Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Zimanê Kurdî jî ket nav sîstema Google!

Zimanê Kurdî jî ket nav sîstema Google!

Niha her kes dikare nivîsekê ji zimanekî din wergerîne kurdî û ji kurdî jî wergerîne ser zimanekî din.

Google Translate (Google werger) 13 zimanên din jî tevlî sîstema xwe ya wergerandinê kir. Ji van zimanan yek jî zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî ye.

Bi vî awayî hejmara zimanên sîstema wergerandinê ya Googleyê bû 103. Zimanên din ên ku tevlî sîstema wergerandinê ya Google bûne, ev in: Qirgizî, Hawayî, Samonî, Îskotlandî, Gaelî, Shonî, Korsîkî, Frîzî, Amarî, Sîndî, Peştû (Efxanistan) û Josî.

Ji bo ku Kurdî tevlî sîstema wergerandinê ya Google bibe, gellek kampanya û çalakî hatibûn lidarxistin. Tê zanîn, yek ji damezrêner û rêveberên Google, kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi navê Umîd Kurdistanî ye.

Google roja 4ê Îlona sala 1998ê hat damezirandin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev