikir, ku hem Şêx Adî, hem jî hoziyeke (eşîreke) Kurdan – Sulêmanî – digihîştine malbata Merwaniyan. Lê girêdana here girîng di navbera Şêx Adî û Merwaniyan de ew e, ku Merwanê Duwem, pêşiya bibe xelîfê hemû Misilmanan (740-750), serokatî li herêmên Kurdan dikir. Em wusa jî dizanin, ku dayîka Merwanê Duwem Kurmanc bû.
Belê, wusa diyar e, ku Şêx Adî kurê Musafir ji Şamê, ji malbata Benû Umeyîa – yan Emewî – bû, lê di tamarên wî de xwîna Kurdan jî dikişiya.
Sala jidayîkbûna Adî di navbera 1073-1078an de ye. Ew li gundê Beyt-Farê, nêzîkî bajarê Baalbekê, li deşta Biqayê hatibû dunyayê. Ev herêm Lubnana îro, lê parçeyeke Şama dîrokî ye.
Paşwextiyê, serpêhatî û çîrokên curbicur li ser jidayîkbûna Adî hatibûn afirandin. Mebesta wan ew e: hên berî jiyana Adî dihate zanîn, ku ewê bibe mirovekî mezin û navdar. Ji bo nimûne digotin, ku bavê Adî, Musafir kurê Îsmayîl, çûbû daristanê û 40 salan li wê derê mabû. Rojekê ji rojan, dengek hate ber guhên Musafir, ku gerek e ew vegere mala xwe, xwe nêzîkî jina xwe bike û wê zarokek jêre çê bibe. Go, nav û dengê vî zarokî wê li Rojhilat û Rojavayê bela bibe. Rastî jî Musafir kurê Îsmayîl wusa kir: wusa Adî û 313 yarên Xwedê hatine cîhanê.
Bêguman, Yarê Xwedê (bi Erebî, Welî ul-Lah) gotineke mecazî ji bo kesekî Sofî ye. Li vir, 313 helbet jimara şêxên dostên Adî ne. 40 sal jî gotineke giştî ye: wateya wê demeke dirêj e. Wek encam, legenda di jor de şirovekirî mesajeke girîng ji xelkê re dişîne: Şêx Adî bi biryara Xwedê hatiye û Kurd pêwîst e peyvên wî bipejirînin.

Li Bexdayê:
Adî xortekî 15-20 salî bû, dema çûbû Bexdayê, daku xwendineke dînî bistîne. Li wê derê, Adî têkiliyan digel zanayên bi navûdeng çê dike û agahdariya xwe dide dînnasiya Sunnî.
Lê di sala 1111an de mamostayê wî el-Xezalî emrê Xwedê dike. Di wî çaxî de Bexda êdî bûbû meydana lihevketinên hersal di navbera Sunnî û Şiiyan de. Herweha di warê aborî û ramyarî de jî rewşa Bexdayê xerabtir dibû. Hêdî-hêdî navenda çand û aboriya Rojhilata Navîn derbasî paytexta Misrê – Qahire – dibû.
Adî bi xwe ji dînnasiya Sunnî dûr dikeve, bi Sofîzme ve mijûl dibe û dixwaze cihekî ker û lal ji xwe re peyda bike. Ne dûr e, ku têkiliyên kese di navbera malbata Adî û Kurdan de hebûn: Kurdên ji Ebbasiyan westiyayî bi dil û can endamên binemaliya Benû Umeyîa qebûl dikirin. Wusa, ji sala 1111an û heta dawiya jîyana xwe Şêx Adî li Kurdistanê dijî. Ji Hekkariyê ew car-caran dûr dikeve û serî dide Musil û Bexdayê.
Em dizanin, ku li Bexdayê Adî kurê Musafir çar pirtûkan li ser dînê Îslamiyê nivîsîbûn û wusa jî çar-pênc qesîdên Sofî jî afirandibûn. Navên çar kar-nameyên teologî ev in: I’tiqad ehl es-sunna (Baweriya Sunniyan), Kîtab fîhî zîkr edeb en-nefs (Pirtûka perwerdeya giyanî), Wesace eş-Şeyx Adî bin Musafir île l-xelîfa (Mesaja Şêx Adî kurê Musafir ji Xelîf re) û Wesace lî murîdîhî eş-Şeyx Qayîd we lî sayîr el-murîdîhî (Mesajek ji Şêx Qayîd û mirîdên din re).

Li Hekkariyê:
Herêma Hekkarî di wextê xwe de li bin destê Merwanê Duwem bû. Ew ji parêzgeha Hekkariya îroyîn gewretir bû û hinde herêmên din jî hembêz dikir. Sînorên Hekkariyê di serdema Şêx Adî digihîştin Musil û Şengal li Başûr, Gola Wanê li Bakûr û Kurdistana Rojhilat. Navçeya Hekkariyê di serdema karûbarên Şêx Adî de bêdeng û bêkartêkîn mabû. Jêderên dîrokî basa 1000 malbatên Kurdan li wir dikin: havînê ew diçûne zozanan, zivistanê jî vedigeriyane der-dora Musilê. Dokûmentên dîrokî dînê Kurdan jî bi nav dikin û dibêjin: Şêx Adî hatibû nav Kurdên Teyrehiya, Teyrehiya jî oleke Zerdeştî bû. Belê, dîroknasên sedsala 12-13an (piraniya wan Ereb) dinivîsîn, ku li herêma Hekkariyê Kurdên Zerdeştî diman.
Di destpêkê de, Adî kurê Musafir jiyaneke bi tenê derbas dikir: ewî malek ji xwe re şên kir, bi rojan xwe birçî dikir, nivêjan dikir û xwe dûrî xelkê digirt. Bi zûtirekê, Adî êdî kiryametan dikir û bi Kurdî dipeyvî. Di çavkaniyan de, reng û rûyê Adî jî tê nîgarkirinê: ew mirovekî ne bilind, qemer-esmer bû, axaftinên wî jî dilên xelkê germ dikirin. Kurd û niştecihên din – Asûrî û Misilmanên cîran – bi coseke mezin dibûne mêvanên mala Adî û şêwra xwe dikirin. Lewma navên ne-Kurdî, bi taybetî, navên Asûrî (Barisîqî), Erebî (Xeymat) û wusa jî navê Ecemekî (Ebdillah Ebd el-Mesîh) di çavkaniyan de der dikevin.
Li wir, Adî terîqetek bi navê Adawiya damezirandibû. Bi dû mirina wî, ev terîqet bûbû du parçe: parçeyek gihîşte Kurdên Êzdî û endamên Adawiya bûbûne şêxên wan, parçeya din jî li Sûriyê û Misrê dabûnerîtên Sofiyan berdewam kirin û aram-aram di sedsala 16an de wunda bûn. Lê tê zanîn, ku hên di sedsala 13an de têkiliyên Adawiya û Êzdiyan xurt bûn.
Helbet, di 90 saliya xwe de, yanê nêzîkî sala 1162an, Adî kurê Musafir çû rehmetê. Ligor biryara Adî, braziyê wî – Ebû l-Berekat – ji Beyt-Farê hat û dewsa wî girt. Piştî, kurê Ebû l-Berekat – Şêx Adî el-Kurdî (yan Şêx Adî yê Duwem) – bû serokê Êzdiyan. Carnan navên Şêx Adî kurê Musafir (der-dora 1073-1162) û neviyê birayê wî Şêx Adî yê Duwem el-Kurdî (1194-1246) ji hevdu cudah nakin. Ev şaşiya han dibe sedema hizrên nerast li ser kesayetiya Şêx Adî kurê Musafir.
Reforma Êzdatiyê di serdema serokatiya Şêx Hesen, kurê Adî yê Duwem, hate kirinê. Beşek ji reforma Şêx Hesen ew bû, ku ewî navê Şêx Adî ji naveroka Îslamê der xist û kire sembola xwezanîna Êzdîxanê. Êzdatiya rasteqîn jî bi armanca Kurdewariyê ve bi ser dikeve. Lewma kurê Şêx Hesen, Şerfeddîn, êdî li bin ala Kurdistanê eskerê Êzdiyan reşbigîr dikir. Ev yek di “Sirûda Şerfeddîn” de belî ye:
Ciwabê bidine Kurdistanê,
Bila qayîm kin îmanê,
Şerfeddîne Mîr e li dîwanê,
Şerfeddîne ji dînê min e.
Cihê gotinê ye, ku wextê emîrê Musilê, Bedr ed-Dîn Lulu, di sala 1216an de dijî Kurdan şer kir û goristana Şêx Adî kurê Musafir şewitand, Kurdan dilêşana xwe bi legendekî ve derman kir. Niha Kurdên Êzdî bawer dikin, ku Şêx Adî çûbû ezmanan û miliyaketekî şandibû Lalişê. Ev miliyaket peyabû û daxwaza Adî anî, go: ev cih bila mîna goristana Şêx Adî bê parastinê.
Zincîra malbata Şêx Adî û serkêşên Êzdîxanê di sedsalên 12-13an de bi vî awayî tê nîgarkirinê (digel salên mirin yan kuştina wan):
Musafir kurê Îsmayîl

Şêx Adî kurê Musafir (nêzîkî 1162) Sexr kurê Musafir

Ebû l-Berekat kurê Sexr

Şêx Adî yê Duwem el-Kurdî (1246)

Şêx Hesen kurê Adî el-Kurdî (1254/55)

Şerfeddîn kurê Hesen (1257/58)

Sofiyên bandora xwe li ser Şêx Adî û Êzdiyan hîştine
Wusa xuya ye, ku li Bexdayê Şêx Adî xwe gîhandibû Sofîzmê. Piştre, li Kurdistanê jî danûstandinên Adî bi Sofiyan re nehatibûn birîn. Hinek Sofî li ba Êzdiyan bûne xwediyên navên nemir.
El-Hesen el-Besrî (642-728) xelkê bajarê Basra li Başûra Îraqa îroyîn bû. Ew wek bavikê Sofîzmê tê nasîn. Balkêşe, ku Kurdên Êzdî navê Hesenê Besrî dane Şêx Hesenê kurê Adî yê Duwem, yê di sedsala 13an de dijît.
Rebiya el-Edewiya (nêzîkî 710-801) şagirteke el-Hesen el-Besrî û yekemîn Sofiyeke jin bû. Zargotina Kurdan jêre dibêje “Rebiya Ereb” û çawa xudana kiriyametên giranbuha nîşan dike.
El-Hellac (858-922) karîgariya pir-pir mezin li ser dîroka Rojhilata Navîn bi giştî û civaka Kurd bi taybetî hîştiye. Gelek belge hene, ku bandora wî li ser Şêx Adî jî bêsînor bû.
El-Xezalî (1058-1111), bi gotina dîroknasan, “lihevhatinek” di navbera Sofîzma nivîsî (aqlî) û Sofîzma hestidar de pêk anî. Xebata Adî “I’tiqad ehl es-sunna” vejînek dide hizr û ramanên el-Xezalî.
Di baweriya xelkê de, Ebdilqadir el-Gîlanî (1077-1166) terîqeta Qadiriyê damezrandbû. Lê bi rastî, ev terîqet bi dû mirina wî çê bûye û heta niha jî karûbarên xwe li Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn didomîne. Mîna gelek Sofiyan, el-Gîlanî bi koka xwe Zerdeştî bû. Têkiliyên Ebdilqadir digel Şêx Adî pir bi hêz bûn. Êzdî wusa dizanin, ku goristanên Ebdilqadir û Hesenê Besrî li Lalişa Nûranî ne.
Ji heleqeta Ebdilqadir û Adî dîsan çendik-çend Sofiyên Kurd hebûn, yên ligor Êzdiyan kiryametkar in: Uqeîl el-Membîcî (Eqîl Muneccî), Ebdilqadir eş-Şehrezûrî, Ahmed bin er-Rîfayî, Ebû l-Wefa el-Hulwanî û Qadîb el-Ben.

Dînnasiya Şêx Adî û Êzdatî
Dînnasiya Adî, ya di pirtûk û karûbarên wî de eşkere dibe, gelek rengîn û zengîn e. Em dikanin ronahiyê biavêjine wan hêmanan, yên pey mirina Adî bi cûrekî teze hatin têgeyîştinê.
Şêx Adî dinivîsî, ku her tiştekî em dibînin belgeya siyaneta Xwedê ye. Di helbesteke xwe de Adî dide xuyakirin, ku mêzekirin ji Beheşt û horiyan xweştir e:
Meramên me ne cinnet, ne jî horî ne,
Merama me mêzekirin ji bo xatirê mêzekirin e.
Zargotina Êzdiyan vê hizra Adî dubare dike. Di qewlekê de Şêx Adî dibêje mêvanên xwe, ku bi rêya mêzekirinê bendeyê Xwedê dikane xwe pakij bike:
Şêx Adî xoş Siltan e,
Deng dike bi nihêne,
Hewceya me bi avê nîne,
Destnivêje ji meyzîn e.
Şêx Adî jêmayiyeke (mîraseke) din jî ji Êzdîxanê re hîştiye: cemawera Feqîran. Hên li Bexdayê, Adî dinvîsî, ku eger em dixwazin zelaltir Xwedê bibînin, em jî ligor şîreta Îsa Nûranî gerek e xwe birçî, tî û azar bikin. Ev hêmanên “feqr”a Sofiyên hestidar in: Kesên bi “feqr”ê ve mijûl in, dibine Feqîr. Dema Şêx Adî tê Hekkariyê, Kurd ji “feqr”a wî çavşaş dimînin. Ebû l-Berekatê braziyê Adî çîrokeke nihênî ji me re hîştiye:
Carekê 10 Feqîr hatine mala apê min. Wana lava kir, ku ew li ser Heqê biaxife. Apê min axifî, ew heliyan û dewsa wan av ma. Paşê 10 Feqîrên din hatin û viyana wan ev bû, ku apê min li ser Mehebbê (Hezkirinê) biaxife. Apê min axifî û ew mirin. Paşê 10 Feqîrên dawî nêzîkî Şêx Adî bûn, ku li ser Feqrê biaxife. Adî axifî, Feqîran cilên xwe qelaştin û bi rût û tazî derketine derê malê.
Were em vê meteloka ciwan şirove bikin. “Heq” navekî Yezdan e, yek ji 99 “navên bedew” ji Quranê ye. Tê zanîn, ku Hellac ji bo gotina “Ez Rastiya Xwedê me” (Ene el-Heqq) jiyana xwe teslîmî dijminan kir. Yanê pirsgirêka “Heq” meriyan dighîne tunebûnê. “Mehebba” (yan Hezkirina) Yezdan jî tiştekî dijwar e. Lêbelê, herçend zanebûna kûr meriyan dikuje jî, mirin ne di destê me de ye. Lêwma Feqîrên bi sax dimînin û “feqr”ê qebûl dikin, ji hemuyan hêjatir in.
Pey mirina Adî û êrîşên Misilmanan, dînguhastina Êzdiyan gihîşte qonaxeke wusa, ku Şêx Adî cihe Nûr – mînakeke Xwedê – girt. Wek encam, baweriya Kurdên Êzidî bi xwedavendiya Şêx Adî bû beşeke kosmologiya wan:
Temametî Şêx Adî,
Em kêm in, Şêx Adî temam e,
Em evd in, beşer in, behra gunan e,
Sibê heta êvarê hezar cûre xeber devê me der dikeve.

Paşgotin
Nimûnên bandora felsefeya Şêx Adî li ser bîr û bûçûnên Kurdan gelek in. Belê, hêmanên Sofîzmê carnan rind xuya dikin, carnan jî pêdviya lêkolînan in. Lê serî ev e, ku Şêx Adî û cihnişîniyên wî – yên Şêx Adî kiribûne navenda pîroz – rêya reformkirin û zengînkirina Êzdatiyê fireh kir.
Îro her welatparêzek hêvîdar e, ku Êzdatî koka xwe wunda neke, lê ligor jiyana modern bimeşe. Serboriyên nîvdewelta Kurdan li Başûr û şoreşa Bakur destnîşan dikin, ku herçend Kurd bi ser dikevin, Êzdîxane qazanc dike. Lewma geşbûna hizra neteweyî li Kurdistanê garantora xweşbextiya civaka Êzdiyan e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev