Keça êzdî Nadya Mûrad ji boy xelata Nobêlê hatiye hilbijartin‏

Keça êzdî Nadya Mûrad ji boy xelata Nobêlê hatiye hilbijartin‏

DELALA MEMÊ RECEVÎ

Wezareta Îraqê ya Koç û koçberan /êmîgrasyonê/ bi fermî keça êzdî Nadya Mûrad bo xelata Nobêlê ya aşitîyê hilbijart.

Banga Nadya Mûrad li Parlamentoya Netewên Yekbûyî, bala temamîya cihanê kişande ser xwe.

17-ê meha sibatê li Parîsê serokê “Fêdêrasyona Ezdîyên Fransayê” Tamazê Dasinî û serokê “Ezda” Mûrad Îsmaîl rasthatinên Nadya Mûrad Basse Taha tevî parlamêntarên dewleta Fransayê, Wezareta Karên Der va, Wezareta Parastinê teşkîl kirin.

“Ezê bibim wek kevotka aşitîyê li cihanê bigerim, ezê serokdewletên cihanê bidime hesandinê, wekî alîkarîyê bidin, ku wan keç û jinên me ji destê DAÎŞê bêne rizgrarkirinê. Ew êş û azar, jan û daxîn, ku min sê mehan zêdetir destê çetên DAÎŞê da kişand, dexme heta-hetayê wê ser min bimîne”, -Nadya Mûrad bi kelogirî ji wezîra xwendinê ya Fransayê Najat Vallaud-Belkacem ra gilî dikir:

-Ez sala 1993an li gunde Koço ji dayîk bûme. Gava çetên DAÎŞê ser gundê meda girtin, wê şevê 600 mêrên gund dane ber gulla û qir kirin, lê keç, jin û zarokan berê me dane Mûsilê. Rêva ecêvên giran serê me kirin. Min firotine çetekî, ku her ro li min dixist, ez nuxsan dikirim, carna min dibir nava koma çetan, wana ça dixwestin serê min dikirin heta min hişê xwe unda dikir.

Min çend cara cêriband birevim, lê min girtin û paşda anîn û zextên wan ser min hê zêde bûn. Bi qewata Xwedê û Tawusî Melek ez ji destên wan derketim. Min nexwest ez bê deng bimînim, ez dixwezim bira cihan bizanibe, ku em têne qirkirinê, çimku em êzdî ne, keç û jinên êzdîyan li bazaran têne dfirotanê, DAÎŞ zarokên me hînî kuştin, lêdan, talan û serjêkirinê dike.

Heta kengê wê cihan bê deng bimîne… Ez rica ji dewletên cihanê dikim DAÎŞê tune bikin…”

Nadya Mûrad bûye navnîşa /sîmbola/ “li dijî jinan kiryarên nemirovane”.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev