Qanatê Kurdo û lêkolîna ola êzdîya

Qanatê Kurdo û lêkolîna ola êzdîya

Tosinê Reşîd

Qanatê Kurdo berî gişkî zimanzan bû, lêkolînên wî ser rêzimana zimanê kurdî û zaravên kurdîye cihê, ferhengên kurdî (kurmancî)-rûsî û kurdî (soranî)-rûsî ( bi Zera Ûsiv ve), ji alîyê pisporan de wek berhemên kurdnasîyêye bingehîn tên nas kirin.

Di dereca êtnografîya (antropologîya), wêje, dîrok û folklora kurdî de jî Qanatê Kurdo xwedîyê berhemên hêja ye.

Lê bi van re tevayî pirsgirêkên ola êzdîyan jî ji goveka lêkolînên zanîyarê mezin der ne mane. Hela hê salên 1930-emîn Qanatê Kurdo têkstên ola êzdîya (qewl û beytan) ji zarê dunavan dinvîse. Qewla “Efrandina dinê” kû wî wan salan ji êzdîyên Gurcistanê nivîsîye, di kovara “Korî Zanîyarî Kurd” (1973) de çap bûye.

Bervkirina têkstên ola êzdîya timê jî di planên wî de hebû. Ew çiqwas dihat Ermenistanê, diçû bal şêx û pîran, qewl û beyt ji wan dinvîsîn. Tê bîra min, wekî salekê wî û Şêx Dewrêşê Şêx Keleşê (yek ji hêjatirîn zaneyê ola êzdîya) li hev kir, wekî Şêx Dewrês havînê here Lênîngradê, mêvanîya Qanatê Kurdo, Qanatê têksta û şirovên ola êzdîya ji wî binvîse û wek pirtûkekê çap bike. Lê ji talebextan re wê baharê sêx Dewrêş ji qeza trafîkê jîyana xwe ji dest da û ew plan naçû sêrî.

Gerek bê gotin çiqwas jî li Yekîtîya Sovyêtê gelek têkstên ola êzdîya hatibûn berev kirin û çap kirin, lê lêkolînên zanîyarî ser wan ne dihatin kirin. Tenê pisporê êtnografîya kurda, yê naskirî, Dr. Emînê Evdal di dema xwe de lêkolîna ola êzdîya kiribû, lê ji talebextan re berhema wî “Bawarîyên kurdên êzdî” tenê sala 2006 an çap bû.

Salên 1970-emîn Qanatê Kurdo çend gotaran ser ola êzdîya çap dike. Awa, sala 1972 an ew li sêsîya Instîtûta Rojhilatnasîyê, ya Akadêmîya Zanîyarîyê ya Yekîtîya Sovêtê gotarekê ser “Alfabe ya pirtûkên êzdîyaye olî” dixwîne, ku dûarojê di berevoka akadêmîyayêye salane de çap dibe[1]. Di wê gotarê de ew lêkolîna alfabeya pirtûkên ola êzdîya dike. Ew wê alfabeyê himberî alfabeyên deverê dike û serxwebûna wê mak dike.

Piştî salekê ew gotara “Di der heqê têkstên kurdên êzdîyaye olî, yên zarkî û nivîskî de” çap dike[2]. Di vê gotarê de ew têkstên ola êzdîya ku di pirtûkên ola êzdîyaye piroz de hatine parastin û yên wî bi xwe ji zarê dunavan nivîsîne himberî hev dike û wê bawerîyê mak dike, wekî têkstên ola êzdîyaye pîroz bi sedsalan nehatine guhastin, eger guhastinên ne mezin cîh girtine jî wan bandor (tesîr) ser naveroka wan têkstan ne hîştîye.

Ji bo zimanê pirtûkên ola êzdîya Qanatê Kurdo dinvîse, wekî zimanê pirtûkan kurdî ye û bandora zaravê kurmancîya jêrîn (soranî) ser zimanê wan pirtûkan heye.

Dîsan wê salê Qanatê Kurdo di kovara Korî Zanîyarî Kurd de gotarekê bi navê “Di der heqê têkstên êzdîyaye olî, ziman û alfabe ya wan de” çap dike.

Ez naxwezim ser nirxê van gotarayî zanîyarî rawestim, armanca vê gotarê ew nîne. Bi bawerîya min giringîya van gotarên Qanatê Kurdo, ku hin li Yekîtîya Sovyêt, hin jî li Îraqê çap bûn, berî gişkî ew bû, wekî lêkolîna ola êzdîya, têkst û pirtûkên ola êzdîyaye pîroz ji nû ve kirine rojava zanîyarîyê, bala kurdnasan û pisporên olê kişandine ser wan. Ji bo wê demê, ew karekî mezin bû.

Sala 1998 an Pîr Xidirê Silêman li Oldênbûrgê ji min re got, wekî ew ku wî û Şêx Xelîlê Cindî dest bi berev kirin û nivîsara kelepora êzdîyaye olî kirîye, rola Qanatê Kurdo jî hebûye. Qanatê Kurdo bi nameyên xwe piştgirîya wî karê pîroz kirîye.

Qanatê Kurdo lêkolînek ser êzdîya û ola wan, bi navê “Êzdîxane û Êzdîtî” (dor 300 rûpel e) bi zimanê kurdî nivîsîye û ji bo çapê amade ye. Lê ji talebextan re çawan gelek berhemên wî, usan jî ev lêkolîn hê jî nehatîye çap kirin.

Riataza.com

[1] K.K Kûrdoêv (Qanatê Kurdo), Di der heqê alfabea pirtûkên êzdîyaye olî de” PP î PÎKNC. Godiç. Naûç. sêssîya LO ÎV AN, M., 1972, rû. 196-199. (Bi zimanê rûsî).

[2] K.K.Kûrdoêv (Qanatê Kurdo), Di der heqê têkstên kurdên êzdîye olî, yê zarkî û nivîskî de” ” PP î PÎKNC. Godiç. Naûç. sêssîya LO ÎV AN, M., 1973, rû. 61-65. (Bi zimanê rûsî).

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev